Ana içeriğe atla

"Heft Demên Jiyanê"

 


Hemû Dinya Sehneyek e,

Û hemû jin û mêr tenê lîstikvanên wê ne.

Yek tê sehneyê û ê din jê derbas dibe.

Her kes bi qasî para xwe gelek dilqan dilîze.

Heft demên jiyanê hene. Ewilî zarokekî berşîr e;

Bi girî û grêz di nav destê dê de;

Piştre bi çentê xwe zarokekî dibistanê

Bi rûkeniya sibehê weke qapûşkê bi teql

Bêdîlî diçe dibistanê.   Dora nûciwanî ye;

Sergerm e, bi rêzikên bêhevî 

Distrê li ser ebrûyê yarê. Zû tê wexta şervanîyê

Mişt bi sondên ecêb weke pilingekî bisimbêl

Çav li rûmetê, di şer de bi lez û bez,

Digere li dû kela navdengîyê

Li ber devê topa êgir jî be. Piştre dibe yekî dadwer,

Mafdar e bi zikê têr û xemla xwe,

Bi dêm û awirên giran

Tije ye bi şîret û salixdanên serdemê;

Bi vî teherî dibuhirîne navserîyê. Sehne diguhere

Ew êdî kalekî navmal û bêmecal e.

Berçavk daketîye ser bêvilê, bêrîk tije ye.

Çi fêde cil û bergên ciwanîyê lê fireh e.

Bi ser hev de xwar bûye û dengê wî yê qewîn

Dîsa vegeriyaye sewta zaroktîyê

Weke bayê fîkandinê di dev de ye. Û sehneya dawî

Bi xwe re diqedîne van serpêhatîyên ecêb.

Ev dem zaroktîya duyem e li pey jibîrkirinê;

Bêdiran, bêçav, bêtam, bê tu tişt.  


*Ji Şanonameya Shakespeare “As You Like It/Çawa Bi Dilê We Be”

(Jaques; Perde 2, Sehne 7)


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Modern Kürt Tiyatrosunun İlk Adımları

Yazar/metin merkezli Batı tiyatrosunun Kürt dilindeki ilk örneği, 1919’da Evdirehîm Rehmî Hekarî’yle başlaması, teatral formların Kürtlerde daha öncesinde olmadığı anlamına gelmemelidir. Popüler ve kitlesel bir sanat olan tiyatro tarihsel olarak her dönemde farklı biçimlerde icra edilmiştir. Genel anlamda tiyatro sanatı; kukla, gölge oyunu, köy seyirlik oyunları, çîrokbêj (bir nevi meddah) geniş bir alanda teatral formalara sahiptir. Bu formlar, yakın kültürler ve komşu milletler arasında benzerlikler gösterebildiği gibi veya hepten özgün bir biçim olarak da var olabiliyor. Kürt tiyatrosunda: Taziye, “Sîtav” (Gölge Oyunu) ile “Bûkella” (Kukla), “Mîr Mîran” (Sahte Emir), “Kosegelî-Gaxan”, “Bûka Baranê” (Bolluk-Bereket Oyun Ritüellerinden), “Sersal” (Yeni Yıl), “Newroz” oyun ve temsilleri... Bunun yanı sıra Kürt tiyatrosuna özgü teatral anlatı biçimleri arasında sayılabilecek “dengbêjî” ile “çîrokbêjî” gibi ulusal formlara da sahiptir. Kürt tiyatrosunun geçmişine ve bugününe baktığımı...

NÛSEREKÎ QEWÎN: MEHMET DÎCLE

Çetoyê Zêdo: Em jî weke her tim, ji pirsa yekê dest pê bikin. Ji kerema xwe, tu dikarî qala kurtejiyana xwe bikî? Mehmet Dîcle : Ez di sala 1977an de li gundê Çolaxa ya Bismilê hatim dinê. Lê malbata min, li gorî ku min lêkolaye çendsed sal in ku li Hezroyê bûne, ango ez ji Hezroyê me û li Hezroyê mezin bûm û heta ku lîse xelas bû, ez li Hezroyê jiyiyam. Paşê ji bo zanîngehê hatim Stenbolê. Min zanîngeha Stenbolê beşa Cografyayê xwend. Di salên zanîngehê de ez di nav tevgera ciwanên welatparêz de mam û bi rastî jî ew salên min ên gelek çalak bûn. Di wan salan de hema bibê min xwe, dunya û wêje nas kir. Li klûba edebiyatê ya zanîngehê min û hevalên xwe bi salan kitêb xwendin, hem ji edebiyata cîhanê hem jî ji edebiyata kurdî. Paşê di wan salan de ez di kovara Jiyana Rewşen û Rewşennameyê de xebitîm. Her weha li weşanxaneya Aramê û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê. -  Tu ji kengî ve bi nivîsa Kurdî re têkildarî? Te çawa dest pê kir, rewşa te ya wê demê çawa bû? Ji ber k...

WÊJE Û NIVÎSKARÎ: SÎDAR JÎR

Çetoyê Zêdo: Tu dikarî kurtejiyana xwe bi me bide nasîn? Sîdar Jîr: Di sala 1980’yî de li Şemrexa Mêrdînê hatime dinyayê. Min xwendina xwe ya seretayî û ya navîn li Şemrexê kir û ya lîse li Amedê kir. Min li Zanîngeha Dîjleyê Fakulteya perwerdehiyê xwend. Paşê min li fakulteya Îktisadê beşa Têkiliyên Navneteweyî(Navdewletî) xwend… Di dema xwendekariya xwe ya zanîngehê de ligel hevalekî xwe (Deştî Rewşen) fanzîneke Kurdî bi navê Kulîlk derxist (2 hejmar)(2002), piştî fanzîna Kulîlkê bi navê Kulîlka Ciwan(2003) me (min û Deştî Rewşen) kovarek ku navenda wê Amedê bû derxist. Demekê min edîtoriya rojnameya Azadiya Welat kir… Piştre ligel çend hevalan min edîtoriya kovara zarokan a bi navê Şemamok kir, piştî edîtoriya Şemamokê min edîtoriya kovareke bi navê Dergûş (2005) a zarokan kir. Dema ku Kulîlka Ciwan bi fermî hate girtin min(ligel Dilawer Zeraq) dest bi edîtoriya Kovara W’yê kir(me 13 nivîskaran bi hev re ev kovar derxist). Li Amedê dijîm û li Akademiya Cegerxwîn Beşa Zim...