Çetoyê Zêdo: Ez dixwazim vê lêpirsîne
bi awayekî giştî (dibe ku hin pirs zêde bin), li ser kar û xebatên cenabê te,
li ser bîr û baweriyê, wêje û nivîskariyê û “99 Morîkên Belavbûyî”… Ez ê hewl
bidim ji berêvkê de bipirsim, lê vê carê bila pirsa dawî ji “adetê derkeve” û
bibe pirsa serê biskê; niha di rojeva we de çi hene, hûn li ser çi dixebitin?
Berhemeke we ya li ber çapê heye?
Helîm Yûsiv:
Di nav destê min de romaneke nû heye. çend meh ji min re divên hetanî ku
biqedînim.

Tu dizanî ez ne li welat
dijîm û têkiliyeke min a wisa rasterast bi xwendevanên kurdî re tune ye. Bi
giştî jî nivîsên rexneyî û şîroveyî yên ku li ser romanên kurdî derdikevin yan
tune ne yan jî hindik in. Ji ber vê ji bilî dîtinên hinek dost û hevalên ku
têkiliya min a takekesane bi wan re heye û çend nameyên xwendevanan di riya
facebookê re ti nirxandinên wisa berfireh ji romanê re çênebûne. Pirsên ku
dihatin kirin, bêhtir di derbarê rastiya qewimandina bûyerên romanê de bûn.
- Em îro dibînin ku bala xwendevanên Bakur di van
salên dawî de, li ser wêjeya bi soranî zêde dibe. Herî dawî romana we “Gava Ku
Masî Tî Dibin” bi soranî hate çapkirin, bala xwendevanên Başûr çawa bû? Hinekî
hûn dikarin li ser vê yekê qala danûstendinên wêjeya kurmancî-soranî bikin?
Mesela weşandina berhemên
kurmancî bi zaravayê soranî li Başûr pir nû ye. Wisa jî nebûye diyardeyeke ku
li hemû Başûr hebe û bi awayekî berfireh belav bibe. Sedemên vê yekê jî ew in,
ku ev tevger di çaçoveya yek weşanxaneyê yan diduyan de ye û ti dezgeh yan aliyên
fermî yên herêma Başûr piştgiriya vî karî nakin. Vê dawiyê romana min a
"Gava ku masî tî dibin" ji hêla weşanxaneya Endêşe ve hat weşandin û
belavkirin. Di festîvala salane ya Endêşe de hem xelata romana kurdî ya sala
2015an dan min û hem jî romana min yekem car hat belavkirin. Wisa xuyaye romana
min pir bal kişand û di sê çar mehan de çapa yekem qediya. Weşanger Hejar
Mejîd, xwediyê Endêşe, ji min re got; ewê di Adarê de çapa diduyan ji romanê
derxînin. Eger em bidin ber kurmanciya wê, çapa diduyan ji heman romanê piştî
şeş heft salan derket. Ji bilî cudabûna rewşa giştî ya Bakur û Başûr, ez
dixwazim balê bikşînim ser rola weşanxanê bi xwe jî. Awayê ku Endêşe pê kar
dike, roleke pir mezin di vê derbarê de dilîze. Weşanxaneyên Bakur berhemê
derdixînin û li benda Xwedê dimînin da ku çend lib ji romanê bên firotin.
Endêşe derûdoreke berfireh ji xwendevanan li dora xwe çêkiriye û ji bo
nivîskarê wê bibe "Star" di wêjeya kurdî de gelek piroje û pilanan
saz dike. Mînakên weha heta niha li Bakur tune ne.
- Em vegerin destpêkê…. Cara ewil, we kengî dest bi xwendina kurdî kir? Kîjan berhem bû, tê bîra wê? Dema ku we dest bi nivîsandinê kir, wê bi kurdî çi nivîsî? Rewşa wê demê, zaroktî û xortaniya we… Hinekî hûn dikarin ji me re qal bikin?
Ez di zarotiya xwe de, li
malê hînî xwendin û nivîsandina tîpên kurdî bûm. Pirtûkên kurdî zêde peyda
nedibûn. Li gor tê bîra min, yekem pirtûka kurmanciya bi tîpên latînî ku min
xwend dîwana "Kîme Ez" ya Cegerxwîn bû. Li Amûdê wan salan kalemêrekî
dostê bavê min bi navê Sedeqe hebû. Dikaneke Sedeqe ya biçûçik hebû û polikên
nameyên postê difrotin. Pê re jî bi dizî pirtûk û berhemên kurdî kopî dikirin,
cild dikirin û difrotin. Piraniya pirtûkên wî yên bi zaravayê Behdînî û tîpên
erebî bûn. Di riya wî re dîwana Cizîrî û Hawara Celadet Bedirxan jî wekî du
cildan gihan ber destê min. Lê hetanî ku pirtûkeke kurdî bidest me diket, li
kêleka wê bi sedan pirtûkên bi erebî hebûn. Ji ber vê xwendina mina erebî bi
sed qatî ji ya bi kurdî bêhtir bû. Di wê demê de nivîsên min ên destpêkê bi
kurdî hewildanên teqlîdkirina Cegerxwîn bûn. Vê dawiyê min naskir çima ji nav
helbestên wî bêhtir ewên ku mîna çîrokan bûn bala min dikişandin, wekî mînak
helbesta wî ya dirêj "Salar û Mîdya" û helbesteke wî ya din jî ku hem
qerfî û hem jî sivik û xweş bû bala min kişand. Ez bawer dikim navê wê
"Serxwebûna Mirîşkan" bû. Ji ber ku ji zarotiya min de ji helbestê
bêhtir meyldariya min li ser çîrokê bû. Yekem hewildanên min yên nivîsandina
çîrokê bi erebî li dibistanê bûn. Tê bîra min di duwazde saliya min de li
dibistanê kêfa min ji mamosteyekî re, ku neheqî li min kiribû û bêsebeb li min
xistibû, qet nedihat. Gava derfeta beşdarbûna di çalakiyeke şagirtên rêza şeşan
de li ber min vebû, min xwest ez bi çîrokekê beşdar bibim. Min çîrokeke qerfî
li ser wî mamosteyî nivîsandibû. Gava min ew çîroka xwe xwend, mamosteyên
guhdar hemû dikeniyan û kêfa wan pir dihat. Bi kenê wan re, ez pê hisiyam ku ez
heyfa xwe ji wî mamosteyê xerab hiltînim û bêhna min bi xwendina wê derket. Bi
gotineke din, bingeha yekem çîroka min di jiyana xwe de nîvisand, tolhildan bû.
Ji wê çaxê û heta niha ez bi nivîsandina çîrok û romanan ne tola xwe tenê, belê
tola welatekî hiltînim.
- Ji bo em nêzî kar û barên we yên wêjeyî bibin, bi
giştî hûn dikarin qala poetîka wêjeya xwe bikin? Xwestek û helwesta we ji bo
roman û wêjeyê çi ye?
Destpêkê ez dixwazim vê
rastiyê piştrast bikim, ku ji bo min nivîsandin oksejîn e. Bê nivîsandin
nikarim bijîm. Ez dinîvisînim ji ber ku ez nikarim nenîvisînim. Di asta yekê de
nivîsandin bersivdana bangewaziyeke hundirîn û kûr ya giyan û rihê min e. Di
asta diduyan de mijara xwestek û helwestan tê holê, ku ez dikarim bi vî awayî
bi gewde bikim, wêje çîrok û roman pirojeya jiyana min e. Çawa hosteyekî
xaniyan kevir bi kevir, gav bi gav, bingehê datîne û li ser wê bingehê avahiya
xwe hêdî hêdî bilind dike û ber bi kemilandinê ve dibe, ez jî di nivîsandina
çîrok û romanê de bi vî awayî çîrok bi çîrok, roman bi roman, pirojeya xwe ya
wêjeyî ber bi avakirin û kemilandinê ve dibim. Aliyê din ê yê vê pirojeyê ew e,
ku em weku nifş karibin wêjeya kurdî bigihînin wê asta ku wêje li hemû cîhanê
gihiştiyê. Divê her kes bizanibe ku Kurd ne tenê bi şer, lê bi afirandin û
berhemdariya wêjeyî jî dikarin bala cîhanê bikşînin.
- Hûn çawa dinivîsînin, ji kerema xwe bi giştî hûn dikarin
qala disiplîna xebatên xwendin û nivîsandina xwe bikin?
Zêdeyî bîstûpênc salan e ku
nivîskariyê dikim, lê heta niha ez wekî nivîskarekî nejiyame. Ez hem
nivîskariyê dikim û hem jî ji bo bidestxistina şertûmercên wê "şer"
dikim. Ji ber ku ez nikarim debara jiyana xwe bi nivîskariyê bikim, ez neçarim
ku ji bo derbara xwe û malbata xwe - ez bavê du zarokan im - biçim kar bikim.
Ti têkiliya karê min bi nivîskariyê re tune ye û rojê bi kêmanî heyşt heta deh
demjimêran li kar diçe. Tenê dawiya heftê, şemiyan û yekşeman, hinek dem ji bo
xwendin û nivîsandinê dimîne. Aniha rewşa min bi vî awayî ye. Ji ber vê, ji bo
nivîsandinê ne ti disiplîn û ne jî demeke weha alîkar heye. Mîna dizekî ku li
benda şeveke reş û tunebûna tava heyvê be, ez jî li benda derfeteke xwendin û
nivîsandinê dimînim. Gava ku ew derfet nayê, ez ji bo wê şer dikim û bi zorê
tînim. Heta niha rojekê ji rojan mercên nivîsandineke weha rehet ji min re
peyda nebûne, lê heta niha rojekê ji rojan jî van mercan zora vî volkanê di
hundirê min de nebirine, ew venemirandine û min xwendin û nivîsandin
nesekinandiye.
- Ji 2002yan ve hûn li Almanyayê ne, ji bilî
nivîskariyê em dizanin ku hûn bernamêyên wêje û hunerî jî çê dikin? Bi van
xebatên we re, dilxweşî an jî serêşiya we çê dibe?
Sala 2000 î ez gihiştim
Elmanyayê. Yê ku hat pêşiya min û ez wê gavê
pêşwazîkirim û heta ez sax bim ciwamêriya wî jibîr nakim dostê min
Mehmet Aktaş bû. Mehmet wê gavê rojnamevanî dikir û di MedyaTV de bername
çêdikirin. Piştî ku min serî li penaberiyê da û qedera min weha diyar bû ku êdî
ez li van deran mam, min di dawiya 2000î de dest bi amadekirina bernameya xwe
ya wêjeyî "Gava sêyemîn" kir. Min bi hezkirineke mezin dest bi vî
karî kir. Li xerîbiyê, dûrî civak û ziman û welatê xwe, mirov karibe her
hefteyekê an du hefteyan bi nivîskarekî kurd re bê cem hev û behsa wêje û
derdên edebiyata xwe bike, ji bo min
derfeteke pir xweş û nirxdar bû. Ji ber vê bernameyên televizyonê ji bo
min mîna pencereyeke bayê hênik yê wêjeyê ye ku her carê bêhntengiya mina li
koçberiyê sivik dike. Bê guman aliyê wê yê serêşandinê jî heye, carinan ji hin
mêvanan dihat ku rexne nedipejirandin û carinan jî ji ber asta hin berhemên ku
dibûn cihê gotûbêjkirina di bernamê de. Wekî din, ev bername bû wesîleya
naskirina bi dehên nivîskarên kurd ji her çar perçeyên Kurdistanê û têkiliyên
min heta niha bi wan re berdewam dikin. Zêdeyî pazde salan e ku vê bernameya
televizyonê amade û pêşkêş dikim û di vê derbarê de gelek tiştên ku hîn dikarin
bêne gotin hene.
- Lehengên wê yê jin, li gorî yên mêr, bi min
bêtir“sêhrkirî”ne, nizam ev bi min wiha tê? An jî em pirsê wiha bibêjin,
“temsîla jinê” di wêjeyê de hûn çawa dinirxînin?
Ji hêla teyorî ve ez dikarim
vê bêjim, ku di wêjeyê bi giştî de ti cudayiyeke mezin di navbera jin û mêr de
li cem min nîne. Kesên romanê, gava ku di pêvajoya hunerî û wêjeyî ya berhemê
de pêdivî bi "sêhrkirinê" hebe, ewê rahêje vê xisletê. Ew
"sihih"bûn ne ji ber ku jin e yan jî mêr e, wê hebe. Ew bêhtir
girêdayî taybetiyên karekter in. Eger di berhemên min de jin bêhtir sêhrkirî
bin, ewê ne bi zanebûn û ji ber ku jin in weha bûye, lê ji ber ku şert û mercên
honandin û herikandina pêvajoya wêjeyî ya berhemê, wê dixwaze.
- Dîsa pirseke giştî lê çi bikim, bi xwe nikarim… Zêdeyî 20 salan e ku
cenabê te dinivîse, di van salan de, ji bo we çi guherî an jî çi weke berê ma?
Guhertinên nivîskariya we berê û niha çi ne? Ji bo nivîskariya xwe, hûn xweziya
xwe bi çi tînin? Salên 1990î, 2000î,
2010î ji bo wê çawa bû û ji îro pê de, wê wêjeya kurdî ber bi ku ve biçe?
Ez ne ji wan kesan im, ku
gelekî li paş xwe dinerin. Ji salên 1990î ve heta niha tiştekî ku wekî xwe mabe
nîne. Hem rewşa giştî hatiye guhertin û hem jî rewşa min bixwe ku ev şazde sal
in min cih guhertiye. Di van salan de tiştekî ku min bi kêfa xwe kiribe û lê
poşman bûbim, yan jî xweziya xwe pê bînim jî tune ye… Ji bo siberoja wêjeya
kurdî ez xweşbînim. Li rojavayê Kurdistanê niha nifşeke zarokên kurd bi zimanê
xwe perwerde dibin. Ev jî tê wê wateyê ku heta demeke din jî wê di wêjeya kurdî
de ti pêngavên pêşdeçûna berfireh û giştî wê tunebin. Hemû pêşdeçûn û
berhemdariya ku niha heye, encama keda hin nivîskaran ya takekesane ye. Tiştê
em niha dibînin jî, ji tiştê ku duh û pêr hebû ne cudaye. Mebesta min jê ew e
ku guhlêdaneke mezin ji bo pirojeyên çekdarî û yên siyasî heye, lê ti pirojeyên
çandî yan jî wêjeyî ji hêla dezgeh û hêzên kurdan yên bi bandor ve tune ne.
Tiştê ku heye ev e; carcaran di encama serkeftinên siyasî û çekdarî yên
sînorkirî de, hin rê li ber ziman û wêjeya kurdî jî vedibin. Ji ber vê, berê
wêjeya kurdî li wê deverê ye ewa girêdayî şertûmercên siyasî. Ev nayê wê wateyê
ku wê nivîskarên kurd yên hene li benda siyasetê bimînin. Her nivîskarekî kurd
ji hêla xwe ve weku takekes kevirekî datîne ser bingeha wêjeya kurdî ya ku hîn
di qonaxa xweavakirinê de ye.
- Erebî ji bo we çi ifade dike?We hin berhemên xwe,
peşî bi erebî û piştre bi kurmancî nivîsand, dema ku hûn li herdûyan jî dinêrin
çi hîs dikin?
Erebî ji bo min zimanê duyem e.
Du pirtûkên min yên destpêkê “Mêrê Avis” û “Jinên Qatên Bilind” bi erebî derketin
û dûv re min ew kirin kurdî. Vegera mina bi temamî li kurdî vegera li xwezaya
min e, vegera li normalbûnê ye. Ya herî normal ew e ku her kes bi zimanê xwe
binîvisîne. Ji bo min, ji ber şertûmercên ku her kes wan dizane, nivîsandina bi
erebî mîna derketina ji çerm bû. Rewşeke ne normal bû. Niha wekî ku mirov li
çermê xwe vegeriya be û vegeriya be rewşa normal. Ev aliyekî meselê ye, ji
aliyê din ve min wêjeya cîhanê di riya erebî re naskir, wisa jî naskirina
teknîk û hunera wêjenivîsandinê di riya vî zimanî re bû. Ev zimanê ku bi darê
zorê bi me hate fêrkirin, wisa lê hat ku ji bo me bû mifta deriyê naskirina
wêjeyê. Vê yekê hem hestên nefretê û hem jî hestên hezkirinê li hember erebî,
bi xwe re anîn. Niha kurdî zimanê min ê nivîsandinê yê sereke ye, lê min bi
temamî dev ji erebî jî bernedaye. Ez bi kurdî dinîvisînim û li kêleka wî jî bi
erebî, wisa jî ez bi kurdî, erebî û elmanî dixwînim.
- Di piraniya “Şêwir û komên xwendinê”de ji berhemên
we hate xwendin, li ser van koman dîtinên we?
Ez vê diyardeya“Şêwir û komên
xwendinê” diyardeyeke pir baş û bi nirx dibînim. Pêdiviya kurdî ji her zimanî
bêhtir bi avakirina van koman heye. Kêmbûna xwendina bi kurdî yek ji
pirsgirêkên ciddî ye ku di riya pêveçûna wêjeya kurdî de dibe kelem. Hem
bandora xwe li ser belavbûna pirtûkê û helwesta weşangeran dihêle, hem jî
bandoreke neyênî li berhemdariya nivîskarên kurd dike. Ji ber vê avakirina van
koman û xwendina berhemên wêjeya kurdî ji hêla komên ciwanan ve gavine cihê
rêzgirtinê ne û her kesê ku keda wî yan keda wê di avakirin û birêvebirina
karûbarê van koman de hebe, cihê pesindanê ye. Ji hêla min ve hergav bi
kêfxweşî pêşwaziya xwendin û gotûbêjkirina hin berhemên xwe dikim û bi baldarî
dîtin û nerînên wan dişopînim.
- Carinan di medya civakî de hûn pêrgî mirovên “bêcir
û feysbûkî” tên, ji vê geremol û gelemşeye wan hûn xwe çawa disitirînin an jî
çareser dikin, ne yek ne dudo ne?
Mîna her alaveke medya civakî
facebook jî dikare alaveke pir baş yan jî pir xerab be. Herdu rûyên wê hene. Ji
bo min ez kêm caran pêrgî tevlihevî û pevçûnên biçûk hatime. Heta ji min tê ez
dûrî van pevçûnan diçim. Carinan jî mirov neçar dibe ku bersiva hin kesan bide
û li hember êrîşan bêdeng nemîne. Ji bo min facebook alaveke têkiliyê û
agahîwergirtinê ye. Di vê çarçovê de heta niha ti serêşandinên weha berbiçav ji
min re bixwe re nanîne.
- Di pirtûkxaneya we de ji navên nîvîskarên nû yên
kurdî kî hene? We îsal çi xwendin û hûn ji nivîskarên nû kê diecibînin?Em bi
israr dixwazin ku cenabê te çend navan pêşniyarî me bike?Em jî dixwazin wan
bixwînin.
Ez nikarim bêjim ku hemû
berhemên nivîskarên nû digihêjin min û ez wan dixwînim. Lê heta ji min tê û her
ku derfet çêdibe ez berhemên nû bidestdixînim û dixwînim. Piraniya navên ku
niha dinîvisînin ez ji nivîsên wan hezdikim. Tenê tuyê bibûrî ku ezê nikaribim
navan bidim, ji ber ku her ku min nav dane pişt re dilnexweşî peyda bûye. Ya
din jî nav ne bi hezaran in ku tu bêjî mirov du sê navan ji wan bibêje. Ez
pêşniyaz dikim ku hemû berhemên nivîskarên nû bêne xwendin. Xwendevanê baş
dikare bilez biryarê bide ku xwendina berhema di nav destên xwe de berdewam
bike yan na!
- “Sol û Serî, Şermola…” û ji hin çîrokên we şano hate
lîstin û niha jî li Mêrdînê “Sol û Serî” tê amadekirin. Hûn têkiliya şanogerên
kurd, bi wêjeyê re çawa dibînin. Rewşa şanogerên me hûn çawa dibînin…?
Li Kurdistanê û ji ber rewşa
taybet ya kurd têde dijîn, hemû bar ketiye ser milê derûdoreke teng. Ez bawer
dikim ev in, evên tu wan wekî şoreşger bi nav dikî. Ji şerkirinê bigre, hetanî
bi ragihandinê, hetanî bi lîstikvaniyê û şanogeriyê. Dagîrkeran pişta civaka me
şikenandiye û miletê me perîşan kirine. Beşek mezin ji civaka kurd bi xwe ve
girêdane û ew kirine kole. Bi wê koletiya xwe kêfxweş in û kêf kêfa wan e. Di
vê rewşa awarte de derûdoreke dilsoz, fêdakar û berxwedêr heye. Ew xwedî li
hemû nirxên me yên hunerî, civakî û çandî derdikeve. Tiştekî xwezayî ye ku
têkiliya min weku nivîskar bi vê derûdorê re xurt be. Ji ber vê tu dibînî
nêzîkbûna wan carinan ji lîstina şanogeriyekê re mîna pêkanîna çalakiyeke
siyasî yan çekdarî ye. Du aliyên vî rengî ji têkiliyê hene, ji aliyekî ve
karekî pir ji dil, pir ciddî û bi germayiyeke mezin dibe. Ji aliyê din ve hin
kesên ne pisporê vî karî di nav de cih digrin û wekî ku bi germayî û bilezûbez
wî karî pêk tînin, wisa bi germayî û bilezûbez dev jê berdidin. Wekî mînak hema
te dît hinek çûn û bûn gerîlla. Ji ber vê her cara ku behsa amadekariyên bo şanogeriyeke min dibe,
ji aliyekî ve kêfxweş dibim û ji aliyê din ve jî destê min li ser dilê mine ku
hergav nameyek ji min re bê û bibêjin êdî nemeşiya û kom ji hev belav bû.
- Berî ku em hevpeyvîna xwe biqedînin, gelo kê Azadê
“99 Morîkên Belavbûyî” kuşt? Dibe ku hûn nexwazin bersivê bidin, lê pir nîqaş
li ser hate kirin? Qe nebe ji me re qala “Muxtar” bikin, ew heye, niha çi dike,
hê jî li kampa penaberan e?
Kujerê Azad di romanê de
diyar e. Ew xortikê elman ê nijadpereste ku ji paş ve derba kuştinê lêxist û
notûneh morîkên jiyana wî li kolanê belawela kirin… Muxtar, bi hatina penaberên
Sûriyê yên nû re û bi guhertina hin qanûnên di derbarê wan de rewşa wî jî hat
guhertin. Niha ji kampê derketiye. Mafê mana li Elmanyayê bidestxistiye û berî
çend rojan soz da min ku di nêzîktirîn dem de berê xwe bide Amûdê û jinekê nû
ji xwe re bîne û vegere. Vê carê ne mîna muxtarê kampeke penaberan, lêbelê mîna
şaredarê bajarekî bi jina xwe ya nû re bijî.
- Ji Binxetê ber bi “Rojava” de, dîtinên we yên dawî û
hêviyên xwe jî ji me re bibêjin ku em xatir ji cenabê te bixwazin…
Li ku derê dibim bela bibim,
wê her dilê min li Binxetê lêxîne. Dengê
lingên Azadiya ku hatiye ber derî ez serxweş kirime, lê bedel jî pir giran e.
Deh rojên berî sersalê ez li wir bûm. Di wan deh rojan de min çavên xwe xistin
herdu çavên Azadiya li ber derî û min jê xwest ku êdî careke din pişta xwe nede
me û neçe. Xwesteka hatinê di çavên wê de eşkere bû, lê di heman demê de tiliya
xwe jî ber bi dîwarên bilind û asê yên ku dîrokê em pê dorpêçkiribûn, vedikir û
dixwest bibêje ku pir û pir zor e, lê ewê bê. Ez jî bi wê hêviyê dijîm.
Helîm Yûsiv,
di sala 1967an de li Amûdê, li Sûriyê/ Rojavayê Kurdistanê/ ji dayik bûye. Li
zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûq qedandiye û ji sala 2000î ve li Elmanyayê
dijî. Bi dehan gotarên wêjeyî di kovar û rojnameyên erebî û kurdî de weşandine.
Heta niha berhemên wî bi Kurdî, Erebî, Tirkî, Farisî û Elmanî hatine weşandin.
Berhemên wî yên çapkirî ev in:
- Jinên
qatên bilind – Çîrok – 1995
- Mirî
ranazin – Çîrok – 1996
- Sobarto–
Roman – 1999
- Memê bê
Zîn – Çîrok – 2003
- Tirsa bê
diran– Roman – 2006
- Gava ku
masî tî dibin– Roman – 2008
- Romana
kurdî -Lêkolîn- 2011
- Ausländer
beg –Çîrok- 2011
- 99 morîkên
belavbûyî – Roman- 2015
Yorumlar
Yorum Gönder