Çetoyê Zêdo: Tu dikarî xwe bide nasîn?

Çetoyê Zêdo: Tu ji kengî ve bi şanoyê re têkildarî?
Mehmet Erbay: Ji sala 2002yan ve û bi şanoya kurdî
re jî sala 2006an.
Çetoyê Zêdo:Xwestek
û helwesta te ji bo şanoyê çi ye?
Mehmet Erbay: Xwesteka min ew e ku şanoger û şanoya kurdî hurmeta ku heq dike bibîne.
Hunera herî giran û girîng yek jê jî şano ye. Şano hêlek wejeyê ye. Her wiha bi
çand u ziman ve girêdayî ye, ku heqê şanoya kurd bê dayîn wê weje, çand u
zimanê kurdî jî pêş bikeve û baştir bibe.
Çetoyê Zêdo: Li gorî te şanoya Kurdî ya îroyîn di çi rewşê de ye?
Mehmet Erbay: Heta îro şanoya kurdî bi çarpiyan dimeşiya. Lê edî rabûyê ser piyan û ji
bo ku bibe gerdûnî dest bi meşa xwe kiriye. Wek demên borî tenê ji bo dawetan,
rîtuelan û propaganda tev nagere. Edî li ser hêla wê yî wêjeyî, estetîk û
ceribandinên formên nuh disekine.
Çetoyê Zêdo: Li gorî te şanoya kurdî ber bi ku ve
diçe?
Mehmet Erbay: Hedî hedî li ser asasên hunerê rûdinê. Em karin bibêjin hîn nuh despê
kiriyê. Heta niha em karin bibêjin tenê bi ajîtasyon û propagandayê dihete
kirin. Lê êdî li ser estetîk û hêlên wê yî hunerî jî tê sekinandin û her ku
diçe xurt dibe. Divê wiha jî be.
Çetoyê Zêdo: Tu dikarî qala şanoya kurdî ya berî deh
salan bikî?
Mehmet Erbay: Berî deh salan şanoya kurd tenê li çend bajarên mezin ên li Tirkî hebûn.
Li Kurdistanê ku hebû jî tenê wek navê wê hebû hundirê wê vala bû. Heta
şanogerên kurd bi tirkî şano dikirin. Tekst û berhem, werger tunebûn, ên hebun
jî him kêm bûn, him jî kesê ku bixwesta bigihêje wan zehmet bû. Yên heyî jî pir
ji wan jî ajît-prot bûn. Îro em karin bibêjin nivîskarê şanoya kurdî zêde bûne.
Li her bajarê me bi amatorî bi jî, kom hene û dixebitin. Edî li ser estetîk û
formên nû disekinin. Deh salên din ez bawerim wê çêtir û pêşketîtir be. Ji ber
ên ku serê xwe pir pê diêşînin êdî hene.
Çetoyê Zêdo: Ji klasikên şanoya cîhanê tu kê dixwînî û
diecibînî?
Mehmet Erbay: Gelek hene yê ku diecibînim. Nivîskarên Yewnana antîk. Di serî de Shakespeare, Goldonî, Marlow,
Güngör Dilmen û hwd
Çetoyê Zêdo: Ji bo şanoyên ku te derhêneriya wan kir, tu dixwazî ji me re çi bêjî?
Çetoyê Zêdo: Ji bo şanoyên ku te derhêneriya wan kir, tu dixwazî ji me re çi bêjî?
Mehmet Erbay: Pir zahmet bûn, him ji derfetan him lênerîn û hişmendiya li hember şanoyê…
Yanî heta me komek ava dikir çavê me derdiket. Kes ne dixwest zarokên wan di
şanoyê cîh bigre. Derfetên me tune bûn. Ji ber ku bi kurdî bû zextên pergalê û
hwd. Lê ji min re ev tişt dibûn rik û her lîstika ku derdiket peşiya gel
serfektî bu. Ez karim bibêjim di wan şert û mercan de me tiştên ne mumkun
derdixist. Jixwe ev yek bû berdewamiya min î şanoyê.
Çetoyê Zêdo: Xeterî û poşmaniyên te yên bihurî çê bûne?
Mehmet Erbay: Yek jê 2003yan de min zanîngeha stanbolê beşa dramartû jî qezenc kiribû,
lê ji ber derfet û nerîna malbatê min nexwand. Ew di dilê min de bu kul.
Çetoyê Zêdo:Mijarên ku dibin astengî yên ji bo
şanogeriya te hene, ku hebin tu dikarî ji me re qal bikî?
Mehmet Erbay: Hene û pir in. Di serî de hêla we yî aboriyê. Him ji bo şexsî him jî ji bo
karê şanoyê. Bi şexsî ku aborî nebaş be tê nikaribe hiş û dilê xwe bidê şanoyê
û li ser mijûl bibe. Mirov ji bo ku bikaribe bijî, mecburî hêza xwe bide karekî
din. Wê demê mirov nikare karê şanoyê bike. Ji bo şanoyê jî, wek em zanin
karekî bi mesref e. Cilûberq, dekor, mûzîk, reklam u hwd… Mixabin ev jî ji ber
aboriyê dibin astengî.
Çetoyê Zêdo: Heta niha di şanogeriya xwe de, tu zêde li
ser çi disekinî û lê hûr dibû?
Mehmet Erbay: Ez li ser nîvîskariyê disekinim. Ji bo ku lîstêkên baştir biafirînim,
lêkolîn û xwendinên xwe dikim. Kargeh li ku be ez tevlê dibim, dixwazim tevlê bibim.
Ku ne serfketî be jî ew kargeh u hwd. Tu ji ne serfketiya wê jî tiştan distîne.
Her wiha şano bahr e. Divê hertim merê bikole. Heta niha min wer lîstikên xwe
derhêneriya wan kiriye û derxistiye ser dikê.
Jixwe ez karim bi vî hawî kêmaniyê xwe bibînim.
Çetoyê Zêdo: Guhertinên şanogeriya te berê û niha
hene?
Mehmet Erbay: Di serîde min bi skêçan dest pê kir û bi amatorî bûn. Îro edî ez lîstikên
ji sê perda pêk tê dinivîsim. Tarza ji komedya berbi tregadya û heta ne barê
herkesî li ser dikê stand-up dikim. Ji ber vê yekê guhertin pir in.
Çetoyê Zêdo: Tu bêyî çi/kê nikare şanoyê bikî?
Mehmet Erbay: Beyî xwe. Beyî hest u ruhê şanoyê. Ku ew tunebe ne mumkun e merê bikaribe şanoyê
bike.
Çetoyê Zêdo: Li gora çavderiyên te temaşevanên şanoya
kurdî kîne? Teybetî û bertekên temaşevanan tu çawa dinirxînî?
Mehmet Erbay: Mirovên bijartan in. Ji ber çanda me yî şanoyê hîna rûneniştiye. Yanî çend
bajarên me yên kurda jê derxîne, em mirovan bi zor dikişkişînin hêwanê şanoyê.
Mînak em li mêrdin şanoyê dikin. Li ser lîstikekê bi mehan dixebitin, lê em
çend caran dikarin hêwanê tije bikin, ji sed hezaran mirovan em dighêjin çend
hezara? Ji bo ev çand rûnê, yanî mirovên dema ku afîşa şanoyê dîtin biherikin
hêwana şanoyê, jê re demek dirêj lazim e. Jixwe xebatên me jî ji bo vê ye.
Çetoyê Zêdo: Şanogerên kurdî, têkiliya wan ziman çawa
ye?
Mehmet Erbay: Ne baş e. Gelek hevalên me di jiyana xweyî rojane bi tirkî diaxivin, tenê
li ser dikê bi kurdî diaxivin. Ne tenê di şanoyê de, di beşên hunerê din de jî
wiha ye. Dema ku tu li wan hevalan guhdar dike merê ji zimanê wan fam nake.
Yanî hatiye wê merhelê ku zimanê me bûye zimanê dikê.
Çetoyê Zêdo:
Li gorî te rexneya şanoyî divê çawa be?
Mehmet Erbay: Min di şanoyê de nivîskarî, derhênerî, lîstikvanî û karên teknîkî tevde
kirine. Lê tu bibêjî, tu xwe li ku şanoyê dibinî ezê bibêjm nivîskarî. Min bi
wê dest bi şanoyê kir û ya ku min şad dike nivîsandine. Ez ne rexnegir im. Divê
em kurd jî tekst û berhemê xwe biafirînin ku rexnegirê me yî şanoyê jî derkevin.
Rexnegirên me du sê kesan jê derxîne ez karim bibêjim em şanogerên kurd xwe bi xwe
ne. Mirovek ji bo nikaribe bibe rexneyê bike, divê wêje, felsefe, şano û hwd.
ya cîhanê baş zanibe. Rexnegirên me divê
zêde bibe ku şanoya kurd jî pêş bikeve.
Çetoyê Zêdo: Tu di derbarê perwerdehiya şanoya kurdî
de çi difikirî?
Mehmet Erbay: Perwerdehiya şanoya kurdî du sê sal in ku dest pê kiriyê. Li Amedê weke
konservatûra Aram Tîgran û Akedemiya Cegerxwîn… Li bajarên din jî hin hewildan
hene ku akedemî bêne vekirin. Ji ber perwerdehî nû dest pê kiriye kêmaniyê wê
jî pir e. Li ser ziman, li ser teoriyê hwd. Di pratîkên Aram Tîgran û Cegerxwîn
kêmanî pir bûn. Lê karekî pîroz dikin. Ez bawerim ji wan pratîkan wê sûde bigrin
û edî wê çêtir bê kirin. Û divê ên ku li wan akedemiyan perwerdê bidin pîspor bin.
Çetoyê Zêdo: Li gora te xwenirxandina şanogerên Kurdî
di kîjan astê de ye?
Mehmet Erbay: Ez ne şaş bim berî niha du salan konferansa şanoya kurdî çêbu. Ev bi fikra
min pir baş bû, ji bo nirxandinê. Lê hêw bi wêya ma. Konferans dibe, civîn dibe
û hwd. divê her dem şanogerên kurd bêne cem hev, him xebatên xwe û him şanoyê
binirxînin. Her wiha li ser şanoyê biryar bêne girtin û pêkbên. Yan na em
kêmanî û şaşiyên nabînin û emê xwe ne nirxînin jî.
Çetoyê Zêdo: Jiyana civakî/siyasî kîjan bandoran li
ser şanogeriyê dike?
Mehmet Erbay: Bi hevdû girêdayî ye. Di jiyanê de çi diqewime ne mumkun e ku di hunerê
cîh negire. Ev hêlek wê ye, hêla din jî ya ku neyînî civak û sîyaset çiqas tûj
dibe huner paş dikeve. Huner û hunermend di wê atmosferê nikare karê xwe bike.
Mînak şer û pevçûn hebe wê kî berê xwe bide hunerê, şanoyê? Ji ber vî hawî pirî
caran kar û xebatên me disekine.
Çetoyê Zêdo: Li ser şanoya bo zarokan dîtinên we?
Mehmet Erbay: Şanoya zarokan pir girînge û ewqas jî zahmete. Di şanoya kurda de pir kêm
lîstikên zarokan hene. Yê heyî jî di van çend salên dawî hatine li darxistin.
Lê ez di wê baweriyêdeme ku beri her lîstikekê divê li ser lîstikên zarokan bê
sekinandin. Di serîde ji bo zarok şanoyê nas bikin. Ji bo zimanê kurdî u çanda
kurda ya ku hedî hedî tê ji bîr kirin. Wek mînak, edî tu kal û pîreme ji
zarokan çîrokan nabeje. Her çîrokek me kare bibe şano derkeve peşiya zarokan.
Ev yek xwedî derketina çandeyê.
Çetoyê Zêdo: Ji bo zarokan, xebatên we hene? Ku hebe
tu dikarî qala wan bikî?
Mehmet Erbay: Belê hene. Ez karim bibêjim min bi zarokan dest bi şanoyê kir. 7-8 salan
min ders da wan. Min bi sedan zarok di
perwerdehiya drama û lîstikvaniyê derbas kir. Pir zarok derketin ser
dikê lîstik jî derketin. Min ev yek bi zanebûn dikir. Mebesta min ne ku tevde
bibin lîstikvan. Mebesta min ew bu ku, ez zarokan bi şanoyê naskirin
bidim. Wê çanda şanoyê di dil û hişên
wan de bi cî bikim. Ji bo ku roj kê afîşek şanoyê dîtin nesekinin bi herikin
hêwanan. Heta ji bo vê yekê bi salan min bi zarokan, şanoya kuça çêkir û em li parkan
derketin peşiya temaşevanên zarok.
Çetoyê Zêdo: Kî nikare bibe şanoger?
Mehmet Erbay: Ê ku dilê xwe nikaribe bide şanoyê, nikare bibe şanoger. Ne karê her lawê
bava ye.
Çetoyê Zêdo: Şano ji bo te çiye, tu dikarî têkiliya xwe û wêjeyê vebêjî?
Mehmet Erbay: Şano bûye jiyana min. Beyî wê ez xwe kêm dibînim. Her wiha bedbext. Ku ez
jê birevim jî ew tê min dibîne. Dildayîna min î şano bû sebebê gelek êş û
zahmetiyan jî. Ji bo şanoyê, min jiyana xweş û dewlemend pêhînek lê da. Ji ber
ku ya min şad dikir şano bû. Şano min bi
wêjaya cîhanê çêtir da naskirin.
Çetoyê Zêdo: Bi ya te bûya, te dixwest kîjan berhem, bûyer an jî mijar têketa şanoya
Kurdî?
Mehmet Erbay: Bi kurdî çîroka min bi zaroktî, min ji pîrên xwe gelek caran guhdar kiribû
çîroka “Hebhinarkê”. Min dixwest weke
şano li ser dikê hebe. Heta ji bo wê hin hewildanê min jî çêbu lê nebû. Ji wêjeya
cîhanê jî “Nîşeyên Binerd” ya Dostoyevskî.
Yorumlar
Yorum Gönder