Ana içeriğe atla

Nexwe ez ji felsefê fêm nakim...



Alî Gurdilî du sal berê li ser pirsa "Pêdiviya Felsefeyê" ji min xwestibû ez bersivekê bidimê. Berî bi çend rojan ber bi çavê min ket, belê min bersivek jê re şandibû. Dema min bersiva xwe li ser e-kovarê xwend (http://www.kurdipedia.org/files/relatedfiles/2017/98784/0006.pdf ) min ferq kir ku min mijar jibîr kiriye, çawabûna vê nivîsê jî min ji bîr kiriye, (a rast wê gavê min nizanîbû ew ê di ku de were weşandin an nirxandin, min tenê li ser pirsa wî xwestibû ez dîtina xwe pê re par ve bikim) Dema ez bi nivîsê hisiyam, hinekî pê bişîrim, wilo xwe bi xwe migo "balkaş" bûye :)  

De bila ev jî di blogê de bimîne... 

Bi ya min, malkambaxiyeke xedar e ku mirov pêdiviya ‘ez’a xwe bi ‘em’ê ve girê bide. Ez ne bawer im ku yek derkeve û bibêje ‘pêdiviya me’ bi felsefê tuneye! Pêdiviyên kurdan ewqas zêde û bi teşqele ne ku, mirov nizane kîjan berî kîjanê pêdivîtir e.

Felsefe jî weke hunerê bi ‘ez’a mirov ve girêdayî ye, ya ku wê bi civakê dide qebûlkirin ‘em’a wê ye û ev ji bo hemû jiyanê wiha ye, pêşî bi raman û xwestina şexsî dest pê dike û ji bo piştgiriya ‘civakê’ tê ko-kirin, an jî tê veguhestin. Ku ne wiha be nabe ya kesekî û nabe ya me jî, bi vî hawî jî ewê di tenêtiya xwe de her û her bimîne, ji bo wê ye ku ‘estetîk’ dikeve navbera ez û em ê.

Ji bilî van hemû tiştan, dema ku mirov bi kurmancî li jiyanê binêre, an bixwaze xwe û civaka xwe nas bike, pirs ewqas zêde dibin ku mirov nema dizane ji ku hatiye ber bi ku ve. A xerab û xedar ew e ku di rewşa niha de ji bo ramaneke ‘kurmancî’ her tim mirov li ‘destpêkan’ diqeside, dixwaze xwe li destpêkekê bi cî bike, fam bike an bipirse. Weke vê pirsa ‘pêdiviya felsefê’; ma pêdiviya kurda bi çi tuneye? Ne tene bi serxwebûn an jî bi xweseriyê, bi hemû huner û zanînê heye.

Derd û kul ne yek e ne dudo ne...
Xwezî bi dilê wan kesên ku serê xwe bi mijarên giştî naêşînin û yên li xwe naheyirin. Nezanîn mirov ji berpirsyariyê xelas dike, pêdiviyekê danayne ber kesan. Her roj bi kuştinê, kavilbûnê dor li ramana kurdî teng dibe, naxwazim vêya zêde dirêj bikim, ji xwe weke her kesê ku bîr dibe, rewşa malkambaxiyê li ber çava ye...

Ji wan tiştên ku şaş tê zanîn yek jê jî, piranîya çi xwende, çi rewşenbîr an çi hunermend û nivîskaran ew e ku, berê wan ne li erdinîgarî û raboriya wan in, an jî berê wan ne li hevtayê wan in. Her çiqas weke gelek tiştan li Bakur nû tê dîtin-zanîn, piştî hinek lêkolînan tê dîtin ku li Başûr berî 40-50 salî dest pê kiriye. Ev ji bo felsefê jî wiha ye, bi ya min divê kesên ku serê xwe bi felsefê re diêşînin bala xwe xweş bidin serboriya Başûr û tecrubeyên wan û yên hevtayê xwe, divê mirov hesabê yên beriya xwe û yê nifşê xwe jî bike, ne ku mirov weke ‘nexweşiyekê’ ji xwe û dora xwe pê ve nehesibîne. Baş an xerab, zanîn û hunereke bi kurdî divê ewil di paxila her ‘felsefavanekî’ de cihê xwe girtibe an bigire ku piştre mirov ber bi gerdûniyê ve hewl bide.

Felsefe ne tenê bi dîroka Felsefeya Ewrûpî ku bi ravekirina kurdî were kirin, bi hiş û ramanê hemû kelepora cihanî ya felsefê ji bo îro di rewşenbirîya civaka kurdî de, ji bilî ‘agahiyên wikipedia’ weke rengekî ramanê bikaribe bi kurdî jî hebe. Bi zanîna zimên tenê, felsefeyeke bi kurdî helbet wê ji neqilkirin an jî ji dubarekirinê nikaribe xwe xelas bike. Di serdema îro de hemû zanyarî ji kurdî re vekiriye, mesele ew e ku kesê ku bikaribe mesaiyekê lê xerc bike.

Pêşî xwemaliya ramana zimanê kurdî, di hişê mirovên kurd de serdest û zelal be, pişt re ji xwe ew ê felsefeya min û te û me hemûyan jî wê bibe xwedîkarakter û ciyawaz.

Xwedê yardimciyê felsefevanan be, bi xweziya ku wê roja ku me dilê xwe bijand halê wan...

Çetoyê Zêdo (05.03.2016)

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Modern Kürt Tiyatrosunun İlk Adımları

Yazar/metin merkezli Batı tiyatrosunun Kürt dilindeki ilk örneği, 1919’da Evdirehîm Rehmî Hekarî’yle başlaması, teatral formların Kürtlerde daha öncesinde olmadığı anlamına gelmemelidir. Popüler ve kitlesel bir sanat olan tiyatro tarihsel olarak her dönemde farklı biçimlerde icra edilmiştir. Genel anlamda tiyatro sanatı; kukla, gölge oyunu, köy seyirlik oyunları, çîrokbêj (bir nevi meddah) geniş bir alanda teatral formalara sahiptir. Bu formlar, yakın kültürler ve komşu milletler arasında benzerlikler gösterebildiği gibi veya hepten özgün bir biçim olarak da var olabiliyor. Kürt tiyatrosunda: Taziye, “Sîtav” (Gölge Oyunu) ile “Bûkella” (Kukla), “Mîr Mîran” (Sahte Emir), “Kosegelî-Gaxan”, “Bûka Baranê” (Bolluk-Bereket Oyun Ritüellerinden), “Sersal” (Yeni Yıl), “Newroz” oyun ve temsilleri... Bunun yanı sıra Kürt tiyatrosuna özgü teatral anlatı biçimleri arasında sayılabilecek “dengbêjî” ile “çîrokbêjî” gibi ulusal formlara da sahiptir. Kürt tiyatrosunun geçmişine ve bugününe baktığımı

Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê / Theatre Concepts and Terms

Şanogeriya "Mem û Zîn", Nivîskar: Emîn Mîrza Kerim, Derhêner: Enwer Tuvî, Silêmanî, 1958 Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê  Absürd Tiyatro - Şanoy bêhûde, Şanoya Absurd - Theatre of the Absurd Acı Çekme Oyunu - Lîstika Êşkêşanê - Şanogeriy eşkence, wezen – Passion Play Acıklı Komedya, Komîdyay giryanawî – Tearful Comedy Açık Aksiyon - Aksiyana Vekirî - Over Act Açık Sahne - Sehneya Vekirî - Open Stage Adaptasyon - Lihevanîn, Adaptekirin - Adaptation Agit-prop tiyatro- Şanogerîy bangeşekirdin – Şanoya propagandayî – Agit- Prop Theatre Ago n- Mişt û mirr – Agon Ağlayıcılar - Koroya Giriyê, Barbûkarî grîkî – Choregos Akrobat - Kanbore, qareman, palewan, Canbaz - Acrobat Aksiyon Oyunu - Dramay niwandin, Şanoya Aksiyonê – Play of Acting Aktivizm -  Karaxwazî, Aktîvîzm - Activism Akustik- Dengî, Akûstîk - Acoustic Alternatif Tiyatro – Şanoya Alternatîf- Alternatîve Theatre Anagnorisis – Venasîn, Nasînewe - Anagnorisis A

Ereb Şamîlov "Koçekê Derewîn-1930" Şano

   E reb Şamîlov  Koçekê Derewîn  Pyêsa Du Fesla Sezde Sifeta   (Neşra Dewlata Şêwrê Ermenîstanê, Rewan, 1930)           Gilyê Pêş          Pyêsa pêşin, gerekê beve notla silhekî şêr, ber gilî gotnê terêqa nav xebatçyê Kurmanca da paşda mayî. Eva gilî gotnê min nivîsîne, ne metelok in, ne jî min ber xoe derxistine. Eva îşana qewimîne bûye, niha jî hene nav gundê Kurmanca da.          Her Kurmancekî gele car qewimye, ku çûna cem wan vireka şêxa, pîra qewala û mella koçeka, wane kirye min nivîsye li vê pyêsê. Basa xeberê ez karim navê çend heva hildim, hûnê bizanbin rastê: Koçek Xûdêda ji gundê (Poştê) Karvansarayê qêza Lenînakanê nahya Hacîxelîlê, Koçek Gulê ji gundê Qulibegê qaza Rewanê nahya Ecmîadzînê (Dêrê).             Evana hetta niha jî dixapînin kesîba û orta Hemîk destê terêqa bega, axa û kulaka tev heve. Ew hizdikin paşda mabûna xebatçya; ew timê nezana tûj dikin berî firqeçya û komsomola dibin, çimkî ew firqeçî û komsomola niha paşda davêjin gilî got