Ana içeriğe atla

LÊPIRSÎNA HELBESTÊ Û BERKEN BEREH


Çetoyê Zêdo: Bi vegotina cenabê te “Berken Bereh” dikare kurtejiyana xwe bi me re parve bikî?

Berken Bereh: Ez wek hemû kesên Kurd ê navsere roja jidayîkbûna xwe nizanim. Dayîka min digot “me tu şeş heyvan dereng qeyd kir.” Min di sala 1978an de dest bi nivîsandina Kurdî kir. Helbesta min, cara ewil di kovara Tîrêj (yekem kovara du zaravayî û bi kurdî li bakur)ê de hat weşandin. Berî nivîsandinê di heftdeh saliya xwe de, tevlî refên welatparêz bûm û ta îro jî ev helwesta min a siyasî jî didome. Çar caran hatim zindankirin. Dehan salan ji karê xwe yê mamostetiyê hatim bidûrxistin. Li çendîn sazî û dezgeyên siyasî wek rêveber xebitîm. Helbestên min di gelek kovar, radyo, tv û rojnameyan de hat xwendin û weşandin, belav kirin. Di sala 1999an de bi navê “Kulîna Kulîlkan” min malperek internetê ava kir. Ji bo berhemên xwe du caran hatim xelat kirin. Ta niha heft pirtûkên helbestan min dane weşandin. Li welêt dijîm. Bavê sê zaroka me. Hê jî nivîskariya xwe didomînim.

Çetoyê Zêdo: Xwestek û helwesta te ji bo helbest û nivîsê çi ye? Di helbestvaniya cenabê te de “çi?”, “ji bo çi?”, “çawa?” li gora poetîka xwe, tu dikarî binirxîne?

Berken Bereh: Di nav beşên edebiyatê de ya herî kevn û bi hêz û bi bandor helbest e. Ji ber ku helbest hemahengiya dil, hiş, mejî û ramanê ye, ew dikare mirovî li hember hemû neçêyiyên jiyanê biparêze; li ber xwe bide û jiyana insanî watedartir bike. Nivîs aha vê watedariyê nemir dike. Ji nivîskarê xwe re stargehekê lê dike. Ew li vê stargeha xwe azad, bextewar, desthilat û serdestê jiyanê ye. Bi kurtî dikarim bibêjim ku nivîskarî û helbest bo min seknek e, sekneke li hember jiyanê;xweragirtin e. Ji ber ku helbestvan jî yek ji endamê civatê ye û bi civatê û xwezayê re di nav têkiliyekê de ye, ev danûstandin dibe sedema kartêkirinên çi baş çi xerab li ser insanî. Ez dixwazim (ku hemû insan bi vî awayî ne) bi dorhêla xwe re (çi civakî, çi xwezayî) bi danûstandineke rêkûpêk de bim. Bê guman civat û xweza gelek caran şihîna vê rêkûpêkiyê xera dike û nahêle ku pergaleke asayî bê saz kirin. Aha hewldan û xweragirtina min bo ahengiya vê pergalê ye ku her kes bi gor xwestek, arezû û şiyana xwe bikarin li wir bijîn. Ango hewldan û cehda min bo veguhaztina pergala dijmirovayane ye. Vêca di vê hewldana veguhaztina domdar de ger helbest bikare xwe bigihîne sînorê “berhem”ê hingê ew dibe “xweragirtin”ek hêzdar û mohra xwe li jiyanê dixe. Aha armanc, hewldan û helwesta min ew e ku “berhemên xwe” biaxirînim.
 
Çetoyê Zêdo: Ji bo te nivîskarî tiştekî çawa ye? Çi hêza te ya nivîskariyê xurt dike?
Berken Bereh: Nivîskarî bo min rêwitiyeke di navbera hiş û dilî de ye. Ev rêwîtî jî dike ku her helbestek bibe hawara bibîrxistinê ya rûdan û qewimînên vê dinyaya zalim û sexte. Bi helbesta xwe ya encama vê rêwitiyê ye dixwazim berê xwendevanî jî bidim wê bihuşta xweşik û çeleng ya hundurîn ku li wir azadî, bextewarî û evîn bi hemû spehitiya xwe li benda me ye. Bê guman di vê rêwitiyê de her peyv tiştekê ji te dixwe, kêm dike. Ji ber hindê nivîskarî xwîn ji xwe berdane. Ew ango helbest her ji te dixwe. Xwîna te dimije, te pîr û kal dike. Lewre her helbestek wek zarokekê ye. Bi welidandina wê tu dibî xwedî destkeftinekê û ji nû ve dixuliqî jî. Tişteke du alî ye: Hem ji te dibe û hem li te  zêde dike.
Bi vê rêwitiya xwe ya ber bi hiş û dilî ve, her gavek bi xwe re destkeftiyekê pêk tîne. Berhema ku te afirandiye ji bal xwendevanan ve tê hembêz kirin û tê hez kirin. Ev xwedîlêderketin li te dide zanîn ku, tu li ser rêyeke rastî û coş û peroşiyekê dide te. Ev jî rêya te ronahî dike û derî û dergehên din li ber te vedike. Wekî din çavdêriyên te yên xwe dispêrin rastiya jiyanê û xwendinên te hêz û şiyana te xurttir dike. Te dike rûspiyek xwedan tecrûbe ya nivîsandin û jiyanê.

Çetoyê Zêdo: Tu çawa dinivîsî, ji kerema xwe bi giştî tu dikarî qala disiplîna xebatên xwendin û nivîsandina xwe bikî?
Berken Bereh: Ji bo min nîvîs û xwendin wek nan û avê elzem e. Di jiyana xwe ya rojane de, her kêlîk hiş û aqlê min li ser helbestê ye. Gellek caran di ber xwe de wek dînan diaxivim, bi peyvan re dikevim di nav hewldanekê. Bi çavê helbestê li her tiştî dinêrim. Di axaftin û vegotina xwe de jî dixwazim zimanek helbestyane bi kar bînim. Her tim defterek piçûk li ba min e, ku peyveke min ji bîr kirî bibihîsim an gotinek cuda qeyd dikim. Wan bi çend awayan dixwînim lê kûr dibim, sedema bikaranîna digel hev ya wan peyvan û wateya wan dihizirim.Wekî din her roj, bi kêmasî du-sê saetan dixwînim. Xwendinên min ne tenê li ser çawaniya helbest û nivîsandinê; her wiha li ser her babetê ye: Dîrok, erdnîgarî, felsefe, psikolojî, xwarin-vexwarin hwd. Bi xwendinê re tiştên ku bi kêrî min bên, di defterekê de dinivîsim. Ev rewş her bi vî awayî berdewam e.

      Çetoyê Zêdo: Li gorî te edebiyata kurdî ber bi ku ve diçe?
Berken Bereh: Edebiyata kurdî bi du aliyan de diherike.Yek, berev pêş ku ev herikandin dê wê ber bi kemilandina zimanê edebiyatê û kamilbûna edebiyata kurdî bi xwe re bîne; ya dîn jî dixwaze xwe bigihîne reh û rîşalên xwe. Ev her du helwest dê di paşerojê de reng û dirûvek mişt kurdewar û modêrn biafirîne.

      Çetoyê Zêdo: Piştî deh salên din wê wêjeya kurdi li gorî dîtina te, ew ê bigihîje ku?
Berken Bereh: Berê deh salan û piştî deh salan wêjeya kurdî, dê wek şev û rojê ji hev cuda be. Ango rewşa nivîsa kurdî dê hewqasî baştir û dilxweştir be. Ji ber ku zimanê Kurdî û nivîsandina bi vî zimanî, êdî xwediyê zana û kesên xwedî bi behr e. Êdî xwendevan û nivîskar wê zêde bibin û kalîteya wan jî dê baştir bibe.

       Çetoyê Zêdo: Bandora kîjan nivîskarî/ê (nivîskaran) li te çê bû? Bi mînakan hûn dikarin ji me        re vebêjin?
Berken Bereh: Her nivîskarê ku min xwendiye tesîrek li min kiriye. Ev tişteke asayî û yek ji rengê xwendin û sûd jê wergirtinê ye. Lê ku bi taybet bibêjim: Paul Eluard, Mayakovskî, Atilla Jozef, Ted Huges, Puşkin, Başo û ji me jî Feqiyê Teyran, Qedrîcan, E.Xanî, H.Qadirê Koyî, Pîremerd û hema hemû yên din…

    Çetoyê Zêdo: Bijarteyên xwendinên xwe ji me re bêjin -  di nav xwendinên cenabê te de, ji bo        xwendevanan tu kîjanan pêşniyar dikî? Ji klasikên edebiyata cîhanê tu kê dixwînî û diecibînî?
Berken Bereh: Ez ji serdema klasîzmê bigire ta îro her berhema ku bikaribim bi dest xwe ve bînim dixwînim. Min dîroka helbesta cîhanê ji roja roj ta îro xwendiye, dixwînim. Ji kawafis, Sopho, şekspir ta Hugo,Malarme, Bodler, Rimbaud, E.Pound, Yesenin, Neruda, Lorka, Mahmud Derwêş, Sopheri, Başo hwd. xwendine û dixwînim. Bi giştî klasîka Kurdî bi caran min xwendîye. Niha jî her li wan vedigerim û wan dixwînim. Dixwazim reng, deng, estetîka kurdî çi ye, çawa ye lê hay bibim û bikaribim ew pira di navbera me de ya rûxiyayî bi çend keviran be jî, lê zêde bikim. Pirtûkên li ser tioriya helbestê û çawanî û poetikayê her li ber destê min in û wan dixwînim: T.Egleton, O.Paz, Arîsto, Platon, Fanon, Jusdanis, Berna Moran,Veysel Çolak, Ö.İnce, Ahmet Oktay, Sedat Umran jî hin ji wan pirtûkan in ku li ser tioriya helbestê ne. Ez; Ö.İnce, Berna Moran û Sedat Umranî salox didim ku teqez divê helbestvanên nû dest bi helbestê kiribin, bi caran wan bixwînin. Klasîkên Kurdî jî divê her li ber destê wan bin. Ta işqa Baba Tahir, humanîzm û tesewwifa M.Cizîrî, ziman û hawirdorparêziya F.Teyran, mirin û tesîra wê ya li ser M.Bateyî, Kurdperweriya H.Qadirê Koyî, berxwedêriya Cigerxwîn û hwd. neyê zanîn ez nebawer im, helbestek serkeftî bê nivîsandin. Her wiha min hemû klasîkên li ser felsefê û yên Markîsî û yên li ser pirsa neteweyê radiwestin xwendine.

     Çetoyê Zêdo: Ku em ji cenabê te bixwazin, tu yê karibî ji me re qala Arjen Arî bike?
Berken Bereh: Arjen Arî… Dost, heval, hogir, bav û şairekî baş bû. Ewî hemû taybetiyên kurdekî xas di xwe de dihewand. Merd, camêr, mêvanperwer û dostekî baş bû. Ta jê dihat van taybetiyên ku li bajaran ber bi pêla wehşeta kapîtalîzmê û ya asîmliasyonê ketiye diparast. Dilsoz û dildarekî bêpayan ê filklor, ziman û çanda kurdî bû. Rabûn û rûniştin û jiyana malbata wî giş li gor vê çandê bû. Bê guman ev reng di helbestên wî de jî xwe dida der û ew bi xwe jî her destnîşan dikir ku di poetîka xwe de, her bi filklor û çanda devkî a Kurdî re dide û distîne. Xwe wek nevî û şopdarê Cigerxwîn hesab dikir. Hem ji hêla naverok, şêwaz û teşeya xwe ve jî dişibiya wî; hem jî ji hêla kesayetî ve jî dişibiya wî. Ewî guh nedida rexne û gotgotên ku divê ziman xwe veguhere, her berevaniya zimanê resenî xweser yê di nava gel de tê bikaranîn dikir. Ez gelek bextewarim ku min ew nas kir û dostê wî ê herî ezîz bûm. Em wek birayekî bûn. Me helbestên xwe her ji hev re dixwend, parve dikir û dixwest wek xwe binirxînin. Me gelek arîkariya hev dikir. Arjen Arî, bi ziman, şêwaz, kesayet û helbesta xwe xweser û resen bû. Ewî di helbesta Kurdî de cihokek xweserî xwe herikand û peyva Kurdî serbilind û serkeftî kir. Gelek sedem hene ku nifşa nû bidin ser şopa wî û dengê wî bilindî esmanî bikin. Ez wî bi giramî bi bîr tînim û bejna xwe, xwe li ber giyanê wî yê şûm, serhildêr, diltenik, berxwedêr û kurdistanî ditewînim.

      Çetoyê Zêdo: Cenabê te ji helbestvan û nivîskarên nû kê diecibînî?
Berken Bereh: Ali Bayram, Ümit Esen, Axîn Aydın, Evîn Omerî, Selamî Esen, Roşeng Rojbîr, Rêdûr Dîcle…

     Çetoyê Zêdo: Ji me re qala pirtûkxaneya xwe bikin?
Berken Bereh: Pirtûkxaneya min têra xwe dewlemend e. Hema bêje hemû pirtûk û kovarên Kurdî tê de hene. Ji bilî wan pirtûkên bi tirkî hatine nivîsandin ku babeta wan Kurd an jî li ser tiorîya edebiyatê û dîrok, bîranîn, erdnîgarê û ta geştûguzarê(turizm) tê de hene. Min ne jimartiye; lê ez bawerim ku hejmara pirtûkan li ser sê hezarî re ye.

      Çetoyê Zêdo: Tu kîjan berhemê/an car bi car dixwînî an jî te xwendiye?
Berken Bereh: Klasîkên Kurdî û yên li ser tioriya helbestê (Sedat Umran: Rastiya Metafizikî ya di helbestê de, Ö. İnce: Helbest û heqîqet, Berna Moran-Têgehên Edebiyatê…

      Çetoyê Zêdo: Lehengên te yê/n edebî kî y/ne?
Berken Bereh: Ted Huges, Qedrican, Feqiyê Teyran, Eluard, Lorka, Jozef…

     Çetoyê Zêdo: Tu debara xwe bi çi dikî?
Berken Bereh: Ez ji karê mamostetiyê xaneşîn im, bi wê debara xwe dikim.

      Çetoyê Zêdo: Di derbarê berhemên te yên çapbûyî de, tu dixwazî ji me re çi bêjî?
Berken Bereh: Berhemên me jî wek ê nifşa min bê siûd bûn. Lewre berhemên me gelek dereng hatin weşandin û di weşandina wan de (di gel ku spasiya wan weşanxaneyan dikim) gelek kêmasî çêbûn. Bêtir jî di sererastkirinê de. Ji ber ku kesên ev kar dikirin ne pispor bûn. Hinekan jî wek heqê xwe dîtin ku hin guhertinan di helbestan de bikin; wek “ku” lê zêde bikin. Ya ez zanim ji bilî nivîskarî kes nikare li helbestê de destdirêjiyê bike.

      Çetoyê Zêdo: Berhemên te yên çapnebûyî hene? Ku hebin tu dikarî ji me re qala wan bikî?
Berken Bereh: Sê berhemên min ku ez amadehiya wan dikim, lê ê min neqedandine hene. Yek li ser rexneya helbesta Kurdî; dudu jî yê helbestanin. Yek name ne ku bi awayek pexşanî hatine nivîsandin.

    Çetoyê Zêdo: Ji nivîskariya xwe, tu ji çi dereng ma? Xetereyên “lêpoşmaniyên” te yên bihurî         çê bûne?
    Berken Bereh: Ez ji halê xwe razî me, tu poşmaniyên min nînin.

       Çetoyê Zêdo: Heta niha di nivîskariya xwe de, tu zêde li ser çi disekinî û lê hûr dibû? Vê gavê        tu li ser çi mijûl î?
Berken Bereh: Ji roja roj de, min dixwest bibime dengê hejar, nezan, xizan û bindestan. Hem di jiyana xwe ya siyasî de, min ev sekna xwe parast û ketim di nav kar û xebatan. Ji ber wê helwesta xwe çar caran hatim zîndan kirin, surgun kirin… Ji karê xwe hatim bidûrxistin û niha jî vê helwesta xwe didomînim. Vêca wek Kurdan gotî “fikra te çi be, zikra te jî ew e” helbesta min her bi reng û dirûvê, kesekî welatê wî hatî dagir kirin hat nivîsandin û li ber xwe da. Lê min ji hemasetê hez nedikir, ji ber wê ji dêvla civatê bi peyvên sext û req vebêjim, min ji kesekî, ji xwe da rê û xwest civakê vebêjim. Ango rêveçûnek ji perçê ber bi tevahiyê ye helbesta min. Bê guman nimûneyên dij vê jî hene, lê bi piranî helbestên min ji reng, xeml, têkçûn, xewn, xeyal, dilxweşî û berxwedêriya kesekî pêk tê û xwe digihîne civatê.

      Çetoyê Zêdo: Guhertinên nivîskariya te (berê – niha) çi ne?
Berken Bereh: Gelek guhertinên berbiçav hene. Di serî de wek hemû kesên nû dest bi nivîsê dikin min peyv di wateya wan ya ferhengî de bi kar dianî. Vegotin û destnîşankirina êş û janan bi awayekî rasterast bûn. Îro têdigihêm ku her peyvek xwedî ruh û giyanekî ye û tu dikarî bi alîkariya peyvên din wan ji nû ve bi hêz û şiyan bikî. Ku dikare di giyanê xwendevanî de bibe sedema coş û peroşiyeke dilxweşker.

     Çetoyê Zêdo: Tu bêyî çi/kê nikare binivîsînî?
     Berken Bereh: Tu tişt ji bo min nikare bibe kelem ku binivîsim.

    Çetoyê Zêdo: Di têkiliya jiyan û nivîskariya te de, tiştê/a ku te nedixwest biqewime çi ye / çi ne?
    Berken Bereh: Tişteke ku min nedixwest biqewime nebûye.

      Çetoyê Zêdo: Li gora te hejmara xwendevanên kurdî çend kes e?
     Berken Bereh: Xwendina Kurdi gelek pêş ketiye. Ez dibêjim hejmara wan li ser hezar   kesî re ye.        Lê xwendevan ne mecbûr in hemû berheman bikirin û bixwînin. Ev jî bi   min dilxweşiyek e.                      Xwendevan pirtûkên xîtabî wan dikin dikirin. Ew gotina “Kurdî be   çi be pîroz e” êdî demode bûye.        Ew ne mecbûr in hemû pirtûkan bikirin û bixwînin. Ev helwest bi ya min dê rê li ber pirtûkên çêtir jî          veke.

      Çetoyê Zêdo: Li gora çavderiyên te, navêndên xwendina Kurdî li ku derê pêşketiye?
            Berken Bereh: Navêndên xwendina Kurdî Amed, Mêrdîn, Batman e. Lê Sêrt,   Colemêrg û Wan               jî di hewldaneke baş de ne.

     Çetoyê Zêdo: Tu dikarî di derbarê folklora Kurdî dîtinên xwe bibêjî?
Berken Bereh: Filklor yek ji avakarê neteweyê ye. Ew ruh û giyan û şiûra wê ye. Gelek zanyar filklorê wek cewhera neteweyî bi nav dikin. Vêca dema em bala xwe didin hewldanên fikra neteweyî ya kurdan em dibînin ku yekser, ev filklor derdikeve pêş. Wek ku bê gotin ku ya civatê giş bi hev ve girê dide û wan bi hev ve dişidîne ew e. Ma ya ji E.Xanî re bûyî palgeh û kanî ne ev filklor e? Ku Memê Alan nebûya belkî Mem û Zîn jî wê nebûya. Evdalê Zenikê, Derwêş û Edûlê du mînakin din. Filklora kurdî hemû taybetmendiyên civaka Kurdî di xwe de dihewîne. Em adet, rabûn û rûniştin, xurafe, dîn, hiş, giyan… û estetîka kurdî tê de dibînin. Bi zanebûn an nezanîn em giş, bi wê filklorê mezin dibin, durv û teşe digirin; pîrozî, neçêyî, spehîtî, xweşikî, çêj û tam û gelek tiştên din ji wê daxilî ruhê me dibe. Bê wê ne gengaz e ku em bikaribin berhemeke Kurdewar ya serkeftî biafirînin.Yek ji kêmasî û bê tam bûna berhemên Kurdî ew e ku dûrî filklora Kurdî ne. Bêtir jî helbest ku filklora Kurdî dûr be, ew ruhê Kurdî nikare bi awayek serkeftî di helbestê de bi cih bibe. Bê guman mebesta min ne ew e ku em rasterast filkolrê bi kar bînin; lê wek E.Xanî bi arîkariya wê li ser wê ji nû ve biafirînin.

      Çetoyê Zêdo: Kîjan diyalekt (devok) ji bo te taybet e/in?
Berken Bereh: Ez li hemû navendên devokên Kurmancî li Bakur mam e û geriya me. Ji ber wê haya min ji hemûyan heye. Tu devokek bi tena serê xwe bo min ne taybet e. Lew her devokek me gelek peyv, qalib û gotinên resen di xwe de dihewînin. Ya baş ew e ku tu bikaribî di berhema xwe de hemûyan bikarbînî û wan nêzîkî hev bikî. Bi ya min pirsgirêka zimanê standard jî ev e. Lê kesê di van devokan de ne pispor û xwedî agahiyên baş bin, bila bi devoka xwe binivîsînin. Bi min her devok têra xwe nehatiye bikaranîn. Ger devokên me di nivîsê de baş bêne bi kar anîn dê zimanê standard jî zûtir bikaribe wan bîne gel hev.

     Çetoyê Zêdo: Li gora te, piraniya nivîskarên Kurdî çima mamoste ne? Tu vê yekê çawa dibînî?
Berken Bereh: Ev ne tesadufek e. Gava em bala xwe didin rewşa Kurdan, em dibînin ku di nav xwendevanan de yên bêtir mamoste ne. Ango karmend û xwendayên Kurdan ta niha jî tenê rêya xwendina zankoyên mamostetiyê dikarin bi destxwe ve bînin. Wekî din mamoste hem li Tirkiyê û hem jî li Kurdistanê yên herî polîtîk û çalak in. Bê guman ev rengê taybet yê mamosteyan kir ku bêtir û zûtir li siyaset û edebiyatê germ bibin. Bi min ev tiştekî baş bû. Lew mamoste her di nava civakê de ne; li gundan in; civat xwe ji wan dûr nake. Ev jî dike ku mamoste çêtir ruh, giyan û çanda xwe nas bikin û bikin mijara edebiyatê.

      Çetoyê Zêdo: Xwendevanên te kî ne? Taybetî û bertekên xwendevanên te çawa nin?
Berken Bereh: Tu agahiyên ciddî di destê min de nîn in. Lê ji bername û çalakiyên edebî dikarim bibêjim, nivîskar û xwendevanên zanîngehan in. Ji xwe ev rastî ya hemû nivîskara ne. Kesên ku dixwînin, gelek ji wan dinivîsînin. Bi giştî bertek û dilsoziya wan gelek min şad û bextewar dike.

     Çetoyê Zêdo: Li gorî cenabê te rexnaya helbestê divê çawa be?
Berken Bereh: Ta van salên dawiyê min tu tekstên rexneyî nexwendîne.Ya rast li Bakur rexneya helbestê tune ye, nehatiye kirin. Min çend gotar li ser helbesta Kurdî di malpera Diyarname’yê de da belav kirin. Wekî din yek du gotar min xwendin; lê ew jî ne nirxandin, lê danasîna berheman bû. Arîşeyek jî ew e ku helbest wek kurê pîrê tê hesab kirin. Heta gelek kes dibêjin dewra helbestê bûrî, hebe nebe çîrok û roman; lê ew kes, ji bîr dikin ku di nav beşên edebiyatê de yê zimanî di kemilîne û nirxbuhatir dike helbestvan û helbesta wî ye. Yek jî bêedebiyek heye; çi kesê du tişt ji ber kirî, wî hedê di xwe de dibînin ku bibêjin helbestvan û helbesta kurdî nîn e. Ez ji vir bang li wan kesan dikim dibêjim, qeqebo! fermo em helbesta kurdî bigengêşin! Ku ta îro rexneya helbesta li Bakur nehatibe kirin ne ji ber qelsiya wê lê, ji ber tu babaegidek bikare rexne bike nîn e.
Rexneya helbestê ne ew e ku tu pesnê an reşkirina wê destnîşan bikî. Divê rexnevan hay ji serborî û gencîneya helbesta wê netewê, qonax heyamên wê hebe û bikare helbesta rexne dike, bi wê gencîneyê re bide ber hev; paşê hay ji helbesta cîhanê hebe û wan bide ber hev. Hem ji hêla ziman, şêwaz, teşe, naverok û heta di gel nivîskarî jî. Vêca tu bawerî babaegîdek hebe li Bakur ji bin vî barî derkeve? Xwezî, ewil ez bidam ber şûrê xwe!

     Çetoyê Zêdo: Tu di derbarê “şêwir û komên xwendinê” de çi difikirî?
Berken Bereh: Ji ber ku min bi xwe jî ev kom ava kirine, ez helwest, niyet û giringiya van koman baş zanim. Şêwir û komên xwendinê, sazî û dezgeyên herî pîroz û dilxweşker yê edebiyata Kurdî ne. Ez bi rêkeftina wan gelek bextewar im. Ji niha de me berê van koman rakir; du kovarên tirtire: Wêje û Rexne, Zarema. Bi ya min divê li her bajarî ev kom bên ava kirin. Lew ev kom wek dibistanekê tevdigerin û bi awayek zanistî karê xwe dikin.Hem nivîskaran didine nasîn, hem kil û kêmasiyên wan destnîşan dikin û hem jî ew bi xwe arîkariya hev dikin ku baştir bên perwerde kirin. Mixabin hê ez nebûme mêvanê wan. Min dixwest “Ez çi me? Çawa têm dîtin?” min rû bi rû ji devê wan bibihîsta. Ez dikarim bibêjim ku şovalyeyên edebiyata kurdî wê ji nav wan derkevin.

     Çetoyê Zêdo: Li gora te niviskariya Kurdî û rojeva Kurdî çi qasî li hev dike?
Berken Bereh: Nivîskariya Kurdî havênê xwe ji civata xwe digire. Mecbûr e, tiştên li welatê wî û yên di nav civata wî de pêk tên binivîse, şirove bike, bi estetîkeke kurdewar ji nû ve biafirîne. Ta niha jî hemû hewldanên nivîskariyê bi gor rojeva Kurdan tê nivîsandin.

       Çetoyê Zêdo: Bi ya cenabê te, gelo çima gelek kes xwe weke “helbestvan” bi nav dikî?         
Berken Bereh: Divê mirov ji wan bipirse, lê ez dibêjim “helbest” hê jî ya herî delal ya edebiyata Kurdî ye. Ji ber wê dixwazin helbestvaniyê wek unwanekê bo xwe bi kar bînin. Ez ji vê bextewar im ku qedr û qîmeta helbestê heye. Dibe ku helbesta Kurdî hê baş nehatiye fêm kirin û di nav civatê de cihê wê nediyar e; an bi hêsanî tu kesî nedikarî xwe bi helbestvaniyê bi nav bike. Piçûkirina helbestê, qedirnedayîna edebiyatê û rêjeya xwendevana jî sedemek vê erzaniyê ye. Di paşerojê de bawer im ku dê ev pirs neyê kirin. Wekî din mafê her kesî heye helbestê binivîse û xwe bi wê bi nav bike. Bersiva pirsa te bêtir dê xwendevan bidin.

      Çetoyê Zêdo: Ji bo perwerdehiya bi zimanê kurdî dîtin û pêşniyazên te hene? 
Berken Bereh: Perwerdehiya Kurdî karekî jê re pisporî divê. Mixabin ta niha jî me nekariye pirtûkên perwerdehiyê amade bikin. Ger rewş ev be, ma dikarim çi bibêjim? Em dizanin li Binxetê hê di dewra Hawarê de kesên wek Osman Sebrî klubên xwendinê ava kiribûn. Em jî dikarin li hemû bajaran û taxan dibistanên taybet vekin. Ji bo vê jî desthilatî lazim e, arîkarî. Şaredariyên me dikarin piştevaniya vî karî bikin. Ji xwe xebatên sivîlî ev tiştên wek van in. Kurdî-Der vî karî dike; lê kesên li wir perwerdehiyê didin ne pispor in û ji arîkariyê bê par in. Divê em arîkariya wan bikin. Lê perwerdehî bi giştî karekî profesyonel û xwedî stratejiyekê ye. Ya me em dibêjin em dê ta saziyek xurt pêk bê, em nehêlin pêla bişaftinê me qir bike.

      Çetoyê Zêdo: Ji bo zarokan, tu xebatên te yên wêjeyî û hunerî heye?
Berken Bereh: Na xebatên min li ser zarokan nîn e.

      Çetoyê Zêdo: Ji bo ji mirov bibe “helbestvan” divê xwedî çi be? Ji bo xwesteka xwendin û            nivîsandina helbestê çê bibe, cenabê te ji xwendevên re çi dibêjî? 
Berken Bereh: Bê guman mirov ji diya xwe wek helbestvan nayê dinê. Helbestvanî bê guman behreyek e. Ev behre her çiqas dikare di giyanê yekî de hebe; lê ku ew xwe perwerde neke, hay ji vê behreya xwe nebe nikare bibe helbestvan. Ango ev behre piçek jî dana xwedê ye. Tu dikarî wê bikemilînî. Ev jî bi xwendin, çavdêrî, şopandina helbestvanên din, qedr û qîmetdayîna helbestê ye. Divê helbest bibe perçek jiyan û giyanê te. Tu wê wek ezîza li ber dilê xwe her xwedî bikî, bertîl bikî, dilê wê xweş bikî. Helbest wek jineke delal û nazenîn e. Ew tu hewiyan qebûl nake. Gelek hesûd e. Ji kebaniya malê jî diheside. Di ser xwe re tu kesî qebul nake.Vêca ger kesek bixwaze bibe helbestvan û behreya wî helbestê hebe divê van xalên min li jor destnîşankiriye li xwe bigire. Hingê ez bawer im ku dê bibe helbestvanekî baş. Lê bi xwendin, sebr û xebatê her kes dikare hin helbestên baş jî binivîs e.

Çetoyê Zêdo: Şano bo te tê çi wateyê? Berhemek te ku divê bibe şano heye gelo?
Berken Bereh: Di nav beşên hunerê de ya herî bi bandor şano ye. Lew şano ne tenê leyîstok e, ew  temaşevanî jî daxilî xwe dike û dike ku ew jî wê bûyerê yekser bijî. Ji xwendinê hêsantir û lezgîntir e. Encam jî bi gor wê kartêkertir e. Em zanin şano hunera herî kevn ya cîhanê ye. Ew, di heman demê de rêbazeke perwerdehiyê ye jî.    Çand û kultur zûtir pê belav dibe û civatê li dor hişmendiyekê dicivîne. Helbesta min a   bi navê “Helebçe” baş dikare bibe şano. Ji xwe Eğitim-Sen a Amedê jî di sala 2002 de wek şano amade kiribû.



 ***Çetoyê Zêdo: Mamoste Berken Bereh bi bersivên xwe, bi şêwaz û tahm û bi ekla vegotana Kurdî, di derbarê helbest û hunere de, cereke din bû sedem ku li helbestê germ bibim, hezar car malî ava ji bo van bersivan. 

Yorumlar

Yorum Gönder

Bu blogdaki popüler yayınlar

Modern Kürt Tiyatrosunun İlk Adımları

Yazar/metin merkezli Batı tiyatrosunun Kürt dilindeki ilk örneği, 1919’da Evdirehîm Rehmî Hekarî’yle başlaması, teatral formların Kürtlerde daha öncesinde olmadığı anlamına gelmemelidir. Popüler ve kitlesel bir sanat olan tiyatro tarihsel olarak her dönemde farklı biçimlerde icra edilmiştir. Genel anlamda tiyatro sanatı; kukla, gölge oyunu, köy seyirlik oyunları, çîrokbêj (bir nevi meddah) geniş bir alanda teatral formalara sahiptir. Bu formlar, yakın kültürler ve komşu milletler arasında benzerlikler gösterebildiği gibi veya hepten özgün bir biçim olarak da var olabiliyor. Kürt tiyatrosunda: Taziye, “Sîtav” (Gölge Oyunu) ile “Bûkella” (Kukla), “Mîr Mîran” (Sahte Emir), “Kosegelî-Gaxan”, “Bûka Baranê” (Bolluk-Bereket Oyun Ritüellerinden), “Sersal” (Yeni Yıl), “Newroz” oyun ve temsilleri... Bunun yanı sıra Kürt tiyatrosuna özgü teatral anlatı biçimleri arasında sayılabilecek “dengbêjî” ile “çîrokbêjî” gibi ulusal formlara da sahiptir. Kürt tiyatrosunun geçmişine ve bugününe baktığımı

Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê / Theatre Concepts and Terms

Şanogeriya "Mem û Zîn", Nivîskar: Emîn Mîrza Kerim, Derhêner: Enwer Tuvî, Silêmanî, 1958 Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê  Absürd Tiyatro - Şanoy bêhûde, Şanoya Absurd - Theatre of the Absurd Acı Çekme Oyunu - Lîstika Êşkêşanê - Şanogeriy eşkence, wezen – Passion Play Acıklı Komedya, Komîdyay giryanawî – Tearful Comedy Açık Aksiyon - Aksiyana Vekirî - Over Act Açık Sahne - Sehneya Vekirî - Open Stage Adaptasyon - Lihevanîn, Adaptekirin - Adaptation Agit-prop tiyatro- Şanogerîy bangeşekirdin – Şanoya propagandayî – Agit- Prop Theatre Ago n- Mişt û mirr – Agon Ağlayıcılar - Koroya Giriyê, Barbûkarî grîkî – Choregos Akrobat - Kanbore, qareman, palewan, Canbaz - Acrobat Aksiyon Oyunu - Dramay niwandin, Şanoya Aksiyonê – Play of Acting Aktivizm -  Karaxwazî, Aktîvîzm - Activism Akustik- Dengî, Akûstîk - Acoustic Alternatif Tiyatro – Şanoya Alternatîf- Alternatîve Theatre Anagnorisis – Venasîn, Nasînewe - Anagnorisis A

Ereb Şamîlov "Koçekê Derewîn-1930" Şano

   E reb Şamîlov  Koçekê Derewîn  Pyêsa Du Fesla Sezde Sifeta   (Neşra Dewlata Şêwrê Ermenîstanê, Rewan, 1930)           Gilyê Pêş          Pyêsa pêşin, gerekê beve notla silhekî şêr, ber gilî gotnê terêqa nav xebatçyê Kurmanca da paşda mayî. Eva gilî gotnê min nivîsîne, ne metelok in, ne jî min ber xoe derxistine. Eva îşana qewimîne bûye, niha jî hene nav gundê Kurmanca da.          Her Kurmancekî gele car qewimye, ku çûna cem wan vireka şêxa, pîra qewala û mella koçeka, wane kirye min nivîsye li vê pyêsê. Basa xeberê ez karim navê çend heva hildim, hûnê bizanbin rastê: Koçek Xûdêda ji gundê (Poştê) Karvansarayê qêza Lenînakanê nahya Hacîxelîlê, Koçek Gulê ji gundê Qulibegê qaza Rewanê nahya Ecmîadzînê (Dêrê).             Evana hetta niha jî dixapînin kesîba û orta Hemîk destê terêqa bega, axa û kulaka tev heve. Ew hizdikin paşda mabûna xebatçya; ew timê nezana tûj dikin berî firqeçya û komsomola dibin, çimkî ew firqeçî û komsomola niha paşda davêjin gilî got