Ana içeriğe atla

Şervanekî Şanoyê: Osman Kurtalan

Çetoyê Zêdo: Tu dikarî kurtejiyana xwe ji bo me vebêjî?
Osman Kurtalan: Navê min Osman Kurtalan e. Ez di sala 1970yî de li Misirca Sêrtê, gundê Bêkendê hatime dunyê. Ji ber ku di nav malê de yê mezin ez bûm, ji bo debara malê min di zaroktiya xwe de dest bi xebatkariyê kir. Li gelek bajarên tirkan de di şuxlên cuda de xebitîm. Ji malbatî hişmendiyeke Kurdî bi min re hebû û bûyerên ku diqewimîn bandor li ser min dikir. Piştî ku vegeriyam wêlet, bi têkoşînê re tevî du hevalên xwe yên zaroktiyê di 1993an de em tevlî gerîla bûn. Piştî cend rojên ku ez tevlî nav refên azadiyê bûm, di pîrozbahiya 15ê Tebaxê de, li ser daxwaza hin hevalan, min di kurteşanoyekê de cî girt. Heta sala 2001ê de di hemû pîrozbahiyan de, cihê ku ez lê bûm, hertim min di van şanoyan de dilîst. Bi avakirina Dibistana Şehîd Sefkan re, di 2002yan ez jî tevlî nav vê koma şanoyê bûm. Weke lîstikvan min di şanoyên “Agirê Bêdawî, Rastî Dagirkiriye, Teyrê Zîv, Nemir, Xwîna Yekem, Evîna Gul û Masî, Jiyana Bêxtewer… Eyna Bejnê (Fîlme, Xelîl Dağ) cîh girt. Piştî hatina min a Êrîvanê re heta niha min şanoyên bi navê “Xewna Azadiyê, Bûk û Xezûr, Xwediyê Malê, Tirkiye li Ber Deriyê Avrûpa ye û Xwedayê Me Yek e” nivîsand û derheneriya wan kir. Niha jî li Ermenîstanê li gel karên siyasî bi xebatên çand û hunerê re mijûl dibim.  

Tu ji kengî ve bi şanoya kurdî re têkildarî?
Ji dema ku ez tevlî nav gerîla bûm û bi awayekî resen bi Dibistana Şehîd Sefkan re, ji 2002yan û bi virde. Tabûra hevalên jin hebû, wan jî kurteşanoyek ji bo 8ê adarê çêkiribûn… Ji xwe her tişt bi devkî bû, di nav van rolan de jineke pîr diviya bû bilîsta. Min jî alikariya wê hevala ku ewê jina pîr bilîsta dikir. Pişt re hevalan kir ku ez wê rolê bilîzim. Pîştî ku hemû hevalan eciband, navê min pêşniyar kirin.  

Mijarên ku dibin astengî yên ji bo şanogeriya te hene, ku hebin tu dikarî ji me re qal bikî?
Dema me şano çê dikir, hin hevalan karên me sivik didîtin. Weke karekî cidî nedidîtin û hin qerfên xwe dikirin. ….   

Şano ji bo çi ye?
Şano ji bo min, jiyan e. Ji zaroktiya xwe de, bala min hertim li ser teqlîd û lîstina hin cureyên li gundan dihatê lîstin bû. Bi şanoyê re ez xwe û derdora xwe bêtir dikarim nas bikim. Ne mumkun e ku şanogerek xerabiyê bifikire, ji ber ku perwerdehiya şanoya nêrîna li himberî xweza û civakê dide mirov. Şano bi awayekî zindî dikare fikra mirov li himberî dunyayê bedew bike. Gotina Apê Egîdê Cimo ye, dibêje “Hinek bi ruhê xwe dikevin nav hunerê û hinek jî bi lingê xwe” divê em jî bi ruhê xwe têkevin nav hunerê.   

Çi hêza hunera te ya şanoyê xurt dike?
Dema mirov li dîroka şanoya dinêre dibîne ku hertim şano û serdestî tu carî li hevdû nekiriye û hertim nakokiyek di navbera wan de heye, ev jî dihêle ku wê hêzê bide mirov ku, ew çiqasî li ser riya rast e. Gelek destanên lehengiyê di nav civaka me de heye, ev jî derfetê dide mirov ku bi rêya şanoyê hêviyekê xurt e ji were berbiçavkirin. Dayikên Şemiyê û her wiha hemû tekoşîna tê dayîn û dema ku mirov mêze dike, şano mîna bi tiştekî biçûk jî be dikare zarokekî kêfxweş bike. Bi şanoyê re bûyerên tên qewimîn û lehengiyên hene, dikare wer ser sehnê. Ev bi xwe vê hêz û hêviyê dide min.

Bi giştî tu dikarî qala disiplîna xebatên xwe bikî?
Bêyî disîplîne tu xebat nayê kirin. Lê di şanoyê de li ber disîplina giştî ya şexsî jî heye, di xebatê de hertim xwezayîbûnê esas digrim. Di teksta şanoyê de çerçoveyek jê re hatibe dayîn jî, ez di xebatê xwe de hertim alîgirê guhertinên ji bo sehnê me, ev jî ji bo ku tekstê xurtir bike lazim e.

Li gorî te şanoya kurdî ber bi ku ve diçe?
Ji ber ku têkiliya min bi şanoya kurdî ya biştî re zêde tune ye, lê di çapemeniyê de jî tê dîtin ku şanoya Kurdî ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li tevahiya kurdistan û cihê ku kurd lê dijîn kêm tê kirin. Şano ji ber ku berê nebû an jî kêm bû, lê niha ber bi başiyê ve diçe lê kêm e.  Li gor hewldanên heyî ku hinekî din ku em li ser bisekinin wê ber bi başiyê ve biçe, ew jî li ser milên şanogerên me ye. Ne tenê şanoger, tevahî bi awayekî popolîst em nêz bibin wê şano bi pêş ve nekeve.

Deh sal berê şanoya li çiyê çawa bû?
Em dikarin bibêjin awayekî profesyonel dihate kirin, dibistana me hebû “Şehîd Sefkan” xebatên profesyonel dihate meşandin. Hem di aliyê perwerdehiyê de hem di aliyê derxistina ser sahnê xebatên kollektîk dihate kirin. Hemû şanoyên me jî piştî ku tekst dihate nivîsandin, bi hevalan re dihate parvekirin û hevalan bi nêrînên xwe tekst dinirxandin. Di dawiya van komxebatan de em digîhaştin hin biryaran û me dest bi proveyên xwe dikir. Berî proveyan xebatên şanoyê dihate parvekirin. Bi provayên xwendinê re herî zêde di hefteyekê de ezber dihate kirin. Bi proveyên ser sehnê re kostum, dekor û teknîk jî dihate amade kirin. Li gora şanoyê, li ser sehnê proveyên me herî zêde di mehekê de temam dibûn. Di destpêkê de me li dibistana Şehîd Sefkan nîşan dida, pişt re me şanoya xwe dibir ba hevalan. Carinan li gora derfatan em diçûn hin gund û navçeyên Başûr jî. Di Teatrapotamya de nêzî bîst kesî weke lîstikvan cî digirt. Di nav lîstikvanên me de hevalên şehîd jî hebûn: Hêvî Şanoger, Yekta Herekol, Zerdeşt, Rêzan, Dağıstan Koçer…

Bandora kîjan şanogeran li te çê bû?           
Bi taybetî heval Hêvî* bandora wî li ser min çêbû.

Tu dikarî qala Şenoger Hevî (Gafur Doğan) bikî?
Em çar salan bi hevre man. Weke paşnavê xwe hem hêvî dida û hem jî hêz dida me. Li ser dikê dema em bi hev re bûn, em pir rehet bûn. Ne tenê di xebatên şanoyê de, li her cihê ku ew lê bû, hertim şano dihate niqaş kirin. Hemû fikrên xwe yê li ser şanoyê bi hevalan re par ve dikir. Hertim bi karên hunerî mijûl dibû, gelek projeyên wî hebûn li ser şano û filîman. Tiştê ku me nedidît wî destnîşan dikir. Xwesteka wî ev bû ku li Mêrdînê bikaribe şanoyê çê bike. 

Lêpoşmaniyên te yên bihurî çê bûne?
Di aliyên xebatê de na, lê dema niha ez bala xwe didim wê demê, me di wextê xwe de dikarîbû gelek xebatên baştir derxista. 

Di şanogeriyê de, tu bi taybetî li ser çi mîjûl bû?
Li ser lîstikvanî û rêvebiriya koma şanoyê mijûl bûm.

Tu bêyî çi/kê nikare şanoyê bikî?
Beyî disîplîn û bêyî Şanoger Hevî û Dağıstan Koçer, şano wê ji bo min li ser sehnê gelekî zehmet be.

Di têkiliya jiyan û hunera te de, tiştê/a ku te nedixwest biqewime çi ye / çi ne?
Min ne dexwest ku koma şanoya me ji hev belav bibe.

Li gora çavderiyên te temaşevanên şanoya kurdî kîne? Teybetî û bertekên temaşevanan tu çawa dinirxînî?
Mirov nikare bibêje şanoya kurdî di asteke baş de ye, ji bo vê jî mirov nikare temaşavan kifş bike lê li gorî min temaşevanên şanoya kurdî bi tevgara azadiyê re girêdayî ye û temaşevan bi awayekî aktîf li hêviya şanoyên bi kurdî ne.

Şanogerên kurdî, têkiliya wan ziman çawa ye?
Mixabin, bi qasî ku ez dişopînim ne li gora wê hêviya me ye. Ji ber ku ziman şexsiyet e, mirov ku bi zimanê xwe nizanibe wê nikaribe li ser sehnê hunera xwe biafirîne. Bi ezberê tenê ne civak ne jî karakter dikare were fam kirin.    

Tu kîjan zaraveyan dizanî û li ser diyalektên kurdî çi difikirî?
Ez bi Soranî dizanim. Bi taybetî devokên mîna Botî, Serhedî, Behdînî dizanim. Hemû şanogerên kurd divê zanibe, nizanibe jî divê derbarê devokên kurdî bala wan û zanîna wan hebe.   

Li gorî te rexneya şanoyî divê çawa be?
Li gorî min divê rexna şanoyê divê bê rahm be. Ji bo ku şanoger ji rastiya xwe veneqetin. Her kes dikare rexnê bike, lê ev jî heye ku kesên ku rexneyê dike divê pîvanên şanoyê bizanibin.  

Tu di derbarê perwerdehiya şanoya Kurdî de çi difikirî? 
Bi qasî ku ez dibînim, hin hewldan hene li bajarên kurdistanê. Hin ji wan di bin banê şarederiyê de komên şanoyê û yên bi serbixwe jî hene. Perwerdehiya şanoya kurdî di rêkurtê de û kêm dibînim. 

Ji bo şanogeran dixwazî çi bibêjî?
Kesên ku bixwazin şanogeriyê bikin, divê xwe û civaka xwe baş nas bikin. Ji bo ku em asta şanoya Kurdî bilind bikin divê em dev ji disîplîna şanoyê bernedin. Ji bo şanoya kurd, lazim e ku şanogerên kurd xebatên hev bişopînin. Ji bo şanoyeke netewî jî divê şanogerên kurd dîroka şanoya Kurdî baş bizanibin û divê tu kes şanoya Kurdî ji xwe destpêneke, hemû şanoger perçeyek jê ye.   





*Jiyana Gafur Doğan (Hêvî Şanoger)


Gafur Doğan an jî bi nasnavê xwe Hevî Şanoger di 27ê Adara 1971ê de li Mêrdînê ji dayik dibe. Hêvî di malbateke welatparêz de mezin dibe û bavê wî yek ji girtiyên zindana Amedê yê (5 No'lî ya 12 Îlona 1980yî).

Hunermend û Şervan Hêvî, hê mala wan li gund e ku ew bi kirinên dewletê dihise. Rojeke zivistanê leşker davêjer ser gundê wan û hemû gundiyan weke hertim li ber mektaba gund dicivînin. Li ber çavên gundiyan li ser berfê êşkenceyê bi bav û dayika wî  dikin û tevî bavê wî çend kesên din jî bi xwe re dibin. Ev roj dibe, hevnaskirina dewlet û Hêvî. Ew vê rojê êdî nema dikar jibîr bike.  

Hêvî hê neh salî ye, dema ku neçar dimînin mala xwe bar dikin Qoserê. Di pola 8an de rojekê mamosteyê wî yê zimanê tirkî dibêje “Li Tirkiyeyê ji bilî zimanê tirkî ziman nine!”, Hêvî vêya napejirîne û dijberî wî radibe û dibêje “Belê, zimanê me heye û ez kurd im!”. Li ser vê yekê ew ji dibistanê tê qewirandin. Jiyan êdî ji bo wî xedartir dest pê dike, neçar dimîne û di zaroktiya xwe de dest bi karên debarê dike. Di vê navberê de bi xwendin û nivîsê her eleqeder dibe. Ji aliyekî ve qala jiyana xwe dike û çîroka “Gurî” dinivîse.  Dixwaze vê çîroka xwe bi hevalên xwe bide zanîn û ji ber vê yekê bala wî dikeve ser şanoyê. Di 1983an de diçe kurseke şanoyê û piştî şeş mehan bi hevalên xwe yên li wir re şanoyekê li Qoserê derdixin.

Edî bûye hezkiriyekî şanoyê û ji aliyekî ve di karên inşeatan de jî dixebite. Bi birayê xwe re, li senayiyê li tamirxaneya bavê xwe jî dixebite. Ji bo debarê diçe Adapazî weke karkirekî demsale findiqan dide hev û li bazarê halê dixebite. Di hemû zehmetiyên jiyanê de hertim li ber xwe dide û serê xwe li himberî dijwariyê qet natewîne.

Hêvî Şanoger, di 1989an de diçe Izmîrê, ji aliyekî ve dîsa di karên rojane de dixebite. Li NÇMeyê Izmîrê, bi awayekî xurt tevlî karên hunerî dibe. Di heman salê de kar û xebatên xwe yên siyasî jî hildigire. Di 1993yan de tê binçavkirin û êşkencêyên xedar lê tê kirin. Ji ber van êşkenceyan hin nexweşî li canê wî peyda dibe. Hêvî bi tu awayî serê xwe natewîne û hê çalaktir xebatên xwe didomîne. Ji bo ku NÇM dîsa vebe kar dike û xebatên hunerî li nav gel dimeşîne. Di şanoya Kurdî ya gelerî “Kosegelî’ de pirî caran weke lîstikvan cî digre. Heta sala 1998an bi vî awayî di gelek çalakî û karên hunerî de cî digre û şanoyên bi navê “Halepçe, Hêviya Me Hûn in, Gurî, Trêna Aştiyê” dinivîse.

Di bihara 1998an de tevlî nav refên azadiyê dibe.

Hêvî weke şervan û hunermendekî piralî hertim bala wî li ser şoreş û hunerê ye. Di xwendin û nivîsên xwe de ji bo hunera şoreşê dixebite. Di warê şano, senaryo û wêjeyê de gelek nivîs û gotaran dinivîse. Li NÇMeya Izmîrê û li “Şanoya Çiyê” di şanoyên ku piranî wî bi xwe nivîsandiye weke derhêner û lîstikvan di şanoyên “Birîna Qado, Demokrasî, Wuha ye, Gurî, Xwedêhûta Ango Bedet, Agire Bêdawî” de cî digre. Kurtefîlma “Berf” (2001) dinivîse û tê de lîstikvanyê dike. Beriya ku şehîd bibe, di şanoya “Çîroka Gul û Masî” dinivîse û derhêneriya wê dike. Di şanoyên ku weke lîstikvan tê de xebitine ev in: “Çiroka Axe, Zîlan, Lewha Qaderê, Rû, Nemrût, Teyrê Zîv, Kurdîstan Dagerkere, Azra” û filmên bi navê “ Eyna Bejnê û Jenûra” .

Ş. Hêvî bi rêhevalê xwe Ş. Yekta re hertim di xebatan de hevkarê hevdû bûn. Ş. Yekta Herekol (Erdoğan Kahraman) li Sûriyê li himber komkijiya rejîmê, di 27ê Adara 2004an de, roja şanoya cîhanê, ji bo bêdengiya hunermendan protesto bike bedana xwe dike agir û nemir dibe. Ş. Hêvî jî, ji bo tevlêbûna festîvala şanoyê ya Kerkûkê, di 27ê Tebaxa 2004an de di qezeya trafikê de jiyana xwe ji dest dide û tevlî karwanê şehidan dibe.

Xeyala mezin a Ş. Hêvî û hevalên wî ew bû ku, berxwedana girtîgeha Amedê û ji dîroka berxwedana Kurdistanê şanoyan derbixe ser sehnê. Yek ji xwestekên Ş. Hêvî jî li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê û bi taybetî li Qoserê dibistan û akademiyên huner û şanoyê veke û dixwest perwerdiya şanoyê bide zarokên kurd.




Yorumlar

  1. Baş e lê te dikarîbû pirsên cihêreng bipirsiya û pirs hinkî bi avayekî xwezayî jî bihatan çêkirin wê baştir bibûya. Ji aliyê rastnivîsê ve şaşî hene. Spas ji bo vê hevpeyvînê.

    YanıtlaSil

Yorum Gönder

Bu blogdaki popüler yayınlar

Modern Kürt Tiyatrosunun İlk Adımları

Yazar/metin merkezli Batı tiyatrosunun Kürt dilindeki ilk örneği, 1919’da Evdirehîm Rehmî Hekarî’yle başlaması, teatral formların Kürtlerde daha öncesinde olmadığı anlamına gelmemelidir. Popüler ve kitlesel bir sanat olan tiyatro tarihsel olarak her dönemde farklı biçimlerde icra edilmiştir. Genel anlamda tiyatro sanatı; kukla, gölge oyunu, köy seyirlik oyunları, çîrokbêj (bir nevi meddah) geniş bir alanda teatral formalara sahiptir. Bu formlar, yakın kültürler ve komşu milletler arasında benzerlikler gösterebildiği gibi veya hepten özgün bir biçim olarak da var olabiliyor. Kürt tiyatrosunda: Taziye, “Sîtav” (Gölge Oyunu) ile “Bûkella” (Kukla), “Mîr Mîran” (Sahte Emir), “Kosegelî-Gaxan”, “Bûka Baranê” (Bolluk-Bereket Oyun Ritüellerinden), “Sersal” (Yeni Yıl), “Newroz” oyun ve temsilleri... Bunun yanı sıra Kürt tiyatrosuna özgü teatral anlatı biçimleri arasında sayılabilecek “dengbêjî” ile “çîrokbêjî” gibi ulusal formlara da sahiptir. Kürt tiyatrosunun geçmişine ve bugününe baktığımı

Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê / Theatre Concepts and Terms

Şanogeriya "Mem û Zîn", Nivîskar: Emîn Mîrza Kerim, Derhêner: Enwer Tuvî, Silêmanî, 1958 Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê  Absürd Tiyatro - Şanoy bêhûde, Şanoya Absurd - Theatre of the Absurd Acı Çekme Oyunu - Lîstika Êşkêşanê - Şanogeriy eşkence, wezen – Passion Play Acıklı Komedya, Komîdyay giryanawî – Tearful Comedy Açık Aksiyon - Aksiyana Vekirî - Over Act Açık Sahne - Sehneya Vekirî - Open Stage Adaptasyon - Lihevanîn, Adaptekirin - Adaptation Agit-prop tiyatro- Şanogerîy bangeşekirdin – Şanoya propagandayî – Agit- Prop Theatre Ago n- Mişt û mirr – Agon Ağlayıcılar - Koroya Giriyê, Barbûkarî grîkî – Choregos Akrobat - Kanbore, qareman, palewan, Canbaz - Acrobat Aksiyon Oyunu - Dramay niwandin, Şanoya Aksiyonê – Play of Acting Aktivizm -  Karaxwazî, Aktîvîzm - Activism Akustik- Dengî, Akûstîk - Acoustic Alternatif Tiyatro – Şanoya Alternatîf- Alternatîve Theatre Anagnorisis – Venasîn, Nasînewe - Anagnorisis A

Ereb Şamîlov "Koçekê Derewîn-1930" Şano

   E reb Şamîlov  Koçekê Derewîn  Pyêsa Du Fesla Sezde Sifeta   (Neşra Dewlata Şêwrê Ermenîstanê, Rewan, 1930)           Gilyê Pêş          Pyêsa pêşin, gerekê beve notla silhekî şêr, ber gilî gotnê terêqa nav xebatçyê Kurmanca da paşda mayî. Eva gilî gotnê min nivîsîne, ne metelok in, ne jî min ber xoe derxistine. Eva îşana qewimîne bûye, niha jî hene nav gundê Kurmanca da.          Her Kurmancekî gele car qewimye, ku çûna cem wan vireka şêxa, pîra qewala û mella koçeka, wane kirye min nivîsye li vê pyêsê. Basa xeberê ez karim navê çend heva hildim, hûnê bizanbin rastê: Koçek Xûdêda ji gundê (Poştê) Karvansarayê qêza Lenînakanê nahya Hacîxelîlê, Koçek Gulê ji gundê Qulibegê qaza Rewanê nahya Ecmîadzînê (Dêrê).             Evana hetta niha jî dixapînin kesîba û orta Hemîk destê terêqa bega, axa û kulaka tev heve. Ew hizdikin paşda mabûna xebatçya; ew timê nezana tûj dikin berî firqeçya û komsomola dibin, çimkî ew firqeçî û komsomola niha paşda davêjin gilî got