Evdirehîm Rehmî Hekarî (1890-1958) MEMÊ ALAN (Şano, Kovara Jîn, Stenbolê, 1918) (Tiyatroya Kurdan Fezîleta Kurdan Noşî Didit) DU PERDE PIYES Eşxas: MEMÊ ALAN LEWEND: Hevalê Memo, Xulamê Mîr ÇAVREŞ: Dayika Memo XEZAL: Jina Memo PERDA YEKEM (Odekê Kurmancî xemilandî, bi berr û maforan raxistî. Dîwarê wê, çekêt Memo pê ve hilawistî ne. Çar terefê dîwar doşek, balgî ne.) MECLÎSA EWİL (Memo, Çavreş) MEMO: (Tenê ) Belê… Îroke Mîr emir kirîye, xeza ye. Neyaran Serhed girtine. Zaryê Kurdan, meazellah dê di ber dest û piyên dijnminan biçit… Ez ji kî kêmtir im! Ma ez Kurmanc nînim! Ma namûsa her Kurdekî namûsa min nîne! Elbet…Elbet ezê biçim. Qiyamet rabit dîsa ez diçim. Xwîn seran bibit dîsa ez xwe...
when you are going to shoot shoot don't talk / Nebêje, bike!