Mûrad Oso Çawirî: Em dixwazin tu ji me ra li ser kurdên li komara Corcîya Sovêtî biaxivî?
Mirazê Caferov: Em kurd di
nav malbata gelên Sovêtistanê yên bira da dijîn û piranîya me li komarên Ermenîstanê
û hinek komarên Asya Navîn da jî hene. Derheqa Kurdên li Corcîya, bi awayekî
serekî li bajarê Tiblîsê dijîn û hejmara rûniştîvanên Tiblîsê tevde dibe yek
milyon û 20 hezar kes.
Tu wekî rêveberê Şanoya Kurdî li Tiblîsê, dikarî xwe
ji xwendevanên rojnama Gel û govara Pêşeng ra bidî nasandin?
Min xwendina navînî li bajêrê
Tiblîsê timam kir û xwendina zankoyê jî li kolîca ziman û edebyatê li
Ermenîstanê. Ez deh sala li wezareta Çandeyê li Ermenistanê xebitîme wekî
mezinê pişkênerên(mufetîş) şanoyên Ermenîstanê û li sala 1974ê ez hatim Tiblîsê
û ez jî hîngî ve wekî peyamnêrê rojnama Corcîya Sovêtî dixebitim. Ez endam im
di nîqaba rojnamevanên Sovêtistanê da. Min gelek nivîsar li ser kurdên Sovêtistanê
di pir rojnaman da nivîsandîne, li ser jiyana çandeyî û civakîv ya kurdan û ez
endam im di Partîya Komunîst a Sovêtî da li Tiblîsê.
Ji bilî şanoyê, kurda çi mafên xwe yên din wergirtine?
Her heftiyê roja şembî, me 15
deqîqe programê radyoyê heye bi zimanê kurdî li radyoya Corcîya û navê programî
ev e: Rêveberîya nivîsandina programên kurdî li radyo ya Corcîya Sovêtî û navê
berpirsê programan jî Keremê Enqosî ye. Van programan ji sala 1979ê
destpêkirîye û hêvîdarim bikaribin programên zimanê Kurdî her heftiye çend
caran belav bikin û me ev daxwaz bi awayekî resmî ji cihên bilind xastî. Me
tîpeka hunerî jî heye navê wê Tîpa Stran û Reqasên Kurdî ye, tîpa me ji keç û
kurên kurd pêk tê. Pir nemayişên hunerî li Ermenistanê pêşkêş kirine û her wisa
di şahyanên damezrandina Komara Corcîya da pişkdarî kir. Tîpa me di pir şahyane
û programên têlevizyonî da pişkdarî kirîye. Ev tîpê berî 20 salan hatîye
çêkirin. Derheqa pêşxistin û baştirkirina durimên kurda li Tiblîsê divê bê
gotin ku Komîta Navînîya Partîya Komunîst li Corcîya ya Sovêtî gelek pûte pê
dike. Ji sala 1974ê ve Komîta Navînî sê biryarên di vî warî da standin û ev her
sê biryarên taybet in bi pêşxistin
jiyana gele Kurd. Di hemî waran da, nemaze di warê ziman û edebyatê û
wergirtina kurda li hemî enstîtuyên bilind li Komara Corcîya û peşkeşkirina
harîkarî û rê xoşkirinê ji wan ra bêy nêrînê li numreyên xwendevanan. Li gor
van biryaran jî para Nivîskarên Kurd li cem Yekîtîya Nivîskarên Komara Corcîya
hate demezrandin. Her ji kurdên Tiblîsê bi tenê 5 Nivîskarên kurd endam in, di
Yekîtîya Nivîskarên Sovêtistanê da. Ji bilî vana me 6 hunermendên şareza jî hene ku navdartirên wan
ev in: Besê Cawrî, endama Yekîtîya hunermendên Sovêtistanê, Endwî Çildirgoşî,
Lofî Cindî û Enton Mîrza. Hêjî gotinê ye ku Besê pişkdarî kirîye di pir
nemayîşan da, li Tiblîsê û nemayişgehên ser satê Yekîtîya Sovêtistanê û
nemayişên cîhanî jî da û her wisa me hejmareka qenc ji rojnamevanan ji heye. Û
li sala 1984ê yekî ji wana Keremê Mihemed Elî nişana hêjayiyê di rojnamevanîye
da stand, li ser astê Corciya. Ji bilî Kerem em sê kes endamin di Yêkîtîya
Rojnamevanên Sovêtistanê da. Û me pir mirovên zana hene wekî farîzof, diktor û
serokê kolîca aborîyê ya nêvdewletan li zankoya Mosko. Û em şanazîyê bi Losya Elo dikîn pirofîsora
harîkar di zankoya Tiblîsê da, ew pispore di biyolocya da, û Lama Ravawî,
kandîtaya zanyarî yên dîrokê ye û niha lêkolîna dike û dinivîse li ser egerên
dîrokiyên barkirina kurdan ji Kurdistana Tirkî bo Corcîya. Her wisa Kerîm
Emoyêv jî kandîtaye di zanîn aborî da û sekretêrê karûbarên zanisti ye, di Enstîtuya
aborî da li Corcîya. Hêjî gotinê ye ku Kerîm mirovekî dilpak û hoşmende û
gelekî zîrek e. Ji bilî wan jî me zana hene di matematîkê da û di Fîzîkê da û
pizîşkiyê û gelek warên dinen zanînê. Helbet van zanayan cihekî bilind di
civaka me da heye û xwedî rêz û şan in û
em şanazîyê bi wana dikin; çunkî ew nûnerên gele me ne û her wisa ew kurdên
dilsoz in û welatparêz in, ji doza xwe hez dikin.
Kengî Şanoya Kurdî li Tiblîsê hatiye damezrandin? Û çi
li pêşiya damezrandina wê hate kirin?
Şanoya Kurdî li sala 1974ê da
hate damezrandin. Divê bêjim ku dema ez hatîme Tiblîsê vir û hezkirineka rastîn
ji bo damezrandina Şanoya Kurdî hebû. Hinek kesan bîra vê çendê kiribûn wekî
Kerem Anqosî yê ku hîngî di Enstîtuya Rojhilatnasiyê da li Corcîya kar dikir û
serokê civata xortên kurda bû li civata rêveberîya bajarê Tiblîsê, û Şamil Mûrad
ku hîngî xwendevan bû niha endazyar e. Em gehiştîn bawerîyeka timam ku şano ji
gelê me ra pêwîstiyek girîng e, ji bo parastina ziman û edebyat û kelepûrê wî û
pêşxistina wan wekî gelên din yên li Tiblîsê dijîn. Me di 5 salan Şanoya Kurdî
saz kir.
Ta niha we çend şanogerî pêşkêş kirine û we çi piroje
ji bo pêşerojê hene?
Ji sala 1974ê ve yan ku ji
demê damezrandina şanoya Kurdî li Tiblîs ve, me 6 şanogerî amade û pêşkêş kirine…
Ya yekan navê wê “Sinco Qîza Xwe Dide Mêr” ji nivîsandina nivîskarê kurd Eskerî Boyîk, ev e şanogerîyeka komîdî
ye û ji civaka kurdewariyê hatîye wergirtinê. Me ev şanogeriyê di meha Gulanê
da, sala 1980 pêşkêş kir, û bû we kireka hunerîya girîng di jiyana komara me
da; çunkî yekemîn şanogeriya kurdî bû ji awayê xwe ve di komarê da hate pêşkêş
kirin. Rojname û amîrên rojnamevaniyê çend rojan li pey hev derheqa wê
dinivîsandin. Divê bibên ku Emîndarê giştîyê Komîta Navînîya Partîya Komunîst a
Corciya Edward Şîrfanadze, niha Şalyarê Derveyê
Sovêtistanê ye, li ser mîgrefonê di kongireya 26ê Partiya Komunîst a
Sovêtistanê da qala damezrandina Şanoya Kurdî kir. Di payiza 1980 da me
şanogerîya “Cînar” yan ku “Elî û Omer”, ji nivîsandina Giyorgî Xakayîf pêşkêş
kir. Naveroka wê li ser pêwendîyên mirovan e , bi hev ra û çawa divê mirov ji
birayên xwe yên mirov ra hez bike. Di sala 1981ê da şahyaneyên mezin û giring
hatin gêrandin, ji bo bîranîna 60 salîya damezrandina Komara Corcîya. Di van
şahyana da sê rojan (13-14-15/Avdarê) şahyane bi rojên çanda kurdî hate kirin û
di van rojan da tev amîrên rojnamevaniyê qala edebyat, hozan û hunera kurdî
dikirin û tîpên kurdî dikirin û tîpên kurdî yên nemayişên folklorî û şanogerî
pêşkêş kirin. Her wisa pir çavpêketin hatine kirinê li gel zana edebyatzan û
hunermendên kurd. Û radyoya komarê programên taybet bo kurda belav kirin û
televizyonê jî filme dekomêntê rengîn
“Em Kurd” nişan da û dîsa ev filme li sînemayên Mosko û hinek bajêrên din jî
hate nîşandan. Kurdên Sovêtistanê ji
Ermenistanê, Asya Navîn, Mosko û Lenîngiradê û bajêrên din jî ji bo van şahyana
civîyabûn. Û Edward Şîrfnadze emîndarê Komîta Navînîya Partîya Komunîsta
Corcîya jî, di rojên çanda kurdî da pişkdar bû. Hîngî me jî herdu şanogerîya
kurdî hate dan û nav li ser danîn Şanogerîya Gelêrî û şanogerî hate xelat kirin
jî. Niha em bi serokatiyên sendîka ra li Corcîya dixebitîn ji bo careka din
şahyane kirinê bi çanda kurdî. Şanogerîya sêyemîn “Bûk û Xesû” ji nivîsandina
xoy: Gulcara Üsif rolê serekî tê da lîst û bi rastî rolekî pir rind û hêja
gêrand. Şanogerîya çaran ji kakila folklorê kurdî bû bi navê “Xec û Siyamend”.
Şanogerîya pêncê, ji berhemên nivîskarê Corcî “Otya Yosyayanî” bû bi navê
“Madem Otombêl Wernegeriyaye”, naveroka wê bi van peyvan tê nas kirin: Li dû wê
kî wê genimî biçîne, kî wê erdî bikêle(bajo), kî wê nanî çê bike? Demek wê bê
gund wê ji xelkê vala bimînin, hê jî nebûye direng, werin da em bizivirîn,
madem Otombêl wernegerîyaye. Şanogerîya Şeşê, ji nivîsandina nivîskarekî Ermenî
bû binavê “Zavayê Biyanî”.
Di sala 1984ê da me 12 roja
geryanek kir li Ermenistanê, me li bajêrên Alaxîr, Sinkîrî, Circirîsî, Bombî,
Şamîranî, Fîrk û bajêrê Cimzînê çend şanogerî peşkeş kirin. Di van bajêra da
kurd piranî ne. Û me li Yêrîvanê jî şanogerîyek pêşkêş kir û pêşwazîyeka germ
ji me kirin.
Her wisa emê herin devera
Batomê ku 200 malên kurd tê da dijîn û bi helkeftina cejna Newrozê emê çend
şanogerîyan pêşkêş bikin û emê herîn Kazaxistanê jî. Di demekî nêzîk da emê
şanogerîya “Tayê Darê” ji nivîsandina nivîskarê Sovêtî Xorî Fîzborc pêşkêş
bikin û emê bixebitîn ji bo pêşkêşkirina şanogerîyên kurdî yên bêtir. Emê
şanogerîya Mem û Zînê ji nivîsandina Şekoyê Hesen jî pêşkêş bikin.
Dixwazî çi ji kurdên li Kurdîstanê ra bêjî, û bi taybetî ji bo xwendevanên
rojnama Gel û govara Pêşeng ra?
Em ji birayên xwe yên kurd
hez dikin û jê ra dibêjin canê me bi we ra ye. Em pir dixwazin dengê azadiya
gelê me bigêhe me û em bibîsin ku gelê me ji sitem û bindestîyê rizgar bûyê û
damezrandina Kurdistana yekbûyî bibînîn. Vîn û daxwaza me ye wê rojê bibînîn û
dixwazin şanogeriyekê li ser wê rojê, roja rizgariya Kurdistanê çê bikin.
Dibêjim bijî gele me, bijî welatê me, bijî xaka me. Em gelek bi hêvî ne ku
tevgera gelê me li ser pirogramekî xebatê yek bigre; çunkî gelê me yek e û
armanca me jî her yek e. Rojnama Gel û Govara Pêşeng li cem me hatine nas kirin
û em wan dixwînîn, ew bi rastî daxwazên gelê me nîşan didin û ewan em bi hevdû
dayne naskirinê. Em şanaziyê dikîn ku hûn di rêya wan da karûbar û xebatên me yên
hunerî nas dikin. Li dawiyê daxwaza serketin û serfiraziyê ji bo xwendevanên
Gel û Pêşengê dikim.
*Di şahyena(ahenga) Newroza
îsal da li Mosko peyamnerê rojnama Gel û Govara Pêşengê kak Mûrad Oso Çawirî,
rêveberê şanoya kurdî ya bajarê Tiblîsê (paytextê komara Corcîya a Sovêtî) naskir
û ev çavpêketine pê ra kir.
Ev gotûbêj di sala 1985an de, di kovara “Pêşeng”
Jimare 10, Çiriya Pêşîn (Cotmehê) de hatiye weşandin.
Yorumlar
Yorum Gönder