Ana içeriğe atla

LÊPIRSÎNA "DILAWER ZERAQ"


Çetoyê Zêdo: Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bide nasîn? Kurtejiyana xwe tu dikarî bi me re parve bikî?

Dilawer Zeraq: Ez ji Farqînê me. Min xwendina xwe a heta lîseyê li Farqînê kir. Paşê min li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Mamostetiya Matematîkê xwend. Ji sala 1994’an bi vir de ye bi Kurdî re aktîv mijûl im û pê dinivîsim. Min di navbera salên 2007 û 2009’an di rojnameya A.Welat û di quncika bi navê Şador de gotar belav kirin. Her wiha ez yek ji wan 11 nivîskaran im ku Kovara W derxistin û min ji hejmara 1 heta bi hejmara 13 edîtoriya kovarê kir. (hejmara 1.digel Sîdar Jîr) Li Amedê dijîm û bi mamostetiya matematîkê jiyana xwe diqedînim.

Çetoyê Zêdo: Ji bo çi tu dinivîsî? Xwestek û helwesta te ji bo nivîsê çi ye? Di nivîskariyê te de “Çi?”, “ji bo çi?”, “çawa?” li gora poetîka xwe, tu dikarî binirxîne?

Dilawer Zeraq: Ez ji bo ku karibim derbiraneke di jiyanê de ji bo xwe ava bikim dinivîsim. Nivîsandin berî her tiştî bo min peydekirina şûngehek e di vê jiyan û dinyayê de; û ev şûngeh bi saya berhema min, min di berdewamiya jiyanê de ji mirinê dûr dixîne; her çendî ez ê wekî laş bimirim jî. Di nivîskariya min de, pirsa “çi” bi mirovbûnê ve girêdayî ye. Hemû bersivên “çi” di jiyana mirovan de veşartî ye û hewla min ew e ku ez wan bersivan ji nav jiyanê peyde bikim û bi rêyeke estetîzekirî car dî derpêşî jiyanê bikim. Pirsa “ji bo çi” di pêvajoya lêgerîna bersiva pirsa “çi” de digihîje bersiva xwe. Yanî çi gava ez bersiva pirsa “çi” peyde dikim, her wiha pirsa “ji bo çi jî” tê bersivandin. Belê “ji bo çi”; Ji bo, watedarkirina jiyanê. Jiyana ku ez dikarim wê bibînim, hay jê bibim û bijîm. Bersiva pirsa “çawa” xwe di nava mîmesîsê de vedişêre. Mîmesîs di sedema nivîsandina min de ev e; “lêvegerandina jiyanê bi rengekî jixweveguheriyayî.” Yanî heke jiyan, tiştên lêqewimî, tiştên ew watedar kirî, tiştên ew xweşik an jî nexweşik kirî, jê dûr neyê kirin, jê havî nebe û jiyan bi xwe veguher li xwe nexe; sedema nivîsandinê namîne. Lê ku heke ev pêk hatin, wê hingê, ji bo lêvegerandineke estetîzekirî; jixweveguherînek hewce ye û ev jî bersiva pirsa “çawa” ye li cem min.

Çetoyê Zêdo: Tu çawa dinivîsî, ji kerema xwe bi giştî tu dikarî qala disiplîna xebatên xwendin û nivîsandina xwe bikî?

Dilawer Zeraq: Nivîsandina min, ne di nava kaos û boran û teşqeleyan de ye. Berî her tiştî ji bo ku ez karibim binivîsim divê wekî psîkolojî min xwe amade kiribe. Helbet ev amadebûn pêvajoyek e; berî her tiştî, ez xwe ji bo nivîsandina berhemê amade dikim. Heke roman be, ji her alî ve çi lêkolîn hewce bike, divê pêşî ez wan lêkolînan bibim serî da ku di dema nivîsandinê de nekevim ber bayê şaşîtiyên agahî û anakronîk. Jê pêvtir, babeteke min a nivîsandinê heye ku min berê diyar kiriye; lê gelemşeya hîmî “çawanivîsandina” wê ye. Kakil dê çawan bê avakirin û çarçove çawan bê çêkirin û dê naverok çawan bê dagirtin. Tevî ku ji sedî şêstê van divêtiyan berî nivîsandinê tevav dikim jî, ji sedî çilê mayî jî dihêlim ji însafa dil û mêjî û paşxane û hest û hizirên ku dê di dema nivîsandinê de bizên re. Û ev hemû, di demajoyekê de pêk tên; û ez di vê demajoyê de mîna ku evînekê bijîm, bi romana ku dinivîsim re dijîm; pê re dijîm; wê difikirim, pê dilgeş dibim, tim ew heye di dil û mêjiyê min de heta ku bibim serî. Û helbet ev demajo; bi dîsîplîneke kesîdeyî dimeşe û ew dîsîplîn bes aîdî min e.

Çetoyê Zêdo: Bijarteyên xwendinên xwe ji me re bêjin -  di nav xwendinên te de “kanonên” wêjeyê kîjan in, ji bo xwendevanan tu kîjanan pêşniyar dikî? (Qala “deq”ên xwe bikin?) Ji klasikên edebiyata cîhanê tu kê dixwînî û diecibînî?

Dilawer Zeraq: Berî her tiştî, klasîkên dinyayê (bi taybetî Dostoyevskî, D. H Lawrance, K. Hamsun, Goethe, Flauberts) pê re jî berhemên ku ne tenê ji bo xwendinê ne, lê ew berhem in ku piştî ku mirov wan dixwîne, hêza nivîsandinê bi mirov re xurttir dibe. Bandora gelek nivîskarên ku min berhema wan xwend li min çêbû. Bi jimartinê naqedin. Ji bo vê yekê dikarim, ji wêjeya Tirkî wekî Sait Faik, Leyla Erbil, Yusuf Atılgan, Oğuz Atay, Bilge Karasu û ji wêjeya dinyayê jî berhemên Kazancakis, W. Wolf, Kafka, J. Kerouac, J. Saramago, A. Malraux, H. Hesse û gelekên dî wekî mînak bêjim.

Çetoyê Zêdo: Li gora te hejmara xwendevanên kurdî çend kes e? Texmîna xwe tu dikarî bi me re parve bikî? (Xwendevanê ku salê bi kêmanê 3 pirtûkan dixwîne, li gora diyardeyên te hejmara wan?)

Dilawer Zeraq: Texmînkirina jimara xwendevanan ji ber ku hûn jimarek dixwazin, ez bêjim; wekî xwendevanên ku hema hema berheman bi giştî dixwînin, li hemû Tirkiyeyê û bakur, li dor 500’î ye bi texmîna min.

Çetoyê Zêdo: Li gora çavderiyên te, navêndên xwendina Kurdî li ku derê pêşketiye?

Dilawer Zeraq: Heke wekî cî bê gotin; helbet Amed û Mêrdîn ji niha de bûne navendên xwendevaniya Kurdî. Û jixwe pirtûk û kovarên ku belav dibin û tên xwendin jî bi piranî li van her du bajaran cî didin xwe. Û her wiha dikarim bêjim, ji niha de, bajarên Wan û Cûlemêrg û bi taybetî Cizîr jî berendam in ku bibin navnedên dî.

Çetoyê Zêdo: Tu dikarî di derbarê folklora Kurdî dîtinên xwe bibêjî?

Dilawer Zeraq: Heke folklor bi wateya xwe a berfireh bê famkirin, folklora Kurdî wekî folkora hemû gel û zimanan, bêguman bêserûbinî ye. Lê heta niha ji sedî çendê folklora heyî û berbiçav û tê zanîn hatiye vekolan û derketiye rastê nizanim. Heke bala xwe bidim hemû tiştên hatine çapkirin, pêşankirin û derpêşkirin, dikarim bêjim; hejmetkar im û bi awayekî ku dê tu car winda nebe di min de şaşwaz im li hember berfirehî û kûrbûna folklora Kurdî.

Çetoyê Zêdo: Kîjan diyalekt (devok) ji bo te taybet e/in?

Dilawer Zeraq: Tu devok an jî diyalekt bo min ne taybet e. Hemû jî taybetiyên xwe hene; xweser in. A min girîngtirîn tişt ew e ku; ew devok û diyalekt çawan dikarin di zimanekî wekî Kurdî de digel hev cî bidin xwe. Yanê mirov çawan dikare bêyî ku yek jê jî biêşîne, neyîn bike, tune bike, hemûyan di Kurdî de li gorî taybetiyên xwe bîne cem hev û bi awayekî pratîk û jiberxweve- ne jakobenîst û bi desttêkirineke siyasî- standardiyek pêk bîne. 

Çetoyê Zêdo: Li gora te, piraniya nivîskarên Kurdî çima mamoste ne? Tu vê yekê çawa dibînî?

Dilawer Zeraq: Ev yek rasthatinek e. Ez ne bawer im ku piranî mamoste bin. Lê heke wisan be jî ev yek ji ber helûmercên aboriyê û sedema xwendinê pêk tê. Mamostebûna nivîskarekî, heke mamostetiya wî/ê kesî li ser “hînbûnê” ava bûbe, tiştekî pozîtîf e, lê heke li ser “hînkirinê” ava bûbe, kêm pozîtîf e.

Çetoyê Zêdo: Tu di derbarê “şêwir û komên xwendinê” de çi difikirî?

Dilawer Zeraq: Komên şêwr û xwendinê çalakiyên gelek baş in ji bo wêjeya Kurdî ku ez dikarim bêjim tam di wexta xwe de li dar ketin. Ew kom dikarin bibin sedema avabûna gelek tiştên wekî qada rexnegiriya wêjeyê, qada avabûna teoriya wêjeyê, qada bijartina rêyên dîtir ên derbiranê û hwd.

Çetoyê Zêdo:  Şano ji bo te çiye, tu dikarî têkiliya xwe û şanoyê vebêjî?

Dilawer Zeraq: Şano ji bo min ew qad e ku ez ê tim jê hez bikim, tim bixwazim tê de cî bigirim û ez ê tim bitirsim… Ji ber ku tu carî ez ê nikaribim rolê pêk bînim ez ê bitirsim ku derkevim ser dikê. Ji ber ku ez ê nikaribim wekî lîstikvanekî derkevim pêşberî temaşevanan-tevî ku ez gelek caran wek muzîkjen û nivîskar li pêşberî gelek mirovan stran gotine û axivîne jî- ez ê bitirsim. Ez ê tim jê hez bikim; ji ber ku têkiliya şano û lîstikvanan bênavçîtî ye û rasterast e bi temaşevanên xwe re. Her tişt di jîndariya xwe de pêk tê û derfeta jêveger û rastkirina tu tiştekî nîn e heta lîstikeke dî. Ev yek jî dîsîplîneke taybet dide şanoyê û ez ji ber vê taybetiyê jî jê hez dikim. Ji ber ku şano ji gelek aliyên xwe ve di nava wêjeyê de ye û wêje di nava şanoyê de ye, ez jê hez dikim. 

Çetoyê Zêdo: Li gora te, ji nav berhemên xwe ya ku tu ji bo şanoyê pêşniyar dikî heye?

Dilawer Zeraq: Berhema min a çîrokan a bi navê “Bişirîna Şermînî” ji ber ku bi tevayî ji çîrokên li ser jinan pêk tê ji bo şanoyê kereseyek e baş e. Û helbet ku bê xwestin dê ji romanên min jî şano dikarin bên nivîsandin ji ber ku min ew bi teknîkeke sînematografîk nivîsandine.

Çetoyê Zêdo: Li gora te, ji wêjeya Kurdî û ji ya cihanê divê kîjan çîrok, roman û hwd, di sehneya şanoya Kurdî de hebe? Bi ya te bûya, te dixwest kîjan berhem, bûyer an jî mijar têketa şanoya Kurdî?

Dilawer Zeraq: A yekem ku hat bîra min, Dozdeh Çirk a Sîdar Jîr, pê re jî Bişirîna Şermînî a Dilawer Zeraq, Sirgûnname a Yaqub Tilermenî, Civîna Pêlavan a Rezoyê Osê û gelek berhemên dîtir.

Çetoyê Zêdo: Bi dilê cenabê te be, em dikarin derbasî “pirsên lezgîn” bibin. (Vane çend pirs û kurte bersivên Dilawer Zeraq…)

Çetoyê Zêdo: Ji bo çi tu dinivîsî?

Dilawer Zeraq: Ji bo ku karibim semaxî jiyanê bikim, dinivîsim.

Çetoyê Zêdo: Li gora te, derfet û taktîkên nivîskariyê çi nin?

Dilawer Zeraq: Taktîkên nivîskariyê nîn in. Lê derfet her tiştê heyî ne.

Çetoyê Zêdo: Li gorî te edebiyata kurdî ber bi ku ve diçe?

Dilawer Zeraq: Edebiyata Kurdî ber bi aqûbeta xwe ve diçe.

Çetoyê Zêdo: Ji me re qala bi deh salan berê ya edebiyata kurdî bikin û piştî deh salên din wê edebiyata kurdi li gorî dîtina te, ew ê bigihîje ku? Têbîniyên xwe bêjin?

 Dilawer Zeraq: Deh sal berê edebiyata kurdî li derveyî welêt bû. Piştî deh salan dê bigihîje kûrahiya axa xwe.

Çetoyê Zêdo: Te îsal çi xwendin û hûn ji nivîskarên nû kê diecibînin?

Dilawer Zeraq: Min îsal J.Saramago, L. Erbil, Eta Nehayî, İ.Allende, Kazancakis, Terry Eagleton, Rita Felsky, Jale Parla, F. Jamesson… xwendin. Her nivîskar bo min nû ye.

Çetoyê Zêdo: Ji bo te nivîskarî tiştekî çawa ye?

Dilawer Zeraq: Nivîskarî tiştekî bêteşe ye, bêreng e. Kî xwe çawan lê bîne dikeve wî teşe û rengî.

Çetoyê Zêdo: Ji me re qala pirtûkxaneya xwe bikin?

Dilawer Zeraq: Pirtûkxaneya min bes ji jûreke ku ez pir jê hez dikim pêk tê. Tê de ez û pirtûk hene.

Çetoyê Zêdo:Tu debara xwe bi kîjan karî ve dikî?

Dilawer Zeraq: Ez mamostetiya matematîkê dikim. Debara min jê ye.

Çetoyê Zêdo: Di derbarê berhemên te yên çapbûyî de, tu dixwazî ji me re çi bêjî?

Dilawer Zeraq: Ez ê karibim bêjim; Xwedê kir ku min ew çap kirin û ew êdî ne ên min in. An na ku çap nebûna dê ez bikuştama.

Çetoyê Zêdo: Projeyên te yên çapnebûyî hene? Ku hebin tu dikarî ji me re qala wan bikî?

Dilawer Zeraq: Ferhengên Biwêjan (Tirkî-Kurdî, Kurdî-Tirkî, Kurdî-Kurdî) hene ku ji 18.000 biwêjan pêk tên û çap nebûne.

Çetoyê Zêdo: Ji nivîskariya xwe, tu ji çi dereng ma?: Xetereyên “lêpoşmaniyên” te yên bihurî çê bûne?

 Dilawer Zeraq: Ji temenê xwe pêvtir tu tiştekî dereng nemame.  Lêpoşmaniyên min tunene. Loma jî ez ji xetereyan bêrî me.

Çetoyê Zêdo: Vê gavê tu li ser çi mijûl î?

Dilawer Zeraq: Vê gavê bi wergera Tutunamayanlar (Oğuz Atay) mijûl im.

Çetoyê Zêdo: Guhertinên nivîskariya te (berê – niha) çi ne?

Dilawer Zeraq: Berê min ji bo gelek kesan dinivîsî. A niha ez ji bo dinyayê dinivîsim. Lê her û her Kurd hene têde.

Çetoyê Zêdo: Xwendevanên te kî ne? Ji me re qala xwendevanên xwe bike? Tu ji xwendevanên xwe çi dixwazî?

Dilawer Zeraq: Xwendevanên xwe nas nakim. Nizanim karaktera xwendevaniya wan çawan e. Loma jî tiştekî ku karibim ji wan bixwazim tune vêga.

Çetoyê Zêdo: Çi hêza te ya nivîskariyê xurt dike?

Dilawer Zeraq: Xwendin.

Çetoyê Zêdo: Li gora te nivîskarên Kurdî, poetîka nivîskariya xwe çawa dibînin û dinirxînin?

Dilawer Zeraq:  Hemû jî a xwe pir baş dibînin û dinirxînin.

Çetoyê Zêdo: Niviskariya kurdî û rojeva kurdi çiqasî li hev dike?

Dilawer Zeraq: Bi qasî ku karibin li hev bikin, li hev dikin. Jixwe divê rojev û nivîskariya wêjeyê li hev nekin.

Çetoyê Zêdo: Xwenirxandina niviskarên Kurdî di kîjan astê de ye?

Dilawer Zeraq: Di asta lûtkeya egoyê de ye.


Çetoyê Zêdo: Beriya ku xwendevanên te dest bi nivîsê bikin divê çi bikin?

Dilawer Zeraq: Divê her tiştî wekî xwe bikin. Divê pêşî bibin xwe.


Çetoyê Zêdo: Ji bo xwesteka xwendin û nivîsandinê çê bibe, ji xwendevên re çi lazim e?

Dilawer Zeraq: Pere û sebir lazim e.


Çetoyê Zêdo: Xwendevanên wêjeya Kurdî, bi eşqa nivîsandina kurdî ketine yan na?

Dilawer Zeraq: Hem jî çawan; bi qasî ku ji wê eşqê bibehecin, pê ketine.


Çetoyê Zêdo: Mirov çawa dinivîsîne û dibe xwedî şêwazekê?

Dilawer Zeraq: Mirov gava wekî xwe hîs dike, binivîse dibe xwedî şêwazekê.

Çetoyê Zêdo: Xwendina wêjeyî ya çê û xerab çawa ji hevdu tê derxistin? Mirov vê yekê çawa ji hev dikare derxe?

Dilawer Zeraq: Zehmet e. Gotina wêjeya çê û xerab tiştekî guherbar e.


Çetoyê Zêdo: Li gora te pîvanên afirandina edebî û hunerî çi ye?

Dilawer Zeraq:Tekane pîvan; divê ne pirtûk be divê berhem be.


Çetoyê Zêdo: Kêşeyên nivîsandinê çi ne?

Dilawer Zeraq: Nivîsandin bi xwe kêşeyek e.


Çetoyê Zêdo:Lehengên te yê/n edebî kî y/ne?

Dilawer Zeraq: Bazarov.


Çetoyê Zêdo: Tu bêyî çi/kê nikare binivîsînî?

Dilawer Zeraq: Ez bêyî xwe nikarim binivîsim.


Yorumlar

  1. Dilawer Zeraq: Deh sal berê edebiyata kurdî li derveyî welêt bû. Piştî deh salan dê bigihîje kûrahiya axa xwe.

    YanıtlaSil

Yorum Gönder

Bu blogdaki popüler yayınlar

Modern Kürt Tiyatrosunun İlk Adımları

Yazar/metin merkezli Batı tiyatrosunun Kürt dilindeki ilk örneği, 1919’da Evdirehîm Rehmî Hekarî’yle başlaması, teatral formların Kürtlerde daha öncesinde olmadığı anlamına gelmemelidir. Popüler ve kitlesel bir sanat olan tiyatro tarihsel olarak her dönemde farklı biçimlerde icra edilmiştir. Genel anlamda tiyatro sanatı; kukla, gölge oyunu, köy seyirlik oyunları, çîrokbêj (bir nevi meddah) geniş bir alanda teatral formalara sahiptir. Bu formlar, yakın kültürler ve komşu milletler arasında benzerlikler gösterebildiği gibi veya hepten özgün bir biçim olarak da var olabiliyor. Kürt tiyatrosunda: Taziye, “Sîtav” (Gölge Oyunu) ile “Bûkella” (Kukla), “Mîr Mîran” (Sahte Emir), “Kosegelî-Gaxan”, “Bûka Baranê” (Bolluk-Bereket Oyun Ritüellerinden), “Sersal” (Yeni Yıl), “Newroz” oyun ve temsilleri... Bunun yanı sıra Kürt tiyatrosuna özgü teatral anlatı biçimleri arasında sayılabilecek “dengbêjî” ile “çîrokbêjî” gibi ulusal formlara da sahiptir. Kürt tiyatrosunun geçmişine ve bugününe baktığımı

Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê / Theatre Concepts and Terms

Şanogeriya "Mem û Zîn", Nivîskar: Emîn Mîrza Kerim, Derhêner: Enwer Tuvî, Silêmanî, 1958 Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê  Absürd Tiyatro - Şanoy bêhûde, Şanoya Absurd - Theatre of the Absurd Acı Çekme Oyunu - Lîstika Êşkêşanê - Şanogeriy eşkence, wezen – Passion Play Acıklı Komedya, Komîdyay giryanawî – Tearful Comedy Açık Aksiyon - Aksiyana Vekirî - Over Act Açık Sahne - Sehneya Vekirî - Open Stage Adaptasyon - Lihevanîn, Adaptekirin - Adaptation Agit-prop tiyatro- Şanogerîy bangeşekirdin – Şanoya propagandayî – Agit- Prop Theatre Ago n- Mişt û mirr – Agon Ağlayıcılar - Koroya Giriyê, Barbûkarî grîkî – Choregos Akrobat - Kanbore, qareman, palewan, Canbaz - Acrobat Aksiyon Oyunu - Dramay niwandin, Şanoya Aksiyonê – Play of Acting Aktivizm -  Karaxwazî, Aktîvîzm - Activism Akustik- Dengî, Akûstîk - Acoustic Alternatif Tiyatro – Şanoya Alternatîf- Alternatîve Theatre Anagnorisis – Venasîn, Nasînewe - Anagnorisis A

Ereb Şamîlov "Koçekê Derewîn-1930" Şano

   E reb Şamîlov  Koçekê Derewîn  Pyêsa Du Fesla Sezde Sifeta   (Neşra Dewlata Şêwrê Ermenîstanê, Rewan, 1930)           Gilyê Pêş          Pyêsa pêşin, gerekê beve notla silhekî şêr, ber gilî gotnê terêqa nav xebatçyê Kurmanca da paşda mayî. Eva gilî gotnê min nivîsîne, ne metelok in, ne jî min ber xoe derxistine. Eva îşana qewimîne bûye, niha jî hene nav gundê Kurmanca da.          Her Kurmancekî gele car qewimye, ku çûna cem wan vireka şêxa, pîra qewala û mella koçeka, wane kirye min nivîsye li vê pyêsê. Basa xeberê ez karim navê çend heva hildim, hûnê bizanbin rastê: Koçek Xûdêda ji gundê (Poştê) Karvansarayê qêza Lenînakanê nahya Hacîxelîlê, Koçek Gulê ji gundê Qulibegê qaza Rewanê nahya Ecmîadzînê (Dêrê).             Evana hetta niha jî dixapînin kesîba û orta Hemîk destê terêqa bega, axa û kulaka tev heve. Ew hizdikin paşda mabûna xebatçya; ew timê nezana tûj dikin berî firqeçya û komsomola dibin, çimkî ew firqeçî û komsomola niha paşda davêjin gilî got