Çetoyê Zêdo: Bi vegotina cenabê te “Berken Bereh” dikare kurtejiyana xwe bi me re parve bikî? Berken Bereh: Ez wek hemû kesên Kurd ê navsere roja jidayîkbûna xwe nizanim. Dayîka min digot “me tu şeş heyvan dereng qeyd kir.” Min di sala 1978an de dest bi nivîsandina Kurdî kir. Helbesta min, cara ewil di kovara Tîrêj (yekem kovara du zaravayî û bi kurdî li bakur)ê de hat weşandin. Berî nivîsandinê di heftdeh saliya xwe de, tevlî refên welatparêz bûm û ta îro jî ev helwesta min a siyasî jî didome. Çar caran hatim zindankirin. Dehan salan ji karê xwe yê mamostetiyê hatim bidûrxistin. Li çendîn sazî û dezgeyên siyasî wek rêveber xebitîm. Helbestên min di gelek kovar, radyo, tv û rojnameyan de hat xwendin û weşandin, belav kirin. Di sala 1999an de bi navê “Kulîna Kulîlkan” min malperek internetê ava kir. Ji bo berhemên xwe du caran hatim xelat kirin. Ta niha heft pirtûkên helbestan min dane weşandin. Li welêt dijîm. Bavê sê zaroka me. Hê jî nivîskariya xwe didomînim. Çetoyê Zêdo: X...
when you are going to shoot shoot don't talk / Nebêje, bike!