KEZÎZERÊ Kezîzerê, kezîzer Xulam memkê gilover Serî sor û binî zer Mîna berfa zinarê Sîka dara tim li ser Mîna sêvên Xelatê Serî sor û binî zer Mînane penîrên ter Min givaşt û av jê her Tu ji govendê were der Te ramûsim, cardî her Te divê her û te divê mer Kezîzerê lewendê Gewrê, bozê, bilindê Kevoka nava gundê Sîng doşek, balîf zendê Ez ramûsim te rindê Destê xwe bi destê mn de Tevde herin govendê Kezîzerê hithîtî Li binya mala şemitî Dawa têqî lewitî Dilê lêwik şewitî Kezîzêrn me çar in Her çar jî bi kum û şar in Hilma memkan em xwarin Kezîzerên me şeş in Her şeş jî bi şarên reş in Hilma memkan çi xweş in Didî xuyakirin, ko por zerîne û serê memikên wê nû hildane, weke sêvên Xelatî ne, serî sor û bin sipîne, weke berfa zinarê Mêrdînê, ko siya daran tim li ser e… Çi tiştên giranbiha gotine! Kezî, gulî, ew porê hûnayî yan jî badayî ne, ko bi paşde tê berdan û bisk, ew porê, ko bi ser dêmên jinan de têne xwar û carn...
when you are going to shoot shoot don't talk / Nebêje, bike!