Çetoyê Zêdo: Tu dikarî kurtejiyana xwe bi
me bide nasîn?
Sîdar Jîr: Di sala 1980’yî de li Şemrexa Mêrdînê hatime dinyayê.
Min xwendina xwe ya seretayî û ya navîn li Şemrexê kir û ya lîse li Amedê kir.
Min li Zanîngeha Dîjleyê Fakulteya perwerdehiyê xwend. Paşê min li fakulteya
Îktisadê beşa Têkiliyên Navneteweyî(Navdewletî) xwend… Di dema xwendekariya xwe
ya zanîngehê de ligel hevalekî xwe (Deştî Rewşen) fanzîneke Kurdî bi navê
Kulîlk derxist (2 hejmar)(2002), piştî fanzîna Kulîlkê bi navê Kulîlka Ciwan(2003)
me (min û Deştî Rewşen) kovarek ku navenda wê Amedê bû derxist. Demekê min
edîtoriya rojnameya Azadiya Welat kir… Piştre ligel çend hevalan min edîtoriya
kovara zarokan a bi navê Şemamok kir, piştî edîtoriya Şemamokê min edîtoriya
kovareke bi navê Dergûş (2005) a zarokan kir. Dema ku Kulîlka Ciwan bi fermî
hate girtin min(ligel Dilawer Zeraq) dest bi edîtoriya Kovara W’yê kir(me 13
nivîskaran bi hev re ev kovar derxist).
Li
Amedê dijîm û li Akademiya Cegerxwîn Beşa Ziman û Wêjeyê mamoste me.
Çetoyê Zêdo: Tu ji kengî ve bi nivîsa
Kurdî re têkildarî?
Sîdar Jîr: Têkiliya min a Kurdî ji destpêka salên 90’î anku ji
zarokatiya min ve ye… Ji ber ku di wan salan de min belavkariya rojnameyê dikir. Bawer im 12-13 salî
bûm min nivîsek jî bi mexlasekî din
şandibû ji rojnameyê re, ew nivîs hê jî li ba min e. Lê ji bo çîroknûsî û
gotara sala 96’an de destpêk e ji bo min. Çîroka min a bi navê “Zeytûniroş” min
di sala 96’an de nivîsî û wê çîrokê di birtûka pêşîn(Ariya Giyanên Stewr) de jî
cî girt.
Çetoyê Zêdo: Mijarên ku dibin astengî
yên ji bo nivîskariya te hene, ku hebin tu dikarî ji me re qal bikî?
Sîdar Jîr: Mirov wekî kes, wekî nivîskar çawa ku dinivîse wisa
dikare bibe astengî jî ji bo nivîsandinê… Ez li sedemeke ji derveyî xwe qet
negeriyame. Lê astengiyeke zêde mezin an jî em bibêjin ku bikaibe rê li ber
nivîskarî anku nivîsandina min bigre li holê nîn e… Hebe ez bi xwe me.
Çetoyê Zêdo: Ji bo çi tu dinivîsî? Xwestek
û helwesta te ji bo nivîsê çi ye? Di nivîskariyê te de “Çi?”, “ji bo çi?”,
“çawa?” li gora poetîka xwe, tu dikarî binirxîne?
Sîdar Jîr: Li azadiya xwe digerim. Carinan jî li belaya xwe…
Dibe ku ji bo dermankirina birînên xwe yan jî estetîzekirina birînên xwe… Ev
sûbjektîf e. Ji bo ku beden û giyanê xwe
sivik bikim dinivîsim. Belkî jî derdekî min bi jiyanê re heye. Bawer im ew derd
e ya ku ji bo wê tê nivîsandin. Îcar “çi nivîsandin û “çawa” nivîsandin hemû li
gorî van dirûv digire. Awayekî statîk nîn e, ne bawer im ji bo yek nivîskarekî
jî ew rewş statîk be.
Çetoyê Zêdo: Ji bo te nivîskarî tiştekî
çawa ye?
Sîdar Jîr: Nivîskarî ji bo min rêwîtiyek e. Naqede. Her ku diçe
tu barê xwe girantir dikî, her ku diçe tu bêhtir didî ber dasa xwe, her ku diçî
tu bi ya ji rêzê êdî nayê ser, her ku diçe tu dest didî ser wijdanê xwe, her ku
diçe dilê te bêhtir bi lez lêdide, her ku diçe mejiyê te bêhtir zingîniyê dide
jiyana te. Hemû rêwîtiyek e… Rêwîtiyeke bênavber û bê ser û ber… Di vê rêwîtiyê
de di buxçika te de dilê te, wijdanê te û mejiyê te heye.
Çetoyê Zêdo: Çi hêza te ya nivîskariyê
xurt dike?

Bêguman
tenêtî rêheval e di nivîskariyê de… Bêguman beriya van hemûyan mîna ku Erebê
Şemo şîret li me kiriye; xwendin, xwendin û dîsa xwendin.
Çetoyê Zêdo: Li gora te, derfet û taktîkên
nivîskariyê çi nin? Hûn çawa dinivîsin, ji kerema xwe bi giştî tu dikarî qala
disiplîna xebatên xwendin û nivîsandina xwe bikî?
Sîdar Jîr: Nivîskar derfetên xwe jî taktîkên xwe jî diafirînin…
Derfet dibe ku ji bo gelek nivîskaran bişibin hev lê taktîk bawer im ên her
nivîskarekî/ê cuda ne. Derfetên nivîskariyê ji bo min, devjêberdana hin tiştên
rûtîn ên di jiyanê de ne… Ya min jî di serî de min ji xewê dest bi devjêberdanê
kir… Kêm radizêm a rast zêde ranazêm. Taktîk jî ji bo her kesekî/ê taybet e,
bawer im tu qala tiştekî mîna “dersên nivîskariyê” yên Woolf’ê nakî, lewma jî
li gorî dema nivîsê û cureyê nivîsê diguhere.
Her
roj nivîsandin gelekî zehmet e. Lê ev zehmetî ji bo xwendinê ne derbasdar e. Lê
em li hev mikur werin, ez xwe nivîskarekî tiral lê xwendevanekî jîr dibînim.
Xwendinên min hem bi roj hem jî bi şev dibe ku pêk werin lê nayê hişê min ku
min bi roj nivîsandiye. Hemû nivîsên min(ji bilî peyamên li ser torên civakî
yên înternetê) bi şev hatine nivîsandin. Jixwe min berê jî li hin deverên din
gotibû. Ji bo min û li gorî min dema ku deng bi çivîkan dikeve şeva nivîskar û
xewa nivîskar tê… Lê piştî senfoniya wan çivîkan.
Çetoyê Zêdo: Li gorî te edebiyata kurdî
ber bi ku ve diçe?
Sîdar Jîr: Digel hemû mînakên xerab jî li gorî min bi awayekî
giştî wêjeya Kurdî ber bi xwebûnê ve diçe. Min di nivîs xwe ya quncika
rojnameyê de jî nivîsandibû (Afirandina Lehengan, 28.04.2014 Azadiya Welat), li
ser divêtiyê min qal kiribû ku wêjeya Kurdî bi awayekî xwezayî wê li ser
bingeha “berxwedan” û “azadiyê” teşe bigire. Ev ne tenê sekneke polîtîk e.
Tespîtk e di heman demê de, mînakên berbiçav hene. Wekî mînak ya Îngilîzan, ya
Elmanan, ya Ûrisan, ya Fransewiyan, ya Ereban û gelek neteweyên din çawa li
gorî “rastiya” civaka xwe teşe girtine, ya me jî ew ê ji bo demeke gelekî dirêj
bi wê şêweyê teşe bigire… Heger wêjeya Kurdî ew karakterê xwe yê “azadî” û
“berxwedanê” girt(ez qala sloganan nakim) wê demê îhtimala ku em qala tiştên
spesîfîk bikin zêdtir be. Bêguman her kes azad e di hewldan û ceribandinên xwe
de, lê tiştê dixuye ew e ku ji bilî vê rastiyê tu hewldan wê tesîrekê li vê
civakê û wêjeya wê neke. Taliye ew li ya xwe rast were…
Çetoyê Zêdo: Ji me re qala bi deh salan
berê ya wêjeya kurdî bikin û piştî deh salên din wê wêjeya kurdi li gorî dîtina
te, ew ê bigihîje ku? Têbîniyên xwe bêjin?
Sîdar Jîr: Heta 10 sal berê wêjeya Kurdî(l Bakur) wekî hejmar
gelekî kêm bû. Bawer im hemû xwendevanên jîr dikaribûn hemû berhemên ku dihatin
çapkirin bixwendana. Ew ê di ber re bigihîştina. Lê bi taybetî yên ji dema
Rewşenê û heta destpêka W’yê qismî be jî hinekî din cidî ne… Bawer im ku bêhtir
hay ji meseleya giştî ya wêjeyê hene. Niha yên piştî vê hê jî nasnameyek ji xwe
re nedîtine yan jî ( ne bi awayê negatîf dibêjim, belkî normal e, kesên baş
hene). Lê deh sal paşê bawer im wêjeya Kurdî ew ê karakterê xwe pir hindik zevt
bike. Yên vê serdemê jî wê nasnameyê zevt bikin ew ê karakterekî xurtir derê…
Lê bi awayê giştî ew ê deh sal paşê li gorî deh sal berê bêhtir ji civaka xwe
xwe xwedî bike… ew ê li hemû rehên bedena ‘axa xwe’ bigere.
Çetoyê Zêdo: Bandora kîjan nivîskarî/ê
(nivîskaran) li te çê bû? Bi mînakan hûn dikarin ji me re vebêjin?
Sîdar Jîr: Di çîrokê de min ji Maupassant, Sadiqê Hidayet, O
Henry û Poe gelekî hez kir…
Çetoyê Zêdo: Bijarteyên xwendinên te?
Sîdar Jîr: Ez bawer im ku tu qala yên cîhanê dikî, hema bi
carekê re yên ku min çêjek ji xwendina wan wergirtibe yan jî tesîr li min
kiribin hinekan bibêjim; Kafka, Conrad, Boccaccio, Poe, Dostoyevskî, Tolstoy,
Maupassant, Sadiq Hîdayet, D. H Lawrance, Sallinger, O Henry, Proust, Woolf, Samarakis, Necîb
Mahfûz, Sartre û gelekên din hene ku dikarim rêz bikim.
Çetoyê Zêdo: Ji me re qala pirtûkxaneya
xwe bikin?
Sîdar Jîr: Di pirtûkxaneya min de bi deh hezaran pirtûk nîn e…
odeya herî biçûk a malê ye. Ez, pirtûk, paldankek, mase, mîndera min û çend
tabloyên(kevalên) ku nedaleqandî ne. Ji 4 zimanan pêk tê… Mala pîrê gora pîrê
ye di taliyê de.
Çetoyê Zêdo: Tu kîjan berhemê/an car bi
car dixwînî an jî te xwendiye?
Sîdar Jîr: Dîwana Cizîrî, Mem û Zîn a Xanî, Dîwana Feqî… Çîrokên
Maupassant, Veguherîna Kafka… Janya ya Rênas Jiyan, Dîwana Ehmed Huseynî Û Siya
Evîna ê Mehmed Uzun(Bawer im ji ber karîzmaya Memduh Selîm Beg bû). Niha jî
Çarînên Omer Xeyam( Bi wergere Îkram Balekanî)
Çetoyê Zêdo: Lehengên te yê/n edebî kî
y/ne?
Sîdar Jîr: Gregor Samsa serkêşiya lehengên min dike…
Çetoyê Zêdo: Rengê jiyana kesayetiya te
(ji bilî nivîskariyê) çawa ye?
Sîdar Jîr: Ma bersiva min ew ê çiqasî objektîf be gelo… Bawer im
divê tu vê pirsê ji derdorê bikî.
Çetoyê Zêdo: Di derbarê berhemên te yên
çapbûyî de, tu dixwazî ji me re çi bêjî?
Sîdar Jîr: Dixwazim bibêjim ku tu gotineke min a derbarê yên
çapbûyî de nîn e. berhem û xwînêr in mûxatan ne ez û xwînêr. Lewma jî xwînêr çi
bibêjin ew e.
Çetoyê Zêdo: Berhemên te yên çapnebûyî
hene? Ku hebin tu dikarî ji me re qala wan bikî?
Sîdar Jîr: Erê, hene. (4-5 berhemên werger hene 1 jê ji tirkî
yên din ji îngilîzî ne), yên min bi xwe hene(1 çîrok, 1 lêkolîn, 2 jî gotar û
ceribîn û 1 jê jî tenê hevpeyvîn in). Bawer im ew ê ji dawiya vê salê (2014) û
şûnde peyder pey werin çapkirin.
Çetoyê Zêdo: Ji nivîskariya xwe, tu ji
çi dereng ma?
Sîdar Jîr: Min li gorî nifşê xwe zû dest pê kir… Lê xwezî ez
hînî fransewî jî bibûma. Bi ya min tenê ew e ya ku di dil de ma.
Çetoyê Zêdo: Xetereyên “lêpoşmaniyên” te
yên bihurî çê bûne?
Sîdar Jîr: Ne wekî xetere, lê ku hebûya bawer im ew ê çêtir bûya
ew meseleya xwestka min a hînbûna zimanê fransewî.
Çetoyê Zêdo: Heta niha di nivîskariya
xwe de, tu zêde li ser çi disekinî û lê hûr dibû?
Sîdar Jîr: Herî zêde li ser çîrokê, teoriya wêjeyê(nivîsên min
bi navê “NASNAME” di rojnameyê de hatin belavkirin 2013-2014), dîroka wêjeyê.
Lê heta niha wisa bû .
Çetoyê Zêdo: Vê gavê tu li ser çi mijûl
î?
Sîdar Jîr: Vê gavê di vê havîna 2014’an de ez tenê li ser
çîrokên xwe mijûl im ku hêvî dikim bigihînim payizê.
Çetoyê Zêdo: Guhertinên nivîskariya te (berê
– niha) çi ne?
Sîdar Jîr: Henûn bûme.. Bawer im heta 4-5 sal berê jî gelekî
agresîf bûm.
Çetoyê Zêdo: Tu bêyî çi/kê nikare
binivîsînî?
Sîdar Jîr: Bêyî birîna xwe, cixareya xwe û şevê nikarim
binivîsim.
Çetoyê Zêdo: Di têkiliya jiyan û
nivîskariya te de, tiştê/a ku te nedixwest biqewime çi ye / çi ne?
Sîdar Jîr: Carek du caran li ser navê “rexnegiriyê” qest li
kesayeta min hat kirin, min nedixwest ew biqewime. Ji ber ku beriya nivîskariya
xwe em însan in. Nivîskarî li pey însaniyeta me ye… Dema ku em wijdanê xwe car
bi car nepelînin û nivîskarî û “rexnegiriya” me ji însanetî û wijdanê me bixwe,
ew ê tu tişt di nivîskarî û rexnegiriya me jî nemîne.
Çetoyê Zêdo: Li gora te hejmara
xwendevanên kurdî çend kes e? Texmîna xwe hûn dikarin bibêjin?
Sîdar Jîr: Nizanim… Texmîn zehmet e.
Çetoyê Zêdo: Li gora çavderiyên te,
navêndên xwendina Kurdî li ku derê pêşketiye?
Sîdar Jîr: Amed, Mêrdîn û Stenbol… Lê berendamên navendbûnê jî
gelek in li gorî min. Wan, Cizîr, Êlih.
Çetoyê Zêdo: Tu dikarî di derbarê
folklora Kurdî dîtinên xwe bibêjî?
Sîdar Jîr: Folklora Kurdî wekî dara mazî ye. Bi rik e li hember
gelek serboriyan. Kok xurt e û her çiqas bê av were hiştin jî ew her li ser
piyan dimîne. Ji aliyê din ve bêguman wekî erdnîgarî hem erênî hem jî neyînî li
ser axekê şîn hatiye. Ji her du faktoran(erênî-neyînî) para xwe girtiye. Ji ber
ku kok zexm û qewîn e tim hêşîn û li ser koka xwe maye.
Çetoyê Zêdo: Kîjan diyalekt (devok) ji
bo te taybet e/in?
Sîdar Jîr: Hemû diyaletk li gorî xwe taybet in.
Çetoyê Zêdo: Li gora te, piraniya
nivîskarên Kurdî çima mamoste ne? Tu vê yekê çawa dibînî?
Sîdar Jîr: Bi ya min rasthatiniyek e. Dibe ku di vê rasthatiniyê
de para rewşa civakî ya mamosteyan û xwendinê hebe. Ji ber ku di civaka me de
beşa herî xwende(!) mamoste ne.
Çetoyê Zêdo: Xwendevanên te kî ne? Ji me
re qala xwendevanên xwe bike? Teybetî û bertekên xwendevanên te çawa nin?
Sîdar Jîr: Xwendevanên Kurdî hema bibêje ji bo hemû nivîskaran
yek in. Lê tiştekî baş dizanim êdî (bi vê yekê bawer im), heger xwendevanên min
ên taybet(yanî ku bi taybet min dişopînin) hebin jî ne fanatîk in û ne tenê
xwendevanên min in… Yên her kesî ne. Ev tiştekî gelekî baş e. Ji ber ku
xwendevanên fanatîk hem zirarê didin “xendinên xwe” hem jî didin nivîskarên ku
xwe bi asta fanatîzmê pê ve girêdidin. Bêguman xwendevanek dikare ji nivîskarê
ku ji deqên wî/ê hez dikin derxe pêş li gorî xwe, lê divê ne di asta fanatîzmê
de be.
Çetoyê Zêdo: Tu ji xwendevanên xwe çi
dixwazî, divê xwendevanên te çi bikin? Ji bo xwedevanên xwe tu çi difikirî?
Sîdar Jîr: Ya rast ez tiştekî ji xwendevanan naxwazim, her çawa
ku di serî de ez ji bo xwe û ji xwe ber bi wan ve diçim di nivîsandinê de, ew
jî divê ji bo xwe û jixwe ber bi nivîskar ve biçin di xwendinên xwe de. Ev yek
dike ku mirov bêhtir bixwîne û bêhtir kûr lê biçe. Xwendin jî nivîsandin jî
“bêdengiyê” dixwaze û ew bêdengî bi xwe dengê wan vedide jixwe.
Çetoyê Zêdo: Li gorî te rexneya wêjeyî
divê çawa be?
Sîdar Jîr: Pîvanên rexneya wêjeyî pir hindik hene jixwe… Li
dinyayê çawa tê kirin diyar e. Lê em hinekî hestiyar tevdigerin di rexneyên xwe
de. Tenê dixwazim tiştekî bi taybet û dîsa bi taybet bibêjim ku di wêjeya Kurdî
de dema ku “nivîskar” dikeve navenda rexneyê çewtiyên/kêmasiyên gelekî mezin ku
“rexnegir” nikarin hesabê wan bidin dertê holê. Ji ber ku dema nivîskar di
navenda rexneyê de be, divê bi du awayan rexne were kirin(ev ne pîvana min e,
ya ku li hemû cîhanê-ji bilî Kurdan- tê kirin e); yek divê rexneya biyografîk
be(ev yek di nava me de nayê kirin), ya duyem jî rexneya psîkanalîstî ye(bawer
im rexnegirên me jî newêrin xwe di vê derxin)… Her du jî nayên kirin û nivîskar
dixin navêndê. Tenê tiştek dimîne, yan egoya nivîskar difirînin asîmanan yan jî
neheqî û heqaretê lê dikin.
Çetoyê Zêdo: Tu di derbarê “şêwir û
komên xwendinê” de çi difikirî?
Sîdar Jîr: Li gorî min hinekî dereng mabin jî sîrkulasyoneke
gelek baş çêbû… Lê divê wekî komên xwendinê heta demekê bi awayekî cidî bidome.
Ne ku bibin sazî û perspektîfan bidin derdorê… Lê tiştê ku di şêwir û komên
xwendinê de hate kirin li ba dilê min xebateke ezîz e.
Çetoyê Zêdo: Li gora te bi giştî nivîskarên
Kurdî, poetîka nivîskariya xwe çawa dibînin û dinirxînin?
Sîdar Jîr: Xwetatmînkirin e… Her kes baş e!
Çetoyê Zêdo: Li gora te niviskariya Kurdî
û rojeva Kurdî çi qasî li hev dike?
Sîdar Jîr: Di tiştên giştî (wekî armancên dûr) de li hev bikin
baş e. Ew jî divê lihevkirineke xwezayî ne.
Lê di keftûlefta rojane de li hev bikin xeter e.
Çetoyê Zêdo: Li gorî te nivîskariya
Kurdî ya îroyîn di çi rewşê de ye?
Sîdar Jîr: Bi awayê giştî li nasnameya xwe digere…
Çetoyê Zêdo: Li gora te xwenirxandina
niviskarên Kurdî di kîjan astê de ye?
Sîdar Jîr: Di asta berheman de ye. Di asta destpêkê û îro de ye.
Çiqas pêşketin hebe, xwenirxandin an jî xwerexnekirin jî ewqas e.
Çetoyê Zêdo: Jiyana civakî/siyasî kîjan
bandoran li ser nivîskariyê û wêjeyê dikin?
Sîdar Jîr: Ma mumkin e ku nivîskar û wêje ji civakê dûr be? Ne
bawer im. Lê dîsa jî tercîh e… Dibe ku hinek tercîha xwe ji dûrbûna civakê
bikar bîne, wê demê mafê heyî yê hilbijartinê yê civakê çendbare qat dibe…
Çetoyê Zêdo: Têkiliya nivîskar û civakê
li gorî te çawa ye û yan jî divê çawa be?
Sîdar Jîr: Têkilî bi her awayî heye… Nivîskar beriya her tiştî
endamekî/e civakê ye. Vebeyandina civakê ye, wijdanê civakê ye, hêza civakê ye,
şanaziya civakê ye heger xwe zanibe. Civak, ez qala klîkan nakim, civak her
tiştî ji nivîskar çêtir dibîne gelek caran.
Çetoyê Zêdo: Ji bo perwerdehiya bi
zimanê kurdî dîtin û pêşniyazên te hene?
Sîdar Jîr: Divê mafê perwerdehiya bi Kurdî li derveyî hemû
bazarî û nîqaşên siyasî be. Yanî heta ku ew pêk neyê divê Kurd bazara tu
tiştekî nekin bi tu kesî re…
Çetoyê Zêdo: Ji bo zarokan, tu xebatên
te yên wêjeyî û hunerî heye?
Sîdar Jîr: Berê jî hebûn ( min edîtoriya 2 kovarên zarokan kir,
demekê min di rojnameyê de beşa zarokan amade kir) niha jî çîrok û şano
didomin…Wergera fîlmên karton gelek çêbûn. Bawer im zêdetirî 100 beşan çêbû.
Çetoyê Zêdo: Xwendevanên wêjeya Kurdî,
bi eşqa nivîsandina kurdî ketine yan na?
Sîdar Jîr: Mixabin… Hem jî çi eşq(!) Piranî jî mixabin
xwendevanên fanatîk in. Pê li pişta hinekan dikin û xwe dikin qurbanî di taliyê
de. Heyfa min gelekî tê li vê rewşê. Ji ber ku li ber dilê min bi kêmanî bi
qasî nivîskarekî/e hêja xwendevanekî/e jîr jî ewqas giranbuha ye.
Çetoyê Zêdo: Beriya ku xwendevanên te
dest bi nivîsê bikin divê çi bikin?
Sîdar Jîr: Erebê Şemo 40-50 sal berê gotibû, ez li vir dîsa
bêjim, dubare bikim; Xwendin, xwendin û dubare dîsa xwendin.
Çetoyê Zêdo: Ji bo xwesteka xwendin û
nivîsandinê çê bibe, ji xwendevên re çi lazim e?
Sîdar Jîr: Divê ji dil were û beriya her tiştî ji bo xwe
bixwîne.
Çetoyê Zêdo: Mirov çawa dinivîsîne û dibe
xwedî şêwazekê?
Sîdar Jîr: Dema mirov xwe be, dema mirov bi zimanê xwe birînên
xwe bialêse dibe xwedî şêwaz.
Çetoyê Zêdo: Xwendina wêjeyî ya çê û
xerab çawa ji hevdu tê derxistin? Mirov vê yekê çawa dikare ji hev derxe?
Sîdar Jîr: Xwendin, xwendin e. Yan heye yan jî tuneye. Li gorî
min xwenddina “çê” û “xerab” tuneye. Belkî mirov bikaribe wekî çavlêgerandin û
lêhûrbûnê ji hev biqetîne lê dubare bibêjim, bi ya min xwendina “çê” û “xerab”
tuneye.
Çetoyê Zêdo: Li gora te pîvanên
afirandina edebî û hunerî çi ye?
Sîdar Jîr: Bi giştî ye… Ne spesîfîk e. Yanî bi giştî berhem e,
berhemdarî ye. Dibe ku bi berhemekê be û ew berhem tenê yek be jî. Lê
berhem(darî) pîvan e li gorî min.
Çetoyê Zêdo: Kêşeyên xwendin û nivîsandinê
çi ne?
Sîdar Jîr: Kêşeyên xwendinê dibe ku tunebe, lê nivîsandin bi xwe
kêşe ye.
Çetoyê Zêdo: Wêrekiya afirênerî ya
nivîsandinê çawa çê dibe?
Sîdar Jîr: Xwendin û çavdêriyên xurt nivîskar wêrek dike ku
binivîse, lê newqa nivîskarên ku xwendin û çavdêriyên wan xurt in tim vala ye…
Çetoyê Zêdo: Kî nikare bibe nivîskar?
Sîdar Jîr: Nizanim kî nikare bibe nivîskar. Lê belê nivîskarî
wijdan, wêrekî, xwendin û çavdêrî divê, ked divê, sebir divê, bêxewî divê, êş
divê.
Çetoyê Zêdo: Tu ji kîjan hîleyên edebî û
nivîskariyê aciz e? Hîleyên nivîskariyê çawa xwe didin der? Kîjan taybetiya
berheman, bi xwendina xwe, te çawa aciz dike?
Sîdar Jîr: Li gorî min “wêje” qadeke paqij e, ne hewceyî hîleyan
e. Hest divê, best divê, ked divê, sebir divê.
Çetoyê Zêdo: Şano ji bo te çiye, tu
dikarî têkiliya xwe û şanoyê vebêjî?
Sîdar Jîr: Beriya her tiştî şanoyê temaşevanek im, çavdêrek im.
Di dilê xwe de her daîm leheng im di hemû lîstikên ku temaşe dikim û dixwînim
de. Şano jî beşeke hunerê ye ku ji aliyê nivîskî ve ji wêjeyê dizê… Çiqasî
mumkin e ku nivîskarek ne qaleqedar be. Şano helwesteke zindî û hunerî ye li
jiyanê… Lewma jî her nivîskar gelekî nêzî şanoyê ye.
Çetoyê Zêdo: Li gora te, ji nav berhemên
xwe ya ku tu ji bo şanoyê pêşniyar dikî heye?
Sîdar Jîr: Bawer im ji nava pirtûka “Dozdeh Çirk”ê mirov dikare
gelek dîmen û sahneyên teatral derxe.
Çetoyê Zêdo: Li gora te, ji wêjeya Kurdî
ya klasîk/folklorîk an jî destanên Kurdî divê kîjan di sehneya şanoya Kurdî de
hebe? Bi ya te bûya, te dixwest kîjan berhem, bûyer an jî mijar têketa şanoya
Kurdî?
Sîdar Jîr: Mem û Zîn a Ehmedê Xanî (Baş e ku ew hate çêkirin), Zembîlfiroş,
Şahmaran…
*Dîroka hevpeyvînê serê havîna
2014an e.
Yorumlar
Yorum Gönder