Hesen Ildiz , di sala 1991ê de li gundê Şewaşiya Şemrexê (Mêrdîne) hate dinê. Zarobûna wî li gund, di nav dijminnatiyê derbas bû. Piştî gund, jiyana wî li Ûşak, Îzmîr û li Stenbolê derbas bû, niha terkeserê Erasmûsê û li Bûdapeştê ye. Jiyana wî ya perwerdehiyê bi tesadufekê li gundê mala kalkê wî dest pê kir û aniha dê piştî 5 meha bi mezûnbûna fakulteya tibbê ya cerrahpaşayê û fakulteya sosyolojiyê hima li ber qedandinê ye. “Tirspîvan” berhema wî ya ewil e, ji aliyê weşanên Belkî'yê ve derket... Ji bilî cîrantiya me û hiqûqa navberê de, dikarim wiha qala wî bikim; roj bi roj li ber çavê min mezin bû, gellek pirtûkên min nebedî kir, (hevîdarim tev ji vî tebî'etê xwe berde, neyse)... Saleke wî neşibaya sala par van çaxan, wê sibê jî wiha be… Carinan bi şer û carinan kêfî me 5 salên tije teşqele derbas kirin. Ewqas migo, lê nebû ewî her tim bi a xwe kir û wê her tim jî bi a xwe bike, a bi xêrtir jî ev e. Ji bilî wêjekariya wî; xezeb ji ber nigê wî dipengiz e; cirnexweş,...
when you are going to shoot shoot don't talk / Nebêje, bike!