Ana içeriğe atla

Notên Ji "Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî- Şener Ozmen" (09.10.2010)


Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî- Şener Ozmen

 

Nivîskar romana xwe diyarî Erebê Şemo dike. Hevoka Seyîd Evdilhekîme Arwasî :

“Ehmeq in ên ku di xeletiyên xwe de bi israr in.” Ji bo destpêka romanê ev gotin hatiye neqandin. Gelek caran ev hevok rasterast di naverokê de jî derdikeve û carinan jî wek metaforekê jî der tê.

            Roman ji pênç xalan ve hatiye hûnandin:

Destpêk( Vebêjer: Merasimê)

Para Yekemîn: Îman

Para Duyemîn: Guman

Para Sêyemîn:Ziman

Para Çaremîn: Raman( Vebêjer: Elî Osman)

 

Kesên Romanê:

1- Sertac Karan

2- Merasim û Yasemîn (Ji yekî muhacir û ji yeka kurd e) bavekî polîs   ?…(R.62)

3- Fethiyê Postecî(Bavê Sertac)

4- Nizamî (Birayê wî)

5- Mihemed (Xalê wî)

6- Elî Osman (Xwendakarê wî)

7- Mele Idrîs

            8- Dr. Sarîna Zavaryanê (Psikîyatrîst) û sekretera wê yî qûnmezin…

            9- Nivîskar(Taher Parvan (Afganî), Sadiq el Behrî (Iraqî) û May Bîng (Denmarkî)

          10- Ozlem( Werger)

          11-Xortê Rojhilatî

          12-…

“Pîra Na” ji bo Merasimê jî heye… (R. 16)  Pîra Na… Pîreboka Ş. Ozmen î grotesk e!

Jêrenotên Neqediyayî…



Vegotin:

Vebêjerê qedîm nivîskar bi xwe ye. Ew jî ji devê sêyêmîn qala kesên romanê dike û vedibêje. Pişt re Merasim û Sertac û Elî Osman bi devê yekemîn diaxivin. Vegotina Sertac bi mudaxaleyên vebêjer pir tê birrîn. Ev yek jî dike ku çîrok li hev biqelibe û çîrokan tevlihev dike. Carinan Vebêjer wilo xwe ser berjêre bera dide ku xwendekar ji çîrokê tênagihêje. (Dibe ku wek tercihekê yan jî wek teknîkekê hatibe sazkirin) Ev yek herikbariya xwendina romanê bandoreke neyenî lê dike.

Navên Sertac ewqas pir bi kar aniye ku xwendevan aciz dike û hinekî dibe sedama îroniya xwe wenda dike.

Bûyerên çîrokan ne xaliye û gelek tişt bi pirsa “çima” nehatiye hunandin. Gelo, ev jî dibe ku ji ber neqediyabûne be? Wek mînak; Sertac kengi, li ku, ji ber çi û çawa tê kuştin?

Roman bi hevnasîna Sertacû pişt re Onderê Aqedemîsyen, bi vegotina çiroka Merasimê dest pê dike. Û ji çar paran roman ji hev hatiye veqetandin.. Îcar çîrokên Sertacî dest pê dike.(Bi sê paran) Çirokên wî û jiyana wî tevlihev hatiye nivîsandin. Ji zaroktiya Sertacî heta bi çîrok û jiyana wî. Dawiya romanê bi devê Elî Osman e û Sertac ji destê xwendekarê xwe tê kuştin diqede…

Ez dibêm, roman gelek caran pişta xwe dispêre navê xwe… Wek îxtimalekê tiştê tevhev bûye jî di nav neqadandinê xwestiye biserifîne…Bi navê romanê gelek pirsan bêbersiv dihêle bi zanebûn- an bê zanebûn… Ku xwendavan vê berhemê nexwîne ez dibêm wê ji ber pirsgirêka vebêjer be(?) Ji bo xweş were fêmkirin divê xwendevan dîsa li xwendina xwe vegere û dîsa bixwîne… Ev yek jî bi qîma xwendevan nayê! Kêşaya lehengên edeba kurdî  û Nîviskarên di berheman de… Pirtûkxaneya Sertac û kitêbên kurdî “ Hîna jî kêm in.” (R. 75)

Şizofreniya kurdî…


 

Şêwaz Û Vegotina Çîrokên Neqediyayi:

 “…bala xwe dida çîroka xwe ya nediyar nîvcomayî û aqûbet nediyar.” (R.75)

“…. Xirrrr û bi ser serê wî de hilweşiya bû.” (R. 30)

Bi başê dehan ve navê Sertac dûvedirêj dibin… “Sertac Karan an Sertacê Entike…”(R.69)

“…û xençer ne ya Celadeti ye…” (R. 109)

Vegotina wî ya li Seansa bi Dr. Sarînê re, gotin li ser hev têne xwarê… (R. 118-9)

“Çîrok, çîroka wî bû û berî bi panzdeh salan dest pê kiribû.”(R. 127)



Biwêj:  Hasil di Mûsilê re derketibû(R. 13)

             Mîna ku fil fil di qûnê de be…(R.12)

             Wî hata çavek derman kiribû, ê din kor kiribû.” (R.84)

             “Pîso tu çima pîs î? Got, Xwedê li eniya min nivîsî..” (R.120)



Peyvên Çêkirî:Navên Sertac… “Ferheng” (R.111) û peyvên teswîrkirinê…Û peyvên îtalîk hatine nivîsandin..



Çîrokên Sertacî û Fanteziyên wî:

Pîsîk û Şoreş (R.132) û kurteçîrokên bi hev ve girêdayî…

Dengê Sertac(Dawidî) û yê Onderî jî ziravî!

Runê Evetê

“jê ke û pê ve ke” û photoşopa wêneyê Sertac (R.164)

 

Wext û cî’yên romanê:

Di sala 1998 de li Mersînê, Merasim û Sertac hev dinasin. Bîraninên zaroktiyê Hezexê û Taxa Jêr. Amedê û Duselseldorf( Elmanya)

 

Zimanê Mizahî û Qerfî:

“Merasîmê… tevî sê kîsikên heta bi dev tije, rast çûbû metbexê.” (R.92)

Hatina Pîra NA  û diyalogên we yî bi Sertac re…(R.137-140)

“Şaxa Niîskarên Têkçûyî” (R.145)

Nameya Sertac ji Nivîskar Sadiq re (R.153-55)

Diyaloga Sertac bi Xortê Rojhilatî re (170-173)



Hevok û Dîmenên balkêş: 

Yasemîn ji dê û bavê xwe re “ Ez ê dev ji her tiştî berdim û herim bigihêjim wan…” (R. 20)

Mamostetîya Sertac; mekteba wî û rewşa mamosteyeyan û karên wan î li navçe ye (R.45) weşartina li odê, tirsên wî û bîraninên wî...

Lîstika wî yî bi keçikan re.. Bêmahne (R.47)

Mekteba wî ya seratayî û “ Ali gel û koş” (49)

Şerê wî û merasimê…Keşfa Zirê û Serşok.

“Xirt û xirt, rep û tep, êêêkkk û wêêêkkk, teq û teq….”



Hêmayên Romanê: Tirs, Xem, Guman,Valahî, Têkçûyîn… Axa bêqidoş…

Mesela zayindeyê (e/a) (R. 119)

Tomarkera Denggirtinê û Xwesteka folklorê (R.124)

Hestên Cinsî û Çîroka Li Elmaniya:

Mirovên ewrûpî û xweşikbûna wan(R. 149- 151) Barmena Keçika ûkranî (R.160)


Jêderk:

Ji devê Elî Osman Raman û cî (R.182)

Xebat, Kesayetî, Ramanên Olî û Nexş (Husn-î Xet) û Sertac Xoce…

Yorumlar

  1. Ez te pîroz dikim kak çetin ;ka tê karibe çawa vê pirtûkê ji min re bişine :-) ?

    YanıtlaSil
  2. Ji bo keda te spasdariya te dikim ! Heyran min ev Roman xwend ; ez kezebreşî bûm !

    YanıtlaSil

Yorum Gönder

Bu blogdaki popüler yayınlar

Arşîva Tekst û Berhemên Şanoya Kurdî

                         Arşîva Tekst û Berhemên Şanoya Kurdî Tekstên Dîrokî (1918-1989)  1-       Memê Alan, Evdirehîm Rehîmî Hekarî, Kovara Jîn (1918) 2-       Derdê Derûn, Hisên Huznî Mukriyanî, (Rojnemya Zarî Kurmancî, hejmara 7-8-11 “sê tekstên biçûk î şanoyî” (1928) (Dezgeya Aras, 2012, Hewlêr) 3-       Koçekê Derewîn, Ereb Şamîlov, (Rewan, 1930) (Weşanên Belkî, 2014) 4-       Mem û Zîn, Pîremerd (1932) 5-       Hevind, Celadet Alî Bedirxan, Hawar Hejmar 20, (1933) 6-       Dildarî û Peyman, Ebûbekir Hewrî (1933) 7-       Qutiya Du Dermanan, Hecîyê Cindî (1934) 8-       Zemanê Çûyî Ehmedê Mirazî, (Rewan, 1935) 9-       Reva Jinê, Wezîrê Nadir (Rewan, 1935) (Weşanên Belkî, 2014) 10-   Mahmût Axay Şiwekel, Piremêrd (Silêmanî, 1942) 11-   Dildarî û Peymanperwerî, Ebûbekir Hewrî- Ebûbekirî Şêx Celal (Bexda, 1943) 12-    Operetî Gulî Xwênawî (Gulên Bi Xwîn), Abdullah Goran, (Hewlêr- 1947) (Di nav dîwana Abdullah Goran da çap dibe) 13-   Karkirdinî Bekel

Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê / Theatre Concepts and Terms

Şanogeriya "Mem û Zîn", Nivîskar: Emîn Mîrza Kerim, Derhêner: Enwer Tuvî, Silêmanî, 1958 Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê  Absürd Tiyatro - Şanoy bêhûde, Şanoya Absurd - Theatre of the Absurd Acı Çekme Oyunu - Lîstika Êşkêşanê - Şanogeriy eşkence, wezen – Passion Play Acıklı Komedya, Komîdyay giryanawî – Tearful Comedy Açık Aksiyon - Aksiyana Vekirî - Over Act Açık Sahne - Sehneya Vekirî - Open Stage Adaptasyon - Lihevanîn, Adaptekirin - Adaptation Agit-prop tiyatro- Şanogerîy bangeşekirdin – Şanoya propagandayî – Agit- Prop Theatre Ago n- Mişt û mirr – Agon Ağlayıcılar - Koroya Giriyê, Barbûkarî grîkî – Choregos Akrobat - Kanbore, qareman, palewan, Canbaz - Acrobat Aksiyon Oyunu - Dramay niwandin, Şanoya Aksiyonê – Play of Acting Aktivizm -  Karaxwazî, Aktîvîzm - Activism Akustik- Dengî, Akûstîk - Acoustic Alternatif Tiyatro – Şanoya Alternatîf- Alternatîve Theatre Anagnorisis – Venasîn, Nasînewe - Anagnorisis A

Modern Kürt Tiyatrosunun İlk Adımları

Yazar/metin merkezli Batı tiyatrosunun Kürt dilindeki ilk örneği, 1919’da Evdirehîm Rehmî Hekarî’yle başlaması, teatral formların Kürtlerde daha öncesinde olmadığı anlamına gelmemelidir. Popüler ve kitlesel bir sanat olan tiyatro tarihsel olarak her dönemde farklı biçimlerde icra edilmiştir. Genel anlamda tiyatro sanatı; kukla, gölge oyunu, köy seyirlik oyunları, çîrokbêj (bir nevi meddah) geniş bir alanda teatral formalara sahiptir. Bu formlar, yakın kültürler ve komşu milletler arasında benzerlikler gösterebildiği gibi veya hepten özgün bir biçim olarak da var olabiliyor. Kürt tiyatrosunda: Taziye, “Sîtav” (Gölge Oyunu) ile “Bûkella” (Kukla), “Mîr Mîran” (Sahte Emir), “Kosegelî-Gaxan”, “Bûka Baranê” (Bolluk-Bereket Oyun Ritüellerinden), “Sersal” (Yeni Yıl), “Newroz” oyun ve temsilleri... Bunun yanı sıra Kürt tiyatrosuna özgü teatral anlatı biçimleri arasında sayılabilecek “dengbêjî” ile “çîrokbêjî” gibi ulusal formlara da sahiptir. Kürt tiyatrosunun geçmişine ve bugününe baktığımı