Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Di Sedsalîya Şanoya Kurdî de “Ji Çaran Yek”

Li Tirkîyê û Bakurê Kurdîstanê Serborîya Şanoya Kurdî Ji bo rewşa giştî ya şanoya kurdî bê dîtin, divê ewil em bala xwe bidin paşxane û serborîya wê, berhem û mekanên wê, lîstikvan û temaşevanên wê û helbet xwedîyê wê! Di vê nivîsê de, ez ê ewil li ser serdemên giştî yên şanoya kurdî bisekinim û pişt re hewl bidim serpêhatiya wê ku di “sedsalîya” şanoya kurdî de pêkhatina 25 salan e, bi xetên giştî li Tirkîyê û Bakurê Kurdîstanê ji 1991ê heta 2016an binirxînim. Divê em destnîşan bikin ku heta salên 1950yî jî bikaranîna bêjeya “şanoyê” di belgeyan de tuneye. Bi destpêka salên 1950yî re li Başûr tê bikaranîn û ji wir derbasî nav perçeyên din dibe.   Ferhad Pîrbal ji bo bêjeya “şanoyê” wiha dibêje: “Heta salên 1940î jî peyva “şanoyê” di rojname, kovar û belavokan de nehatiye bikaranîn. Her tim termên Ewrûpî “piyes, dram, tiyatr” yan peyvên farisî û erebî “temsîl, nimayiş” li dewsa “şano”yê bi kar hatine… Ebdulla Goran, dibe ku yekem nûserê kurd be ku di sala 1950an d...

Bi Kurdî “Şanoya Zarokan” Heye?

Hebûn an jî nebûna neteweyekî, êdî ne di sînorê hejmara demografîyê de ye. Ziman û zarok, siberoja wî neteweyî diyar dikin. Loma hemû hewldanên kurdî divê bi zarokan re girêdayî bin. Kurdî sal bi sal ji jiyana mezin û zarokan kêm dibe lê hîn jî bi mîlyonan kurd hene ku dixwazin bi zimanê xwe bijîn. Dema em ji vir bala xwe bidin Şanoya Zarokan a bi kurdî, em ê pêrgî hebûnekê bên an na? Ger temaşevanek bîr bibe û bixwaze bi zarokên xwe re biçe li şanoyekê temaşe bike, tenê wê pêrgî sê lîstikên bi kurdî bê. Ev her sê lîstik jî li seranserê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li du sehneyan hene. Li Şanoya Bajêr a Amedê lîstikên bi navê “Sê Ezezok” û “Masîreşka Biçûk” û li Şa Performansê lîstika “Mîrzayê Biçûk”… Ku ev sê lîstik ji bo hebûna “Şanoya Zarokan” têr bike, belê heye!   Ji bo têgihiştina mijarê em dikarin bi van pirsan dest bi nirxandina şanoya zarokan bikin: Ji bo me zarok kî ne? Di civakê de cihê zarokan li ku ye? Çawa fêr dibin? Xwe çawa îfade dikin? Çawa li jiyan...

"Pêşbaziya Şanoya Kurdî" an jî "Li Çar Bajaran Şanoya Kurdî"

Amed, Batman, Wan û Stenbol…  Şanoya Kurdî li van bajaran di sehneyên biçûk de li ber xwe dide û li benda temaşevanên xwe ye… “Bînerno” rêya xwe şaş bikin û biçin lê temaşe bikin. Pişt re hûn çi bibêjin hûn bi dilê xwe ne... Ger ku ji we hat, hûn dikarin bi kêfa gurê manco bikenin; na ku ji we nehat, hewl bidin xwe bi giriyê kafiran bi halê xwe û me tevan bigirîn… Û ji kerema xwe bila ji bîra we neçe, hemû “ken û giriyê we” ji bo şanoya Kurdî bikêr in… Weke her tiştî, şanoya Kurdî jî li Bakur û li Stenbolê ji reng û taybetiya serdema niha, para xwe hilgirtiye. Nizanim belkî yekcar bêfêde be, lê dibe ku di bala hin temaşevanan de be, dîsa ez ê qala “hemû” şanoyên niha ku têne lîstin bikim… Netirsin tiştekî ku çavê we jê bitirse di şanoya kurdî de hîn neqewimiye…  Ger şanoya Kurdî di bala we de be, ewil berê xwe bidin Amedê, Şanoya Bajêr. Ew serê biska şanoya Kurdî ne. Tevî şanoyên xwe yên berê îsal lîstika “Tartuffe” tevlî repertûara xwe kirin. Hey ku hûn çûn wir, bal...