Osman Kurtalan: Navê min Osman Kurtalan e. Ez di sala 1970yî de li Misirca Sêrtê, gundê
Bêkendê hatime dunyê. Ji ber ku di nav malê de yê mezin ez bûm, ji bo debara
malê min di zaroktiya xwe de dest bi xebatkariyê kir. Li gelek bajarên tirkan
de di şuxlên cuda de xebitîm. Ji malbatî hişmendiyeke Kurdî bi min re hebû û
bûyerên ku diqewimîn bandor li ser min dikir. Piştî ku vegeriyam wêlet, bi
têkoşînê re tevî du hevalên xwe yên zaroktiyê di 1993an de em tevlî gerîla bûn.
Piştî cend rojên ku ez tevlî nav refên azadiyê bûm, di pîrozbahiya 15ê Tebaxê
de, li ser daxwaza hin hevalan, min di kurteşanoyekê de cî girt. Heta sala 2001ê
de di hemû pîrozbahiyan de, cihê ku ez lê bûm, hertim min di van şanoyan de
dilîst. Bi avakirina Dibistana Şehîd Sefkan re, di 2002yan ez jî tevlî nav vê
koma şanoyê bûm. Weke lîstikvan min di şanoyên “Agirê Bêdawî, Rastî
Dagirkiriye, Teyrê Zîv, Nemir, Xwîna Yekem, Evîna Gul û Masî, Jiyana Bêxtewer… Eyna
Bejnê (Fîlme, Xelîl Dağ) cîh girt. Piştî hatina min a Êrîvanê re heta niha min şanoyên
bi navê “Xewna Azadiyê, Bûk û Xezûr, Xwediyê Malê, Tirkiye li Ber Deriyê Avrûpa
ye û Xwedayê Me Yek e” nivîsand û derheneriya wan kir. Niha jî li Ermenîstanê
li gel karên siyasî bi xebatên çand û hunerê re mijûl dibim.
Tu ji kengî ve bi şanoya kurdî re têkildarî?
Ji dema ku ez tevlî nav
gerîla bûm û bi awayekî resen bi Dibistana Şehîd Sefkan re, ji 2002yan û bi virde.
Tabûra hevalên jin hebû, wan jî kurteşanoyek ji bo 8ê adarê çêkiribûn… Ji xwe
her tişt bi devkî bû, di nav van rolan de jineke pîr diviya bû bilîsta. Min jî
alikariya wê hevala ku ewê jina pîr bilîsta dikir. Pişt re hevalan kir ku ez wê
rolê bilîzim. Pîştî ku hemû hevalan eciband, navê min pêşniyar kirin.
Dema me şano çê dikir, hin
hevalan karên me sivik didîtin. Weke karekî cidî nedidîtin û hin qerfên xwe
dikirin. ….
Şano ji bo çi ye?
Şano ji bo min, jiyan e. Ji
zaroktiya xwe de, bala min hertim li ser teqlîd û lîstina hin cureyên li gundan
dihatê lîstin bû. Bi şanoyê re ez xwe û derdora xwe bêtir dikarim nas bikim. Ne
mumkun e ku şanogerek xerabiyê bifikire, ji ber ku perwerdehiya şanoya nêrîna
li himberî xweza û civakê dide mirov. Şano bi awayekî zindî dikare fikra mirov
li himberî dunyayê bedew bike. Gotina Apê Egîdê Cimo ye, dibêje “Hinek bi ruhê
xwe dikevin nav hunerê û hinek jî bi lingê xwe” divê em jî bi ruhê xwe têkevin
nav hunerê.
Çi hêza hunera te ya şanoyê xurt dike?
Dema mirov li dîroka şanoya
dinêre dibîne ku hertim şano û serdestî tu carî li hevdû nekiriye û hertim
nakokiyek di navbera wan de heye, ev jî dihêle ku wê hêzê bide mirov ku, ew
çiqasî li ser riya rast e. Gelek destanên lehengiyê di nav civaka me de heye,
ev jî derfetê dide mirov ku bi rêya şanoyê hêviyekê xurt e ji were berbiçavkirin.
Dayikên Şemiyê û her wiha hemû tekoşîna tê dayîn û dema ku mirov mêze dike,
şano mîna bi tiştekî biçûk jî be dikare zarokekî kêfxweş bike. Bi şanoyê re
bûyerên tên qewimîn û lehengiyên hene, dikare wer ser sehnê. Ev bi xwe vê hêz û
hêviyê dide min.
Bêyî disîplîne tu xebat nayê
kirin. Lê di şanoyê de li ber disîplina giştî ya şexsî jî heye, di xebatê de
hertim xwezayîbûnê esas digrim. Di teksta şanoyê de çerçoveyek jê re hatibe
dayîn jî, ez di xebatê xwe de hertim alîgirê guhertinên ji bo sehnê me, ev jî
ji bo ku tekstê xurtir bike lazim e.
Li gorî te şanoya kurdî ber bi ku ve diçe?
Ji ber ku têkiliya min bi
şanoya kurdî ya biştî re zêde tune ye, lê di çapemeniyê de jî tê dîtin ku
şanoya Kurdî ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li tevahiya kurdistan û cihê ku kurd
lê dijîn kêm tê kirin. Şano ji ber ku berê nebû an jî kêm bû, lê niha ber bi
başiyê ve diçe lê kêm e. Li gor
hewldanên heyî ku hinekî din ku em li ser bisekinin wê ber bi başiyê ve biçe,
ew jî li ser milên şanogerên me ye. Ne tenê şanoger, tevahî bi awayekî popolîst
em nêz bibin wê şano bi pêş ve nekeve.
Deh sal berê şanoya li çiyê çawa bû?
Em dikarin bibêjin awayekî
profesyonel dihate kirin, dibistana me hebû “Şehîd Sefkan” xebatên profesyonel
dihate meşandin. Hem di aliyê perwerdehiyê de hem di aliyê derxistina ser sahnê
xebatên kollektîk dihate kirin. Hemû şanoyên me jî piştî ku tekst dihate
nivîsandin, bi hevalan re dihate parvekirin û hevalan bi nêrînên xwe tekst
dinirxandin. Di dawiya van komxebatan de em digîhaştin hin biryaran û me dest
bi proveyên xwe dikir. Berî proveyan xebatên şanoyê dihate parvekirin. Bi
provayên xwendinê re herî zêde di hefteyekê de ezber dihate kirin. Bi proveyên
ser sehnê re kostum, dekor û teknîk jî dihate amade kirin. Li gora şanoyê, li
ser sehnê proveyên me herî zêde di mehekê de temam dibûn. Di destpêkê de me li
dibistana Şehîd Sefkan nîşan dida, pişt re me şanoya xwe dibir ba hevalan.
Carinan li gora derfatan em diçûn hin gund û navçeyên Başûr jî. Di
Teatrapotamya de nêzî bîst kesî weke lîstikvan cî digirt. Di nav lîstikvanên me
de hevalên şehîd jî hebûn: Hêvî Şanoger, Yekta Herekol, Zerdeşt, Rêzan,
Dağıstan Koçer…
Bandora kîjan şanogeran li te çê bû?
Bi taybetî heval Hêvî* bandora
wî li ser min çêbû.
Em çar salan bi hevre man. Weke
paşnavê xwe hem hêvî dida û hem jî hêz dida me. Li ser dikê dema em bi hev re
bûn, em pir rehet bûn. Ne tenê di xebatên şanoyê de, li her cihê ku ew lê bû,
hertim şano dihate niqaş kirin. Hemû fikrên xwe yê li ser şanoyê bi hevalan re
par ve dikir. Hertim bi karên hunerî mijûl dibû, gelek projeyên wî hebûn li ser
şano û filîman. Tiştê ku me nedidît wî destnîşan dikir. Xwesteka wî ev bû ku li
Mêrdînê bikaribe şanoyê çê bike.
Lêpoşmaniyên te yên bihurî çê bûne?
Di aliyên xebatê de na, lê
dema niha ez bala xwe didim wê demê, me di wextê xwe de dikarîbû gelek xebatên
baştir derxista.
Di şanogeriyê de, tu bi taybetî li ser çi mîjûl bû?
Li ser lîstikvanî û
rêvebiriya koma şanoyê mijûl bûm.
Tu bêyî çi/kê nikare şanoyê bikî?
Beyî disîplîn û bêyî Şanoger
Hevî û Dağıstan Koçer, şano wê ji bo min li ser sehnê gelekî zehmet be.
Di têkiliya jiyan û hunera te de, tiştê/a ku te
nedixwest biqewime çi ye / çi ne?
Li gora çavderiyên te temaşevanên şanoya kurdî kîne?
Teybetî û bertekên temaşevanan tu çawa dinirxînî?
Mirov nikare bibêje şanoya
kurdî di asteke baş de ye, ji bo vê jî mirov nikare temaşavan kifş bike lê li
gorî min temaşevanên şanoya kurdî bi tevgara azadiyê re girêdayî ye û temaşevan
bi awayekî aktîf li hêviya şanoyên bi kurdî ne.
Şanogerên kurdî, têkiliya wan ziman çawa ye?
Mixabin, bi qasî ku ez
dişopînim ne li gora wê hêviya me ye. Ji ber ku ziman şexsiyet e, mirov ku bi
zimanê xwe nizanibe wê nikaribe li ser sehnê hunera xwe biafirîne. Bi ezberê
tenê ne civak ne jî karakter dikare were fam kirin.
Ez bi Soranî dizanim. Bi
taybetî devokên mîna Botî, Serhedî, Behdînî dizanim. Hemû şanogerên kurd divê
zanibe, nizanibe jî divê derbarê devokên kurdî bala wan û zanîna wan hebe.
Li gorî te rexneya şanoyî divê çawa be?
Li gorî min divê rexna şanoyê
divê bê rahm be. Ji bo ku şanoger ji rastiya xwe veneqetin. Her kes dikare
rexnê bike, lê ev jî heye ku kesên ku rexneyê dike divê pîvanên şanoyê
bizanibin.
Tu di derbarê perwerdehiya şanoya Kurdî de çi
difikirî?
Bi qasî ku ez dibînim, hin
hewldan hene li bajarên kurdistanê. Hin ji wan di bin banê şarederiyê de komên
şanoyê û yên bi serbixwe jî hene. Perwerdehiya şanoya kurdî di rêkurtê de û kêm
dibînim.
Ji bo şanogeran dixwazî çi bibêjî?
Kesên ku bixwazin şanogeriyê
bikin, divê xwe û civaka xwe baş nas bikin. Ji bo ku em asta şanoya Kurdî
bilind bikin divê em dev ji disîplîna şanoyê bernedin. Ji bo şanoya kurd, lazim
e ku şanogerên kurd xebatên hev bişopînin. Ji bo şanoyeke netewî jî divê
şanogerên kurd dîroka şanoya Kurdî baş bizanibin û divê tu kes şanoya Kurdî ji
xwe destpêneke, hemû şanoger perçeyek jê ye.
*Jiyana Gafur Doğan (Hêvî Şanoger)

Hunermend û Şervan Hêvî, hê mala wan li gund e ku ew bi kirinên dewletê
dihise. Rojeke zivistanê leşker davêjer ser gundê wan û hemû gundiyan weke
hertim li ber mektaba gund dicivînin. Li ber çavên gundiyan li ser berfê
êşkenceyê bi bav û dayika wî dikin û
tevî bavê wî çend kesên din jî bi xwe re dibin. Ev roj dibe, hevnaskirina
dewlet û Hêvî. Ew vê rojê êdî nema dikar jibîr bike.
Hêvî hê neh salî ye, dema ku neçar dimînin mala xwe bar dikin Qoserê. Di
pola 8an de rojekê mamosteyê wî yê zimanê tirkî dibêje “Li Tirkiyeyê ji bilî
zimanê tirkî ziman nine!”, Hêvî vêya napejirîne û dijberî wî radibe û dibêje
“Belê, zimanê me heye û ez kurd im!”. Li ser vê yekê ew ji dibistanê tê
qewirandin. Jiyan êdî ji bo wî xedartir dest pê dike, neçar dimîne û di
zaroktiya xwe de dest bi karên debarê dike. Di vê navberê de bi xwendin û
nivîsê her eleqeder dibe. Ji aliyekî ve qala jiyana xwe dike û çîroka “Gurî”
dinivîse. Dixwaze vê çîroka xwe bi
hevalên xwe bide zanîn û ji ber vê yekê bala wî dikeve ser şanoyê. Di 1983an de
diçe kurseke şanoyê û piştî şeş mehan bi hevalên xwe yên li wir re şanoyekê li
Qoserê derdixin.
Edî bûye hezkiriyekî şanoyê û ji aliyekî ve di karên inşeatan de jî
dixebite. Bi birayê xwe re, li senayiyê li tamirxaneya bavê xwe jî dixebite. Ji
bo debarê diçe Adapazî weke karkirekî demsale findiqan dide hev û li bazarê
halê dixebite. Di hemû zehmetiyên jiyanê de hertim li ber xwe dide û serê xwe li
himberî dijwariyê qet natewîne.
Hêvî Şanoger, di 1989an de diçe Izmîrê, ji aliyekî ve dîsa di karên rojane
de dixebite. Li NÇMeyê Izmîrê, bi awayekî xurt tevlî karên hunerî dibe. Di
heman salê de kar û xebatên xwe yên siyasî jî hildigire. Di 1993yan de tê
binçavkirin û êşkencêyên xedar lê tê kirin. Ji ber van êşkenceyan hin nexweşî
li canê wî peyda dibe. Hêvî bi tu awayî serê xwe natewîne û hê çalaktir xebatên
xwe didomîne. Ji bo ku NÇM dîsa vebe kar dike û xebatên hunerî li nav gel
dimeşîne. Di şanoya Kurdî ya gelerî “Kosegelî’ de pirî caran weke lîstikvan cî
digre. Heta sala 1998an bi vî awayî di gelek çalakî û karên hunerî de cî digre
û şanoyên bi navê “Halepçe, Hêviya Me Hûn in, Gurî, Trêna Aştiyê” dinivîse.
Di bihara 1998an de tevlî nav refên azadiyê dibe.
Hêvî weke şervan û hunermendekî piralî hertim bala wî li ser şoreş û
hunerê ye. Di xwendin û nivîsên xwe de ji bo hunera şoreşê dixebite. Di warê
şano, senaryo û wêjeyê de gelek nivîs û gotaran dinivîse. Li NÇMeya Izmîrê û li
“Şanoya Çiyê” di şanoyên ku piranî wî bi xwe nivîsandiye weke derhêner û lîstikvan
di şanoyên “Birîna Qado, Demokrasî, Wuha ye, Gurî, Xwedêhûta Ango Bedet, Agire Bêdawî”
de cî digre. Kurtefîlma “Berf” (2001) dinivîse û tê de lîstikvanyê dike. Beriya
ku şehîd bibe, di şanoya “Çîroka Gul û Masî” dinivîse û derhêneriya wê dike. Di
şanoyên ku weke lîstikvan tê de xebitine ev in: “Çiroka Axe, Zîlan, Lewha
Qaderê, Rû, Nemrût, Teyrê Zîv, Kurdîstan Dagerkere, Azra” û filmên bi navê “
Eyna Bejnê û Jenûra” .
Ş. Hêvî bi rêhevalê xwe Ş. Yekta re hertim di xebatan de hevkarê hevdû
bûn. Ş. Yekta Herekol (Erdoğan Kahraman) li Sûriyê li himber komkijiya rejîmê,
di 27ê Adara 2004an de, roja şanoya cîhanê, ji bo bêdengiya hunermendan
protesto bike bedana xwe dike agir û nemir dibe. Ş. Hêvî jî, ji bo tevlêbûna
festîvala şanoyê ya Kerkûkê, di 27ê Tebaxa 2004an de di qezeya trafikê de
jiyana xwe ji dest dide û tevlî karwanê şehidan dibe.
Xeyala mezin a Ş. Hêvî û hevalên wî ew bû ku, berxwedana girtîgeha Amedê û
ji dîroka berxwedana Kurdistanê şanoyan derbixe ser sehnê. Yek ji xwestekên Ş.
Hêvî jî li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê û bi taybetî li Qoserê dibistan û
akademiyên huner û şanoyê veke û dixwest perwerdiya şanoyê bide zarokên kurd.
Baş e lê te dikarîbû pirsên cihêreng bipirsiya û pirs hinkî bi avayekî xwezayî jî bihatan çêkirin wê baştir bibûya. Ji aliyê rastnivîsê ve şaşî hene. Spas ji bo vê hevpeyvînê.
YanıtlaSil