Enstîtuya Şanoyê ya Navneteweyî (ITI) Rêxistina Cîhanî ya Hunerên Performansê Peyama Roja Şanoy a Cîhanê 2021- 27ê Adarê Nivîskara Peyamê: Helen MIRREN, Îngilistan Lîstikvana sehneyê, sînema û televîzyonê Peyama Roja Şanoya Cîhanê 2021 a Helen MIRREN “Ji bo performansa rûbirû hêjî serdemeke pir dijwar e û gelek lîstikvan, teknîker, kedkar û jinên vê pîşeya ku ji zû ve neewle ye li ber xwe didin. Belkî jî bîr û baweriya wan kir ku ew di vê neewlebûna herheyî ya pandemiyê de bêtir sax bimînin. Xeyalên wan di van şert û mercên nû de, piranî bi saya înternetê, bi awayekî resen, bi rê û dezgeyên avakar, bicoş û lezgîn, jixweber wergerîya. Mirovahiyê ji roja roj de li ser rûyê vê gerstêrkê ji hev re çîrok gotine. Çanda bedew a şanoyê heta ku em li vir bin ew ê hebe. Vîna afirîner a nivîskar, sêwrîner, danser, stranbêj, lîstikvan, muzîkjen û derhêneran ew ê qet venemire û di demeke nêz de bi hêzeke nû, ew ê geş bibe û bibe ...
when you are going to shoot shoot don't talk / Nebêje, bike!