Ana içeriğe atla

LÊPIRSÎNA NÛSEREKÎ CIYAWAZ “HESEN ILDIZ”


Hesen Ildiz, di sala 1991ê de li gundê Şewaşiya Şemrexê (Mêrdîne) hate dinê. Zarobûna wî li gund, di nav dijminnatiyê derbas bû. Piştî gund, jiyana wî li Ûşak, Îzmîr û li Stenbolê derbas bû, niha terkeserê Erasmûsê û li Bûdapeştê ye. Jiyana wî ya perwerdehiyê bi tesadufekê li gundê mala kalkê wî dest pê kir û aniha dê piştî 5 meha bi mezûnbûna fakulteya tibbê ya cerrahpaşayê û fakulteya sosyolojiyê hima li ber qedandinê ye.“Tirspîvan” berhema wî ya ewil e, ji aliyê weşanên Belkî'yê ve derket... Ji bilî cîrantiya me û hiqûqa navberê de, dikarim wiha qala wî bikim; roj bi roj li ber çavê min mezin bû, gellek pirtûkên min nebedî kir, (hevîdarim tev ji vî tebî'etê xwe berde, neyse)... Saleke wî neşibaya sala par van çaxan, wê sibê jî wiha be… Carinan bi şer û carinan kêfî me 5 salên tije teşqele derbas kirin. Ewqas migo, lê nebû ewî her tim bi  a xwe kir û wê her tim jî bi a xwe bike, a bi xêrtir jî ev e.  Ji bilî wêjekariya wî; xezeb ji ber nigê wî dipengiz e; cirnexweş, qurre, yaqişiqlî, çalişqan û di çav xwe de seksî ye J Ji xwe di wêneyan de xweş tê dîtin… Yên ku bêtir bixwazin wî nas bikin, bila Xwedê yardimciyê wan be… Fermo…

Çetoyê Zêdo: Çawa ku berhema te “Tirspîvan” derket û bi carekê re tu wenda bû? Rewşa te ya niha çawa ye? Çima tu terkeser bû? 

Hesen Ildiz: A rastî piştî ez winda bûm “Tirspîvan” derket. Çûyîna min a Avrûpa ji berê diyar bû, derketina “Tirspîvanê” hinekî dereng ket û surpîzek bû ku roja ez gîhaştim Avrûpa pirtûk jî derket piyaseyê... Rewşa min niha ne xerab e, qe nebe ez dibêm ez li wan deran bûma ji ber ku stresa rojane û rojevê dê rewşa min xerabtir bûya. Sedema derketinê dûdirêje, lê dikarim bi çend hevoka wiha bi lêv bikim; min dixwest him li Avrûpa wextekê bijîm û li hemû Avrûpayê bigerim dê ev tişt him bo rihê min him bo civaknasî û wêjeya min baş bibûna. Bi xêra vê bernameya Erasmûsê jî xwesteka min bi cî hat û ji bo min bû ezmûneke bêhempa.

Ka em careke din biçin destpêkê; te kengî, li ku û çawa dest bi xwendin û nivîsandina kurmancî kir?
Xwendina min a kurmancî bi xêra ferhengokeke kesk a li ser Azadiya Welat hatibû dayîn, dest pê kir û bi pirtûkeke Mahmûd Baksî berdewam kir. Lê bi hawayekî  rêk û pêk di destpêka zaningehê de bi xêra Şêwirê ez dikarim bibêjim dest pê kir…  Nivîsandin jî bi xêr û zora hevalekî min ê qedirbilind di sala 2011an de min dest pê kir.. Rojekê bi hukmê zorê bo kovarekê çîrokek bi min da nivîsandin, ev çîrok ji aliyê wî û çend hevalên dinê ve pir hate ecibandin û nivîsandina min a kurmancî wiha dest pê kir. Bi darê zorê carna hin kes digihêjin mirazê xwe.  

Berî ku tu binivîse, te ji kengî ve dixwest tu binivîsî? Û te go ez ê bibim nivîskar? Çi bû sedem ji bo ku tu binivîsî?
Gava ez 13 salî bûm, di dawetekê de ji ber ku min nikarîbû govend bigirta keçika herî xweşik a gund ji destê min derket, wê rojê min biryar da ku, bibim nivîskar ango ger min bikariba govend bigirta ez nedibûm nivîskar.

Ji ku heta ku… Serboriya “Tirspîvan”ê? 
Serboriya  “Tirspîvan”ê li Stenbolê bi “J”yê dest pê kir û beriya ezmûna min a herî giran, a ji ber xebata wê ji canê xwe aciz bibûm, bi nivîsandina “Anatomiya Şêwirekê” domand. Piştî wek dosyekê hat qedandin; çû ber destê çend rexnegiran, bi xêra wan rexneyan ji % 50 guherî, dîsa çû dîsa guherî. Heta roja min got êdî hew dikarim bi ser wê bixim, min nivîsandina wê domand. Dawiya min çîrokên xwe neecibandin, li ber dilê min sar bibûn, ger ne di wextê înternetê de, em di wextê kaxiz û qeleman de bûna, belkî ji zûde ve bihatina şewitandin. Lê piştî saleke din, ez li van vegeriyam û min bi çend kesan da xwendin kêfa min ji wan re hat û pêvajoya çapkirinê dest pê kir… Rojeke şemiyê taşîxewê, postevan anî ji min re min hêdîka yek ji qartonê derxist xist navbera pirtûkekek Sartre û Kundera, dawiyê jî piştî min xist nava wan ez raketim… Niha jî gava bersiva vê pirsa te didim di bin simbêlan de li min dinere û dikene. 
Ligel her tiştî bi rehetî dikarim bibêjim serboriya nivîsandina “Tirspîvan”ê , rojên herî bi zahmet; lê yên herî xweş ên jiyana min bû.      

Çîrok? (Ji bo te çiye, ji bo ku nebe qilîşe min tenê wilo pirsî)
Çîrok bo min formek wêjeyê ye û wê çaxê gava min dest bi nivîsandinê kir forma herî baş bû bo ku hêstên xwe pê bînim zimên. (Bo ne be qlîşe min jî wilo bersivand.) 

Mîzah an jî keneweriya nivîsê… Weke parodî, îronî, bi giştî mecaza gotinê… Ji bo te çi ne?
Ji mizahê dest pê bikim. Di rewşên xwe yên herî xerab de mîzahê dinivsînim, di van rewşan de him mîzaha ku dinivîsinim xurttir dibe, him jî ez pê rehet dibim. Ango mîzah berbahiyeke êşa rihê min e, ger li ser kaxizê nereşe dê hemû lebatên min jahrî bike. Bi xêra mîzahê ji hemû derd û kulên xwe xelas dibim û çîroka hatiye nivîsandin jî ji min re kar dimîne. Îronî jî, astaya herî bilind a mîzahê ye, mîzaha di hundirê qalikekî de bi hosteyî hatiye veşartin, mîzaha “bê mane” ye.  

Wê demê wexta pirsa, hêza te ya wêjeyê û nivîsê xurt dike, hatiye?
Pirsgirêkên min ê ekzistansiyal, êşên min ê zarokatiyê, tenêtiya min û bêwelatiya min a di nav welatan… (ne bi hawayekî polîtîk)

Tu bêyî çi an jî beyî kê nikarî bi kurdî bixwîne û binivîsîne?
Hew ne li ser xebatên kurdî, ez serê xwe bi çi re biêşînim, bi hêmû şaneyên xwe, bi hemû hêza xwe wî tiştî dixwazim û heta jê aciz bibim wiha didome. Li vir jî tişta herî girîng xwesteka min e. Hew bila xwesteka min nemre ew besî min e. Nikarim bêyî kê û çi binivsînim; qelem û kaxiza modern ango kompîtir, qahwe û xwendin. Lê ji cirgî ez hatime Avrûpa bêyî Şakiro jî nikarim binivsînim.
  
Tu niha serê xwe bi çi diêşînî? Çi xebat li ber destê hene? Wê pirtûka duyem kengî temam bibe?
Serê xwe bi vê hevpeyvînê re diêşînim J  û keçikek pir xweşik heye bi bengiyek Şêxê Senanî ketime tora wê ew dibe sedema serêşiyek romantîk. Wekî dinê dilê min heye bo salekê biçim Amerîkaya Latîn, amadekirina wê serêşiyek bi kelacan e… Niha dosyeyek romanê û dosyayek çîrokên mînimal li ber destê min hene. Mesela ewê kengî biqedin wilo bibêjim dê baştir bê fêhmkirin. Herdû jî li ber “qedandinê” ne. Lê ez biqedînim jî heta gelek carên dinê di ser re derbas nebim (bê mane) dev jê bernadim. Heta nebêjim “yaboo, êdî nikarim tu tiştekî lê zêde bikim an kêm bikim” ne ew dev ji min ber dide ne jî ez dev ji wan... Loma nikarim bibêjim kengî, qe nebe ji bo min biqede belkî du meh paşê, belkî jî sê salên dinê.

Mijarên ku dibin astengî an jî acizî yên ji bo nivîskariya te hene?
Ji ber ku ez ji bo xwe dinivsînim, minneta min ji tu kesî û tu tiştî tuneye, loma xêncî min tu astengî ji min re tuneye di warê nivîsê de.

Ji kîjan nîviskaran kêfa te tê? Xwendinên te bi giştî çawa ne?
Wek romannûs; Sartre, Kundera û İmre Kertesz û hevserokên wan Loris Dessing, Herta Muller, Elferide Jelinek…  Wek Çîroknûs; Gogol, Çexov ( ji ber ku tixtor e) , Cortazar, Poe, Nadas, Boccaccio, Sadik Hidayet… Ji helbestvan jî Mella, P. Celan û Rimbaud… 
Ji nav Kurdan; Eta Nehayî, Ciwanmerd Kulek, Şêrzad Hesen û Rênas Jiyan…

Tekiliya biyografî, serpêhatiya nivîskêr û wêjeya kurmancî tu çawa dinirxînî?
Ev tişt hew ne di wêjeya kurdî de bi ya min di hemû wêjeyan de heye. Ser merselê gava ji Kundera dipirsin gelo kîjan karaketerê kitêba te pir zêde dişibe te?” Ew wiha dibersivîne:  Hemû karakterên kitêbên min ez bi xwe me, sînoran nikarim di jiyana xwe de bi dora wan kevim, bi wan dide derbas kirin.” Îjar gava tu li hin roman û berheman binere ser merselê Sartre, Proust, Dostoyevski û hwd… têkiliya serboriyên wan û pirtûkên wan pir xurt in. Gava em berê xwe ji wêjeya cîhanê bidin wêjeya kurdî, bi ya min di wêjeya kurdî de ev bêhtir beloq e. Nivîsandina serboriyên penaberiyê mînaka herî zêde ya berbiçav e, bi ya min nivîsandina serboriyan ne pirsgirêk e, ne edebîzekirina wan pirsgirêka herî mezin e û mixabîn ev tişt di wêjeya kurdî de bi gelemperî hîn di vê rewşê de ye.

Di nav vê teşqela şer û rojeva giran de, wêje bi kêrî çi tê?
Beriya em werin ser şer, divê em vê pirsê bipirsin: Di jiyanê de wêje bi kêrî çê tê? Bo min di vê jiyana kambax de, wêje sebr û deyaxa herî mezin e, bê wêjeyê ez nikarim debar bikim, li vê jiyanê. Wêje derd û kulan pîne dike, jiyanê bedew dike. Îjar gava em werin ser şer, jixwe dunyeya qirêj, bi şer bi temamî diherime û ger di wextê şer de tu nikaribe bimrî û bikujî, wêje stargeha herî baş e. Loma wêje di van katan de mertala herî bi hêz e.
  
Ku em qala xwendevanên te bikin, ew kî ne?
Piraniya wan kurd in, di derheqê hejmara wan de ez nizanim çiqas in, lê ez dibêm ji nîvîskarên kurd hindiktir in. Lê ligel kêmbûna wan xwendevanên kurd bi qalîte ne, lewre beriya dest bi xwendina kurdî kiribin, têra xwe bi tirkî xwendine. Ji aliyê xulqên xwe, birçiyê xwendinê ne, wek dêyek çawa li benda zarokê xwe be, xwe wiha didin benda berhemeke baş.

Şêwir û komên xwendinê?
Şêwir û komên xwendinê, bo xwendinê motîvasyoneke mezin diafirîne. Ji ber ku her tim sirkulasyonek çê dibe, bi her kesên nû parvekirenek wêjeyî ya bêhempa pêk te. Lê di jiyana min de ciyekî pir tayber digre şêwir, çawa hin kes wek nifşên Hewarê, hin kes wek nifşên Rewşenê tên binavkirin ez jî dikarim xwe wek yekî ji nifşên şêwirê bi nav bikim, hetta bi rihetî dikarim bibêjim ez zarokekî şûm ê şêwirê me. 

Di koma xwendinê de berhema te hate xwendin, ku tu jî li wir bûya û te nivîskarê “Tirspîvanê” nasnekira, tê çawa ev berhem binirxandina, a rast bibêje ji kerema xwe?
Ez ê wek endamekî şêwirê û wek pirtûkeke nivîsakarê wê kêm zêde nas dikim binirxînim… Pirtûka ji heft çîrokan pêk hatiye, ji aliyê berg û pîzanpajê qet neket serê min. Di gelek ciyan de heta di paşbergê de şaşiyên nivîsên hene.  Gava em werin ser naverokê; kêfa min ji çîrokên “J, Tirspîvan û Utopyaya utopîk” pir hat, lê “Xewna dîrokî” hinekî klasîk e, “Anatomiya Şêwirekê”  kesên haya wan ji formata şêwirê tunebin dê tu tahmê jê negrin. “Hewara êşê” ne xerab û ne jî baş bû, “Bota Scoter” jî her çendî min ecibandibe jî bandorek Gogol a berbiçav hebû… Gava em li zimanê wî binerin zimanekî te pir dewlemend be jî ne xerab e lê hinekî mêrane ye. Li gel her tiştî gava ez di nav wêjeya kurdî de binirxînim, ne li ciyekî xerab e û ez dikarim pêşniyarî hevalên xwe yên ji wan hez dikim bikim. Jixwe nivîsakarê wê hîn serê wî di nav g.yê wî de ye, ger fahş nebe dikare di pêşerojê de berhemên xweş biafirîne.

Gotina te ya dawî, peyameke siyasî, cinsî, a soxî wêjeyî heye?
Bê nan dibe, bê gan nabe. Bê gan dibe, bê welat nabe! Bê welat dibe, bê wêje nabe! Bê wêje dibe, bê nan nabe!!! Bi ya min peyamek têra xwe siyasî-cinsî-zikî-wêjeyî bû.

Tê kengî bi xêr vegerî ji xeribiyê?
Ger carekê mirov ji xwe xerîb bikeve êdî tu carî nikare ji wê xeribiyê vegere û li her welatî ew xerîbiya wî diazirî. Lê wek cih ger ez nemrim ez ê ji Avrûpa, di sibatê de vegerim.



Ji bo kesên ku temaşe nekiribin, bi dîmen...



Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Modern Kürt Tiyatrosunun İlk Adımları

Yazar/metin merkezli Batı tiyatrosunun Kürt dilindeki ilk örneği, 1919’da Evdirehîm Rehmî Hekarî’yle başlaması, teatral formların Kürtlerde daha öncesinde olmadığı anlamına gelmemelidir. Popüler ve kitlesel bir sanat olan tiyatro tarihsel olarak her dönemde farklı biçimlerde icra edilmiştir. Genel anlamda tiyatro sanatı; kukla, gölge oyunu, köy seyirlik oyunları, çîrokbêj (bir nevi meddah) geniş bir alanda teatral formalara sahiptir. Bu formlar, yakın kültürler ve komşu milletler arasında benzerlikler gösterebildiği gibi veya hepten özgün bir biçim olarak da var olabiliyor. Kürt tiyatrosunda: Taziye, “Sîtav” (Gölge Oyunu) ile “Bûkella” (Kukla), “Mîr Mîran” (Sahte Emir), “Kosegelî-Gaxan”, “Bûka Baranê” (Bolluk-Bereket Oyun Ritüellerinden), “Sersal” (Yeni Yıl), “Newroz” oyun ve temsilleri... Bunun yanı sıra Kürt tiyatrosuna özgü teatral anlatı biçimleri arasında sayılabilecek “dengbêjî” ile “çîrokbêjî” gibi ulusal formlara da sahiptir. Kürt tiyatrosunun geçmişine ve bugününe baktığımı

Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê / Theatre Concepts and Terms

Şanogeriya "Mem û Zîn", Nivîskar: Emîn Mîrza Kerim, Derhêner: Enwer Tuvî, Silêmanî, 1958 Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê  Absürd Tiyatro - Şanoy bêhûde, Şanoya Absurd - Theatre of the Absurd Acı Çekme Oyunu - Lîstika Êşkêşanê - Şanogeriy eşkence, wezen – Passion Play Acıklı Komedya, Komîdyay giryanawî – Tearful Comedy Açık Aksiyon - Aksiyana Vekirî - Over Act Açık Sahne - Sehneya Vekirî - Open Stage Adaptasyon - Lihevanîn, Adaptekirin - Adaptation Agit-prop tiyatro- Şanogerîy bangeşekirdin – Şanoya propagandayî – Agit- Prop Theatre Ago n- Mişt û mirr – Agon Ağlayıcılar - Koroya Giriyê, Barbûkarî grîkî – Choregos Akrobat - Kanbore, qareman, palewan, Canbaz - Acrobat Aksiyon Oyunu - Dramay niwandin, Şanoya Aksiyonê – Play of Acting Aktivizm -  Karaxwazî, Aktîvîzm - Activism Akustik- Dengî, Akûstîk - Acoustic Alternatif Tiyatro – Şanoya Alternatîf- Alternatîve Theatre Anagnorisis – Venasîn, Nasînewe - Anagnorisis A

Ereb Şamîlov "Koçekê Derewîn-1930" Şano

   E reb Şamîlov  Koçekê Derewîn  Pyêsa Du Fesla Sezde Sifeta   (Neşra Dewlata Şêwrê Ermenîstanê, Rewan, 1930)           Gilyê Pêş          Pyêsa pêşin, gerekê beve notla silhekî şêr, ber gilî gotnê terêqa nav xebatçyê Kurmanca da paşda mayî. Eva gilî gotnê min nivîsîne, ne metelok in, ne jî min ber xoe derxistine. Eva îşana qewimîne bûye, niha jî hene nav gundê Kurmanca da.          Her Kurmancekî gele car qewimye, ku çûna cem wan vireka şêxa, pîra qewala û mella koçeka, wane kirye min nivîsye li vê pyêsê. Basa xeberê ez karim navê çend heva hildim, hûnê bizanbin rastê: Koçek Xûdêda ji gundê (Poştê) Karvansarayê qêza Lenînakanê nahya Hacîxelîlê, Koçek Gulê ji gundê Qulibegê qaza Rewanê nahya Ecmîadzînê (Dêrê).             Evana hetta niha jî dixapînin kesîba û orta Hemîk destê terêqa bega, axa û kulaka tev heve. Ew hizdikin paşda mabûna xebatçya; ew timê nezana tûj dikin berî firqeçya û komsomola dibin, çimkî ew firqeçî û komsomola niha paşda davêjin gilî got