Ana içeriğe atla

TÊLÎ EYŞAN- Miradê Kinê


TÊLÎ EYŞAN- Miradê Kinê

 

“…Navê wê dibijinê “Têlî Eyşan”: Keça Evdilheyalê Mirdêsî, li welatê Mirdêsiyê ye.

Ma axa yeka çawaye …!

 

-          Yeka serbizêr e,

Kofîkêl e,

Awirşewat e,

Kemalteşîr e,

Nazik e,

Xwînşêrîn e,

Nazelîn e….

 

Serê wê, sêsed û çil û çar kezî na,

Serê keziya bi aqûd û zumrûd û firingê bajarî na,

            Tu dibê “Ya Xaliqo!” te di mûm û ava zîv û zêr de hilanîna!

 

Bi va dirêjkê sorkêra micara serê ziravayi ya memkê wê nîna!

Dinanê wê hûr in, birincî na.

Welleh narîn mecala bejn û bala wê tunî na.

 

Sing û berê wê çawa sipîna!

Weke berfa zozanê Serhedê

Weke wî pemboyê dora Adana te anîna.

Û tu dibê’j qasê l’Mûdya

Ji wa fillehê Zazê, Baqisyan…

Ji devê kevana jenîn a.

 

Ewqa xatûneke çavreş e,

Dêm bi gul e,

Awirşewat a,

Nazik e… Gelekî xwînşêrin a.

 

Go herro werê devê deriyê miho bêjê:

“Sebbawo kurê sa’wo,

Te di pîrka xaltika metka xwuha diya xwe ga’wo!”

Go wê bêjê “ Weyla mi’b qurbanê!

Çiqa xeberê te xweş in (Mirçç) xwîna te şêrîn a.”

 

Bawer ke, ewê go ramûsanekê bidiyê,

Bila kalê zemên bê,

Nexweşê pazdeh sala bê

Birîndarê sîh û sê xencara bê,

Riha wî li navikê bê

Tawî bê

Û marazgirtî bê

Kûtî bê

Êşa weremê û derdê qolêra û sohrika lê başlamîşkirî bê…

Go vê ha, tu’d bê, havêna êş û bela vî evdî tunî na.

 

Ewqa yeka çavreş a

Dêm bi gul e

Bejnzirav e

Gerden gozel e

Qawal xezel e…

 

Axir zahf a, taze ya!!!

 

Deşîfrasyon: Çeto û Bavê Janya(Selahaddîn)
http://www.youtube.com/watch?v=snEicu5sB_k&noredirect=1

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Modern Kürt Tiyatrosunun İlk Adımları

Yazar/metin merkezli Batı tiyatrosunun Kürt dilindeki ilk örneği, 1919’da Evdirehîm Rehmî Hekarî’yle başlaması, teatral formların Kürtlerde daha öncesinde olmadığı anlamına gelmemelidir. Popüler ve kitlesel bir sanat olan tiyatro tarihsel olarak her dönemde farklı biçimlerde icra edilmiştir. Genel anlamda tiyatro sanatı; kukla, gölge oyunu, köy seyirlik oyunları, çîrokbêj (bir nevi meddah) geniş bir alanda teatral formalara sahiptir. Bu formlar, yakın kültürler ve komşu milletler arasında benzerlikler gösterebildiği gibi veya hepten özgün bir biçim olarak da var olabiliyor. Kürt tiyatrosunda: Taziye, “Sîtav” (Gölge Oyunu) ile “Bûkella” (Kukla), “Mîr Mîran” (Sahte Emir), “Kosegelî-Gaxan”, “Bûka Baranê” (Bolluk-Bereket Oyun Ritüellerinden), “Sersal” (Yeni Yıl), “Newroz” oyun ve temsilleri... Bunun yanı sıra Kürt tiyatrosuna özgü teatral anlatı biçimleri arasında sayılabilecek “dengbêjî” ile “çîrokbêjî” gibi ulusal formlara da sahiptir. Kürt tiyatrosunun geçmişine ve bugününe baktığımı...

NÛSEREKÎ QEWÎN: MEHMET DÎCLE

Çetoyê Zêdo: Em jî weke her tim, ji pirsa yekê dest pê bikin. Ji kerema xwe, tu dikarî qala kurtejiyana xwe bikî? Mehmet Dîcle : Ez di sala 1977an de li gundê Çolaxa ya Bismilê hatim dinê. Lê malbata min, li gorî ku min lêkolaye çendsed sal in ku li Hezroyê bûne, ango ez ji Hezroyê me û li Hezroyê mezin bûm û heta ku lîse xelas bû, ez li Hezroyê jiyiyam. Paşê ji bo zanîngehê hatim Stenbolê. Min zanîngeha Stenbolê beşa Cografyayê xwend. Di salên zanîngehê de ez di nav tevgera ciwanên welatparêz de mam û bi rastî jî ew salên min ên gelek çalak bûn. Di wan salan de hema bibê min xwe, dunya û wêje nas kir. Li klûba edebiyatê ya zanîngehê min û hevalên xwe bi salan kitêb xwendin, hem ji edebiyata cîhanê hem jî ji edebiyata kurdî. Paşê di wan salan de ez di kovara Jiyana Rewşen û Rewşennameyê de xebitîm. Her weha li weşanxaneya Aramê û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê. -  Tu ji kengî ve bi nivîsa Kurdî re têkildarî? Te çawa dest pê kir, rewşa te ya wê demê çawa bû? Ji ber k...

WÊJE Û NIVÎSKARÎ: SÎDAR JÎR

Çetoyê Zêdo: Tu dikarî kurtejiyana xwe bi me bide nasîn? Sîdar Jîr: Di sala 1980’yî de li Şemrexa Mêrdînê hatime dinyayê. Min xwendina xwe ya seretayî û ya navîn li Şemrexê kir û ya lîse li Amedê kir. Min li Zanîngeha Dîjleyê Fakulteya perwerdehiyê xwend. Paşê min li fakulteya Îktisadê beşa Têkiliyên Navneteweyî(Navdewletî) xwend… Di dema xwendekariya xwe ya zanîngehê de ligel hevalekî xwe (Deştî Rewşen) fanzîneke Kurdî bi navê Kulîlk derxist (2 hejmar)(2002), piştî fanzîna Kulîlkê bi navê Kulîlka Ciwan(2003) me (min û Deştî Rewşen) kovarek ku navenda wê Amedê bû derxist. Demekê min edîtoriya rojnameya Azadiya Welat kir… Piştre ligel çend hevalan min edîtoriya kovara zarokan a bi navê Şemamok kir, piştî edîtoriya Şemamokê min edîtoriya kovareke bi navê Dergûş (2005) a zarokan kir. Dema ku Kulîlka Ciwan bi fermî hate girtin min(ligel Dilawer Zeraq) dest bi edîtoriya Kovara W’yê kir(me 13 nivîskaran bi hev re ev kovar derxist). Li Amedê dijîm û li Akademiya Cegerxwîn Beşa Zim...