RÊWÎTIYEK BAHRA WANÊ
Şevnî
şevê ereba ez pê dihatim Wanê li otogara Tatwanê rawestiya. Rêwiyên Tatwanê yek
bi yek jê daketin. Di hundurê erebê de ez û ajotvan tenê man. Ajotvanê ereba me
li min zîvirî û go:
-
Ji te pê ve rêwiyên Wanê tune ye û ez nikarim ji bo rêwiyekî tenê herim heta
Wanê…
Hîn
axaftina xwe bi dawî nekiribû min xwe ne girt:
- Tu
çawa dibêjî ez nikarim te bigehêjînim Wanê? Ji bo çi heyran? Berî ku bilêta xwe
bibirim ji min re gotin “ Em ê te bi otobosê bişînin.” Ew jî hat guhertin, min got de bila tişt nabe. Îcar ev çi ye, ma
ev jî dibe?
Ajotvan
ji bo xwe bi heq derxe, axaftinek wisa kir ku xwe biparêze:
- Li
Diyarbekirê ji min re gotin heger di rê de rêwiyên Wanê çêbûn, tu dikarî heta
Wanê herî. Ji bo te jî gotin, heger rêwî derneketin tu dikarî wî li Tatwanê li
erebayeke din siwar bikî.
Bi
gotina ajotvan rêwiyên ji erebê daketibûn, li me civiyan û tevan dest bi temaşa
min û ajotvan kirin. Di nav rêwiyên peya bibûn hin kes piştgirtiya ajotvan
kirin û wî li himberî min diparastin. Hin kes jî fîrma sûcdar didîtin û
neheqiya li min bibû nedipejirandin. Ê dihat û diçû tiştek digot û pirsgirêk
mezin dibû. Di vê buhêrkê de bêhna min her ku diçû teng dibû û min berê xwe da
ajotvan:
- Tu
ji bo çi niha ji min re van tiştan dibêjî? Hayê min ji te û fîrma te tune! Ma
min zanîbû ez tenê rêwiyên Wanê me, wê çaxê ez bi ereba te nedihatim! Çi bibe
çi biqewime jî tê min bigehêjînî Wanê. Ma tu niha ji min re dibêjî. Ev çi îş e?
Tu jî xwe û li me û li vî karî…
Lê
çi fêde, axaftina wî bi ser ya min ket. Ev ne bes e, rêwiyên ku wî bi heq
derdixistin jî hebûn! Wê şava hanê tik û tenê mam li ortê! Çi dibêjim fêde
nake. Herkes ji aliyekî rêyekê li ber min dixe. Ê dibêje heta pênç şeş saetên
din wê erebê fîrmayê wê werin, tu dikarî bi van ereban herî. Ê dibêje ka were
bibe mêvanê me tu dikarî sibê bimeşî…
Min
ji ajotvan û rêwiyên li me civiyabûn re got:
- Vê saetê feribot dibe ku hebe.
Wexta deng çû ajotvan, wek ku li tiştekî qewimî be, bi
lez û bez:
- Belê…belê!Tew bira ferîbot heye!
Di vê gavê de ajotvan telefonî îskelê kir û li min
zîvirî.
- Tu dibêjî karê min sibê heye, tu dixwazî bi ferîbotê
here?
Wextî
min, ji ser qahrê wî bigota “na!”. Di vê navberê de heyecanek li ser wechê wî
pê kêt û xwe da benda bersiva min. Wek bêje “hîn ez ji bo te çi bikim” bê çare
her du destê xwe vekir. Ne ku dilê min bi ajotvan şewitî, rêwîtiya behra Wanê
ji bo min meraqek bû. Min got:
-Ma nizam saet li heyşta wê min bigehêjîne Wanê?
Ev
gotin ji devê min nuh derketibû ku, ajotvan çû ser dîreksiyon û deng bi erebê
xistibû. Piştî vê gotina min ajotvan wek gihaştî be xwesteka xwe bi awirekî
jixwebawer bi siwarbûna min re, em li ku îskelê li ku, wê deqê em gihandine
heta ber keştiya zirnihît.
Ajotvan
çû bilêta keştiyê birî û hat alîkariya rahiştina çentê min kir û heta hundurê
keştiyê bi min re hat. Ne ji dila min ketibû dixwest, wê gavê tenê dixwest ji min xwe xelas bike. Bi rûyekî
serkeftî û bi dengekî rehet:
- Tiştekî ku ez bikim ma? De bi xatirê te!
Li pişt xwe jî nenerî û zû ji wir wenda bû.
Keştiya
ku ez lê siwar bibûm, ne ji bo rêwiyan bû, wilo xuya dibû ku ji zû de nema rêwî
bi xwe re dibir û dianî. Tenê barê trenê bi vagonan dikete hundurê wê. Carnan
ne bi xêra rêwiyên mîna min bûna, kes pê
nedihat. Keştî bêhal ketibû bi tev vagonên xwe ji salan vir de bar dikişand weke
hal tê de nema bû û bi xwe jî kevnare bibû.
Dîsa
jî murettebatê vê keştiyê karên xwe yên bi salan nahatine guhertin didomand.
Rabûna ferîbotê hatibû lê qaptan nedixwest ku bimeşin. Ji ber ku hinek karên
teknîkî neqediyabû. Qaptan ji bo derengmayîna ferîbotê bi derdora xwe re
dixeyîdî.
Cihê ku ez lê rûdiniştim hêwana ji bo rêwiyan hatibû
tahsîskirin bû. Ji nişkê ve geremolek lê hêwanê peyda bû. Muneqaşeyek di
navbera qaptan û xebatkarekî keştiyê des pê kir û bi zirtan beziyan hevdu;
peyvên hev li hevdu dizîvirandin… Qaptan:
-Kes
nikare karên min nişanî min bide. Heta pirsgirêka elektirîkê neqede em narin tu
derê û hew!
Ewê li himberê qaptan radibû, dixwest bi rê kevin li
ber vê yekê nediket:
-Tiştekî giring çênebûye em karin têkevin rê!
Qaptan
malxerabo xwe mîna qaptanê Tîtanîkê didît û bi hêrs axaftina xwe dajot ser yê
li himberî xwe û bi tiliya xwe ya nîşandekî pêş wî de dibir û digot:
-Ji
vê keştiyê, tevî te ez berpirsyarê bîst û du kesa me! Ez nikarim xwe û wan
bavêjim xeterê…
Qaptan
û gurûha pê re dîsa bi şûnde vegeriyan. Hîna min tu wate nedabû axaftinên wan
ji ber çavan wenda bûn. Sedema pevçûna wan ji bo çi bû? Ez ne bawer im wek ku
qaptan digot. Sedema vê pewçûna kargeriya keştiyê bû.
Wextê qaptan qala bist û du cana kir; çavê
wî bi min ket, lê wî xwe li xwe dananî, hay ji min nekir û min di dervî gotina
xwe de hişt. Ne ew tenê, xebatkarekî jî ji min re tiştek negot. Ez li vê rewşê
şaş mam, ê bibîne wê bêje qey ez bi darê zorê ketime keştiya wan! Ez ji bo wan ne
wek rêwiyekî bûm. Weke ku ez ne li wir bim, hesabê min qet nedihat kirin weke
canekî jî nedihatim hesibandin!
Îro nizanim ji ber çi rêwîtiya min ji alî kesekî nayê
hesibandin? Weke her tişt di aleyhê min de ve, dibe ku ez îro şaş im li vê
derê? Ez ji hev dernaxim… Dîsa jî li xwe nagirim û weke rêwiyekî bêdeng û henûn
di keştiyê de dixwazim bigehêjim Wanê.
Keştiya Wanê şeş vagon û nizam çi qas murettebat, bêyî
min, kete rêya xwe ya normal. Ez bi çavên xwe yên ecêmayî li der dora xwe mêze
dikim. Di hundurê wê zirnihîta avê de ez tenê rêwî me. Peşî min digot belkî
hinek rêwî hebin, lê min dît ku ez tik û tenê me, di hêwana keştiyê de…
Deng bi ferîbotê ket û dûmanek bi ser serê xwe de anî. Te
digot qey bê hemdê xwe ji cihê xwe leqiya û dagerî. Bi bayekî hênik em ketin
nav dilê bahra Wanê. Îskeleya Tatwanê her ku diçû şewla wê ji ber çavan wenda
dibû. Keştî, kêfên sipî û pêlên ji hev çiriyayî li pişt xwe dihişt û bi rêya
xwe de bêhal, ber bi Wanê ve hildikişiya.
Piştî niv saetekê ez ji qorziya xwe rabûm û min xwest li
hundurê keştiyê hinekî bigerim. Ez bi hêla hundur ve çûm. Min dît ku çend xebatkarên
keştiyê bi hev re rûniştine û çayê vedixwin. Ez bi aliyê wan ve çûm û piştî
silavekê min pirsî:
- Ma hûn çayekê jî nadin rêwiyên xwe?
Yekî
ji wan çayek dirêjî min kir û wek min ji ser serê xwe bavêje çû li cihê xwe
rûnişt. Xuyabû bi hatina min sohbeta wan herîmî bû, hinekî bêdeng man… Ji vê
helwesta wan ez jî ketim ber fediyê û min ji bo çayê şekir nexwest… Ji xwe çaya
ku dabûn min jî, tenê ava germ bû! Piştî min çaya xwe li ser piyan vexwar min bi
awayekî razî got “Spas” û ez ji wir derketim.
Min xwest hşnekî li bahrê binêrim û di keştiyê de
bigerim. Bi milên keştiyê ve daleqandî flîkayên ji bo rewşên xeterê amade bûn.
Wextê min hinekî mêze kir noqîn kete bîra min û min bi xeyalekî keştiyên
biyaniyan di okyanûsa welatê xwe de di bin avê de fetisand.
Xewa min ji piştî nakokiya min û ajotvan herimî bû. Min
xwest ku heta Wanê ranekevim bayekî sar her ku diçû zêde dibû û pê re hewa
bêtir dicemidî, sterk jî sar bibûn û binav dibûn. Ez li saetê dinêrim wext ji
ber destê sibehê re kêm maye! Direvim hêwanê û xew xwe li durûvê min dipêçe.
Giregira keştiyê di guhê min de hêdî hedî vedimire.
Dengek
tê min “şişt! Hey… elo…!” Dengê xebatkarê keştiya xerib bû. Bi vî dengî re
veciniqîm. Pişt re nuh lê hay bûm ku ev du saet e keştî gihaştiye Wanê û ez di
xew de ma me. Nehatibû bîra kesekî ku rêwiyekî vê keştiyê jî hebû.
Dîsa bi çi halî be jî, ez gihaştibûm Wanê!
Yorumlar
Yorum Gönder