Berê paceya odeya Xanim D’Armende miqabilî Broadwayê û şanogehên wê bû. Lynette D’Armendeyê berê paldanka xwe guhertibû û pişta xwe dabû Broadwayê. Ew lîstikvanek bû û pêdiviya wê bi şanoyên Broadwayê re hebû lê pêdiviya Broadwayê bi wê tunebû. Ew li Hotêl Thalia dima. Lîstikvan havînî dihatin vir û ji bo bikaribin karekî bidestxin heta payîzî li benda şanoyên biçûk ku dest bi sezona xwe dikirin diman. Odeya Xanim D’Armandeyê yek ji wan odeyên piçûk î hotêlê bû, lê li vê derê gelek bîranînên wê hebûn û her wiha hin wêneyên hevalên wê yî herî nêz jî hebûn. Wê niha li wêneyekî ji wan dinêherî û pê re dibişirî.
Xwe bi xwe go: “Xwezî
min bizanibûya niha Lee li ku ye.”
Wê li wêneyekî Xanim
Rosalie Rayê dinihêrî, jineke pirr bedew î ciwan bû. Di wêneyê de, Xanim Ray bi
etekekî kurtî kin li ser hêlanekê bû. Her şeva wê ya şanoyê li ser hêlana xwe
ya bilind di ser serên hemû temaşevanan re ba dibû.
Dema ew wiha li ba
dibû, hemû mêrên li şanoyê bi sergermî radibûn serpîya. Ji ber ku dema çîmên
xwe yî xweşik î dirêj li jor ba dikir, di dawî de jartîyerê xwê yî zer vedikir
û ser mêran da berdida. Wê her şevê wiha dikir û her şevê bi sedan dest li ba
dibû ku jartiyerê wê zevt bikin. Wê tiştên din jî dikir. Distra û dans jî dikir
lê dema diçû hêlana xwe hemû mêr şipyayî bûn. Ne hewce bû ku Xanim Ray, di
şanoyê de li hêviya karekî din bimaya.
Hat bîra Xanim D'Armandeyê
ku du sal berê, bi carekê re Xanim Ray ji şanoyê veqetiyabû û ji jiyana bajêr
bihurîbû. Piştî hîvdeh deqan Xanim D’Armande çawa ku go “Xwezî min bizanibûya
niha Lee li ku ye” deng ji derîyê wê hat.
Ew bû, belê, Rosalie Ray ew bi xwe bû.
Xanim D'Armandeyê go “Derbas
be” pê re Xanim Ray kete hundir. Belê ew Rosalieyê bû. Piştî ku wê şewqeya xwe
derxist, Xanim D'Armandeyê dît ku ew çiqasî liberketî ye.
Rosaliayê go: “Odeya
min li qatê jora te ye, gotin ku tu li vir e.”
Lynnette lê vegerand û
go: “Ji dawiya meha Nîsanê ve li vir im. Ez ê hefteya bê, li bajarokekî dîsa
dest bi xebatê bikim. Ka bibejê Lee, sê meh berê tu ji şanoyê veqetiya. Çima tu
li vir î?”
“Ez ê ji te re bêjim
Lynn, ewil ka qedehekê bidî min.” Xanim D'Armandeyê şûşeyek dirêjî hevala xwe
kir. Rosalie: Oxx, çi xweş! Ev serê sê mehaye ku cara ewil devê min vexwarinekê
dibe. Belê Lynn, ji şanoyê veqetiyam, ji heyatê offbûm ji ber destê mêra
behitîm- ji wan zilamên ku dihatin şanoyê. Tu jî xweş zanî, divê em hertim bi
wan re di gengeşiya şer de bin. Ew heywan in! Ew ji mero dixwazin tu bi wan re
derkeve, ji te re qedehek an du qedehan îkram bikin û pişt re li himberî vê jî,
ji wan weyê ku çi bixwazin dikarin pêk binîn. Çi jahr e! Di xebatê te em
dibehitin û di ser halan de heqdestê me pir kêm e, em dimînin li hêviya ku
bikaribin tevlî şanogeriyekê bibin û ev yek tu carî pêk nayê. Ev hemû li
aliyekî, min ji ber destê mêra şano terikandibû.
“Belê, dema havîn hatibû min dused dolar dabû serhev û min dev ji şanoyê qeriya û çûm gundekî piçûk î li qiraxa bahrê bû. Mi digo ez ê havîna xwe li vir derbas bikim û xwe hînî lîstikvaniyeke baştir bikim.”
“Lê li wir yekî din
hebû di heman malê de dima – ew Reverend Arthur Lyle. Belê Lynn, ew yekî
bawermend û nêzî dêrê bû! Çawa çavê min bi wî ket, di wê kêlikê de dilê min
kete wî. Ew zilamekî pêjnxweş û
yekî baş bû. Belê, ev tenê çîrokeke kin e, Lynn. Piştî meheke din me bîryara zewacê
da. Me dest bi haziriya jiyaneke di xaniyekî piçûk î nêzî dêrê, tevî şênahî û ajalan.
“Na na, min jê re qala nekir ku ez lîstikvanek bûm. Min xwest hemûyî jibîr bikim û xwe ji her tiştê berê qut bikim.”
Ez bextewer bûm. Çi xweş e, ne! Diçûm dêrê, min alîkariya jinên gund dikir. Ez û Arthur em derdiketin gerrê- ku ew gund di dunyê de cihê herî xweş bû. Min dixwest heta hetayê li wir bijîm…
Rojekê serê sibê,
jineke navsere ku di suxra malê dikir,
dest bi qalkirina Arthur kir. Ligel ku pir ji Arthur û maqûlbûna wî razî
bû jî, ji min re qala destgirtiya Arthur ya berî min kir. Digot hezkirina wî bi
dilşikestinê bidawî bû. Qala vêya jî kir ku wî di sindoqa xwe de yadîgariyek veşartiye.
Tiştekî ku aydî wê jinikê ye. Go, carinan derdixe û lê dinêre. Lê wê nedîtiye
ku ew çi ye di sindoqa qufilandî de.
Wê rojê piştî nîvro min
jê re mesele vekir.
Go, “Ida,” (helbet, min
li wir navê xwe yê rastîn bikartanî) “Ew li berî te nas bikim ma û piştî te,
min ew qet nedît. Ew ji hezkirina min î li himberî te tiştekî din bû.”
Migo: “Ew xweşik bû?”
Li mi vegerand û go:
“Pir xweşik bû”
“Te ew her ji çiqasî
ditît?”
Go “Li dor deh caran
min ew dît.”
“Lê ew yadîgarî- a ku
wê ji te re şandibû?”
“Ew ji aliyê wê ve ji
min re hat.”
Min pirsî “Çima êdî te
ew nedît?”
Wî bersivand: “Ew pir
dûr û bi ser min re bû” Pişt re “Ida, ew qediya. Tu xwe naqeherî ne?”
“Na, çi hewce ye. Ji
berê deh carî bêtir ji te hez dikim.”
Û min jê hez kir, Lynn.
Tu fam dikî ne? Çi dilgirtineke mezin bû. Wî ew tu carî ew nedît, pê re nepeyivî
lê jê hez kir û doza tiştekî lê nekir. Ew ne ji wan zilamên din bû, ez
dihizirîm ku- ew zilamekî rastîn û baş bû.
Wê rojê piştî nîvro
saet li dora çaran, Arthur derket derve. Devê deriyê odeya wî vekirîbû, sindoqa
wî bêkilîl bû. Di wê gavê de min biryar da ku biçim li vê yadîgariyê binêrim.
Min sindoq vekir û hêdîka ew ji qutîya wê derxist.
Min bala xwe da
yadîgariya di dest xwe de. Pişt re bilez min berê xwe da odeya xwe û min bahola
xwe da hev. Hêjayê ber dilê min î Arthur, ew zilamê min î rastîn û baş, ji wan
hemû zilamên din ne cuda bû!
Xanim D’Armendeyê
pirsî: “Baş e, Lee, lê te nego di qutiyê de çi hebû?”
Xanim Ray qeriya: “Tenê
yek ji wan jartiyerên min bû”
O.
Henry
“The
Memento” (1908)
Yorumlar
Yorum Gönder