Ferhad Pîrbal Di sala 1961ê de li Hewlêrê hatiye dinyayê. Di 1979an de, çîrokeke wî di kovara Rojî Kurdistan hat weşandin. Di 1983an de li Zanîngeha Selahaddîn (Li Başûrê Kurdistanê) beşa Ziman û Edebiyata Kurdî temam kir. Di 1984an de yekemîn kitêba wî “Malava Ey Welatekem”(şano) li çapxaneya Şehîd Îbrahim E’zo, ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li çiyê çap bû. Di 1986an de derket derveyî welêt. Li Parîsê Zanîngeha Sorbonne beşa Edebiyata Kurdî (Îrannasî) xwend û doktora xwe li ser “Mêjûy Edebî Modern ya Kurdî” temam kir. Di navbera salên 1986-1994 de li Denmarkê cigiriya sernûserê Kovara “Yekgirtin” û “Derwaza” kir û nûsarên wî di kovarên “Nûdem, Hîwa, Xermane, Havîbûn…” hat belavkirin. Di 1994an de vegeriya Kurdistanê. Li Hewlêrê kovara “Wêran” derxist û 1997an heta 2011an di kovarên “Wercêran, Ciwayez, Şîn, Şiir” de berpirs û sernivîskarî kir. Li Hewlêrê dezgeha kulturî “Mala Şerefxanê Bedlîsî” ava kir û rêveberiya wê didomîne. Ji 1994an vir ve li Zanîngehên...
when you are going to shoot shoot don't talk / Nebêje, bike!