
- Kak Şêrko, gerçî tu şaîrekî naskiriyî,
lê dîsan jî, eger bikaribî, wekî destpêk, hinekî behsa xwe bikî…
Şêrko
Bêkês: Her dubare dibe, lê bi kurtî jiyana min weha ye: Ez
di sala 1940an de, li bajarê Silêmanî hatim dinê û kurê şaîre kurde yê
naskirî û navdar Faîq Bêkes im. Min xwendina xwe ya bingehî
û
navîn li Silêmanî û Bexdayê
temam kiriye. Hingê min dest pê kir ji edebiyata kurdî, bi taybetî ji şiîra kurdî ya nûjen bala min kişand, bi taybetî
min şiîrên Goran û
Herdî xwendin. Yekemîn car min şiîrên xwe di rojnama hefteyî ya Silêmanî “Jîn” de belav kirin. Bêguman
şiîrên min yên wê demê, ji aliyê hunerî,
gelek qels bûn. Lê ew dem di jiyana min ya şaîriyê de gavek bû. Di salên 1960an
de, şiîrên min, ji her alî, hîn çêtir û dewlemendtir bûn.
Şoreşa Îlonê li Kurdistanê
tevgerek fikrî, ilmî û anî pê. Tiştê herî girîng ku wê demê qewimî, derketina pêşmergan e. Pêşmerge hêzên çekdar yên kurd û daxwazên netewî tesîr li her warê jiyana kurdî kirin.
Her weha li edebiyat û şiîra kurdî jî. Pêşmerge, wekî sembol, wekî tema, cîhê xwe yê pîroz di şiîra kurdî de girt.

Di navbera salên 1968-71ê de nivîskar û şaîrên
kurdên xort xwediyê tevgereke xurt bûn.
Danûstandina me bi edîbên Ereban re xurt
bû, xwendin, lêkolîn û lêhurbûn pirr pêşketî bû.
Peymana 11ê Adarê ya 1970yî ku di navbera tevgera
kurd û rejîma Baxdayê de hat pê,
serbestiyeke mezin da edebiyata kurdî .
Van pêşketinan alîkarî li me, nivîskar û
şaîrên xort yên kurd kir ku em bang li nûkirina edebiyat û şiîra kurdî
bikin. Hingê edebiyata kurdî rastî nexweşiyekê hatibû, geremolên civakî û siyasî
ew dabû rawestan. Îcar me dixwest ku em edebiyat û zimanê kurdî, ji nû ve,
vejînin, geş bikin -çi çîrok, çi şiîr- ruhekî nû bidinê. Hingê em bi navê
Komeleyî Rowengê dihatin nasîn. Me, ji navê komelê, danezaneke edebî belav kir.
Vê danezanê (beyannamê) gelek nav da û bû sebebê
munaqeşe û guftugohên edebî, çi başî, çi
bi xirabî. Herweha ew bû gaveke nû ji bo geşkirin û xurtkirina edebiyata kurdî. Sala 1974an, pirraniya
pênûsên naskirî yên kurd, tevî tevgera kurd, derketin çiyan. Piştî têkçûna
şoreşê, ez vegeriyam, hatim Silêmaniyê. Lê ez ji wir jî hatim bidûrxistin û min
şandin bo Başûrê Iraqê. Paşê ez dîsan hatim Silêmaniyê.
Di sala 1971an de min şanogeriya kurdî “Kaway Asenger” û
di 1973 an de jî dîwaneke nû “Min Tînuwetîm” nivîsîn. Sala 1976an “Askîm”, sala 1978an “Kazîwe”
derketin. Şiîrên ku di dîwana Kazîwe de
bûn, ji bo min tecrubeyeke nû bû. Ew kurteşiîr in ku ez îroj jî her dinivîsim.
Bi vî awayî, min hewl daye ku ez bi
kêmtirîn peyv ve, pirtirîn mane bidim şiîrên xwe. Ev yeka ji bo nûkirina şiîr
hewldanek e. Piştî vê tecrûbe, di sala
1980an de, min ji erebî jî romana nivîskarê
navdar Ernest Hemîngway “Pîremêrd û Zerya” wergerand kurdî. Di 1986an de
min Rûbar derxist. Ev jî çîrok-şiîr in.
Hîngê, ji ber
zordarî û hovîtiya dujmin, ez careke din derketim serê çiyan û ketim nav refên pêşmergên
qehreman û heta ez dev ji welêt berdim,
ez li wir mam. Li serê çiya, bi alîkariya Komela Nivîskarên Kurdistanê min sê dîwan, “Keşgolî Pêşmerge”, “Awêne
Piçkolekan” û “Dastanî Haloyî Sûr” weşandin. Paşê ev her sê, bi navê “Halo”
derketin.
Paşê ez hatim Surî û piştî demekê jî, bi ser daweta
Komela Nivîskarên Îtalî, hatim Floranê.
Di sala 1987an de Pen-Kluba Swêdê xelata Tucholsky da min û ez hatim Swêdê. Li
vir jî ez her li ser xebata xwe berdawam im û min dîwaneke nû ku min li
Kurdistanê nivîsibû, “Dal” weşand.
(Mehmet Uzun) - Baş
e, Kak Şêrko, te xelata mezin, xelata Tucholsky wergirt. Vê xelatê çi tesîr li ser te, li ser hunermendiya te kir?
Herwekî ku min di gotara xwe ya xelatê de jî got,
xelata Tucholsky, bi du alî ve, tesîr li ser min berda. Ji alîkî, her diyar e,
ez bi vê xelatê gelek kêfxweş bûm. Ev cara yekê ye ku şaîr, edîb, hunermendekî
kurd xelateke weha mezin û nawnetevî
werdigire. Ev xelat nîşana edebiyat û nonakbîriyeke xurt e. Xelat ji bo
min wekî kesekî kurd û hem jî ji bo edebiyat û şerê rizgarîxwaz yê gelê kurd
qezencek e. Lê li aliyê din jî, ez li ber xwe ketim ku ez ji welat û gelê xwe
dûr im û li surgûnê dijîm. Ji ber ku Tucholsky bi xwe jî demeke dirêj li
xerîbiyê, li Swêdê jiyabû û li xerîbiyê xwe kuştibû. Bi bawerîya min, giyanê
Tucholsky dê şa bibe gava nivîskarekî li
xerîbiyê nemîne ku vê xelatê werbigire.
- Ji aliyê
edebî çi tesîra xelatê li ser te bû?
Ji aliyê edebî tesîreke xelatê ya girîng li ser min
çênebû, ku em bibêjin ez guherîm yan jî, ji min re xaçeriyên nû di warê edebî
de peyda kirin. Bi tenê ev xelat ji bo min bû teşwîq, şewq, moral. Eger meriv
bi xwe edîb nebe, tu xelat nikare meriv bike hunermend, nivîskar û edîb. Xelat
alîkarî dikin ku meriv hîn bêtir xwe pêş ve bixe. Mesela xelat zêdetir tiştekî
manewî ye.
- Kak Şêrko, niha tu li welatê xerîbiyê dijî, ji
gel, ziman û çanda xwe dûr î. Ji aliyê hissî, manewî, edebî, hunermendî ev yeka
çi tesîr li te dike?
Diyar e, gava meriv, çi hunermend, çi xelk, ji axa
xwe were birîn, ev dibe dabirîneke xurt ku pirr tesîr li merivan dike. Xurbet
dijwar e. Û ev xurbet ne bi tenê ji xelat, ji axa welêt bidûrketin e, herweha
ew xurbeteke manewî, nefsî, giyanî ye jî. Diyar e, ev xurbet ji bo şaîr û
hunermendan stûrtir e. Ji ber ku hesesiyatên wan zêdetir e û ew bêtir li pey bîr û yadîgarên welat û axa welat in. Hunermend her
gav di nava xewnekê de ye ku wî bîr û yadîgarên welêt pêk hatiye. Lê ji bo min, ez li ku bim jî, Kurdistan li gel min
e. Aşiq jî, gava ji eşqa xwe bi dûr dikeve, agirên eşqê hîn mezintir dibin,
derd hîn dijwartir dibin. Lê dûrbûn
agirên eşqê hîn zêdetir dike, ne ji berevajiyê. Loma jî xurbet ji bo min
jî kul e. Lê wê eşqa min ya welat, axa welêt şerê pêşmergan, ziman û edebiyatê
hîn zêdetir kiriye.
- Tu yek ji şaîren nûjen yên kurd î. Welê diyar e, di
Kurdistana Iraqê de, di warê edebî de, nifşeke xort lê xurt, hatiye pê û tu jî
yek ji wan î. Aliyên we yên taybetî çi ne? We li edebiyata kurdî çi zêde
kiriye?

Esas nûkirin bi
Ebdullah Goran û Şêx Nûrî ne. Gelek kesên din jî hebûn, lê ev herdu nav yên
mezin bûn û bi alîkariya wan komeke şaîrên din wekî Herdî, Dîlan, Kamuran, Kakî
Felah û gelekên din gelekî xebitîn ku edeba kurdî nû bikin.
Di destpêka
1970an de, wekî min berê jî got, pêşketineke civakî ku pirr mezin bû, li Kurdistanê rû da. Bê şik, sebebê vê jî şoreş
bû. Cemawerên Kurdistanê bi xurtî beşdarî vê pêşketinê bûn. Û vê yekê jî
tesîreke mezin li edeb û şiîra kurdî kir. Hingê em, komeke hunermendên kurd
bêtir xebitîn ku edeba kurdî dewlementir bikin. Haya me, ji nivîskar û
hunermendên dinê bêtir, ji edebiyata dinê hebû. Me hewl dida tişt, edet û torê.
Kurdî bêtir, lê bi awakî modern, di edeba kurdî de cihên xwe bigrin. Me
edebiyat û hunera xwe li ser du hîman bilind dikir: Yek welat, axa welêt, xelkê
kurd, ziman û çanda kurdî; ya dudiyan jî edebiyata cîhanê.
Haya me ji kitêpxanên erebî jî hebû û em, demekê li Bexdayê jiyabûn. Kitêpxana
erebî dewlemend e û Bexda merkezeke kevintîrin a edeb û ilm e. Me gelek edîb û
nivîskarên erep nas dikir. Van tiştan alîkarî li me kirin ku em bikaribin edeba
kurdî taze bikin. Bêguman wekî perçeyek xebata rabirdû. Em dewama xebateke dûr
dirêj bûn. Yen dixwest ku em du rûbarên (edeba kurdî û edeba cîhanê) bi hev re
bikin yek û di zimanê kurdî de sûret, gotin, salixdan, dîmisîon û şêweyên taze
biafrînin. Me hewl dida sîma û qehremanên me jî bibin nimûnên serdema ku em tê
de dijîyan. Li alîyê din jî, me zimanê xelkê, zimanê rojane, dîsan bi awakî
edebî, pêşkeşî xelkê dikir.
Eger em bixwazin
ew kesên ku bi wê xebatê rabûbûn bi nav bikin, ew ev bûn, bi qasî ew navên ku
niha tên bîra min: Letîf Helmet, Refîk, Sabir, Enwer Qadir, Ferhad Şakilî,
Hesîb Qeredaxî… Herweha jî xortên pey me jî: Newzad Refah, Celal Berzencî… Heçî
çîroka kurdî be: Husên Arif, Muhemed Mukrî, Rauf Bêgert, Mihemed Ferîq Hesen,
Şehrezad(Şêrzad) Hesen. Gelek kesên din jî hene, lê bêtir van kesan pêşengî li
nûkirin û geşkirina edebiyata kurdî kirin.
- Baş e, kak
Şêrko… Rewşa edebiyata kurdî (çi çîrok, çi şiîr) tu wekî şaiîrekî nûjen, rewşê
çawan dibînî?
Bi bawerîya min,
edebiyata kurdî li ser riya geşbûnê ye. Lê ev yeka jî bi mesela serbestîye ve
giredayî ye. Nebûna serbestîyê bernade ku edebiyata kurdî bi her awayî geş
bibe. Lê baş dixuye ku rê riya
dewlemendî û geşbûn û geşkirinê ye. Lê ez niha li derveyî welêt dijîm, loma jî
ez nikarim li ser vê yekê hukim bidim. Ji nêzîk ve, agahîya min ji tevgera
edebî ya kurdî tune. Lê li derveyî welêt, tewgereke xurt heye. Ew xerîkim, bi
rojname, kovar, berhem, sîma û rewşeke hîn çêtir bidin edeba kurdî.
- Haya te ji edebiyata kurdî ku bi zarawayê
kurmancî heye? Tu rewşa vê edebiyatê çawan
dibînî?
Edeba kurdî,
helbet, li Kurdistana Iraqê (Başûr), ji perçên din bêtir pêşketî ye. Û ez
dikarim li ser kurmancên Kurdistana Başûrê
bipeyivim. Ji destpêka 1970î û vir ve çend şaiîrên xort hene ku meriv
dikare qal bike. Yek ji van xortan Mueyed Teyip e. Mûzûrî jî heye. Di wexta xwe
de Bedirxan Sindî hebû ku baş şiîr dinivîsî. Bi van navan mebesta min şiîre e,
ne awir û mewqûyên siyasî ye. Bi qasî ku min dîtiye mustewayê (sewiye) edebî û hunerî di edeba ku bi kurmancî tê nivîsîn de
kêm e, ne berz e. Helbet sebebên vê yekê pirr in. Yek ji wan qedexebûna zimanê kurdî ye.
- Kak Şêrko, tu
niha bi çi mijûl î, tu li ser çi dixebitî, planên te çi ne?
Ez di havîna
1987an de hatim derweyî welêt. Ez niha bi fêrbûna zimanê Swêdî ve xerîkim. Di
destpêka 1988an de min dest bi xwendina Swêdî kir. Ez niha bûme endamê Komela
Nivîskarên Swêdê û Pen-Kluba Swêdê. Tu jî baş
dizanî, niha danûstandinên min jî bi hunermend û nivîskarên Swêdîyan re çêbû.
Ji ber vê ji, ez hez dikim, ne bi tenê hez dikim, her pewîst jî dizanim zimanê
wan fêr bim.
- Di warê
edebî de, tu çi dikî?
Di vî warî de
planên min pirr kêm in. Ez şaîr im û şiîr dinivîsim. Ez hazirî nakim. Şiîr bi
xwe tên nik min. Yanê ez plan û bername
çênakim. Ew bi xwe bi awakî tebîî tên. Wekî ku darekî li axê şîn were. Ez her
li ser nivîsîna şiîran berdewam im û heye ku di rojên pêş de projeyên nû werin pêş min…
* Ji “Antolojiya Edebiyata Kurmancî” (Tümzamanlar Yayıncılık,
1995, Rûpel: 102-107)
Yorumlar
Yorum Gönder