
Berhemên Wî:
Veger (Roman (Yeketiya Nivîskarên Kurd, Duhok,
2006- Çapa 2yemîn: Na, Izmîr, 2014)
Wendabûn (Roman, Verlag für Kultur und Wissenscahft,
Bonn, 1985- Çapa 2yemîn, Na, Izmîr, 2014)
Çîrokên Hejdeh Salan (Çîrok, Weşanên Doz, Stenbol,
2005)
Pisik Jî Xewnan Dibînin (Çîrok, LÎS, Amed, 2004)
Namûsa Êmo (Çîrok, Haykurd, Stockholm,1994)
Jana Heft Salan (Helbest, Enstîtuya Kurdî ya
Brukselê, Brûksel, 1990)
Mehkemekirina Selaheddînê Eyûbî (Şanoname, Haykurd,
Stockholm, 1989)
Em û Pirsa Me (Gotar, Weşanên Celadet Bedirxan,
Sydney, 1987)
(Ji Amanî Werger) Şerefa Wendabûyî Ya Kathaina Blum
(Romana Heinrich Böll, Weşanên Nûdem, Stockholm, 1997)
Çetoyê
Zêdo: We kengî, li ku û çawa dest bi xwendin û nivîsandina bi kurmancî kir,
rewşa we ya wê demê çawa bû?

- Ewilî
dixwazim li ser “Mehkemekirina Selahiddinê Eyûbî” pipirsim, we kengî û çawa
dest bi nîvîsandina wê kir, hinekî dikarin qala serboriya wê bikin?
Salên 80yî gellek ji têkoşerên Kurdan xwe marksî
dihesibandin, “devrimcî” bûn. Pirraniya wan bi wê yekê bawer bûn ku “karkerên
cîhanê bira ne…” Di heman demê de, hinekan ji musilmanên Kurd weha dizanibûn ku
“musilman hemî bira ne.” Yek ji sedemên nivîsandina şanoya Mehkemekirina
Selaheddînê Eyûbî wê demê ew bû, ku raber bikim kesekî ji Selaheddîn bêtir
baweriya xwe bi “biratiya musilmanan” û têkoşana bo îslamê nehanîbû, lê wê
baweriyê û wê têkoşanê çi amancên sûdmend negîhandin neteweya kurdî. Bo min ev
ne rexnegiriya li cenabê Selaheddîn bû, çimkî di wê qonaxa demî de nasnameya
kesan û gelan bêtir olî bû û neteweperestî ne amanca rojê bû. Rexnegirî bêtir
li wan kes û komên salên 80yî bû, li komonîstan û ta radeyekê li musilmanan.
Min xwazt raber bikim, ku ligel hemî fîdakariya Kurdan bo îslamê û ligel
piştgiriya gellekan ji wan bo komonîzmê, çawa di sedsala 20an de ne welatên
musilmanan, ne jî yên komonîstan hatin hawara milletê Kurd. Min şano di nîvê salên
80yî de nivîsand.
- Ji
hevpeyvîna we ya bi Mehmet Uzun re (1987) em dizanin ku we “Mehkemekirina
Selahiddinê Eyûbî” nivîsiye û ji xwe piştî wê tê weşandin. Ji wê demê heta roja
me, we şanoname nenivîsî? Di heman hevpeyvînê de hûn qala nivîsandina şanonameya
ji destana “Derwêşê Evdî” dikin. Bikaribin me bêtir agahdar bikin?
Rast e, berhema Mehkemekirina Selaheddîn sala 1989an
li Stockholm, ji aliyê Haykurd ve hat çapkirin. Destana Dewrêşê Evdî berhemeke
ji aliyê rengînbûna Kurmanciya devokî ve gellekî grîng e û şûna wê di wêjeya
gelêrî û çanda kurdî de nerxbilind e. Stranbêjê navdar yê herêma Kobaniyê û Deşta
Sirûcê Baqî Xido ew wek serpêhatî li ser 3 kasêtan tomar kiribû û ji min re şandibû.
Berhem bi nivîs tunebû. Min tevahiya berhemê wekî wî gotibû nivîsand, lê min
hinek guhertinên biçûk xistin nav wê, wekî guherandina hinek peyvên Erebî û
Tirkî bi yên Kurdî û zelalkirina wateya hinek hevokan. Dû re min berhem xwend û
deng bi alîkariya Dezgeha SBS li Australya li ser DVDyekê tomar kir. Me bêtir
ji 100 DVDyan belaş ji yên meraq dikirin re şandin. Wê demê min dil hebû vê
destana bi nerx wek şano binivîsînim, lê rewşa xwedîderneketina Kurmancan li
zimanê xwe ez dilsar kirim û dema min jî gellekî bi sînor bû. Mixabin projeya
min wek şano encam neda, lê min berhema bi dengê xwe bi 17 xelakan xist nav
berhemên Youtubê, hemî li wir in.*
- Berî
ku hûn “Mehkemekirina Selahiddinê Eyûbî” binivîsin bi kurdî kîjan şanoname li
ber destên we hebû, an nivîskarên wê demê ji kîjan berhemên şanoyê yên bi kurdî
dizanîbûn, an jî we xwendibû?
Çi berhemên şanoyî yên kurdî di dest min de nebûn.
Di naveroka xwendina min ya bilind de beşekî xwe bi wêjeya Almanî ve peywendî
dikir. Di wî beşî de ez rastî hunera şanogiriyê hatim û bandora berhemên hinek
nivîskarên alman, yek ji wan Bertolt Brecht li zanîna min hebû.
- Gelek
balkêş e ku cenabê te ji bo dema “Mehkemekirina Selahiddinê Eyûbî” sala 1993yan
bijartiye, lê em dizanin ku weke pirtûk di sala 1989an de çap dibe, lê hêviya
we ya salên 1980yî de ew e ku wê kurdistan an perçeyekî wê di vê salê de (1993)
azad be? Bi we ev rasthatineke çawa ye?
Wekî dizanî, naveroka şanoyê xeyalî ye, çiqa
agahiyên dîrokî derbarê Selaheddîn de ne xeyalî bin jî. Lê gellek rûdan di nîvê
salên 80yî de li Başûrê Kurdistanê diqewimîn û min hêvî dikir hinek
destkevtiyên Kurdan ê li wir hebin û qe nebe beşekî ji wê herêmê dê di dest
aliyê kurdî de be.
- Şano
ji bo we çiye, hûn dikarin qala têkiliya xwe û şanoyê bikin? Bi a we bûya we
dixwest kîjan berhem an mijar di şanoya kurdî de bihata ser sehnê?

- Ji
bo em nêzî kar û barên we yên wêjeyî bibin, bi giştî hûn dikarin qala poetîka
wêjeya xwe bikin? Hûn çawa dinivîsînin, ji kerema xwe bi giştî hûn dikarin qala
disiplîna xebatên xwendin û nivîsandina xwe bikin?
Dema min dest bi nivîsandinê kir, min meraq dikir
tiştekî nû bidim xwendevanên xwe. Bêguman rewşa gelê Kurd tê de, em bixwazin-nexwazin,
her bandorê li me dike, lê destpêka salên 80yî babetên di nav wêjeya Kurmancî
de bi sînor bûn. Ji ber ku ez bi salan li derve mabûm, tecrûbeya jiyana li
Ewropayê û Australyayê bi min re hebû û ji ber ku fersend ketibû dest dema
xwendina bilind di hinek şaxên akadêmî de beşine ji wêjeya Almanî, Înglizî û Fransî
bibînim, min dixwazt babetên ez ji berhemên xwe re dibijêrim û şêweya
nivîsandina min cuda bin. Heye ku bandora zimanên din jî rola xwe leyîztibe, ji
aliyê peyvan û rêzimaniyê ve, bo nimûne. Ya din, çiqa di hinek helbestên xwe de
“atifî” me û rasterast bo doza kurdî piştgir im, di heman demê de bi awayekî
vekirî bo Kurdan rexnegir im. Ev rexnegiriya min di roman û kurteçîrokên min de
jî zindî ye. Yên romanên min “Wendabûn” û “Veger” her weha hinek ji kurteçîrokên
min, xwendibin ê dîtibin ku ew ji berhemên kurdî yên din cuda ne. Mebest
bêguman ne ew e ku ji yên din çêtir in, lê çêtir bin yan xirabtir bin, cuda ne... Mixabin va demek e ez pirr hindik dinivîsînim,
mebesta min ez berhemên wêjeyî hindik dinivîsînim. Sedema herî grîng di vî warî
de dilsariya min ji rewşê ye. Xwendevan gellekî hindik in. Çiqa jimara wan van
demên dawîn piçekî zêde bibe jî, nivîskar çi reaksiyona bi kalîte nabîne. Weşandina
pirtûkan ne hêsan e. Carine mirov hem weqa diweste û berhemekê dinivîsîne û hem
bo weşandina berhemê diêşe û heta heye ku bihêt îhanetkirin jî. Carine divêt
mirov berhema xwe bi pereyan bide çapkirin… Bêguman meraq li nik min nebûye ku
bibim e’tarê firotina berhemên xwe, min çi caran pirtûkên xwe nefirotine. Bi
kurtî, wek nivîskarê Kurmancan mirov bi rê ve gellekî dilsar dibe. Baş e ku
hinek ji ciwanên me kesên ciwanmerd in, li wêjeyê xwedî derdikevin, westabûna
nivîskêr “teqdîr” dikin. Ev jî ji bo min her grîng bûye. Di van salên dawîn de
min bêtir gotar nivîsandine û hinek helbest.**
Xwendina min ya wêjeyî jî van rojan ne wek berê
dewlemend e. Ji ber ku matiryalê pêdivî bi xwendinê heye weqa pirr bûne, dema
mirovî nema têrê dike. Mîdyaya Civatî, rojname, kovar, ragîhandinên corbicor û
bi zimanên cuda, huner, mijarên siyasî û teknolojî, înternêt, radyo,
televizyon, mûzîk… A nuha ez romaneke bi almanî dixwînime, romana Demian ya
nivîskarê almanî Hermann Hesse, hêdî-hêdî.
- Ji
şanoname, roman, çîrok, helbest, û heta wergerê em dibînin ku cenabê te
berhemdar e… Çi hêza we ya wêjeyê û nivîsê xurt dike?
Li nik her mirovekî carine meraqeke bi hêz heye.
Meraqa min li nivîsandinê heye. Bi kurtî, min nivîsandina bi Kurmancî da pêş
zimanên din ji ber ku zimanê diya min di nav rewşeke xirab de bû. Ta ji dest
hat, min hewl da ku ji aliyê xwe ve sûdekê bigihînim vî zimanî. Ji ber ku min
welatê xwe, malbata xwe û xelkê xwe li dû hîştin, min li ser xwe wek deynekî
dît ku ta ji dest hat bo mafên gelê Kurd û Kurmancî tiştekî sûdemend bikim… Nivîsandin
bêhna min fireh dike û dihêle ramanên di nav hişên xwe de bi rêya peyvan
derînim. Tecrûbeyên jiyanê, zimanên bi wan dizanim, xwendina bilind û danûstendina
bi mirovan re agirê hezkirina ji nivîsandinê di dilê min de gurr dikin.
- Di
wêjeya kurmancî de hûn “temsîla jinê” çawa dibînin û dinirxînin?
Rola jinê wek nivîskar gellekî bi sînor e. Çiqa di
nav çend salên derbasbûnî de jimareke ji jinên nivîskar hatin holê jî, ta nuha
pirraniya jinan xwe bi nivîsandina helbestê û gotarê ve mijûl kirine. Bêguman
sedemên vê encamê hene. Ji sedemên ku her weha bandorê li rewşa nivîskarên peya
dikin pê ve, bo jinan sedemên din jî hene, wekî bandora erf û toreyan, nebûna
derfetên perwerdebûna wek nivîskara bi Kurmancî, nebûna derfeta bijartina karê
nivîskariyê wek “meslek” li dû zewacê…
- Bi
dîtina we edebiyata kurdî di nav 30-40 salên dawî de çi qasî bi pêş ve çû? Hûn
siberoja wê çawa texmîn dikin?

Mixabin ez derbarê siberoja Kurmancî de a nuha ne
geşbîn im. Me hêvî dikir ku zîzbûna mîdyaya civatî dê bo Kurmancî gellekî bi
sûd be, lê mixabin pirraniya Kurmancan li şûnên wek Fêsbûkê bi Tirkî û Erebî
dixwînin û dinivîsînin. Gellek kes dixwazin di nav rojekê de fêrî xwendina
Kurmancî bibin û bibin “nivîskar.” Dema dibînin ne pêkan e, dest jê berdidin,
xwe nawestînin û hema bi hêsanî hemî kêmasiyên xwe dixin stuyê bindestiyê û
dewletê. Gellekên din ji Kurmanciya edebiyatê, ji Kurmanciya standart,
tênagihên, asoteng in û weha dizanin ku tenê zaravayê herêma wan Kurmanciya
durist e… Pêdivî bi perwerdekirineke giştî heye, ne tenê derbarê fêrkirina
Kurmancî de, lê her weha ji bo amadekirina mamosteyên bi zanîna akadêmî. Pêdivî
bi guherandina zihniyeta mirovê Kurmanc heye, ku catê xwe jî berpirsê rewşa xwe
û welatê xwe bibîne.
Ligel hemî aliyên neyênî jî, bandora teknolojiya nû,
televizyonê û Fêsbûkê dê hebe. Lê ta ku mirovê/a Kurmanc xwe berpirs hest neke,
xwe newestîne û xwe neguhere pêşveçûna wêjeya Kurmancî dê bi sînor be.
- Tecrûbeya
we derbarê pêdagojiyê de jî heye. Di vî warî de pêşniyaziyên we bo Kurdan çi
bin?
Zanistiya derbarê mamostetiyê de gellekî grîng e. Li
hinek welatan, Japon jî di nav de, pêşkevtina derbarê zanînê û teknolojiyê de
bi saya mamosteyên baş hat holê. Hukûmetên welatên wek Japonê ne tenê mamosteyên
baştir li dû şerê cîhanî yê dawîn amadekirin, lê her weha nerx dan wan…
Pêdiviya mamosteyên baş bi zanînê, amadekirinê, perwerdekirina guncav û meraqa
li pêşkevtinê heye. Ger mamosetyên weha nebin, pêşkevtin nikare bihêt
misogerkirin. Tiştekî gellekî grîng bo pêdagojiyê û perwerdeyê veqetandina
zanînê ji propagandaya siyasî ye. Propagandaya siyasî û îdyolojî jehrê dixe nav
sîstêma perwerdeyî... Ji bo perwerdekirinê her weha matiryalên kalîteberz
pêwîst in. Pirtûkên bi naverokeke qenc divên,
pirtûkên bi zanînê dewlemend û ji propagandaya siyasî vala… Di sêstêmên
klasîk yên welatên rojhilatî de dema perwerdekirinê mamoste serpereşt û serdar
e û pirtûk rê ye, lê di sîstêmên perwerdeyî yên nûjen de zarok, ciwan û şagirt
bi serpereştî û rêveberiya mamosteyan bi xwe lê digerin û dibînin, yanê bi xwe
beşdare fêrbûnê û xwepêşvebirinê dibin. Mamoste û pirtûk di vê proseyê de
alîkar in. Di nav civatên Kurdan de pêşekî pêşvexistina zanîna pêdagojî,
amdekirina mamosteyan û amadekirina matiryalê baş divên. Bêyî wan perwerdekirin
amancên bilind nade. Grîng e bihêt zanîn ku raberkirina şehadeyeke akadêmî ya
bilind ne her dem misogerkirina başbûnûa xwediyê şehdaeyê di şaxê pêdagojiyê de
ye. Pêdagojî bi xwe meslekek e. Li welatekî wek Australya, bo nimûne, heta ger
te şehadeyeke xwendina bilind hebe jî, te maf niye bêyî şehdeya pêdagojiyê bibî
mamoste.
- Têbiniyên
we yên derbarê nivîskarên li derveyê welêt çi ne?

Ji hin berhemên wî yên bi nivîskî û dengî:
* https://www.youtube.com/user/shahinsorekli/videos
** www.facebook.com/ShahinBekirSorekli
Yorumlar
Yorum Gönder