"Min nedixwest ku ez ji wêjeyê pêştir bi karekî din dakevim."
"Dema di serê min de fikra çîrokekê dimeye an jî bûyerek diqewime ku hestên min dilerizine, ez êdî nema karim xwe ji wê rizgar bikim."
Çetoyê Zêdo: Praniya xwendevanên Kurdî yên li Bakur cenabê te bi romana we ya “Evîna Bêcirekî” û bi wergerên we navê we bihîstin, pişt re piraniya wan, ez dibêm weke min, pê hisiyan ku ji zûde ye ku hûn bi karên wêjeyê mijûl in, lê dîsa jî em dora pirsê neguherin û bixwazin ku hûn kurtejiyana xwe bi me re par ve bikin?
"Dema di serê min de fikra çîrokekê dimeye an jî bûyerek diqewime ku hestên min dilerizine, ez êdî nema karim xwe ji wê rizgar bikim."
Çetoyê Zêdo: Praniya xwendevanên Kurdî yên li Bakur cenabê te bi romana we ya “Evîna Bêcirekî” û bi wergerên we navê we bihîstin, pişt re piraniya wan, ez dibêm weke min, pê hisiyan ku ji zûde ye ku hûn bi karên wêjeyê mijûl in, lê dîsa jî em dora pirsê neguherin û bixwazin ku hûn kurtejiyana xwe bi me re par ve bikin?

We kengî dest bi xwendina kurdî kir û we kengî bi
Kurdî rahişt qelama xwe? We çawa dest pê kir, rewşa we ya wê demê çawa bû?
Li Almanya di ber karê siyasî
re min derfeta xwedina bi kurdî bidestxistibû. Di wê demê de bala min bi xurtî
çûbû ser wêje û bi taybetî helbestê. Min pêşî helbestek ji bo kovareke tirkî bi
tirkî nivsandibû. Piştî wê helbestê min careke din ne bi tirkî û ne jî bi
zimanekî din nivîsî… Ez sala 1994an hatim Swêd. Piştî salekê yekemîn
telefizyona satalatî ya kurdan vebû û studyoyeke wê jî li vir li Stockholmê hebû.
Min ji bo dublaj û wergera tekstan ji tirkî bo kurdî kar kir. Pişt re min gelek
fîlm, fîlmên belgeyî û fîlmên zarokan hem dublaj (dengê xwe da wan) û hem jî
tekstên wan kir kurdî û bernameyên hunerî û wêjeyî, nûçe û hwd jî wek bername
amade kirin û pêşkêş kirin. Di ber karên telefizyonê re min helbest û çîrok jî
nivîsandin. Di 1996an de li Stockholmê Instûtiya kurdî ya wêje û wergerê hate
damezrandin. Bi avakirina Instutiyê re kovareke wêjeyî ya bi navê Avaşîn jî
dest bi weşanê kir. Di hejmara yekem de çîroka min a bi navê “Çend Bîstik Ji
Şoreşê” û gotareke ku min ji tirkî
wergerandibû belav bûn. Ji xwe piştî salekê min di birêvebiriya Instutiyê de
cîh girt û wek berpirsiyar û redaktorê kovara Avaşîn xebat kir. Di wê demê de
gelek nivîs, helbest û wergerên min jî hem di rojname û hem jî di kovaran de hati
weşandin. Wek mînak Avaşîn, Nûdem, Paşgoya Ozgur Polîtakê û Rewşen de hatin
weşandin. Di heman demê de min zêdeyî salekê jî di Azadiya Welat de nivîsî.
Ewilî dixwazim li ser “Evîna Bêcirekî” bipirsim, we
kengî û çawa dest bi nîvîsandina wê kir, hinekî dikarin qala serboriya wê
bikin?
“Evîna Bêcirekî” di serê min
de wek çîrokeke kurt hebû. Lê paşê leheng û çîrokê xwe bêcir kirin û ez bi dû
xwe de kaş kirim. Min wiha dît ku bûye roman. Piştî berhema min a bi navê
“Mextel”, “Evîna Bêcirekî” hem xew li min herimand û hem jî hemû jiyana min bi
xwe û pirsgirêkên xwe ve mujûl kir. Di gelek deveran de leheng û rola xwe li
hev nedikirin. Heta min ew hogirî hev dikirin, ez pê dihesiyam ku çîroka min hatiye
û li ber dîwarekî bilind asê maye. Îca di wê navberê de jiyana malbatî û
bernameyên min ên telefizyonê jî, zêdebûna li ser kezebû bûn... Min gelek caran
digot, kengî ez wextê nivîsandinê bibînim û binivîsim… Ji dema ku wek mijar di
serê min de form girt û heta ku min qedand ez bawer dikim sê meh wext derbas bû.
Ji bo em nêzî kar û barên we yên wêjeyî bibin, bi
giştî hûn dikarin qala poetîka wêjeya xwe bikin?
Dema di serê min de fikra
çîrokekê dimeye an jî bûyerek diqewime ku hestên min dilerizine, ez êdî nema
karim xwe ji wê rizgar bikim. Ez êdî ji jiyanê qut dibim. Bi temamî derbasî
cîhana xewn û xeyalê dibim... Yek ji tabetiya min a kar ew e; dema ez dest bi
karekî dikim, ez divê biqedînim. Ez hez ji karên nîvkuştî nakim. Heger min
hevoka pêşî nivîsî divê bi ya dawî biqedînim. Di prosesa nivîsandinê de xwe bi
temamî didim berhema xwe. Dixwazim hemû têkilîyên xwe yên mirovî, sohbet,
xwendin û xeyala xwe di çarçoveya çîroka di nivîsim de eyar bikim. Di vê demê
de nîvê raman, ruh û xeyala min jiyaneke berhemî ya afrandinî dijî, nîvê din
diçe kar, li kolanan digere û karên rojane dike. Lê xweska ew derfeta min
hebûya ku min karibûya di pêvajoya afrandinê de hemû wexta xwe dabûya afrandina
berhemê... Wekî din ti rê û rêbazên tune ne ku tu karibî dereweke ewqas mezin wek
ku rast be, bi hezaran kesan bidî bawer kirin û wan rakişînî nava wê dunyaya
rastî ku hîmê wê li ser derewan hatiye lêkirin. Bi ya min sêhra wêje û hunerî
jî di vir de ye...
Ji roman, çîrok, helbest û heta wergerê em dibînin ku
cenabê te berhemdar e… Çi hêza we ya wêjeyê û nivîsê xurt dike?
Dema ku mirov bi xwe hesiya
ku qedera mirov, civat, aborî û xwezaya ku mirov aîdê wê ye, ne di destê mirov de
ye lê di destê biyaniyan de ye, mirov nikare wek pêwist li ser jiyan û hawîra
xwe bibe xwedî gotin û jiyaneke guncaw bijî, mirov bi êşên pir alî dihese û
hingê êşa mirov gelek dijwar dibe. Mirov xwe êşiyayî û tenê hîs dike. Hingê
nivîsandin dibe zimanê ruh û ramanê. Bi min re jî, gelek caran ev hest çêdibin.
Ew dev ji min bernadin. Bi wext re ew li ser ruh û hişê min dibin bar û min di
bin giraniyê de jar dikin. Di vê demê de ez tenê dimînim. Ji jiyana rojane direvim
û derbasî jiyana xeyalî dibim. Ji xwe re li stargeheke xewle û xeyalî digerim. Digel
bûyer û lehengên wan yên dijber û nakok dikevim cengek nexuyayî. Ser û ruhê min
vedigerin qada şer e. Li aliyekî hezkiriyên min û li aliyekî din jî, dijberên
wan. Ez wan berdidim hev. Biêşandina hezkiriyên xwe re diêşim, bi ya dijberên
wan şa dibim. Lê dîsa jî hestên xwe ji bo her du aliyan jî diyar nakim… Ez
bawer dikim ku guhdarîkirin, dîtin, hîskirin û heskirin min ber bi tenêtiyê ve
dibin, wêje û nivîskarî min li jiyanê vedigerinîn. Loma jî car tê ez bi kurtî û
tîriya helbestekê dijîm, car tê jî, ez bi berfirehî û giraniya romenekê li
jiyanê vedigerim.
Niha çi hene li ber destê we ku hûn li ser dixebitin,
dinivîsin, difikirin…?
Niha çîrokek bi navê “Çarî”
heye ku wek pirtûk ji bo çapê tê amadekirin. Min berî niha şanoya bi navê “Xatûn
Jûliya” ji swêdî wergeran û ji bo çapê şand. Wek pexşan jî niha romaneke dîrokî
li ber destê min heye. Wisa xuya dike ku dê dema çêbûna wê zêde dirêj bibe. Ji
bilî wê çîrokek dirêj heye ez li ser dixebitim. Jixwe helbest jiyana min e, her
kêlî û dem li ber çêbûnê ne.
Mijarên ku dibin astengî an jî acizî yên ji bo
nivîskariya we hene?
Mijara herî ku zêde li pêşiya
min asteng e, nebûna şert û mercên nivîskariyeke profesiyonel e. Ez wek pêwist
wext ji bo berhemên xwe nabînim ku ez wan li gora dilê xwe û di wext de
binivîsim… Rewşa malbatî jî heye. Koçberî, nebûna hewa û atmosfera jiyana bi
kurmancî. Wekî din jî, kurmancî nivîskarên xwe di warê zimanî de bi berhemên
piralî (berhemên wergerandî û roman, çîrok, şano û lêkolînên bi kurdî) bixwedî
nake.
Dawî jî, bazara zimanê kurdî
pir pir teng e. Pirtûk belav nabin.
Bi giştî hûn dikarin qala xwendinên xwe û pirtûkxaneya
xwe bikin? Hima bi ser re jî be, peşengên pirtûkxaneya we kî ne?
Ez bi kurdî, swêdî û tirkî
berhemên nivîskarên ji gelek welatan ên wêjeyî dixwînim. Ez pir hindik caran
berhemekê du caran dixwînim. Di pirtûkxaneya min de hejmarek baş a roman, çîrok
û helbestên kurdî hene. Min niha ji xwe
re kireye kar ez berhemên nivîskarên nû dixwînim, ez bi sê zimanan rojane
dixwînim. Tenê bi kurdî dinivîsim. Bi giştî nivîskarên klasîk û romantîk ji bo
min pir hêja û girîng in.
Lehengên we yê/n edebî kî y/ne?
Heta niha di berhemên min de
yên derketine pêş muxalîf, bêcir, durist û bêmirad in.
We îsal ji nivîskarên nû kî xwendin û hûn ji nivîskarên
nû kê diecibînin?
Nivîskarên nû û kevn kî ne?
Ji bilî yên Sovyeta hilweşiyayî, nivîskariya kurmancî berî bi bîst an sîh salan
dest pê dike. Heta berî bi deh salan jî, pir hindik nivîskar hebûn. Di nava van
deh salan hinek navên nû hatin bihîstin, ew jî pir hindik in. Bi rastî jî, ez
nizanim ez ê kêyan di kategoriya kevn de û kêyan jî ya di nû de bi cîh bikim.
Di wêjeya kurmancî de hûn “temsîla jinê” çawa dibînin
û dinirxînin?
Ez gelek kêm û hindik
dibînim. Jinên kurd di siyasetê de aktîf cî digirin, dibistanên bilind
xwendine, bi kurdî diaxivin lê çima wek pêwist beşdarî avakirina wêjeya kurdî
nabin. Hejmarek helbestvan û nivîskaran nas dikim ku bi kurmancî dinivîsin. Lê
min heta niha tenê romenek xwendiye ku jineke kurd nivîsandiye. Çend hebên din
jî muheqeq wê hebin. Lê ev têr nake. Divê jinên kurd me ji cîhana xwe ya ramanî
û hîs bêpar nehêlin. Em dizanin ku jinên kurd êş û şahiyên civata xwe pir alî
dijîn. Karineke wan vegotinî jî heye. Ya pêwist li vir ew e ku divê alîkarî bi
wan re were kirin. Li vir dikare rêxistinên jinan piyê xwe deynin erdê û jinan
ji bo nivîskariya wêjeyî teşwîq bikin.
Li gorî we edebiyata kurdî ber bi ku ve diçe? Têbîniyên
xwe dikarin bibêjin?
Wêjeya kurmancî hevok bi
hevok bi awayekî kulek pêş dikeve. Pêşketina heyî ne li gorî hêza kurmancî ye.
Hejmara kesên ku îro kurmancî aktîf bi kar tînin bi milyonan e. Bi sedhezaran
jî, dikarin bê pirsgirêk romanekê bi kurdî bixwînin û jê fêm bikin. Lê tu li
hejmara nivîskarên qenc û xerabên binêre hejmarek pir hindik e. Te behsa berî
bi deh salan kir. Ka di nava deh salan de çend navên nû li nivîskarên me yên
lûtkeyî zêde bûne? Ji xwe rewşa yên ku ji kevn de divîsin jî li holê ye. Van
nivîskarên ku hene çi li vegotina kurmacî zêde kirine, bi romanên xwe kîjan
derfet li pêşiya romannivîsîna kurdî vekirine, reseniyeke çawa li cem wan heye.
Ev ji bo helbestvanên me jî derbas dibe, ez bi xwe ti nûbûn û hunereke bilind a
pêşeng di helbestvaniya kurdî de nabînim. Xwedubûrekirin, klîşe, peyvên
hezarbare... Ji bo ku em ji vê gerîneka
kor û bêber rizgar bibin, divê jiyaneke wêjeyî hebe. Lê ez tevî hertiştî jî bi
hêvî me.

Yekemîn pirtûka min a
helbestan bi navê “Awurên Bi Hêvî” (Weşanxaneya Rewşen, 1999), duyemîn pirtûka
helbestî “Xem Vedixwim Bi Tasa Sor Ji Demê” (Weşanxaneya Medya, 2000), pirtûka
helbestan a sêyemîn “Peyvên Êşmij” e ( Nûdem, 2004), romana min a yekemîn “Sê
Terîş” (2007) Stockholm, pirtûka pexşan-helbestî “Mextel” (APCK, 2009) û herî
dawî jî “Evîna Bêcirekî” (Weşanên Lîsê) îsal hate weşandin. Niha çîroka min a
bi navê “Çarik” ji aliyê weşanxaneya Navenda Pedagojî ya Kurdî ve wek pirtûk tê
çapkirin. Wek pirtûkên wergerê jî heta niha min berhemên bi navên “Moa û Pelle”,
“Madîken”, “Gurequm” ji bo zarokan, romana “Ciwanên Îro” ji bo ciwanan, romanên wek “Gulvedana Gezgezkê” û “Şahînşahê
Portekîzê û Qad”, pirtûka helbestê bi navê “Warê Êvarê” ya Per Lagerkvist û
piyesa şanoyê ya bi navê “Xatûn Jûliya” ya A. Strindberg ji swêdî wergerandine
kurmancî.
Li ser xebatên we yên ji bo zarokan, hûn çi difikirin?
Li vir ez dixwazim bi taybetî
li ser wêjeya zarokan tiştekî bibêjim. Di demên berê de zarokên kurdan bi
çîrok, leyistik û axaftina nav malê fêrî kurdî dibûn. Bi çûna dibistanê ew bi
zimanê tirkî re dihatin himberî hev. Heta wê demê zarokan bingeheke xurt a
zimanî digirtin. Ji xwe li bajarên kurdan jî bingeha zimanê kurdî hebû. Lê îro
ev êdî têr nake. Ji ber serhejmariyeke mezin a kurdan li bajaran dijîn. Li van
deran jî bi piranî zimanê biyanî têne bikaranîn. Zarokên kurdan êdî nema bi
kurdî dileyizin. Divê pirtûkên bi wêne û bi nivîsên di asta zarokan de bêne
amadekirin. Min heta niha hejmarek
pirtûk ji bo zarokan wergerandin. Her wisa min gelek fîlmên zarokan ji bo
telefizyonên kurdî dublaj kirin.
Heta niha di nivîskariya xwe de, hûn li ser çi mijûl
dibûn?
Min pêşî bi helbestê
destpêkir. Paşê bi çîrok û romanê berdewam kir. Bêguman wergêr jî hatin. Yanî
min bi berekî teng destpêkir, dû re min berê xwe fireh kir. Wek mijar heta niha
ti guhertin di nivîskariya min de çênebûye. Piraniya mijarên min ên di helbest,
çîrok û romanê de têkoşîna siyasî ya kurdan e. Tenê di berhema “Mextel” de min
motîfeke dîrokî nivîsî. Lê dîsa jî bi îro ve girê da. Lê di warê form,
dewlemendkirina naverok, ceribandina teknîkên nû û cuda di nivîskariyê de
guhertinê baş hene. Niha ez bêtir ji tecrûbeyên biyaniyan sûdê werdigirim.
Di têkiliya jiyan û nivîskariya we de, tiştê/a ku te
nedixwest biqewime çi ye / çi ne?
Min nedixwest ku jiyana min a
rojane û jiyana min a wêjeyî wisa bi hev re nakok bin. Min nedixwest ku ez ji
wêjeyê pêştir bi karekî din dakevim. Min nedixwest ên li derdora min ji min
gazinan bikin, ji ber ku nivîskarî wext û pêdaketineke zêde dixwaze. Min
nedixwest ez bi wê rastiyê bihesim ku xwendevanên kurmanciyê pir hindik in. Dîsa
min nedixwest ku jiyana min ew qas dûrî çavkaniya berhemên min be.
Ji bo nivîskariya xwe, hûn xweziya xwe bi çi tînin?
Yek ji sedemên ku ez ber bi
nivîskariyê de deft dam, hatina min a Swêdê bû. Li Swêdê ez li civateke
kurdewarî rast hatim. Berhemên bi kurdî li Swêdê zêde bûn, kovar û dezgehên
kurdî yên li Swêdê ew derfeta ku ez qûtê xwe yê nivîskariyê bi kurdî bistînim
da min. Yan na bi giştî, di nivîskariya kurmanciyê de tiştek ku mirov xweziya
xwe pê bîne tûne. Serêşî, pirsgirîkên weşanî, hindik belabûna berheman,
rexneyên zanistî yên li berheman û hwd. Tenê ya dilê min xweş dike ew e ku heta
niha hemû berhemên min çapbûne.
Bi giştî rewşa nivîskarên kurd li Swêd, hal û wextê
wan, başî û xerabiya wan… ji çi mane û ji çi xwedîderfet in?
Dewleta Swêd salên berê
derfeteke baş a aborî ji bo wêjeya biyanî vediqetand. Nivîskarên kurd jî, ji vê
derfetê sûd wergirtin û hinek berhem pêşkêş kirin. Lê piştî demekê ev derfet
hindik bûn. Hejmara pirtûk û weşanxaneyên kurmacî bi carekê re nema. Li aliyekî
din jî, nivîskarên li Swêd dijîn, ji civat, nexşe, xweza, leheng, bûyer,
derûniya mirov û jiyana rojane ya mirovên xwe dûr in. Ev bi serê pirsgirêkek
cidî ne.
Romana kurdî ya îroyîn, hûn çawa dibînin?
Heger mirov behsa romana
kurmanciyê bike divê mirov di destpêkê de behsa Erebê Şemo, Heciyê Cindî,
Şakirê Xudo bike. Ev nivîskarên pêşî ne ku dest avêtine romanê. Ev nivîskarên
navborî li Sovyeta Sosyalîst dijiyan. Bi derfetên sosyalîzmê (di warê siyasî de
kurdan ti xêr ji sosyalîzma real nedîtin) wan karî romanên wek Kela Dimdimê,
Şivanê Kurd, Hewarî, Dê û dêmarî û gelekên din pêşkêş bikin. Mala wan ava… Dema
mirov li van hemû berheman hûr dibe mirov kurmanciyeke resen dibîne. Ji hevoksaziyê
heta bi şêwazê vegotinê xwerû bi kurmacî ye. Ev ji bo pexşana kurmancî bingeh
e. Piştî vê destnîşankirinê em vegerin
rewşa îroyê ya romana kurmanciyê. Bi nêrîna min hewldan hene lê em hê jî, ji wê
asta divê em lê bin gelek dûr in. Gelek sedemên vê yên siyasî û civakî hene.
Wek zextên li ser kurmanciyê, nebûna perwerdeya bi kurdî, nebûna bazarê,nivîskariya
amator, nebûna jiyaneke wêjeyî û gelek sedemên din hene. Dema mirov van hemû
sedemên dijber li ber çavan digire, mirov şikra xwe bi mînakên hene tîne. Lê
hezar carî mixabin e ku tevî van şertan jî, îro dikarîbû romana kurmancî gelek
li pêştir ba.
Tekiliya biyografî, serpêhatiya nivîskêr û romannûsiya
kurmancî hûn çawa dinirxînin?
Nivîskar ji berhemên dixwîne,
ji tecrûbe û jiyana xwe ya rojane, ji têkiliya kesên li derdora xwe û bi giştî jî
ji bûyerên diqewime sûdê werdigire. Heger ev sûdwergirtin ji bo zimanên din
rêbazeke rast be, ev ji bo zimanê kurdî sedî sed rast e. Ji ber ku di
pirtûkxaneya nivîskarên kurd de bi sedan pirtûkên wêjeyî, dîrokî, siyasî,
derûnî, zanistî û teknîkî yên bi zimanê kurmanciyê tune ye ku nivîskar karibe
ji wan sûdê werbigire. Heger tu perwerdenebûna bi zimanê dayikê jî li van
şertên dijber zêde bikî, çîroka me ya trajîk temam dibe... Ji ber vê ye ku nivîskarên
heyî heta niha jî derbasî cîhana ziman û rûhê hevbeş ê civaka kurdî nebûne û
nekarîne xelekên jiyana çandî û civakî yên serdemên berê û yên niha bi hev ve
girêbidin. Nivîskarên kurdî ji jiyana
rasteqînî ne ku sûdê werdigirin lê wê bi xwe wek biyografiyayê dinivîsin. Yanî
ew bêtir di bin tesîra bûyerên xuyayî yên jiyana xwe û derdora xwe de dimînin û
wan dikin mijar. Loma jî ziman, naverok û lehengên romanê gelek caran bi mirov
basît û naskirî tên. Roman an jî çîrok ji hûnandineke hunerî û teknîkî dûr e.
Leyistik û dolabên wêjeyî wek pêwist nayên bikar anîn. Ji loma jî kûrahiyeke
wêjeyî dernakeve. Wek serencama vê jî karekterên ku bi tevger û zimanê xwe me
veciniqîne heta niha ji pênûsan nezane.
Piraniya nivîskarên li Bakur û Tirkîyê ne, an mamoste
ne an jî wê bibin mamoste? Li Swêd çawa ye? Hûn vêya çawa dinirxînin?
Di destpêkê de kesên
dinivîsandin feqe û mele bûn, hê me nû xwe ji vegotina wan a bêrêkûpêk û
bêsîstem rizgar kiribû vê carê jî me xwe di tora zimanê hişk û teknîkî ya
mamosteyan de dît. Sedema ku ew di nivîskariya kurmanciyê de derdikevin pêş
gelo ji ber sîstema pişaftinê ye ku xwendin û nivîsandina kurdî di nava gel de
belav nebûye? Ez bawer dikim mamoste di dema perwerdeyê de bi rola zimanê
dayikê dihesin û dixwazin di vê mijarê de tiştnan bikin. Dema dibînin ku wêjeya
kurmancî hê beyar e, ew zend û bendan vedimalin, dest bi şov kirin û tov
avêtinê dikin. Lê xeta wan çiqas rast e, tovê wan firîk e yan gihayî nexema wan
e. Li vir a ku ji bo me hemayan derbas dibe ev e; em xwedî karîneke xwezayî ya
wêjeyî ne yan na? Heger bersiva me erê be, pişt re jî, divê em bersiva pirsa
duyemîn bidin; zimanê min heta kîjan radeyê ji çavkaniya rûhê kurdewarî bixwedî
bûye û ez ê karibim pê cîhaneke hûnerî biafirînim. Heger bersiva mirov erê be,
êdî yek pîşeyeke mirov heye, ew jî nivîskarî ye. Bawer dikim nivîskarên li swêd
jî piraniya wan mamoste ne.
Ku em qala xwendevanên we bikin, ew kî ne?
Ez jî xwendevanê nivîskarên
kurd im, nivîskar û xwendevanên kurd jî xwedevanên min in. Ez çima wisa
dibêjim, ji ber ku piraniya xwendevanên kurd nivîskar in jî. Ev bi serê xwe
tirajedî ye. Heger nivîskar û xwendevanên zimanekî wek hev bin, ev tê wê wateyê
ku xwelîserî zêde ye. Lê dîsa jî, hejmarek xwendevanên min hene ku nanivîsin û
xort in. Ev yek min dilxweş dike. Wekî din jî, ez divê bêjim ku xwendevanên min
sadiq in û her diçe zêde dibin. Di navbera xwendevan û berhemên min de
têkiliyeke li derveyî Serkan Birûsk çêbûye. Bi rastî jî ez bi xwe gelekî hewl
didim ku xwe di pişt berhemê de veşêrim û bihêlim berhem bi xwe rêya hezkirin û
jiyanê ji xwe re bibîne. Îca niha dibîne, dû re dibîne, yan jî qet nabîne ew
serêşa wan e.
Em dizanin hûn ji Mêrdînê ne; lê devoka serhêde bi
awayekî xwezayî di berhemên we de heye?Li ser diyalekt û kelepora kurmancî
dîtinên we?
Ji ber şert û mercên siyasî,
nexşeyî, pir çandî (etnîsîteyî), xwezaya asê û dereng hatina kapîtalîzmê
kelepora me ya çandî di wextê xwe de nehate berhevkirin û nebû alavên perwerdê
ku hemû gelê me jê sûd bigire û bibe bingeha nasnameya me ya neteweyî. Zimanê
me jî bi heman rengî, heta niha jî diyalekteke serekî û navendî derneketiye
pêş. Du diyalektên serekî ser bi ser di pêşbaziyê de ne. Yên din jî bi dû wan
de tên... Diyalektên me jî di nava xwe de ji zaravayan pêktên. Her diyalekteke
me xwedî dewlemendiyeke vegotinî ye. Ji ber ku serhejmar û nexşeya devokên
kurdî bi qasî ya gelek welatan e ku îro di warê wêje, huner û zanistê de gelek
li pêş in. Wek mînak Norwêçî, Danmarkî, Fînladî û hê gelek zimanên din hene ku
axaftevanên wan di navbera 3 heta 4 milyonan de têne guhertin. Îca bê guman ew
ê ev devokên diyalektên kurdî jî di hundirê xwe de gelek dewlemend bin. Yek ji
van devokên kurmancîyê ya dewlend a Serheda ye. Ez hinek tiştan destnîşan bikim
û wan ji lêkolîneran re bihêlim. Têkilîya devoka serhedê ya bi ermankî, tirkî û
farisî re di warê çandî û peyvê de ew gelek dewlemend kiriye, lê di warê
rêzimanî de jî, ew hinekî bi sînor kireye û heta radeyekê ew hinekî
kesixandiye. Wek mînak di devoka serhedê de nêr û mê winda bûye (hinek dibêjin
ya tirkî ye), daçeka “ji” gelek caran nayê bikar anîn. Li şûna “ji te re”, “te
ra”. Yên din jî gelek caran ne di şûnan xwe de têne bikaranîn... Beşek
zaroktiya min li deşta Mûşê derbasbû. Min di wê demê de li gelek çîrokên gelêrî
guhdarî kir. Sitranên civatê û yên dewetan, çîrok û serpêhatiyên li ser cin û
eshabeyan di şevên zivistanê yên sar de tesîreke gelek berfireh li me dikir. Li
aliyekî dewlemendiya çandî ya herêma Omeriya û li aliyekî din jî ya Serheda.
Li gorî we rexneya wêjeyî divê çawa be?An jî hûn ji
kîjan şêweyên rexneyê aciz in?
Rexnegir bi zanista zimanî û
wêjeyî berhaman li êlekê dixe, ya baş û xerab ji hev vediqetîne. Form û
naveroka berheman di çarçoveya zanistî de ji hev dixe. Yek bi yek alav û
malzemeyên di avakirina berhemê de hatine bikar anîn dinirxîne. Li ser lêhatin
û reseniya wan alavan radiweste. Hostetiya di avakirin û dariştina berhemê de
heye eşkere dike. Xwe bi alîkariya van alavan digihîne binhişê nivîskar. Loma
jî, pêwist e ku rexne xwedî pîvanên zanistî be. Zanist jî, li ser hest û hîsan,
dilxwestin û hevparastinê, zikreşî û dexisandinê ava nabe. Ya ku min herî zêde
diêşîne ev cure rexnegirî ye... Rexneya di wateya rasteqîn de be, ast û seviya
wêjeyê gelek bilind dike. Ew bi xebata xwe ya zanistî ji nivîskarên xwedî karîn
û kabîliyet re rê xweş dikin. Cewherên veşartî derdixin pêş... Ha em divê li
vir kesên danasîn û rexne dikin ji hev cuda bikin. Ya ku heta niha di wêjeya
kurdî de têkirin danasîn e. Rexnegirîya di wateya zanista wêjeyî de... ez çi
bêjim? Hê zû ye...
Derbarê “Şêwir û komên xwendinê”de dîtinên we?
Heger rola rexnegiriyê nedin
xwe, berheman mahkûm nekin, nivîskaran dadgeh nekin û di çarçoveya nirxandin û
xwepêşxistinê de be gelek baş e. Sûda wan ji bo kesên beşdar dibin gelek zêde heye.
Di demekê de ku înstutiyên me yên wêjeyî, perwerda û zanîngehên me tune ne, em
neçar in xwe bi xwe hewl bidin, xwe perwerde bikin. Loma jî niha “Şêwir û komên
xwedinê” gelek maqûl in. Heta ciyekî be jî, ji bo kesên beşdar dibin pêvaneke
wêjeyî çêdike. Dibe ku sibe gelek rexnegirên hêja ji van civînan derkevin... Ez
ji bo xwe bibêjim di nivîskariya min de sûde kombûneke bi vî rengî gelek hêja
ye. Ez ne şaş bim, piştî salên 1997an bû ku me li Stockholmê li Înstutiya Kurdî
komeke wisa ava kiribû. Di wêdemê de gelek nivîskar û rewşenbîr bi awayekî rêk
û pêk hatibûn û beşdarî civînan bibûn. Me gelek berhem jî nirxandibûn.
Salên 1990î di nivîskariya we de li ku ye?
Salên 1980yî û 1990î di jiyan
û nivîskariya min de xwedî şopên gelek kûr in. Hem hêvî, hem şikestin, hem
serhildan û hem jî serkutkirin, lehengên neteweyî û yên xwefiroş, zindan û
çiya, koçberî, şewitandina gundan, tirs, şikenandina tirsî ya li ser esasê
kuştin û mirinê... Di nava çend salekî de min zêdeyî deh ap, pismam û dotmamên
xwe di şer de winda kir. Girtin û êşkence, tenêtî, rev, koç, berxwedan û
çîrokên berxwedanê yên li zindan û serê çiyê, hiş û ramana min a rojane
dagirkiribû. Yanî jiyaneke biêş û birîndar ku heta niha jî der e. Ji nişkê de
derbeya eskerî tê û her kesên li derdora te hene dibin hedef û têne êşandin.
Ku em vegerin ser şanoyê, we dixwest kîjan berhem, bûyer
an jî mijar di şanoya kurdî hebin?
Şano yek ji sê stuna herî
esasî û serekî ya wêjeyê ye. Pêşî helbest û dû re şano, dawiyaya jî roman tê,
her sê bi hev re wêjeyê pêktînin. Ez şanoyê di navbera helbest û pexşanê de wek
pirê dibînim. Hem ji her du xuşkên xwe bixwedî dibe û hem jî her dukan bixwedî
dike. Ji loma jî şanogerên herên jîr di pexşan û helbestê de jî gelek navdar
bûne. Têkiliya min bi şanoyê re mixabin gelek bi sînor e. Divê li ser vê beşê
jî cidî rawestim. Piştî vê rexnedanê mijarên ku ez ê bixwazibim wan li ser dikê
bibînim. Bawer dikim, ez ê pir şa bibim dema ez li ser dika şanoyê bibînim ku
çîrok û serpêhatiyên gelêrî bi şîroveyeke nûjen digel mijarên aktuel têne
pêşkêşkirin. Bê guman Siband û Xecê, Mem û Zîn û bi dehan serpêhatî û çîrokên
gelêrî dikarin bi gelek cureyan bêne şîrovekirin û leyistîn. Wekî din jî hêvî
dakim ku piyesa Xatun Juliya ya A. Strindberg ku min ji swêdî wergerandiye û
gelek berhemên din ên wergerandî bikêrî şano û şanogerên kurd bên.
Berhemên honakî “fiction” divê çiqasî li bûyerên polîtîk
û birdozî ên deme hûr bibin?
Heger mirov karibe derew û
rastiyan di nava hev de xweşik bihûne û di formeke wêjeyî ya bi rêk û pêk de
pêşkêş bike, problem tune. Dibe berhemeke wêjeyî û ji xwe dê sûda wê hem li
ziman û hem jî li zanista civakî hebe. Ya girîng ew e ku mirov divê pîvanên
wêjeyî baş bikar bîne. Mirov dikare mijarên polîtîk û bîrdoziyê romantîze bike,
mirov dikare bi awayekî realîst û naturalîstî jî bide... Li vir mijar vedigere
ser zîrektiya nivîskar. Ji bo ku nivîskar karibe xwe berde kûrahiya rûhê takekesan
divê ji xeyal û zanista xwe ya civakî sûdê bigire. Neqilkirina bûyeran û
tevgera xuyayî ya mirovan li himberî nakokiyan ji çarçoveya nûçeyî û belgeyî
derbas nabe. Lê pêwistiya me bi rêbazên din ên ji hundir ve naskirina mirovan
heye. Vegotina serpêhatiya wan bi awayekî çîrokî me nêzîkî jiyana wan dike û
xemxariyê bi me re rasterast çê dike. Bi dîtina min bê ku stunên esasî yên
bîrdozî û polîtîkayî hilweşîne, rastiyan berevajî neke, pîvanên exlaqî li ber
çavan bigire, xapandin û propoxandeyeke erzan ji bo xwe neke armanc, berhemên
honakî dikarin bi van mijaran rabin. Wan û rastiya wan bi ziman û derfetên
wêjeyî pêşkêşî me bikin.
Li gora we nivîskariya kurdî û rojeva kurda çi qasî li
hev dike?

Ji bo mirov bibe “helbestvan” divê xwedî çi be?
Te pirsa herî xweş û xweşik
hişt dawî. Divê mirov ji çêbûna xwe xwedî ruheke helbestî be. Heger ev hebe,
dimîne ku mirov bi vê karîna xwe ya xwezayî (Xwedêdayî) bihese û binivîse,
binivîse... Heta ku mirov deng û rengê resen û cuda yê ruhê xwe bibîne. Tu ê li wî dengê ruhê xwe guhdarî bikî, wî
dengî ne asteng bikî, ne jî ji ber şerm bikî, bihêle bila bi azadî bikene,
bienire û bigirî. Tu dê xwe li ber pêla hestan berdî, bi alîkariya leyistina bi
peyvan. Helbestên nenivîsî yên xwezayê û yên nivîsî bixwîne. Ti carî erzka wî
zarokê bêcir ê di ruhê xwe de neşikîne…
Pirsa Mewlud Oğuz e, dipirse: “Tête gotin ku
hunermendên rasteqîn şahidên dema xwe ne- û
ez bixwe nivîskarên rasteqîn weke hunermend qebûl dikim- ku ev nivîskar di heman demê de yên ku herka
dema xwe, bîr û boçûnên dema xwe diguherînin. di derbarê vê yekê de Serkan Brûsk
çi difikire?”
Heger em hunermendiyê di
çarçoveya şahidiya serdema xwe de bi sînor bikin, em ê rol û misyona
hunermendiyê gelek teng binirxînin. Hunermendiya nivîskarên rasteqînî ew e ku
bi awayekî rexneyî serdema xwe analîz dikin, nependî û razên wê bi riya
berhemên xwe yên wêjeyî û rewşenbîrî eşkere dikin. Me ji yekberî û nerîna ber
piyê me rizgar dike. Me bi jiyanê dihesîne. Cudabûna nivîskarên wêjeyê ji
nivîskarên ku berhemên lêkolînî û rewşenbîr dinivîsin, di vê de ye ku ew li
pêşiya helwdana aqil a ku dixwaze jiyana me ji hestan ziwa bike, ruhê me vegurîne
çolistanê, madiyatê li ser manewiyata me ferz bike, dibe asteng.
Yorumlar
Yorum Gönder