(Mehmet Gemsiz) Şalîkoyê Miraz di 14.10.1993yan de, serî
li navenda rojnameya me da. Me pê ra hevpeyvînekê çêkir. Hevalê me jê pirsî, wî
bersivand. Niha jî em vê hevpeyvîna bi Kurdê Tiflîsê birêz Miraz re li jêrê diweşînin.
Em bi hêvî ne ku dê kêr û sudekê bide we xwendevanên hêja.
- Birêz Şalikoyê Miraz, hûn dikarın behsa xwe bikin gelo hûn çi emel
dikin di warê şanogeriyê de?
(Şalîkoyê
Miraz) Ez bi xwe di warê şanogerîyê
de hem wek lîstikvan, birêvebir û hem jî wek lîstîknivîs cih distînim. Min heta
niha çar lîstik nivîsandine û min di heft lîstikan de, wek serlîstikvan lîstiye.
Di lîstikê me yên şanoyê de temamên sîyasî, civakî, şoreşgerî û hwd. hene.
- Gelo
hûn dikarin me der barê şanogerîya Kurdên Sovyetîstanê de agahdar bikin?
Em bi hêsanî dikarin bibêjin ku, heta
niha bi awayekî modern (şano) tiyatroya Kurdî ya profesyonel nehatîye sazkirin.
Ceribandin pirr hebûne. Lê hin kesek negihiyaye armanca xwe. Em dikarin bibêjin
ku, fikrekî profesyonel ji bo şanogerîya Kurdî çêbûye. Ku ez li ser Kurdên Qefqasyayê bibêjim. Wextekî li Elegezê tiyatro
hatibû sazkirin. Emrê wê zêde nedomiya. Li Tiflîsê di sala 1979an de tiyatroyek
hate avakirin. Cerdoyê Esed ku, berî bi du mehan çû rehmetê bingeha wê danîbû.
Lê bi ser neketin. Rejîsoreke me hebû, niha jî heye lê bi paş ketîye. Navê wê
Zîna Evdo ye. Bi xwe Enstîtuya Şanoyê ya Rustaveli qedandîye. Tevî wê
rojnamegerê me Mirazê Uzo Cewerî serkarîya wê dikirin. Ez bi xwe jî tê de bûm.
Giranî li ser Yura Nabiyev ku niha di Meclîsa Neteweyî ya Kurdistanê de Kurdên
Gurcîstanê temsîl dike. Tengizê Memê, Temûrê Çildergûşi, Naza Xastî û hwd. bû.
Zîna Evdo demeke kin xebêtî. Tiyatroya
xebatên xwe bi serokatîya Mirazê Uzo meşand. Ev xebat 10-12 an salan domiya.
Tevî hev 13 lîstik pêşkêşî gel kirin. Navê lîstikan hin ji wan: Xesû, Sinco Qîza
Xwe Didê Mêr, Zarîna Çîya, Siyabend û Xecê ne.
Tiyatro di sala 1989an de çû Parîsê,
lîstikên xwe pêşkêş kirin. Di pey hilweşina sîstema Yekbûna Sovyetê de derfeta
me nema ku êdî em karibin xebatên xwe bimeşînin. Rewşa me pirr xerab bû. Em
mecbûr man ku em xebatên tiyatroyê bidin sekinandin.
Min di sala 1989an de Sînemaya Studyoya
Kurdî saz kir. Almasta Cemşîd, Asîya Siltnova, Inga Torin, Keremê Mêraz,
Binbaşê Axê, Cesimê Wezîr endamê wê bûn. Ji ber xerabûna aborîyê, me nikarîbû
pirr gavê xwe bi pêş ve biavêta. Me ev da sekinandin. Li ser vî himî me
tiyatroya xwe saz kir.
- Dema
mirov bala xwe dide folklora Kurdî hin lîstikan dibînê ku, di şahî, dawet û
dîlanan de tên lîstin. Gelo hûn vê yekê çawa dinirxînin, ev dikevin katagorîya
lîstikên tiyatroyê?
Na, ev ne tiyatro ne û ne jî, ji
tiyatroyê re bingeh in. Tenê ew têne lîstin. Ew lîstik weziyeta tiyatroyê nakin
û ew ruh jî di wan da nîn e.
- Hûn
Arsen Polat nas dikin nakin ez nizanim. Ew dibêjê ku, di folklora Kurdî de
padomîm heye. Hûn ji vê re çi dibêjin?
Dibe ku hebe û ji pandomîmê bêne
hesibandin. Arsen Polat zanayê vî tiştî ye. Ez rind nas dikim. Ew bi xwe bi
Ermenîyan re xebitîye. Xwezî ya me jî hebûya.
- Niha
rewşa kesên hunermend li Tiflîsê çawa ye, xebatên we didomin?
Rewşa wan gelek xerab bûye. Her kes bi aborîya şexsî mijûl dibe. Di vê
rewşa nepak de, xebatên çandî wek tiştekî zêde tê dîtin. Rewşa me ya berê baş
bû. Daxwaza me ew e ku, gel ji vê şokê zû bifilitê.
- We
behsa rewşa nepak a li Gurcîstanê kir. Tesîra têkoşîna neteweyî ya Kurd çawan e
li ser we?
Şoreşa Kurdistanê gelê me hişyar dike.
Kurdên Sovyetê ji vî alîyî ve pirr guherîne. Êdî tu kes nabêjê tu êzîdî yî,
misilman î, elevî yî. Em têv bi Kurdbûna xwe têne ba hev.
- Navbera
we û dewleta Gurcîstanê çawa ye?
Em bi wan ve girêdayî ne. Çi ji me
bixwazin em mecbûr dimînin ku, bînin cîh, wekî daxwaza wan bikin. Ji ber ku em
ne bi serê xwe ne. Li Gurcîstanê em
wek hindikah(minorîte) ten dîtin. Meseleyên wan hene wek Çeçen, Abxan li du
helkirina pirsên xwe ne. Niha tehdeyeke wan î mezin li ser me nîn e. Lê bi me
didin fêmkirin ku, ew ne welatê me ye, axa me ye. Em bi xwe jî, jixwe vê yekê
dizanin.
- Gelo
Kurdên Gurcistanê çiqas xwedî mafên çandî û demokratîk in?
Serbestîyeke bi sînor heye. Bi awayekî
resmî heqê me yê xwendin û nivîsandina bi Kurdî tune ye. Lê bi awayekî şexsî em
dikarin bi zimanê xwe dersê bidin zarokên xwe. Mînak ger di dersxaneyekê de
zarokên Kurd hebin û bixwazin bi Kurdî jî ders bibînin, dikarin ders bistînin.
Ezîzê Îsko di pola 7an de dersê didê zarokên Kurmancan.
- Li
ser rola(rist) ronakbîr û hunermendan hûn dixwazin ji me retiştekî bibêjin?
Li gorî nêrîna min, em gunehekî mezin
dikin. Em dijminê xwe zêde mezin dikin. Di xebatên xwe de, neyarê xwe bi
awayekî didin nîşan ku, ew tirs û xofa di dilê gel de heye, hîn bêhtir dibe, em
bi xebatên xwe yên bi vî rengî, bêhemdî bê jî, alîkarîya dijmin dikin. Ev çi ji
bo muzîsyen, şanoger, nivîskar, hunermend û çi ji bo ronakbirên me wisa ye. Em
tew xwedî guneh in. Em agahdarîyên şaş û xelet didin gel. Psîkolojiya şer li ba
me tune. Divê em fikrên xwe biguherînin. Stîla xebatên xwe jî divê em
bugerînin. Her wiha divê em psîkolojiya şer jî bidin ber çavên xwe. Divê em
zêde nebêjin dijmin wiha bi me kir, em wiha kirin. Yanê em nebêjin wan bi me
wiha kir. Em ca bibêjin me bi wan wiha kir, wiha dikin. Em moralê bidin gelê
xwe. Ez dixwazim têkiliya rewşenbirên me bi hev re hebe. Em çiqas bi hev re bixebitin têkilî deynin em ê ewqas
zû bigihin serkeftinê.
-
Ji bo dawîanîna hevpeyvînê tiştê ku, hûn bixwazin bibêjin heye?
Daxwaza min a sereke, azadî û xweşbextiya
gelê me ye. Em ji rojnameya Welat, rojnameya Gundemê û ji Navenda Çanda ya Mezopotamyayê
re, serkeftin û pêşveçûnê daxwaz dikim.
Kurtejîyana
Şalikoyê Miraz:
Şalikoyê Miraz ê şanoger di sala 1956an
de li Gurcîstanê li bajare Tiflîsê tê dinyayê. Malbata wî ji
alîyê koka xwe ve ji Bakurê Kurdistanê, ji bajarê Qersê ne. Kalikê Miraz ji
Ermenîstanê ji gundê Cercerisê ya kul i ser nehîyaya Axbaranê(Aragas) çûye li
Tiflîsê bi cîh bûye. Miraz li ser şanoyê xwendîye û niha jî endamê Şanoya Kurdî
ya Satirê û Humorê, ya bi navê Cegerxwîn e ku, di sala 1990î de li Tiflîsê
hatîye damezrandin. Ew hem dilîze, lîstik dinivîse û hem jî bi rê ve dibe.
Hevpeyvîn:
Mehmet Gemsiz
Yorumlar
Yorum Gönder