Çetoyê Zêdo: Bi vegotina cenabê te
“Berken Bereh” dikare kurtejiyana xwe bi me re parve bikî?
Berken Bereh: Ez wek hemû kesên Kurd ê navsere roja jidayîkbûna xwe
nizanim. Dayîka min digot “me tu şeş heyvan dereng qeyd kir.” Min di sala
1978an de dest bi nivîsandina Kurdî kir. Helbesta min, cara ewil di kovara
Tîrêj (yekem kovara du zaravayî û bi kurdî li bakur)ê de hat weşandin. Berî
nivîsandinê di heftdeh saliya xwe de, tevlî refên welatparêz bûm û ta îro jî ev
helwesta min a siyasî jî didome. Çar caran hatim zindankirin. Dehan salan ji
karê xwe yê mamostetiyê hatim bidûrxistin. Li çendîn sazî û dezgeyên siyasî wek
rêveber xebitîm. Helbestên min di gelek kovar, radyo, tv û rojnameyan de hat
xwendin û weşandin, belav kirin. Di sala 1999an de bi navê “Kulîna Kulîlkan” min
malperek internetê ava kir. Ji bo berhemên xwe du caran hatim xelat kirin. Ta
niha heft pirtûkên helbestan min dane weşandin. Li welêt dijîm. Bavê sê zaroka
me. Hê jî nivîskariya xwe didomînim.
Çetoyê Zêdo: Xwestek û helwesta te ji bo helbest û nivîsê çi ye? Di helbestvaniya cenabê te de “çi?”, “ji bo çi?”, “çawa?” li gora poetîka xwe, tu dikarî binirxîne?
Çetoyê Zêdo: Xwestek û helwesta te ji bo helbest û nivîsê çi ye? Di helbestvaniya cenabê te de “çi?”, “ji bo çi?”, “çawa?” li gora poetîka xwe, tu dikarî binirxîne?
Berken
Bereh: Di nav beşên edebiyatê de ya herî kevn û bi hêz û bi bandor helbest
e. Ji ber ku helbest hemahengiya dil, hiş, mejî û ramanê ye, ew dikare mirovî
li hember hemû neçêyiyên jiyanê biparêze; li ber xwe bide û jiyana insanî
watedartir bike. Nivîs aha vê watedariyê nemir dike. Ji nivîskarê xwe re
stargehekê lê dike. Ew li vê stargeha xwe azad, bextewar, desthilat û serdestê
jiyanê ye. Bi kurtî dikarim bibêjim ku nivîskarî û helbest bo min seknek e, sekneke
li hember jiyanê;xweragirtin e. Ji ber ku helbestvan jî yek ji endamê civatê ye
û bi civatê û xwezayê re di nav têkiliyekê de ye, ev danûstandin dibe sedema
kartêkirinên çi baş çi xerab li ser insanî. Ez dixwazim (ku hemû insan bi vî
awayî ne) bi dorhêla xwe re (çi civakî, çi xwezayî) bi danûstandineke rêkûpêk
de bim. Bê guman civat û xweza gelek caran şihîna vê rêkûpêkiyê xera dike û
nahêle ku pergaleke asayî bê saz kirin. Aha hewldan û xweragirtina min bo
ahengiya vê pergalê ye ku her kes bi gor xwestek, arezû û şiyana xwe bikarin li
wir bijîn. Ango hewldan û cehda min bo veguhaztina pergala dijmirovayane ye. Vêca
di vê hewldana veguhaztina domdar de ger helbest bikare xwe bigihîne sînorê “berhem”ê hingê ew dibe “xweragirtin”ek hêzdar û mohra xwe li
jiyanê dixe. Aha armanc, hewldan û helwesta min ew e ku “berhemên xwe” biaxirînim.
Çetoyê Zêdo: Ji bo te nivîskarî tiştekî
çawa ye? Çi hêza te ya nivîskariyê xurt dike?
Berken Bereh: Nivîskarî bo min rêwitiyeke di navbera hiş û dilî de
ye. Ev rêwîtî jî dike ku her helbestek bibe hawara bibîrxistinê ya rûdan û
qewimînên vê dinyaya zalim û sexte. Bi helbesta xwe ya encama vê rêwitiyê ye
dixwazim berê xwendevanî jî bidim wê bihuşta xweşik û çeleng ya hundurîn ku li
wir azadî, bextewarî û evîn bi hemû spehitiya xwe li benda me ye. Bê guman di
vê rêwitiyê de her peyv tiştekê ji te dixwe, kêm dike. Ji ber hindê nivîskarî
xwîn ji xwe berdane. Ew ango helbest her ji te dixwe. Xwîna te dimije, te pîr û
kal dike. Lewre her helbestek wek zarokekê ye. Bi welidandina wê tu dibî xwedî
destkeftinekê û ji nû ve dixuliqî jî. Tişteke du alî ye: Hem ji te dibe û hem
li te zêde dike.
Bi
vê rêwitiya xwe ya ber bi hiş û dilî ve, her gavek bi xwe re destkeftiyekê pêk
tîne. Berhema ku te afirandiye ji bal xwendevanan ve tê hembêz kirin û tê hez
kirin. Ev xwedîlêderketin li te dide zanîn ku, tu li ser rêyeke rastî û coş û
peroşiyekê dide te. Ev jî rêya te ronahî dike û derî û dergehên din li ber te
vedike. Wekî din çavdêriyên te yên xwe dispêrin rastiya jiyanê û xwendinên te
hêz û şiyana te xurttir dike. Te dike rûspiyek xwedan tecrûbe ya nivîsandin û
jiyanê.
Çetoyê Zêdo: Tu çawa dinivîsî, ji kerema
xwe bi giştî tu dikarî qala disiplîna xebatên xwendin û nivîsandina xwe bikî?
Berken Bereh: Ji bo min nîvîs û xwendin wek nan û avê elzem e. Di
jiyana xwe ya rojane de, her kêlîk hiş û aqlê min li ser helbestê ye. Gellek
caran di ber xwe de wek dînan diaxivim, bi peyvan re dikevim di nav hewldanekê.
Bi çavê helbestê li her tiştî dinêrim. Di axaftin û vegotina xwe de jî dixwazim
zimanek helbestyane bi kar bînim. Her tim defterek piçûk li ba min e, ku
peyveke min ji bîr kirî bibihîsim an gotinek cuda qeyd dikim. Wan bi çend
awayan dixwînim lê kûr dibim, sedema bikaranîna digel hev ya wan peyvan û
wateya wan dihizirim.Wekî din her roj, bi kêmasî du-sê saetan dixwînim. Xwendinên
min ne tenê li ser çawaniya helbest û nivîsandinê; her wiha li ser her babetê ye:
Dîrok, erdnîgarî, felsefe, psikolojî, xwarin-vexwarin hwd. Bi xwendinê re tiştên
ku bi kêrî min bên, di defterekê de dinivîsim. Ev rewş her bi vî awayî berdewam
e.
Çetoyê Zêdo: Li gorî te edebiyata kurdî
ber bi ku ve diçe?
Berken Bereh: Edebiyata kurdî bi du aliyan de diherike.Yek, berev
pêş ku ev herikandin dê wê ber bi kemilandina zimanê edebiyatê û kamilbûna
edebiyata kurdî bi xwe re bîne; ya dîn jî dixwaze xwe bigihîne reh û rîşalên
xwe. Ev her du helwest dê di paşerojê de reng û dirûvek mişt kurdewar û modêrn
biafirîne.
Çetoyê Zêdo: Piştî deh salên din wê
wêjeya kurdi li gorî dîtina te, ew ê bigihîje ku?
Berken Bereh: Berê deh salan û piştî deh salan wêjeya kurdî, dê wek
şev û rojê ji hev cuda be. Ango rewşa nivîsa kurdî dê hewqasî baştir û
dilxweştir be. Ji ber ku zimanê Kurdî û nivîsandina bi vî zimanî, êdî xwediyê
zana û kesên xwedî bi behr e. Êdî xwendevan û nivîskar wê zêde bibin û kalîteya
wan jî dê baştir bibe.
Çetoyê Zêdo: Bandora kîjan nivîskarî/ê
(nivîskaran) li te çê bû? Bi mînakan hûn dikarin ji me re vebêjin?
Berken Bereh: Her nivîskarê ku min xwendiye tesîrek li min kiriye. Ev
tişteke asayî û yek ji rengê xwendin û sûd jê wergirtinê ye. Lê ku bi taybet
bibêjim: Paul Eluard, Mayakovskî, Atilla Jozef, Ted Huges, Puşkin, Başo û ji me
jî Feqiyê Teyran, Qedrîcan, E.Xanî, H.Qadirê Koyî, Pîremerd û hema hemû yên din…
Çetoyê Zêdo: Bijarteyên xwendinên xwe ji
me re bêjin - di nav xwendinên cenabê te
de, ji bo xwendevanan tu kîjanan pêşniyar dikî? Ji klasikên edebiyata cîhanê tu
kê dixwînî û diecibînî?
Berken Bereh: Ez ji serdema klasîzmê bigire ta îro her berhema ku bikaribim
bi dest xwe ve bînim dixwînim. Min dîroka helbesta cîhanê ji roja roj ta îro
xwendiye, dixwînim. Ji kawafis, Sopho, şekspir ta Hugo,Malarme, Bodler, Rimbaud,
E.Pound, Yesenin, Neruda, Lorka, Mahmud Derwêş, Sopheri, Başo hwd. xwendine û dixwînim.
Bi giştî klasîka Kurdî bi caran min xwendîye. Niha jî her li wan vedigerim û
wan dixwînim. Dixwazim reng, deng, estetîka kurdî çi ye, çawa ye lê hay bibim û
bikaribim ew pira di navbera me de ya rûxiyayî bi çend keviran be jî, lê zêde
bikim. Pirtûkên li ser tioriya helbestê û çawanî û poetikayê her li ber destê
min in û wan dixwînim: T.Egleton, O.Paz, Arîsto, Platon, Fanon, Jusdanis, Berna
Moran,Veysel Çolak, Ö.İnce, Ahmet Oktay, Sedat Umran jî hin ji wan pirtûkan in
ku li ser tioriya helbestê ne. Ez; Ö.İnce, Berna Moran û Sedat Umranî salox
didim ku teqez divê helbestvanên nû dest bi helbestê kiribin, bi caran wan
bixwînin. Klasîkên Kurdî jî divê her li ber destê wan bin. Ta işqa Baba Tahir,
humanîzm û tesewwifa M.Cizîrî, ziman û hawirdorparêziya F.Teyran, mirin û
tesîra wê ya li ser M.Bateyî, Kurdperweriya H.Qadirê Koyî, berxwedêriya
Cigerxwîn û hwd. neyê zanîn ez nebawer im, helbestek serkeftî bê nivîsandin. Her
wiha min hemû klasîkên li ser felsefê û yên Markîsî û yên li ser pirsa neteweyê
radiwestin xwendine.
Çetoyê Zêdo: Ku em ji cenabê te
bixwazin, tu yê karibî ji me re qala Arjen Arî bike?
Berken Bereh: Arjen Arî… Dost, heval, hogir, bav û şairekî baş bû. Ewî
hemû taybetiyên kurdekî xas di xwe de dihewand. Merd, camêr, mêvanperwer û
dostekî baş bû. Ta jê dihat van taybetiyên ku li bajaran ber bi pêla wehşeta
kapîtalîzmê û ya asîmliasyonê ketiye diparast. Dilsoz û dildarekî bêpayan ê filklor,
ziman û çanda kurdî bû. Rabûn û rûniştin û jiyana malbata wî giş li gor vê
çandê bû. Bê guman ev reng di helbestên wî de jî xwe dida der û ew bi xwe jî
her destnîşan dikir ku di poetîka xwe de, her bi filklor û çanda devkî a Kurdî
re dide û distîne. Xwe wek nevî û şopdarê Cigerxwîn hesab dikir. Hem ji hêla
naverok, şêwaz û teşeya xwe ve jî dişibiya wî; hem jî ji hêla kesayetî ve jî
dişibiya wî. Ewî guh nedida rexne û gotgotên ku divê ziman xwe veguhere, her
berevaniya zimanê resenî xweser yê di nava gel de tê bikaranîn dikir. Ez gelek
bextewarim ku min ew nas kir û dostê wî ê herî ezîz bûm. Em wek birayekî bûn. Me
helbestên xwe her ji hev re dixwend, parve dikir û dixwest wek xwe binirxînin. Me
gelek arîkariya hev dikir. Arjen Arî, bi ziman, şêwaz, kesayet û helbesta xwe
xweser û resen bû. Ewî di helbesta Kurdî de cihokek xweserî xwe herikand û
peyva Kurdî serbilind û serkeftî kir. Gelek sedem hene ku nifşa nû bidin ser
şopa wî û dengê wî bilindî esmanî bikin. Ez wî bi giramî bi bîr tînim û bejna
xwe, xwe li ber giyanê wî yê şûm, serhildêr, diltenik, berxwedêr û kurdistanî
ditewînim.
Çetoyê Zêdo: Cenabê te ji helbestvan û nivîskarên
nû kê diecibînî?
Berken Bereh: Ali Bayram, Ümit Esen, Axîn Aydın, Evîn Omerî, Selamî
Esen, Roşeng Rojbîr, Rêdûr Dîcle…
Çetoyê Zêdo: Ji me re qala pirtûkxaneya
xwe bikin?
Berken Bereh: Pirtûkxaneya min têra xwe dewlemend e. Hema bêje hemû
pirtûk û kovarên Kurdî tê de hene. Ji bilî wan pirtûkên bi tirkî hatine
nivîsandin ku babeta wan Kurd an jî li ser tiorîya edebiyatê û dîrok, bîranîn, erdnîgarê
û ta geştûguzarê(turizm) tê de hene. Min ne jimartiye; lê ez bawerim ku hejmara
pirtûkan li ser sê hezarî re ye.
Çetoyê Zêdo: Tu kîjan berhemê/an car bi
car dixwînî an jî te xwendiye?
Berken Bereh: Klasîkên Kurdî û yên li ser tioriya helbestê (Sedat
Umran: Rastiya Metafizikî ya di helbestê de, Ö. İnce: Helbest û heqîqet, Berna
Moran-Têgehên Edebiyatê…
Çetoyê Zêdo: Lehengên te yê/n edebî kî
y/ne?
Berken Bereh: Ted Huges, Qedrican, Feqiyê Teyran, Eluard, Lorka, Jozef…
Çetoyê Zêdo: Tu debara xwe bi çi dikî?
Berken Bereh: Ez ji karê mamostetiyê xaneşîn im, bi wê debara xwe
dikim.
Çetoyê Zêdo: Di derbarê berhemên te yên
çapbûyî de, tu dixwazî ji me re çi bêjî?
Berken Bereh: Berhemên me jî wek ê nifşa min bê siûd bûn. Lewre
berhemên me gelek dereng hatin weşandin û di weşandina wan de (di gel ku
spasiya wan weşanxaneyan dikim) gelek kêmasî çêbûn. Bêtir jî di sererastkirinê
de. Ji ber ku kesên ev kar dikirin ne pispor bûn. Hinekan jî wek heqê xwe dîtin
ku hin guhertinan di helbestan de bikin; wek “ku” lê zêde bikin. Ya ez zanim ji
bilî nivîskarî kes nikare li helbestê de destdirêjiyê bike.
Çetoyê Zêdo: Berhemên te yên çapnebûyî
hene? Ku hebin tu dikarî ji me re qala wan bikî?
Berken Bereh: Sê berhemên min ku ez amadehiya wan dikim, lê ê min
neqedandine hene. Yek li ser rexneya helbesta Kurdî; dudu jî yê helbestanin. Yek
name ne ku bi awayek pexşanî hatine nivîsandin.
Çetoyê Zêdo: Ji nivîskariya xwe, tu ji
çi dereng ma? Xetereyên “lêpoşmaniyên” te yên bihurî çê bûne?
Berken Bereh: Ez ji halê xwe razî me, tu poşmaniyên min nînin.
Berken Bereh: Ez ji halê xwe razî me, tu poşmaniyên min nînin.
Çetoyê Zêdo: Heta niha di nivîskariya
xwe de, tu zêde li ser çi disekinî û lê hûr dibû? Vê gavê tu li ser çi mijûl î?
Berken Bereh: Ji roja roj de, min dixwest bibime dengê hejar, nezan,
xizan û bindestan. Hem di jiyana xwe ya siyasî de, min ev sekna xwe parast û
ketim di nav kar û xebatan. Ji ber wê helwesta xwe çar caran hatim zîndan
kirin, surgun kirin… Ji karê xwe hatim bidûrxistin û niha jî vê helwesta xwe didomînim.
Vêca wek Kurdan gotî “fikra te çi be, zikra te jî ew e” helbesta min her bi
reng û dirûvê, kesekî welatê wî hatî dagir kirin hat nivîsandin û li ber xwe
da. Lê min ji hemasetê hez nedikir, ji ber wê ji dêvla civatê bi peyvên sext û
req vebêjim, min ji kesekî, ji xwe da rê û xwest civakê vebêjim. Ango rêveçûnek
ji perçê ber bi tevahiyê ye helbesta min. Bê guman nimûneyên dij vê jî hene, lê
bi piranî helbestên min ji reng, xeml, têkçûn, xewn, xeyal, dilxweşî û
berxwedêriya kesekî pêk tê û xwe digihîne civatê.
Çetoyê Zêdo: Guhertinên nivîskariya te (berê
– niha) çi ne?
Berken Bereh: Gelek guhertinên berbiçav hene. Di serî de wek hemû
kesên nû dest bi nivîsê dikin min peyv di wateya wan ya ferhengî de bi kar
dianî. Vegotin û destnîşankirina êş û janan bi awayekî rasterast bûn. Îro
têdigihêm ku her peyvek xwedî ruh û giyanekî ye û tu dikarî bi alîkariya peyvên
din wan ji nû ve bi hêz û şiyan bikî. Ku dikare di giyanê xwendevanî de bibe
sedema coş û peroşiyeke dilxweşker.
Çetoyê Zêdo: Tu bêyî çi/kê nikare
binivîsînî?
Berken Bereh: Tu tişt ji bo min nikare bibe kelem ku binivîsim.
Berken Bereh: Tu tişt ji bo min nikare bibe kelem ku binivîsim.
Çetoyê Zêdo: Di têkiliya jiyan û
nivîskariya te de, tiştê/a ku te nedixwest biqewime çi ye / çi ne?
Berken
Bereh: Tişteke ku min nedixwest biqewime nebûye.
Çetoyê Zêdo: Li gora te hejmara
xwendevanên kurdî çend kes e?
Berken
Bereh: Xwendina Kurdi gelek pêş ketiye. Ez dibêjim hejmara wan li ser hezar
kesî re ye. Lê xwendevan ne mecbûr in
hemû berheman bikirin û bixwînin. Ev jî bi min
dilxweşiyek e. Xwendevan pirtûkên xîtabî wan dikin dikirin. Ew gotina “Kurdî be
çi be pîroz e” êdî demode bûye. Ew ne
mecbûr in hemû pirtûkan bikirin û bixwînin. Ev
helwest bi ya min dê rê li ber pirtûkên çêtir jî veke.
Çetoyê Zêdo: Li gora çavderiyên te,
navêndên xwendina Kurdî li ku derê pêşketiye?
Berken Bereh: Navêndên xwendina Kurdî
Amed, Mêrdîn, Batman e. Lê Sêrt, Colemêrg
û Wan jî di hewldaneke baş de ne.
Çetoyê Zêdo: Tu dikarî di derbarê
folklora Kurdî dîtinên xwe bibêjî?
Berken Bereh: Filklor yek ji avakarê neteweyê ye. Ew ruh û giyan û
şiûra wê ye. Gelek zanyar filklorê wek cewhera neteweyî bi nav dikin. Vêca dema
em bala xwe didin hewldanên fikra neteweyî ya kurdan em dibînin ku yekser, ev
filklor derdikeve pêş. Wek ku bê gotin ku ya civatê giş bi hev ve girê dide û
wan bi hev ve dişidîne ew e. Ma ya ji E.Xanî re bûyî palgeh û kanî ne ev
filklor e? Ku Memê Alan nebûya belkî Mem û Zîn jî wê nebûya. Evdalê Zenikê, Derwêş
û Edûlê du mînakin din. Filklora kurdî hemû taybetmendiyên civaka Kurdî di xwe
de dihewîne. Em adet, rabûn û rûniştin, xurafe, dîn, hiş, giyan… û estetîka
kurdî tê de dibînin. Bi zanebûn an nezanîn em giş, bi wê filklorê mezin dibin, durv
û teşe digirin; pîrozî, neçêyî, spehîtî, xweşikî, çêj û tam û gelek tiştên din
ji wê daxilî ruhê me dibe. Bê wê ne gengaz e ku em bikaribin berhemeke Kurdewar
ya serkeftî biafirînin.Yek ji kêmasî û bê tam bûna berhemên Kurdî ew e ku dûrî
filklora Kurdî ne. Bêtir jî helbest ku filklora Kurdî dûr be, ew ruhê Kurdî
nikare bi awayek serkeftî di helbestê de bi cih bibe. Bê guman mebesta min ne
ew e ku em rasterast filkolrê bi kar bînin; lê wek E.Xanî bi arîkariya wê li
ser wê ji nû ve biafirînin.
Çetoyê Zêdo: Kîjan diyalekt (devok) ji
bo te taybet e/in?
Berken Bereh: Ez li hemû navendên devokên Kurmancî li Bakur mam e û
geriya me. Ji ber wê haya min ji hemûyan heye. Tu devokek bi tena serê xwe bo
min ne taybet e. Lew her devokek me gelek peyv, qalib û gotinên resen di xwe de
dihewînin. Ya baş ew e ku tu bikaribî di berhema xwe de hemûyan bikarbînî û wan
nêzîkî hev bikî. Bi ya min pirsgirêka zimanê standard jî ev e. Lê kesê di van
devokan de ne pispor û xwedî agahiyên baş bin, bila bi devoka xwe binivîsînin. Bi
min her devok têra xwe nehatiye bikaranîn. Ger devokên me di nivîsê de baş bêne
bi kar anîn dê zimanê standard jî zûtir bikaribe wan bîne gel hev.
Çetoyê Zêdo: Li gora te, piraniya
nivîskarên Kurdî çima mamoste ne? Tu vê yekê çawa dibînî?
Berken Bereh: Ev ne tesadufek e. Gava em bala xwe didin rewşa Kurdan,
em dibînin ku di nav xwendevanan de yên bêtir mamoste ne. Ango karmend û
xwendayên Kurdan ta niha jî tenê rêya xwendina zankoyên mamostetiyê dikarin bi
destxwe ve bînin. Wekî din mamoste hem li Tirkiyê û hem jî li Kurdistanê yên
herî polîtîk û çalak in. Bê guman ev rengê taybet yê mamosteyan kir ku bêtir û
zûtir li siyaset û edebiyatê germ bibin. Bi min ev tiştekî baş bû. Lew mamoste
her di nava civakê de ne; li gundan in; civat xwe ji wan dûr nake. Ev jî dike
ku mamoste çêtir ruh, giyan û çanda xwe nas bikin û bikin mijara edebiyatê.
Çetoyê Zêdo: Xwendevanên te kî ne? Taybetî
û bertekên xwendevanên te çawa nin?
Berken Bereh: Tu agahiyên ciddî di destê min de nîn in. Lê ji
bername û çalakiyên edebî dikarim bibêjim, nivîskar û xwendevanên zanîngehan in.
Ji xwe ev rastî ya hemû nivîskara ne. Kesên ku dixwînin, gelek ji wan
dinivîsînin. Bi giştî bertek û dilsoziya wan gelek min şad û bextewar dike.
Çetoyê Zêdo: Li gorî cenabê te rexnaya
helbestê divê çawa be?
Berken Bereh: Ta van salên dawiyê min tu tekstên rexneyî
nexwendîne.Ya rast li Bakur rexneya helbestê tune ye, nehatiye kirin. Min çend
gotar li ser helbesta Kurdî di malpera Diyarname’yê de da belav kirin. Wekî din
yek du gotar min xwendin; lê ew jî ne nirxandin, lê danasîna berheman bû. Arîşeyek
jî ew e ku helbest wek kurê pîrê tê hesab kirin. Heta gelek kes dibêjin dewra
helbestê bûrî, hebe nebe çîrok û roman; lê ew kes, ji bîr dikin ku di nav beşên
edebiyatê de yê zimanî di kemilîne û nirxbuhatir dike helbestvan û helbesta wî ye.
Yek jî bêedebiyek heye; çi kesê du tişt ji ber kirî, wî hedê di xwe de dibînin
ku bibêjin helbestvan û helbesta kurdî nîn e. Ez ji vir bang li wan kesan dikim
dibêjim, qeqebo! fermo em helbesta kurdî bigengêşin! Ku ta îro rexneya helbesta
li Bakur nehatibe kirin ne ji ber qelsiya wê lê, ji ber tu babaegidek bikare
rexne bike nîn e.
Rexneya
helbestê ne ew e ku tu pesnê an reşkirina wê destnîşan bikî. Divê rexnevan hay
ji serborî û gencîneya helbesta wê netewê, qonax heyamên wê hebe û bikare
helbesta rexne dike, bi wê gencîneyê re bide ber hev; paşê hay ji helbesta
cîhanê hebe û wan bide ber hev. Hem ji hêla ziman, şêwaz, teşe, naverok û heta
di gel nivîskarî jî. Vêca tu bawerî babaegîdek hebe li Bakur ji bin vî barî
derkeve? Xwezî, ewil ez bidam ber şûrê xwe!
Çetoyê Zêdo: Tu di derbarê “şêwir û komên
xwendinê” de çi difikirî?
Berken Bereh: Ji ber ku min bi xwe jî ev kom ava kirine, ez
helwest, niyet û giringiya van koman baş zanim. Şêwir û komên xwendinê, sazî û dezgeyên
herî pîroz û dilxweşker yê edebiyata Kurdî ne. Ez bi rêkeftina wan gelek bextewar
im. Ji niha de me berê van koman rakir; du kovarên tirtire: Wêje û Rexne, Zarema.
Bi ya min divê li her bajarî ev kom bên ava kirin. Lew ev kom wek dibistanekê
tevdigerin û bi awayek zanistî karê xwe dikin.Hem nivîskaran didine nasîn, hem
kil û kêmasiyên wan destnîşan dikin û hem jî ew bi xwe arîkariya hev dikin ku
baştir bên perwerde kirin. Mixabin hê ez nebûme mêvanê wan. Min dixwest “Ez çi
me? Çawa têm dîtin?” min rû bi rû ji devê wan bibihîsta. Ez dikarim bibêjim ku
şovalyeyên edebiyata kurdî wê ji nav wan derkevin.
Çetoyê Zêdo: Li gora te niviskariya Kurdî
û rojeva Kurdî çi qasî li hev dike?
Berken Bereh: Nivîskariya Kurdî havênê xwe ji civata xwe digire. Mecbûr
e, tiştên li welatê wî û yên di
nav civata wî de pêk tên binivîse, şirove bike, bi estetîkeke kurdewar ji nû ve
biafirîne. Ta niha jî hemû hewldanên nivîskariyê bi gor rojeva Kurdan tê
nivîsandin.
Çetoyê Zêdo: Bi ya cenabê te, gelo çima
gelek kes xwe weke “helbestvan” bi nav dikî?
Berken Bereh: Divê mirov ji wan bipirse, lê ez dibêjim “helbest” hê
jî ya herî delal ya edebiyata Kurdî ye. Ji ber wê dixwazin helbestvaniyê wek
unwanekê bo xwe bi kar bînin. Ez ji vê bextewar im ku qedr û qîmeta helbestê
heye. Dibe ku helbesta Kurdî hê baş nehatiye fêm kirin û di nav civatê de cihê
wê nediyar e; an bi hêsanî tu kesî nedikarî xwe bi helbestvaniyê bi nav bike. Piçûkirina
helbestê, qedirnedayîna edebiyatê û rêjeya xwendevana jî sedemek vê erzaniyê
ye. Di paşerojê de bawer im ku dê ev pirs neyê kirin. Wekî din mafê her kesî
heye helbestê binivîse û xwe bi wê bi nav bike. Bersiva pirsa te bêtir dê
xwendevan bidin.
Çetoyê Zêdo: Ji bo perwerdehiya bi
zimanê kurdî dîtin û pêşniyazên te hene?
Berken Bereh: Perwerdehiya Kurdî karekî jê re pisporî divê. Mixabin
ta niha jî me nekariye pirtûkên perwerdehiyê amade bikin. Ger rewş ev be, ma
dikarim çi bibêjim? Em dizanin li Binxetê hê di dewra Hawarê de kesên wek Osman
Sebrî klubên xwendinê ava kiribûn. Em jî dikarin li hemû bajaran û taxan
dibistanên taybet vekin. Ji bo vê jî desthilatî lazim e, arîkarî. Şaredariyên
me dikarin piştevaniya vî karî bikin. Ji xwe xebatên sivîlî ev tiştên wek van
in. Kurdî-Der vî karî dike; lê kesên li wir perwerdehiyê didin ne pispor in û
ji arîkariyê bê par in. Divê em arîkariya wan bikin. Lê perwerdehî bi giştî
karekî profesyonel û xwedî stratejiyekê ye. Ya me em dibêjin em dê ta saziyek
xurt pêk bê, em nehêlin pêla bişaftinê me qir bike.
Çetoyê Zêdo: Ji bo zarokan, tu xebatên
te yên wêjeyî û hunerî heye?
Berken Bereh: Na xebatên min li ser zarokan nîn e.
Çetoyê Zêdo: Ji bo ji mirov bibe
“helbestvan” divê xwedî çi be? Ji bo xwesteka xwendin û nivîsandina helbestê çê
bibe, cenabê te ji xwendevên re çi dibêjî?
Berken Bereh: Bê guman mirov ji diya xwe wek helbestvan nayê dinê. Helbestvanî
bê guman behreyek e. Ev behre her çiqas dikare di giyanê yekî de hebe; lê ku ew
xwe perwerde neke, hay ji vê behreya xwe nebe nikare bibe helbestvan. Ango ev
behre piçek jî dana xwedê ye. Tu dikarî wê bikemilînî. Ev jî bi xwendin, çavdêrî,
şopandina helbestvanên din, qedr û qîmetdayîna helbestê ye. Divê helbest bibe
perçek jiyan û giyanê te. Tu wê wek ezîza li ber dilê xwe her xwedî bikî, bertîl
bikî, dilê wê xweş bikî. Helbest wek jineke delal û nazenîn e. Ew tu hewiyan
qebûl nake. Gelek hesûd e. Ji kebaniya malê jî diheside. Di ser xwe re tu kesî
qebul nake.Vêca ger kesek bixwaze bibe helbestvan û behreya wî helbestê hebe
divê van xalên min li jor destnîşankiriye li xwe bigire. Hingê ez bawer im ku
dê bibe helbestvanekî baş. Lê bi xwendin, sebr û xebatê her kes dikare hin
helbestên baş jî binivîs e.
Çetoyê Zêdo: Şano
bo te tê çi wateyê? Berhemek te ku divê bibe şano heye gelo?
Berken Bereh: Di nav beşên hunerê de ya
herî bi bandor şano ye. Lew şano ne tenê leyîstok
e, ew temaşevanî jî daxilî xwe dike û
dike ku ew jî wê bûyerê yekser bijî. Ji xwendinê
hêsantir û lezgîntir e. Encam jî bi gor wê kartêkertir e. Em zanin şano hunera herî kevn ya cîhanê ye. Ew, di heman
demê de rêbazeke perwerdehiyê ye jî. Çand
û kultur zûtir pê belav dibe û civatê li dor hişmendiyekê dicivîne. Helbesta min
a bi navê “Helebçe” baş dikare bibe
şano. Ji xwe Eğitim-Sen a Amedê jî di sala 2002 de wek şano amade kiribû.
Min pir eciband ev sohbeta Wêjeyî , Spas!
YanıtlaSil