“Birîna Reş” Musa Anter Paşxeneya Dîrokî: Berhema Mûsa Anter ya şanoyê tekane “Birîna Reş” bi tirkî û kurdî di sala 1965an de çap dibe. Lîstika “Birîna Reş”, ji çar sehneyan pêk tê. (Di vê lîstikê de navên sehneyan weke “perde” hatiye bikaranîn.) Dema bûyerên listikê di navbera salên 1950 û 1960î de diqewime. Li gora pêşgotina kitêbê ev şano di 1959 de di girtigeha leşkerî ya Harbiyê de hatiye nivisandin. Di pêşgotinê Musa Anter ji bo “Birina Reş” wiha dibêje:“ Tiştên ku hûne di vir de bixwînin gişk serpêhatiyên min in. ” Di naverokê de gelek bîranîn, têbinî û şîretên wî cî digre. Mûsa Anter rast rast ji bo zarokên kurd bixwînin, têkevin xizmeta miletê xwe, şîretan li wan dike. Musa Anter, li Stenbolê ji bo xwendekarên kurd lê bimîne di Yurda Dicleyê weke gerinende dixebite, bi girtina “Yurda Dicleyê” di vê şanoyê de xitabî xwendekarên xwe dike. Lehengê wî, şagirtên wî ne; yek ji wan “Bedo” ye. Ji bo “xelasbûnê” divê ku kurd bixwînin û şiyar bibin, wê demê dikarin ji bindes...
when you are going to shoot shoot don't talk / Nebêje, bike!