Li
Tirkîyê û Bakurê Kurdîstanê Serborîya Şanoya Kurdî
Ji bo rewşa giştî ya şanoya kurdî bê dîtin, divê
ewil em bala xwe bidin paşxane û serborîya wê, berhem û mekanên wê, lîstikvan û
temaşevanên wê û helbet xwedîyê wê!
Di vê nivîsê de, ez ê ewil li ser serdemên giştî yên
şanoya kurdî bisekinim û pişt re hewl bidim serpêhatiya wê ku di “sedsalîya” şanoya
kurdî de pêkhatina 25 salan e, bi xetên giştî li Tirkîyê û Bakurê Kurdîstanê ji
1991ê heta 2016an binirxînim.
Divê em destnîşan bikin ku heta salên 1950yî jî
bikaranîna bêjeya “şanoyê” di belgeyan de tuneye. Bi destpêka salên 1950yî re
li Başûr tê bikaranîn û ji wir derbasî nav perçeyên din dibe. Ferhad Pîrbal ji bo bêjeya “şanoyê” wiha
dibêje:
“Heta salên 1940î jî peyva “şanoyê” di rojname,
kovar û belavokan de nehatiye bikaranîn. Her tim termên Ewrûpî “piyes, dram, tiyatr”
yan peyvên farisî û erebî “temsîl, nimayiş” li dewsa “şano”yê bi kar hatine… Ebdulla
Goran, dibe ku yekem nûserê kurd be ku di sala 1950an de terma “şano”yê bi kar
anîbe. Ev yek jî, di helbesta “Cîlwey Şano” ya di dîwana “Firmêsk û Huner”ê de,
ku di sala 1950an de li Bexdayê, çapxaneya Mearîf hatiye çapkirin.”[1]
Şanoya kurdî li her perçeyî xwedî serpêhatiyeke
taybet e. Loma geşedana şanoya kurdî li her perçeyî bi dîroke cuda û bi rengekî
din pêk hatiye. Divê neyê jibîrkirin ku kurd, weke gelek neteweyên Rojhilata Navîn,
şanoya bi forma ewrûpî[2],
di destpêka sedsala 20an de nas kirine. Şanoya kurdî ji 1920î ve, ewil li
Başûrê Kurdîstanê, piştre di dawîya salên 1920î de li Yekitiya Sovyetê (Tîblîsê)
tecrube kiriye. Ji bilî Başûrê Kurdîstanê, şanoya kurdî ji 1920î heta îro, bi
awayekî domdar pêk nehatîye.
Di şanoya kurdî de hin serdemên taybet di navbera
van salan de ne:
Li Sovyetê: Tîblîs (1926-1930) piştî navbereke dirêj
di navbera salên (1970-1994); Elegez (Ermenîstan, 1937-1947) û ji bilî piyesên
radyofonîk, di navbera 1980-1989an de diqede.
Li Rojhilatê Kurdîstanê ji bilî şanoya “Dayîkî
Niştîman”(1944-1945) ji salên 1970yî ve heye.
Li Rojavayê Kurdîstanê ji 1980yî ve pêk tê û ji
2011an ve dikeve serdemeke din.
Li Bakurê Kurdîstanê ji 2002yan ve (Li Stenbolê ji
sala 1991ê ve heta niha) heye.
Dema ku em ji van dîrokan bala xwe bidin şanoya kurdî,
li gorî perçeyên din herî dereng li Bakurê Kurdîstanê dest pê dike. Bi
hilweşîna Sovyetê re, şanoya kurdî çend salan li Tiblîsê li ber xwe dide lê li
wir jî di 1994an de diqede.
Heta salên 1980î li hemû perçeyên Kurdîstanê,
şanogerên kurd hay ji kar û xebatên şanogerên perçeyên din tunene. Piştî salên
1980yî ewil li Rojhilatê Kurdîstanê ku neketibû bin rejîma nû ya Îranê, ji çar
perçeyên Kudîstanê şanogerên kurd bi hev re dixebitin. (Mirov dikare weke
destpêka “şanoya çiyê” binav bike) Pêngaveke din a şanoya kurdî li Ewrûpayê ji
1980yî ve dest pê dike. Ji hemû perçeyên Kurdîstanê, şanoger û hunermendên Kurd
ku pênaber bûne li Ewrûpayê bi salên 1980yî re dest bi xebatên şanoyî yên
hevpar dikin…
Bi giştî ku em bala bidin şanogerîya sehneyî û metnên
şanonameyan, mijar û temayên sereke piranî bi “nasnameya neteweyî” ve girêdayî
ne. Li çar perçeyan, kengî dema kurd ji alîyê siyasî ve xurt bûne, di heman
demê de hunera şanoyê jî berbelavtir bûye. Şano, li hemû perçeyên Kurdîstanê bi
temsîla sehneyî û bi piyesên nivîskî, di avakirina ramana neteweyî de weke
navgîneke “polîtîk” hatiye nirxandin û di demên hewldanên neteweyî de cihê wê girîngtir
bûye. Bi peywira “nasnameya kurdî” li hemû perçeyan pêk hatiye. Ji hêla mijar û
naveroka xwe ve, piyesên ewil û yên dewama wê jî ji “dîrok û folklora kurdî” ji
bo avakirina nasnameya kurdî weke armanca sereke hatiye bikaranîn.
Piştî avabûna Komara Tirkîyê, ewil li Başûr, piştre
li Yekitîya Sovyetê (Tiblîs-Gurcîstan, Elegez-Ermenîstan) bi du qenalan dest bi
geşadana xwe dike. Şanoya Kurdî ji bilî hin serdeman, li perçeyekî domdar pêk
nehatiye. Lê cihê ku Şanoya Kurdî ji salên 1920î heta roja me bi domdarî xeteke
pêşketinê nîşan daye, tenê bajarê Silêmanî ye. Li Başûr, ji ber vê domdarî û
paşxaneya giştî, di roja me de jî bajarê pêşengîya hunera Şanoya Kurdî didomîne
Silêmanî ye.
Li
Tirkîyê Temsîla Şanoya Kurdî
Geşedana şanoya kurdî, bi ziman û temaşevanê xwe, ji
temsîla destpêka xwe ya li Stenbolê (1991) heta îro bi gavên biçûk jî be, bênavber
tecrube kirîye. Pêkhatina hunera şanoya kurdî, li Tirkîyê û Bakurê Kurdîstanê
bi dîroka nêz ya siyasî û bi xwedîtiya sazîyên çand û hunerî têşe girtîye.
Li Bakurê Kurdîstanê bêstatubûna kurdan û qedexebûna
li ser kurdî, bûye sedem ku heta 1991ê şanoya kurdî li Tirkiyê hebûna xwe nîşan
nede. Ji avakirina Komara Tirkîyê heta 1991ê, weke hemû mijarên kurdî, şanoya
wê jî qedexe ye û ne berbiçav e.[3] Ji
ber qedexebûna li ser ziman û çanda kurdî heta sala 1991ê, şanoya kurdî li
Tirkiyê û li Bakurê Kurdîstanê (ji bilî şanoyên bi formên gelêrî) pêk nehatiye.
Ev jî heye ku heta 1991ê li Tirkîyê û Bakurê Kurdîstanê, berhem û temsîlên
şanoya Kurdî yên perçeyên din jî nayên zanîn.[4]
Di serpêhatîya dîroka nêz de, şanoya kurdî li
Tirkîyê û Bakur, ji 1991ê heta îro, em dikarin xetên girîng bi salên “2002, 2009
û 2016” destnîşan bikin û geşedana wê di navbera van salan de dabeş bikin. Di
dîroka nêz de serpêhatiya şanoya kurdî yekser bi desthilatdarîya Tirkîyê û bi
tevgera sîyasî ya kurdan ve gihaştiye temaşevanê xwe. Loma weke hemû hewldanên
çandî û hunerî, xebatên şanoya kurdî jî raste rast bi rewşa giştî ya sîyasî ve
girêdayî ne.
Şanoya kurdî ya li Bakurê Kurdîstanê û li Tirkiyê;
ji destpêka 1991ê heta niha em dikarin bi sê serdeman ji hev veqetînin:
- Li Bajarên Tirkîyê Gavên Destpêkê (1991-2002)
- Pêkhatina Şanoya Kurdî li Bakurê Kurdîstanê
(2002-2009)
- Pêvajoya Nû û Hewldanên Berbelavbûna Şanoyê (2009-2016)
Li gorî debaşkirina jor, em ê şanoya kurdî ji dîroka
nêz ve bişopînin. Di tevahîya 25 salên di navbera 1991-2016an de, komên ku di
şanoya Kurdî de pêşeng in, li gorî lîstikên wan ên ewil û berdewamiya kar û
xebatên wan, em ê cîh bidin van koman: Teatra Jiyana Nû (Stenbol, 1992), Şanoya
Bajêr (Amed, 2003), Seyr-î Mesel (Stenbol, 2004), Şermola Performans (Stenbol,
2010)…
1-
Li Bajarên Tirkîyê Gavên Destpêkê (1991-2002)
Weke pêşandana ewil ku tê zanîn, lîstika Mamoste
Cemîl ya bi navê “Mişko” ji aliyê lîstikvanên NÇMê ve li Stenbolê, di
01.05.1991ê[5]
de tê lîstin. Lîstika bi navê “Dawiya
Dehaq”[6] a Kemal Burkay, ji aliyê lîstikvanên “Şanoya
Roja Azadî” ve li Stenbolê di 17.08.1991 de tê sehnekirin.

Di vê serdemê de, her tişt ji bo kurdî “nû” ye, destpêk
e; loma lîstikên van salan ji şanoya kurdî ya Bakur re dibin gavên ewil. Ji
1991ê heta 2002an şanoya kurdî li Stenbolê û bajarên Tirkîyê têne amade kirin. Piranîya
şanogeran, li sazî û komeleyên Kurdî perwerdeyî ziman û şanoyê dibin, bi
lîstikên agit-prop[7]derdikevin
pêşberî temaşevanan. Di navbera salên 1992- 2002yan de bi pêşengîya NÇMê û
şaxên wê ku derveyî Bakur bûn, pêk hatin. Piştî “Teatra Jiyana Nû” (Stenbol,
1992), şaxên NÇMê li hin bajarên Tirkiyê dest bi karên şanoyî dikin: “Şanoya
Hêvî” (Îzmîr, 1994), “Şanoya Yekbûn”(Edene, 1995) “Teatra Arzeba” (Mêrsîn,
1996)… Di vê serdemê de Teatra Jiyana Nû, di Şanoya Kurdî de koma pêşeng û
avakarê piranîya komên şanoyê ye.
Koma
Serdemê: Teatra Jiyana Nû (TJN)
Koma şanoyê di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê bêyî
ku navekî bikar bîne di 1991ê de dest bi xebatên xwe dike. Di heman salê de bi nivîsîn
û derhêneriya Mamoste Cemîl lîstika "Mîşko" tê lîstin. Ev lîstik weke
xebata ewil a Teatra Jiyana Nû (TJN) tê hesibandin. Kom, bi rêveberiya Huseyîn
Kaytan navê Teatra Jiyana Nû di 1992yan de werdigire. Di 1996an de bi
derhêneriya Erdal Cevîz “Şanoya Hêlîn” û di 1998an de jî bi navê “Sarya Halk
Sahnesi” du binbeşên wê ava dibe. Bi pêşengîya şanogerên TJNê, di bin banê şaxên
NÇMê de li bajarên Îzmîr, Mêrsîn, Edene û pişt re li Bakurê Kurdistanê komên
şanoyê tê avakirin. Şanogerên TJNê di berhemdarîya van koman de roleke sereke
dilîze.
1992- “Mirin û Jiyan” Nivîskar: Hüseyin Kaytan
Derhênerî: Bi Komxebatîya TJNê[8]
1993- “Ta/Sê Ewrên Dûr” Nivîskar û Derhêner: Hüseyin
Kaytan
1995- “Rojbaş” Bi nivîsîn û derhênariya hevkar a
Mamoste Cemîl û TJN
1995- “Bayê Elegezê” Nivîskar û Derhêner: Kemal
Orgun
1996- “Dewaya Generalê Teneke” Nivîskar: Hüseyin
Kaytan, Derhêner: Erdal Ceviz
1998- “Komara Dînan Şermola” Ji Çîroka Helîm Yusiv, Derhêner:
Erdal Ceviz
2000- “Ta” Nivîskar: Hüseyin Kaytan, Derhêner: Erdal
Ceviz
2001 “Gurzek (Ne)Lêdan” Bi metneke komxebatî, Derhêner:
Erdal Cevîz
Di vê serdemê de, li gel lîstikên werger, şanonameyên Hüseyin Kaytan, Kemal Orgun, Helîm Yûsiv têne sehnekirin. Ji 1995an ve weke derhênerên ewil yên şanoya Kurdî
navê Erdal Ceviz û Kemal Orgûn derdikevin pêş.[9] Di 2002yan de piranîya lîstikvanên TJNê ji NÇMê vediqetin. Piştî 2002yan ve TJN bi qadroyên nû re xebatên xwe didomîne. Şanogerên li NÇMê perwerde dibûn pişt re weke lîstikvanê komê di lîstikan de cîh digirtin. Şanogerên NÇMê, piştî salên 2000î li Bakurê Kurdîstanê (taybetî li Amedê) û Tirkiyê di şanoyên Kurdî de komên nû ava dikin. Heta îro jî gelek ji wan, weke lîstikvan, derhêner û nivîskar di şanoyên Kurdî de cih girtin. Di salên ewil de piraniya kar û xebatên şanoyê, bi derhênerîya komxebatî ve tê amade kirin.
2-
Pêkhatina Şanoya Kurdî
li Bakurê Kurdîstanê (2002-2009)
Bi rabûna OHAL’ê re hewldanên komên şanoya kurdî li
Bakurê Kurdîstanê weke “mêvanê malê” di navbera 2002-2009an de cî digrin. Li
piranîya navçe û bajarên Bakur, navendên çandê vedibin. Şanogerên Kurd ku berê
li NÇMê û şaxên wê xebitîbûn, berê xwe didin Bakurê Kurdîstanê û li wir komên
şanoyê ava dikin. Ev jî dibe sedem ku tevgera şanoya kurdî li Bakurê Kurdîstanê
zêde bibe. Navendên çand û hunerê li Bakur vedibin û komên şanoyên nû
derdikevin: Navenda Çanda Biharê (Şanoya Arsen Paladov, Batman, 2000,- Sehneya
Yılmaz Güney, Batman, 2001), Navenda Çand û Hunera Dîcleyê (Teatra Yekta Hêvî,
Amed, 2003), Navenda Çand û Hunerê (Bi navê GKM- Serhat Kültür Merkezî, Wan,
2003) Navenda Çand û Hunerê (Wêranşar, 2004)…
Di heman serdemê de komên şanoyên taybet jî bi navên
nû ava dibin. Li gelek navçeyên Bakur ku di bin banê komele û sazîyên çandî de
lîstikên şanoyê têne amadekirin. Bi lîstikvanên nû re, lîstikên kurdî têne
sehnekirin. Komên şanoyê, piştî derxistina lîstikekê karên xwe li heman cihî û
bi heman qadroyan nadomînin, loma her sal bi lîstikeke nû re navekî koma şanoyê
tê avakirin. Ji ber bêpergalîya komên şanoyê û rêveberîya karên hunerî, di bin
sîya sazîyan de dimînin. Ev yek dibe sedem ku şanogerên kurd, bi gav û
hewldanên sînorkirî bimînin û karên domdar pêk nêynin. Li gelek şaredariyan
sehne tunene, cihên ku sehneyên wan hene weke “Wêranşar, Nisêbîn, Batman, Wan…”
lîstikên kurdî dereng destpê dikin an jî hin salan sehneyên wan bêyî karên
şanoya kurdî vala dimînin…
Ji bilî sehneya Şanoya Bajêr a Amedê, piranîya
lîstîkên kurdî di sehneyên biçûk ên navendên çandê de, mekanên komele û
sendîqeyan jî ji bo pêşandanên şanoyê tê bikaranîn. Bi giştî şanogerên kurd di
van salan de, dikevin nav hewldan û lêgerînên nû. Piştî 2002yan li gel
şanogerên ku berê li NÇMê perwerde bibûn û yên di vê serdemê tevlî wan dibin,
bala xwe didin beşên hunerî û komxebatên sehneyî. Bi pirbûna lîstikên kurdî re şanogerên
ji konservatûar û beşên şanoyê mezûn bûne, di lîstikên kurdî de cîh
digirin.
Komên
Serdemê: DBŞT[10] (Şanoya Bajêr a Amedê), Seyr-î Mesel,
TJN
DBŞT tekane şanoya ku li Bakurê Kurdistanê girêdayî
Şaredarîyê bû, di 2003an de berê xwe dide şanoya kurdî. Kom di 2003an de bi
lîstika “Hewarî”[11]
re êdî şanoyên kurdî jî tevlî repertûara xwe dike û heta 2009an lîstikên kurdî ligel
ên tirkî bi hev re derdixe. Şanoya Şaredariya Amedê, di vê serdemê de şanogêrên
ku ji beşên şanoyê mezûn bûne tevlî nav xwe dike û her ku diçe bi lîstikên xwe yên bi kurdî berbiçav dibin. Li gel derhênerên mêvan, M. Emin Yalçınkaya, Mehmet Gündüz,
Mehmet Musaoğlu, Kemal Ulusoy weke derhêner lîstikên kurdî li DBŞTê amade
dikin.
2003- “Hewarî” Nivîskar: Murathan Mungan, Wergêr:
Mem Mîrxan, Dilaver Zeraq
Derhêner: Metin Boran
2006- “Mala Dînan” Nivîskar: M. Emin Yalçınkaya, Derhêner:
Mehmet Gündüz
2008- “Mala Extiyaran” Nivîskar: M. Emin Yalçınkaya,
Derhêner: Mehmet Gündüz
2008- “Yaşar Heye Tune Ye” Nivîskar: Aziz Nesin, Werger:
M. Emin Yalçınkaya, Derhêner: Ferhat Keskin
2009- “Tu Kî Yî”, Nivîskar û Derhêner: Mehmet
Musaoğlu
2009- “Çiya Gîhişt Behrê”(Şanoya Zarokan) Nivîskar: Ülker Köksal, Wergêr:
Mehmet Çakmak, Derhêner: Kemal Ulusoy
2009- “Zimanê Çiya” Nivîskar: Harold Pinter, Wergêr:
Mehmet Çakmak, Derhêner: Luciano Iogna
Seyr-î
Mesel

Teatra
Jiyana Nû ji 2003an ve dikeve nav xebatên nû. Di vê serdemê
de lîstikên TJNê bi derhêneriya Kemal Orgun û Apo Kaya derdikevin. Ber bi salên
dawîn de TJN, ji alî şanogerên nû ve lîstikên xwe bi şêweya komxebatî
didomînin, ligel vê bi nivîskar û derhênerên nû re şanoyan amade dikin.[14] TJN ji 2003yan heta 2009an li sehneya NÇMê ku
li Îstîklalê bû, bikartîne.
2003- “Prometheusê Zincîrkirî” Nivîskar: Aiskhylos, Derhêner:
Apo Kaya
2004- “Sê Sêv Bi Nanek” Bi nivîsîn û amadekirina
hevpar a “Teatra Jiyana Nû”
2004- “Girav” Nivîskar: Athol Fugard, Wergêr: Kemal
Orgun, Derhêner: Ahmet Bülent Tekik
2005- “Mirina Anarşîstekî” Nivîskar: Dario Fo,
Werger û Derhêner: Kemal Orgun
2006- “Li Welatê Wendayî Evîn” Nivîskar: Gülisan
Ötünç, Derhêner: Kemal Orgun
2008- “Navê Vê lîstikê Çi Ye?” Nivîskar û Derhêner:
Kemal Orgun
2009- “Şîret” Nivîskar: Sedat Barış, Bi derhênerîya
komxebatî (TJN[15])
TJN, di navbera 2009- 2016an de bi domdarî karên
şonoyî dernaxe. Bi guhertina mekanê NÇMê û belavbûyîna şanogeran re, TJN li
Stenbolê ne berbiçav e. Şanogerên di vê serdemê de bi TJNê dest bi karên şanoyî
kiribûn, piraniya wan li “navêndên çandê” yên Bakurê Kurdîstanê tevlî komên nû û
rêzefîlm û sînemayê dibin.
3-
Pêvajoya Nû û Hewldanên Berbelavbûna Şanoyê (2009-2016)
Pêvajoya “çareserîyê” bi awayekî berbiçav bandora
xwe li hemû qadên jiyanê dike. Vebûna beşên kurdolojîyê li zanîngehên Bakur; Kurd-1,
TRT6 û kanalên kurdî li Bakur zêde dibin ku ev yek dike ku piranîya şanoger û
wêjekaran berê xwe bidin bername, werger û dûblaja kurdî…
Li gel guherîn û derfetên nû yên çand û hunerî, li
Bakurê Kurdistanê Şanoya Kurdî jî weke “xwedîyê malê” dikeve pengaveke din. Ji
2009an ve DBŞT ku êdî bêtir weke “Şanoya Bajêr” e, pêşengîya şanoya kurdî li
Bakur hildigire ser xwe. Ji 2009an ve tenê bi lîstikên Kurdî berhemên xwe
derdixe. Bi avakirina konservatuarên Cegerxwîn û Aram Tîgranê; konferansa
şanoyê (2012) û bi organîzasyonên festîvalên şanoyê, pêşbirka nivîskariya
şanoyê (2011-2016)[16] û
bi atolyeyên hunerî, Şanoya Bajêr a Amedê li Bakur dibe navenda şanoya Kurdî.
Di vê serdemê de şanoyên Kûrdî ji Başûr û Rojhilat tên Amedê. Bi danûstendina
perçeyên din re hevnasîn û hevkariya şanogerên kurd xurtir dibe.
Di vê serdemê de “temaşevanekî nû” li Bakurê
Kurdistanê çê dibe. Girseya temaşevanên lîstikên kurdî ji yên tirkî ku Şanoya
Bajêr a Amedê têne pêşandan, zêdetir dibe. Bi lîstikên kurdî re bala temaşevanan û şopandina şanoyên kurdî bilind dibe. Li Amedê ev guherîn berbiçavtir dibe. Bi
guhertina şert û mercên nû re, Şanoya Bajêr piştî lîstika “Çîrokeke Zivistanê”
heta îro, bênavber hemû xebatên xwe bi kurdî derdixe.
Ji 2009an ve pêkhatina şanoya kurdî dikeve serdemeke
xwerû kurdî. DBŞT di vê serdemê de ligel
şanoyên kurmancî hewl dide yên bi zazakî jî derxîne û dest bi amadekirina
şanoyên ji bo zarokan jî dike. Di Şanoya Bajêr de ji bilî dêrhênerên mêvan,
navê Rüknettin Gün derdikeve pêş.
2010- “Çîrokek Zivistanê” Nivîskar: Haldun Dormen-
Kemal Uzun, Wergêr: Mem Mîrxan, Lal Laleş, Mîran Janbar, Derhêner: Haldun
Dormen
2010- “Ti Gara Niyî” Nivîskar: Aziz Nesin, Wergêr:
Sabahattin Gültekin (Bi Zazakî) Derhêner: Coşkun Doğan
2011- “Li Rawestgehê Sê Ezezok”(Şanoya Zarokan), Nivîskar:
Özer Tunca, Werger: Mem Mîrxan, Derhêner: Rüknettin Gün
2011- “Memê Alan”, Nivîskar: Ebdurehîm Rehmî Hekarî,
Derhêner: Rüknettin Gün
2011- “Qeyd”, Nivîskar: Zana Jarr, Derhêner:
Rüknettin Gün
2012- “Antîgone”, Nivîskar: Sophokles, Wergêr: Zana
Jarr, Derhêner: Celal Mordeniz
2012- “Papûcên Min Ên Xweşik” (Şanoya Zarokan), Nivîskar:
Dersu Altun Yıldız, Werger: M. Emin Yalçınkaya, Derhêner: Mehmet Musaoğlu
2012- “Mihoyê Girê Sor” Nivîskar: Ömer Polat, Werger
û Derhênerî: M. Emin Yalçınkaya
2012- “Xulamê Du Xwedî” Nivîskar: Carlo Goldonî, Werger: Zana Jarr, Derhêner:
Rüknettin
2012- “Hamlet”, Nivîskar: Wiliam Shakespeare, Werger:
Kawa Nemir, Derhêner: Celil Toksöz
2012- “Daweta Xwînî”, Nivîskar: Federico Garcia
Lorca, Bi wergerîya komxebat û bi derhênerîya Ferhat Keskin
2013- “Palyaçoya Winda” (Şanoya Zarokan), Tekst:
Şanoya Duvara Karşı, Werger: Kawa Nemir, Derhêner: Rüknettin Gün
2013- “Pîrê û Luye” (Şanoya Zarokan, Bi Zazakî), Nivîskar:
M. Malmîsanij, Derhêner: Elvan Koçer
2013- “Xwezginî”, Nivîskar û Derhêner: Şaliko Bêkes (Hîn jî dewam dike)
2014- “Nexweşê Nexweşiyê” Nivîskar: Moliere, Derhêner:
Rüknettin Gün
2015- “Spîmend” Nivîskar û Derhêner: Ghotbedin
Sadeghi
2015- “Masîreşka Biçûk” (Şanoya Zarokan), Ji Çîroka
Samed Behrengî, Werger: Dilawer Zeraq, Adaptasyon û Derhênerî: Rêzan Kaya
2016- “Bûn An Jî Nebûn”[17]
Nivîskar: Melchior Lengyel, Derhêner: Rüknettin Gün
Koma Şanoyê ji aliyê Mîrza Metin û Berfîn
Zenderlioğlu ku piştî ji Seyr-î Meselê vediqetin, bi navê “Destar Theatre”
(2008) dest bi xebatê xwe dike û di 2010an de li sehneya bi navê “Şermola Performans”
lîstîkên xwe amade dikin. Di vê serdemê de, li Stenbolê di nav komên Kurdî yên
taybet de -ku ne girêdayî sazîyekê ne-
Şermola Performans koma herî çalak e. Ji 2010an heta 2016an di şanoya kurdî
de bi awayekî berhemdar lîstikan li heman sahneyê heftane derdixin. Di navbera
van salan de nivîskarî û derhênerîya piranîya listîkan ji aliyê Mîrza Metin û
Berfîn Zenderlioğlu ve pêk tê: “Reşê Şevê” (2009), “Qeşmerên Apoletî” (2009) ,
“Serpêhatiyên Palyaço” (Şanoya Zarokan, 2010), “Cerb” (2010), “Dîsko 5 no'lu” (2011 heta niha bênavber
didome), “Çardeh Sal Berê”(2012), “Bûka Lekî” (2010), “Çardeh Sal Berê” (2012),
“Gor” (2013) “Di Tuwaletê De” (2015, Nivîskar: Rênas Jiyan, Derhêner: Mîrza
Metin) "Serencema Qijikan" (2016)... Bi projeya lîstikên zimên li Şermola Performans 3 lîstik hate amadekirin: "Merheba (Bi Kurdî/Tirkî, 2014, Nivîskar: Fatma Onat, Derhêner: Mehmet Atak) "Çena Dengizî (Bi Tirkî, 2015, Nivîskar: Ahmet Sami Özbudak, Derhêner: Aslı Öngören), "Dil Kuşu" (Bi Tîrkî, 2015, Nivîskar: Pelin Temur, Derhêner: Ayşenil Şamlıoğlu)
Koma şanoyê, di şanoya kurdî de, bi şêweya xwe ji
aliyê lîstikvanî û dramatûrjiyê şêweyên “alternatîf” diceribîne. Bi lîstik û
karên xwe yên hunerî, li Stenbolê di navbera 2010-2016an de dibe mekanekî şanoya
kurdî. Piştî ku Şermola Performans sehneya xwe dewr dike (2016), lîstikên xwe li derve
derdixe. Bi navê Şermola Performans Mîrza Metin û Berfin Zenderlioğlu di kar û
xebatên cihê de, derxistina şanoyên cihereng didomînin.
Bi Şermola Performansê re, bikaranîna “jornîvîsê” lîstikên
kurdî li Stenbolê bala temaşevanên derveyî şanoya kurdî jî dikşîne. Ev yek dibe
sedem ku “jornivîs” di şanoya kurdî de li derveyî Bakurê Kurdîstanê bibe
amûreke pêşandana lîstikan.
Di navbera salên 2009-2016 de, li Bakur û Stenbolê
gelek komên şanoyê ava dibin. Piraniya komên vê serdemê piştî ku rengê “pêvajoyê”
diguhere dev ji karên şanoyî berdidin. Ji van koman hin şanoger tevlî komên din
dibin…
Navenda Çand û Hunerê ya Mîtannî (Nisêbîn, 2008), Navenda
Çanda Nûdayê (Wan, 2012) û Şanoya Bajêr a Batmanê (2013)[18]
ku girêdayî şaredariyê bûn, di 2016an bi hukmê qeyûmanan xebatên kurdî tê
sekinandin. Li hemû şaredariyên ku ketin bin hukmê qeyyûman re, hemû karên hunerî
yên bi kurdî bi carekê re qut dibin û beşên çand û hunerê ku girêdayî
şaredarîyan bûn têne girtin.
Ji 2016an heta îro, komên şanoya kurdî, bi
lîstikvan, temaşevan û bi mekanên xwe re dikevin rewşeke “hebûn an nebûnê”…
[1] “Ferhad
Pîrbal, “Mêjûy Şano le Edebiyatî Kurdî da” (Weşanên Aras, 2001, r.13)
[2] Forma gelerî
ya şanoya kurdî, ji rabirdûya şanoya ewrûpî ya nivîskî vediqete. Di nav cureyên
şanogerîya gelerî ya kurdî de yên sereke ev in: Mîr Mîran (Mîrê Şaş) Kosegelî
(Gaxand), Bûka Baranê, Bûkella (Kûkla), Sersal, Lîstik û Temsîlên Newrozê…
“Dengbêjî” û “çîrokbêjî” di vê babetê de di nav kevneşopiya şanogerîya gelerî
de xwedî formeke neteweyî ye.
[3] Ji bilî
du şanonameyên nivîskî “Bîrina Reş” ya Musa Anter (1965) û “Dawiya Dehaq” a
Kemal Burkay(1978) ku li Tirkîyê bi kurdî û tirkî bi hevre hatine çapkirin, ji
van herdu metnan, pêşandanên şanogeriyê bi awayekî aşkere pêk nehatine.
[4] Ji
1956an heta 1975an bi dehan metnên şanoyê weke listîkên radyofonîk di rayoya
Êrîvan de têne weşandin. Ev yek jî li Bakurê Kurdîstanê dibe sedem ku beriya
temaşevanên şanoya Kurdî guhdarên wê çêdibin.
[5] Şanonameya
Mamoste Cemil bi sernavê “Mişko” di kovara Rewşenê de (Hejmarên: 2,3,4) di
1992yan de tê weşandin. Di kovara Rewşenê hejmara 2. de têbîniyeke li ser vê
şanonomeyê wiha heye: “Mişko şanoyek (tiyatro) e û hêla şanovanên Navenda Çanda
Mezopotamya ve hatiye amadekirin. Wê di demek kurt de bo temaşevanan were
pêşkêşkirin.” Ger ev agahî rast be, divê sala pêşandanê “1992” be!
[6] Şanonameya“Dawiya
Dehaq” a Kemal Burkay, di kovara Özgürlük Yolu, hejmara 35an de (bi tirkî) û di
hejmarên 37-38an de jî (bi kurdî) tê weşandin. Bi derhêneriya Celal Îpek û ji
lîstikvanên DHKDyê ve di 21ê Adara 1978an de li Amedê sînemaya Dîlanê tê
pêşandan. Koma şanoyê proveyên xwe li “Navenda Perwerdehiya Amedê” (Diyarbakır
Halk Eğitim Merkezi) dikin û li wir jî dilîzin. Heman koma şanoyê, piştî
pêşandanên Amedê, bi şanogeriya “Dawiya Dehaq” diçin li Ceyhan, Adana û
Stenbolê jî dilîzin. Piştî 12ê Îlona 1980yî kom belav dibe û hin lîstikvanên wê
derbasî Rojhilatê Kurdîstanê dibin. Bi derhêneriya Kovan Amedî û bi lîstikvanên
ji Rojhilat, Başûr û Bakur re, “Dawiya Dehaq” di sala 1982yan de li bajarê
Sedeşt, Mîrawa, Urmîye (Gundê Hovesinê) û li hin cihên din, tê lîstin. Di sala
1991ê de heman metna şanoyê ji aliyê weşanên Deng ve weke pirtûk tê weşandin û
di 17.08.1991ê de, li Stenbolê ji aliyê lîstikvanên “Şanoya Roja Azadî” ve, li
avahiya HEPê ya Kuçukçekmece’yê şanogeriya “Dawiya Dehaq” tê lîstin.
[7] Formeke
şanoyê ye ku ji kinkirina bêjeyên “agitationon-propaganda”yê pêk hatiye.
Armanca vê formê temaşevan bi rêya şanoyê tevlî nav şoreşê bike. Şano ji bo vê
armancê weke navgîneke ye ku temaşevan bixe nav rêxistinê. Ewil li Rûsyayê di
1917an de tê ceribandin, piştre Almanya di navbera salên 1919-1933yan de pêş
dikeve. Di serdemên berxwedan û şoreşê de forma Agit-Prop veguherîye û bi gelek
cureyên xwe di şanoyê de hatiye bikaranîn.
[8] Di
1992yan de şanogerên TJNê: Nihat Öz, Yıldız Gültekin, Erdal Ceviz, Benan
Söylemez, Kemal Orgun, Şevîn Cîvaknas, Erdal Kün, Rojê Civaknas, Kazım Öz,
Murat Batgi, Yılmaz Yılmaz, Zafer Duman, Vedat Kızıl
[9] Di
pirtûka Mîrza Metîn a bi navê “Jêrzemîn”ê de, ji 1991ê heta 2013an şanoyên bi
kurdî ku li Tirkiyê û Kurdîstana Bakur derketine, 29 komên şanoyê bi 104 afîşên
lîstikan hatiye berhevkirin. Pirtûk ji aliyê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ve
di 2014an de hat çapkirin. (Di tevahîya mijar û nivîsê de weke belge û arşîv,
çavkanîya sereke ye.)
[10] Bi navê “Diyarbakır Belediyesi
Dr. Orhan Asena Şehir Tiyatrosu” di 1990î de tê avakirin. Bi Şaredarîya Partîya
Refahê di 1995an de tê girtin. Di sala 1999an de piştî ku DEHAP şaredarî bidest
dixe, jinûve bi navê “Diyarbakır Şehir Tiyatrosu” tê vekirin. Ji 2003yan ve
dest lîstikên Kurdî dike. Ji 2009an heta 2016an tenê bi repertûareke Kurdî
lîstikan derdixe. Bi tayînkirina qeyyûm re, piranîya şanogeran têne avêtin û hemû
karên kurdî di navbera salên 2016 heta 2019an li DBŞT a girêdayî şaredariyê ye,
qut dibe.
[11] Lîstikvanên DBŞTê (2003): M. Emin
Yalçınkaya, Mehmet Musaoğlu, Yavuz Akkuzu, N. Hikmet Çalışkan, Yılmaz Deder,
Mesut Ezgi, Cevahir Sadak, Leyla Batgi, Berrin Çelik, Hicran Aslan, Sevgi
Yusufoğlu, Mesut Erenci, Mehmet Esgin, Özcan Ateş, Elvan Koçer, Serhat Ertuna,
Gülizar Önen
[12] Lîstikvanên Seyr-î Meselê (2004):
Alişan Ünlü, Nazmi Kırık, Nurten Demirbaş, Feyyaz Duman, Berfin Zenderlioğlu,
Mirza Metin, Güler İnce, Hamdi Kahraman, Kazım Ekinci, Dilek Eniş, İbrahim
Turgay, Baran Demir
[13]
“Epîlog” (2011) Nivîskar: Hesenê Metê, Derhêner: Baran Demir
“Kayo
Mixenet” (2011) Nivîskar: Alişan Önlü,
Derhêner: Sibel İnce
“Ay Carmela”( 2013) Nivîskar: Josê Sanchis Sinisterra, Werger:
A.Rahman Çelik, Derhêner: Nurten Demirbaş
[14] Navê hin lîstikên TJNê: Jinên
Bindest, Zimandirêj, Em û Ew, Nobedarê Deriyê Cinetê, Ji Mirinê Veger Tuneye,
Agirê Newrozê, Guşto, Zaroken Apê Musa, Kurmê Darê, Zeviya Jiyanê, Halepçe,
Berber, Derguşa Cîhanê, Memê Alan, Şert, Mehîr, Du Şivan, Germa Tebaxê, Gundê
Xezê, Arizayên Teknikî, Axuya Spî, Agir, Zîlan, Meşa Jiyanê, Pênc Pêçî…
[15]
Şanogerên TJNê: Rugeş Kırıcı, Serhat Ertuna, Yasemin Karadağ, Dilber Köçeroğlu
[16] Ev pêşbirk 6 salan li ser hev
heta 2016an li ser navê Ebdurrehîm Rehmî Hekarî, ji bo teşwîqkirina nivîskariya
şanoya kurdî pêk dihat. Berî hilbijartinê bi hevkariya “DBŞT- OYÇED” pêşbirk bi
navê “Ulusal Oyun Yazma Yarışması” bi Tirkî hate çêkirin. (27.03.2019)
[17] Di serê sala 2016an de Şanoya
Bajêr ji sehneye kevn derbasî ÇandAmedê (Kültür ve Kongre Merkezî) dibe. Lê li
vir, zêde naxebitin û bi hatina qeyyûm re karê hunerî ên şaredarîyê disekine. Piranîya
şanogeran di 2016an ji kar tên bidûrxistin. Di destpêka 2017an de, şanogerên
Amedê sehneyeke taybet bi navê “Şanoya Bajêr” li Galeriya vedikin. Bi heman
peywira xwe heta 2019an bi festîval û organîsyonên şanoyî domand.
[18] Lîstikên Şanoya Bajêr a Batmanê: “Binalî û Temîr” (2013), Nivîskar: Murathan Mungan, Derhêner: Bengîn Amedî, “Dûpişk” (2014) Nivîskar: Eşber Yağmurdereli, Werger: Yaqob Tilermenî, Derhêner: Varlam Lali Nikoladze, “Siltanê Fîlan” (2015) Adaptasyona ji Yaşar Kemal: Çetoyê Zêdo, Derhêner: Varlam Lali Nikoladze, “Papûcên Min Ên Xweşik” (2016, Şanoya Zarokan) Nivîskar: Dersu Yavuz Altun, Derhêner: Barış Işık, “Tartuffe” (2016) Nivîskar: Moliere, Derhêner: İhsan Arat.
Sehneya Yılmaz Güney ku li Batmanê cihê Şanoya Bajêr bû di 31.01.2017an de, şewitî…
Sehneya Yılmaz Güney ku li Batmanê cihê Şanoya Bajêr bû di 31.01.2017an de, şewitî…
mamoste gelo ve çavkanî ji bir kiriye ?
YanıtlaSil