Ana içeriğe atla

Ereb Şamîlov "Koçekê Derewîn-1930" Şano


 

 Ereb Şamîlov
 Koçekê Derewîn
 Pyêsa Du Fesla Sezde Sifeta
 (Neşra Dewlata Şêwrê Ermenîstanê, Rewan, 1930)

          Gilyê Pêş
         Pyêsa pêşin, gerekê beve notla silhekî şêr, ber gilî gotnê terêqa nav xebatçyê Kurmanca da paşda mayî. Eva gilî gotnê min nivîsîne, ne metelok in, ne jî min ber xoe derxistine. Eva îşana qewimîne bûye, niha jî hene nav gundê Kurmanca da.

         Her Kurmancekî gele car qewimye, ku çûna cem wan vireka şêxa, pîra qewala û mella koçeka, wane kirye min nivîsye li vê pyêsê. Basa xeberê ez karim navê çend heva hildim, hûnê bizanbin rastê: Koçek Xûdêda ji gundê (Poştê) Karvansarayê qêza Lenînakanê nahya Hacîxelîlê, Koçek Gulê ji gundê Qulibegê qaza Rewanê nahya Ecmîadzînê (Dêrê).

            Evana hetta niha jî dixapînin kesîba û orta Hemîk destê terêqa bega, axa û kulaka tev heve. Ew hizdikin paşda mabûna xebatçya; ew timê nezana tûj dikin berî firqeçya û komsomola dibin, çimkî ew firqeçî û komsomola niha paşda davêjin gilî gotnê kevn, tênê ser gilî…

            Gotnê teze-ser gilî gotnê sosîalîzmê, bona kara xoe, ew terêk hizdikin paşda mabûna xebatçya, kesîba û orta.

            Fikra wan xapandin e, ew idî wê xapandinê rê diçin. Bona wan bega, axa, kulaka, şêxa, mella, qewala û koçeka, jêke ew timê dixebitin paşda mabûn, ne xoendin. Em dixebitin hicûma qelemê, tev ber bi qelemê, ber bi devterê, pê paşda bidin gilî gotnê kevnî rizî qitinî.

            Nav vê pyêsê da hûnê bivînin, kalekî orte, yê hindik mabû mala xoe bida der, koçek hûrmûrê wî tev bidizya, çimkî koçek çi digot, kalê tev bawer dikir, hindik mabû jî berî kûrê xoeda jî mal derxista, bona wê yekêk kur digote bavê, ev koçek derewa dike- bavê jî jê bawer ne dikir.

            Lê wextê kalê bi çavê xoe dît derewêd koçek, kalê idî xoe xa jê sarbû, zaf ji ber xoe dikeve dibê “lê min mal xirabî, min çewa gurra vî virekî dikir” Notla tiştekî ser hişê xoe da bê. Paşê ser aqilê xoe da tê dibê “Lê çewa min hindik mabû bona vî koçekê derewîn kurê xoe tayê tenê ji mal derxista”, hêja Mho divîne zirara wan tereqa jî eîsanet ra yek dîn da dighîje xelqê.

            Kalê gelekî ber xoe dikeve, lê qelpê xoeda idî weldigere tê ser rya rast dike xoe bnîwîsê komsomol, nizane ku émrê wî, ne émrê komsomolaye. Ew idî ji ser rya xapandinê, vedgere tê ser rya ne bawerkirina şêxa mella qewala koçeka û bega.

            Herkê, hila nav xebatçyê me Kurmanca da hene, gele merî yê ji dest nezanya xoe, ne xoendina xoe diçin pey  gilî gotnê, terêqa axa û bega, em zanin gavak wana dît eva pyêsa, gerekê idî terka wan gilî gotnêd paşda may bidin wê bêne ser rya rast-rya sosîalîzmê.

                                                                                                          Ereb Şamîlov

                                   Yê Dilîzin

1)      Koçek Ismaîl, emre wî nêzîkî 50 salî, Koçekê derewîn.
2)      Mho, gundyê orte ye, Xoedê nas malxê malê 60 salî.
3)      Cndi, kurê Mho komsomole 22 salî.
4)      Heso, cînarê Mhoye (xewn dîtye) 45 salî.

Dereca Pêşin
Xanmanê Kurmanca ye stêrî danye, kulavek top danîne. Mho- Cndo hundur danin ser kulêv rûniştine.                               
SIFETÊ PÊŞIN
Cndo:
Bavo çi dibêji bêje tu yanlişî.
Mho:
Çewa ez yanlişim, lê ev mal, ev dewlet te wî aqilê xoe mi ra qazanc kirye?
Çndo:
Ez zanim te qazanc kirye, min çavê xoe vekir venekir min tu xebatêda dîtî; tev jî zanin   tu rind dixebtî, ez derheqa wê yekêda nabêjim.
Mho:
Lê tu çi dibêjî?
Cndo:
Bavo tu merya naznakî.
Mho:
Lao merî nazkirin ne tiştekî hêsaye, meriv wekî hezar car nan xwê tev yekî buxe dîsa nikare zu nas bike.
Cndo:
Çima niha ez wî koçekê derewîn nizanim çi merye? Raste eva du hevtê tune hatye mala me, hema ez zanim , eva koçeka derewîn, xoera serê xoe xoeydike, çimk îsal sale bihaye hatye mala meda serê xoe xoeydike.
Mho:
Kerbe navê wî hilmede. Merîkî hevt sal koçekyê bike ew merî derewîne? ( Rabde pya hinekî ji kur dûr dikeve).
Cndo:
Kê koçekya wî dîtye? Merîkî xoera du qelîwotka bizanve, te tirê koçeke… carekê jî Temirê cînarê me pirske, çika çi dibêje te … dibên çewa ji vir derdikeve, berê xoe dûz dide kanyê diçe. Çimk wê derê zaf qîz bûk têne ser kanyê.
Mho:
(Dengê xoe bilind dike dibê) Kerve… kerve, hişî here ji vir derkeve, bê binyat, here ji vir derkeve.
Cndo:
Ezê herim, hema wî koçekê derewîn ji mal derxe; heger mêvanbû, yanê qencîkbû, du hevte jî bese xelq li me dikene j ime xeber didin, navê mala me danîne mala koçekê derewîn.
Mho:
Kuro kerve de… gilya ber xoe dernexe; merîkî şkestî belengaz rast, çî te pêketye, wê nifira te bike, here-here, tu tev şuxulê min neve.
Cndo:
Brabe…bra usave, ezê herim, (derdikeve diçe)
Mho:
(Xoera xeber dide dibê) Heyran ez wî merîda tiştekî xrav navînim. Çewa devê xoe jev vedike gilî gotnê xoedê dike, xoera ébabetî xoedê dibe. Mirajî merîkî wa lazime, bira parî nanê min buxe ébabetî xoedê be, çi zirarê dide min? Wekî ciméta me pakve bona wî qencê xodê xanmanekî jêra çêkin, bira xoera ébabetî xoedê be, xêra dê bavê wan tê heye… Hema tûjê kê serwaxtkî, Qaso beg, Msto beg, malê wan serê wan buyxe, ew jî timane. Lê kurê min… Ew jî mira dibê tu merya naznakî , ez çewakin, kêfa wî kevim, tayê tenêye… Wekî ez merya neznekim lê kê nazdike? L3e çewa min ev mal xoera qazanç kir?
                                           SIFETÊ DUDA

                                               Mho-Koçek  

(Koçek hêdîka lingê xoe davêje dêrî vedike tê hundur)
Koçek:
Ya rebî ya xoedê (usa dibê û tê).
Mho:
Keremke, keremke, koçekê xoedê ez hema hêzka bona te duşurmîş dibûm, tu li kêderê bûy?
Koçek:
(Caba Mho dide dibê) ez nava merg zevya xoera digeryam, ya mêrê minî dîwana kes nedî, ya milyaketê min we çima ez usa zû anîme vira? ( Berê xoe duguhêze bibêze)
Mho:
Were lazekê rûnî, bira bîna te derkeve. Tu sibê heta êvarê rûnanî, were rehet be mal ava.
Koçek:
(Berê xoe Mho da dike dibê) Deynê mine , ez timê ébabetî xoeda bikim, ya min milyaketa usa mira gotnê, lomak ez kirime koçek, şandime rû érda, ez nikarim gotna wan nekim, ez gerekê zaf xeber nedim, zaf jî şanebim. Ez notla élsanê ser reş nînim. Wekî ez usa bikin milyaketê min li min hêrsdin dora min diçin. Ez şkestîme, ez şikirdarim ji xoedê xoe.
Mho:
Koçekê xoedê, te digot ezê tera rokê bêjim, çewa tu bûy koçek. Ez niha valame, kesek vandara tune, tejî duéyê xoe kirina, were mira bêje çewa xoeda tu kirî koçek? Çewa bûy koçek?
Koçek:
Ya benî éîsan, ezê tera bejim, hema tu gerekê kesekira nêvêjî, milyaketê min, wê dora min herin, (destê xoe berb xoedê dirêz dike dibê) ya rebî tu min gunekar hesav nekî, wekî ez van gilya, vî merîra bikim (dest pê dike dibê) : “Ejî bîst pênc salî bûm, cahil bûm, min xêr şerê dinyayê hila nekiribû, sibê heta evarê diçûme xoera nav zinara duéa dikir, carekê ez çûma dûr nava gêlî, nişkêva du “meçêtir” mira got: “ timê tu gerekê bey nav me, mira xeber didan. Careekê jî milyaketekî ez xoera birim sarê çyakî dinîm, gote min, Li vira rûnî, wextekê min çavê xoe vekir kese tune, ber3e xoe hevraz dike dibê, ya bînaya çava teva éyane, tu xişînya mûrî gudarî, tu mira tu guna nebînî, ez vî évdîra dibên wan gilya gotina, yê te ji mira kir û anî serê min. Carekêjî hate xoewna min, kalekî rû spy-hat destê xoe da serê min got: “ tu gerekê terka dinê bidî, ez çi dibêjme te, tu gerekê gura min bikî vir wa tuyê bizanvî çi heye rû érdê, çi diqewime li dinyayê nişkeva ji xewnê rabûme ser xoe, kese tune, ne merî, ne kal, kesek dora min tune. Ji wê rojê şûnda, timê milyaket dihatin dora min, mewujê zyaretî danîn ji mira min duxar, ew bû xoarna min sê çar meha. Ez cara wanra difirim, diçim xeber didim. Gava ez diçime gelî, nav baxa, têne dora min ez wanra xeberdidim bîna min wan derdikeve (Mho çavê xoe vekirye, devê xoe hevakî jev kirye zûr bûye lê dinêre) A wa ez bûme koçek, xoerna öin mewij bû, kincê min jî eva libasê hane ji postê pezekûvye, eva llibasa milyaketa mira anî (postî cemekî xurcike dane xem vî danye) tilya xoe direjî alyê xurçikêda dike nîşan didêda. Ez bi vê libasê şeş sala pey wan milyaketa geryame. Eva jî morya batinye milyaketa mira anî, ez lê dinêrim (nîşan dide, paç dike dide énya xoe, dide Mho jî, Mho paç dike dide énya xoe, koçek moryê dîsa dîsa dike xurçikê, derî lê digre) Eva xurca hina tu du dibînî, ew xurc jî milyaketa çêkirye bi destê xoe mira anîne.
Mho:
Çok dide ber xurcikê, paç dike serê xoe li ber datîne.
Koçek:
Destê xoe nebî didî vê xûrcê… wekî tu destê xoe bidêday, destê teye bikşin bivne qoncik, mala te jî wê xirab biba ( Serê xoe hevraz dike qestîka bin lêva dua dike) paşê xurcikê dida alîkî dibê- ya rebî tu vê xurcê nekî destê éîsanê ser reş. Gelek saş ez dunyayê geryam, rojekê milyaketê mezin gote min here mala vî merivî, minjî gura wan kir, hatme mala te. Wextê milyaketa ez şendme mala te, ji mira gotin: gerekê tu ji wir çîkîda neçî heta em tên. Koçekya minjî wa bû, wa rebê élemê milyaket li min dîhar kirin, koçekî jî da min, ez jî mala teda hîvya milaketa sekinîme, wê bên min bivin herin.
Mho:
(Tê destê wî paç dike dibe) tu ji ézmana hatî mal ava. Pê parê te li qapyê minve risqe minve, xoedê me ber nifûsa texe koçek, qencê xoedê. Dinya xirab bûye, vê demê hemû kes nave koçek, “îsan xirab bûye gunekar bûye.
Koçek:
(Ber xoeda dikene dibê) Tu çi dipirsî, çi karê te wan gilya ketye gunekarê xoedê, tu karê te pê neketye. Nexşê ézmana heye li érda, tev destê xoedêye, te bihîsye tu zanî?
Mho:
Ez çi zanim, ma dora wan gilya bizavim.
Koçek:
Here gunekar, here, çi karê te wan gilya ketye, çima xoera guna qazanc dikî, ya bînaya çava tu me gunekara bibeşînî pite-pite wiye duéa dike, wextê ewî usa duéa dikir Mho derdikeve diçe.

                                               SIFETÊ SİSYA
Koçek:
(Tenêye xwe xoa xoera xeber dide) Pake koçekya min rind diçe, ciméta me jî ji min bawardike, miletî kore perene rind jî didine min. Ji wan meryê koraz min xoera hezar manat topkir, kire xurc kaxoe-zyaretî. Hila ew şxulê min nizanin, loma ji min bawar dikin. Nava du hevtyada hezar manat kê kare qazacke, perene rindin. Hema hila gele tişt hene, ez xoera hin bixapînim, hin jî bidizim ( tê nêzîkî stêr destê xoe dike devê têra bin nivînada derdixe xişrê û zêrzîvê wan) dibe evjî, pake, dibêze dike xurcka xoe, zûzûka derî lê digre berê xoe dide xurcika xoe dibe: hûr mûrê xasî delal têkeve xurcika jyaretî topve hila vana, derewê min eşkela nekirine.


                                   SIFETÊ ÇARA
Mho:
(Tê hundur lê hema wextê dengê lingê merya ber derî tê koçek qestîka dîsa dest duéa dike dibê…) Ya nûra şems, tu gunê min évdî, min gune karî bibexşînî, ez hêsîrê teme.
Mho:
Çawa ji derda hat kete hundur dibê: Ya koçekê xodê hila tu duéa dikî? Bese, here nav zevya, mêrga, cîmana xoera lazekê bigere belkî bîna te derkeve.
Koçek:
Ya mirîdê xodê… rêva kylfet rastî min tên, ez nikarin wera derbazbim, gerekê çavê min qe kulfet nekeve, mira guneye.
Mho:
Çawa? Tu nikarî?
Koçek:
Milyaketa temî daye min gerekê çavê min, qe kulfet nekeve… Wekî xêra xoe dezmala ser destê xoe bidî min, ezê xêra te bidme ber çavê xoe derbazbim, herim xoera lazeke bigerim ( ya rebî bê gunekarîbe)
Mho:
Lê wekî jin mala mida hebûna teyê çewa bikira?
Koçek:
Mala te herema mine-mala mine, wekî hebûya zaf pak dibû. Wekî tune ew jî émrê xoedaye mine.
Mho:
Bavê koçek, hanê dezmala min xêra min ji tera (dezmala xoe derdixe dide koçek)
Koçek:
Dezmalê jê distîne dibê: Xêra te, xêra Alê gelîbe xoeda xêra te qebûlike. (Jê distîne dike cêva xoe derdikeve diçe)

 
                                               SİFETA PÊNCA
Mho:
Tenê hundur dane, xoera xeberdide dibê: Bavo merî milyakete, qe nahêle çavê wî jina jî keve, dezmal ji min stend belkî qe jina nevîne, wele ev milyakate, pê parê te ser çavê minve, hev bavê minve ya qencê xoedê, belkî em ber duéeayê tekevin—ber nifûsa tekevin.
 
                                               SIFETÊ ŞEŞA

Heso:
( Derî vedike dinêre Mho tenê rûniştiye hila şêmîkê derbaz nebûye dibê) Selam élêkim Mho…
Mho:
élêkim mesalam ser çava, ser sera were… were hundur.
Heso:
Ez hatime cem te tiştekî, wekî tuyê qedrê min bigrî ezê bêm (Li ber derî disekine nayê hundur)
Mho:
Tuyê bidî xatrê xoedê bêjî hundur, were bêje, wekî çi cem min heve, ezê qedrê te negrim?
Heso:
(Tê hundur dibe) Mho can, min îşev xownek diye.
Mho:
Xoedê bide ya bi xêr… Were bêje, çiye?
Heso:
Bira ew çiye tu bêje, raste?
Mho:
Çiye? Derheqa kurê minî bê oçaxda dibêjî , wekî hindik mebû berî wî belengazîda ji mal derxista.
Heso:
Na min bihîsya yek hatye mala te, çîroka dibê, gelo kare xowna min şro bike, yan na?
Mho:
Heyran çi çîrok…
Heso:
Lê çîroka navêje çiye meteloka bibê?
Mho:
Na… na…
Heso:
Heyran lê çye? Çi tevaye dewrêşe?
Mho:
(Dikene dibê) Heyran çima guna xoera qazanc dikî Heso-can. Rûnî…rûnî çika bêje, te çi xewn dye?
Heso:
(Rûdnî dibê) Na nabêjim, heta ez nizanbim ew kare xewna min şro bike yan na ?
Mho:
Çi dibêjî? Tu qe haj dinyayê tynejî? Ev merî milyakete-milyaket. Nifûsa li wî qe li kesekî tune, ew zane çi li rû érdê heye, çi li bin érdê heye, sibê heta evarê milyaketera digere, xeberdide xewn li ber wî çye…
Heso:
Ez çi zanim heyrab, hezar gilî gotina pey dikin, jê xeber didin.
Mho:
Heso-can ji merya pak timê xeber didin te çima émrê xoeda hindik ew çinar me dîtine? Eva ne merye…koçek…koçek…
Heso:
Wekî usame xoedê me ber nifûsa wîxe bê milyakete da…
Mho:
Lo ji milyaketa jî hila zêdeye.
Heso:
Xoe ne notla mella şêxê gundê me derewînin.
Mho:
Çi şêx çi mella kare notla wî érdu ézman bizanve.
Heso:
Lê kanê… li kuye?
Mho:
Çû derva (Li ber derî dengê hatina lingê merya tê) eva ez dibême we hat. Rabe pya bisekin( dibêze Heso)
                        

                                    SİFETÊ HEVTA

Mho û Heso rabûne pya sekinîne
Koçek:
(Derda te dibê) Ya bînaya çava ez gunekarim li ber dergayê te- berê xoe wanda dika dinêre herd jî sekinîne, dibê selam li élêkim (Mho û Heso dibên: élêkim messelam diçin destê wî paç dikin) Koçek divê bêjin çi heye li qinyatê dilê weda, çi li te qewimye, tu hatî cem min.
Mho û Heso:
Çavê devdu dinêrin écêmay dimînin-hêdîka hevra dibên eva çewa zane.
Mho:
Bavê koçek eva merya hatye dîtina te, şuxlê wî li te heye.
Koçek:
(Hêdîka rûdnî dest pirs-pirsyara dike) Bêje çika qe çi heye, çi tune.
Heso:
Ez hatime ber nifûsa te.
Koçek:
Beje çika çima hatî…
Heso:
Vê sihetê ez tera bêjim xelîfe can.
Mho:
Kuro tera guneye, mevê xelîfe, bê bavê koçek.
Heso:
(Dibê) Bavê min xewnek dîtye..
Koçek:
Xoedê bide ya bi xêr (Paşê ber lêvada dikene dibê) îzna mêrê dîwana… bi hukmê melekê xoe, ezê şiro bikim… Bêj çika te çi dîtye.
Heso:
Îşev xewneda, qîzekê ez birme nav bax-baxçekî, ji darekê sêvek jêkir da min go vê sêvê bînke, le xewnêda zarê min miciqîbû, dilê min havîjî sêvê bû min sêv avîte davê xoe, xencî wê, ez ve xewnêda ketme nav bahreke mezin dixeniqîm, min kire gazî hewar-hewar, kesek hewara min nehat, rabûme ser xoe min lê nihêrî, ne bahr ne sêv û ne jin.
Koçek:
(Rûdnî pişta xoe dide wana, dike pite pit, serê xoe dibe tîne, ser tizbyada dinêre, destê xoe hevraz dirêj dike, bawîşk tênêda, dibê: ya dîwana mêrê nedîtî. Heso! Xoewna te zaf xewnekê pîse. Ew xewna te dîtye, ew jina hatye xewna te ew jin Çara pîra fate, ew hatibû, te bavê bahrê tu bixeniqî, hema paka tu ji bahrê xilaz bûy. Çilkê xune li pêşya teye, tu gerekê, qurbanekê şerjêkî bidî koçeka şêx mella paşê kesîba. Wekî tu qurbanê nedî, tu yê jiyanê kevî (koçek dibê) ya mêrê dîwana heq, destê xoe sûretê xoe datînin. De rabin idî ji min dûrkevin herin, milyaketê min hiznakin zaf évdê ser reş cim min rûnîn herin-herin dest qurbana bike xêra bide, para koçekê notla min bîr nekin.   
Heso:
Lê nifûsa te li te zêde bûy, xoedê me ber nifûsa texe, han tera 5 manata.
Koçek:
Eîsanê ser reş nifûsa min bînaya çava rabê élemê daye min, çima guna dikî tu wê gotna te nifûsa minê zedebe?
Heso:
Lingê te ser min hev bavê minve, wekî tu lingê xoey binbarek bêy mala min, kurê minî nexoeşe, heqê te jî ser vî çavê min (Destê xoe dide ser çavê xoe)
Mho:
Em herin bavê koçek malê nêzîke.
Koçek:
Birave emê herin, lê hema kulfetetê malê ji mal derxin, bira çav3e min wan nekeve
(Koçek usa dibê, pêşyê derdikeve diçe)
Mho:
(Mho ji Hesora dibê) Evî ney rijye, kivşe Ziyaretye-Zyaretye.
Heso:
(Heso ji Mho ra dibê) Canim çi zyaret, eva milyakete Mho can (usa dibên pey koçek derdikevin diçin)
 

                                               Perde
                                          Dereca duda

                                    Dîsa xan manê Mho ye.
Cindo:
Tenê li male (Xoe xoera xeberdide)                           

                                               SIFETÊ YEKÊ

Cindo:
Heyran ev çi merîkî vireke rastî me hatye, bê terbet fêlê wî jî netemizin, mala meda kevanîke belangaz hebû, ew jî der ket çû, rûyê wî neqencî da, hûr mûrê têra meda tev derxist bir. Bavê minê bêje, te bir. Ez qe nizanim çi bêjme bavê xoe, ez dibêm bavê wele, bile ev derewa dike, hema bavê min bawer nake. Ez dibêm, bavê min, ji min dixeyde, xeber nedim jî nave, ez qe nizam çawa bikim heyran, wekîtu  xoeryê wê qewetêyî  here xoera xeznekê derxe, te xêra ji mala me, tu bûy xeta, idî dost dijmin jî li me dikenin. Bavê min dengê xoe nake, tu jî bê namûsî ji mala me dernakevî… tu bisek ezê oynekê usa binme serê te, derewê te li meydanê xim tu birevî nerevî kewekî tera negîjin. Heger tu koçekekî rastî, miqermî, tuyê bizanvî, yanê na ezê te tême oyîn paşê ji vir derxim. Bisek ezê niha herim bêjme bavê xoe, bira bavê min bê dizîkava dîna xoe bide min koçek tev bivîne (derdikeve diçe)

                                               SİFETÊ DUDA

                                                 Cindo û Mho
Cindo:
(Derdikewe li ber derî rastî bavê tê vedigere mal) Bavo ez têra dibêm wî koçekê derwîn ji mala me derxe.
Mho:
Kerve, lao kerwe… aqilê te negîje gilî gotna.
Cindo:
Bavo ejî komsomolim min xoendye ez gilî gotna zanim, ez zanim éîsanet ji tebîéetêye, gilî gotne wan şêx mella koçeka tev derewe… te nebhîstye diçe ser kanyê çi tîne serê qîz bûka. Cînar tev me dikenin, dibên em çima wî derewîni mala xoda xoeydikin.
Mho:
Bese… idî dengê xoe neke, tu çi zanî hûn xoedê nahebînin…
Cindo:
Çawa ez nizanim, hero çawa ji mala me derdikeve, berê xoe dûz dide kanyê diçe qîz bûka wêderê ditirsîne. Îro jî pey bûka Keleş ketibû, ew belengaz zirav qetandî kiribû, ewê jî kiribû qîze-qîz, xelkê bihîstibû ser dengê wêda hatibûn, koçek jî revîbû xoe dîwarê mala meda avîtibû xilaz bibû… derxe heyran bira ji wan dera redbe… dûrdkeve.
Mho:
Çi dibêjî?
Cindo:
Çi bejim… ew cina dibe koçek, cina jî dijyê dike, xiravyê dike. Wele evê me rokê qezyakê xe, ev ne merîki temje- Bavo ne axir min xoendye ez komsomolim, ez gilî gotna zanim, ty çima gura min nakî… ne ew derewa dike, ewe teva derewînin.
Mho:
Lao te xoendye… çima xoendinêda nivîsîne, koçek derewa dikin?
Cindo:
Sozê rastyê, ew merî derewîne, meryê tereq tevjî derewa dikin serê xoe xoenydikin… Bavo wekî koçeka rastin, bira herin xoera xeznekê derxin buxin bidin bistînin. Wekî derewa nake lê mala meda çi dike, kesê ber mala me tune, wê rokê hûrmûrê me topke alîkîda here tu yê çi bikî. Zane tu merîkî dilsaxî, jê xapandinê jî loma, tê mala me. Wê mala me jî he heramke. Îro komsomolê hevalê min jî mira digotin, ew kye hatye mala we… Derxe bira here heyran.
Mho:
Ya rebî ez çawa bikim, lao wekî tu carekê dinê jî basa wî belangazî bikî gereke ez te ji mal derxim, ne tu kurê min ne ez bavê te, aqil serê te da tune.
Cindo:
Bavo aqil, serê mida heye, em komsomal heta çavê xoe nebînin yanê nebh3en tu carî navêjin.. Gava dinê Îskoyê Kalo digot ezê şikyat bikim, ew dînê mala weda hero tê kanyê kulfet ditirsîne. Bavo ew jî alîkî… çima tu qe napirsî koçek bil3eta te heye yan na?
Mho:
Lao wê bilêtê ku bîne, wê cem milyaketê hewa bîne, yan cem cina bîne… Carekê dinê gilyê usa mira nebî dibêjî… Cînarêd me, hûkî dikine mûkî… Ga radikin golkê li pey dixin, hila tu guh didî cînara… derkeve here ji vandera.
Cindo:
Bavo ez nizanim… Çaw dikî bike, vî derewînî ji mala me derxe, xelq derewa nake.
Mho:
De rebe… here…
Cindo:
Ez kuda herim, bira ji mala me derkeve.
Mho:
Lao çima pey wî hêsîrê xoedê ketî, tu takî tenêyî çima nifirê wî tînî xoe, te jê xêre, parî nanê me xêra dê bavê me duxe, çi ji me kirye; tu tiştekî fam nakî.
Cindo:
Bavo ez hemû tiştî fam dikim zanim. Çima tu qe naçî nav gund, carekê here nav cimétê tu yê hemû gilya bizanvî.
Mho:
Ez çi herme nav gund, nav gunda çi heye, ez ne notla hero herme nav gund cahil gund ra wan besta bigerim.
Cindo:
Bra gotna teve bovo, tu yê paşê bibîni çika ez rast dibêm yan na.
(Cindo usa dibê derdikeve diçe derva)

                                               SIFETÊ SISYA

                                                Mho û tenêye
Mho:
(Serê xoe berjêr kirye duşurmîş dibe xoera dibê) Ez ketime xetayê heyran; kurekî meriv heve, ew jî bê ocaxbe bê dewletye… Lao basa xeberê ez gura te  bikim, kê dîtye koçek derawa bikin, min qe émrê xoeda ne bihîstye.. Qe tiştekî aqilê mida rûnanî tev derewe… Cahilê niha ne koçeka dihebînin, ne xoedê dihebînin, ne jî meznê xoe nazdikin, dibên tev derewe… Geleka mira digot, kurê xe bide xoendinê, wê bixûne kerî te bê, min niha dayê xoendinê (Hêrs dibe), ber min xeber dide… ax…ax… koçeka jî qebûl nake zaf bike ezê wî ji mal derxim, ez nikarim xoe ber koçek gunekar kim.

 
                                               SIFETÊ ÇARA

                                                 Koçek Mho

Koçek:
(Ber xoeda duéa dike derî vedike tê hundur dibê) Ya rebê élemê, ya bedil Hesen cebil hesen, ya melek şîxisin, ya sixrî cin mîrê cina.
Mho:
Destê xoe bilind dike, paşê çok dide érdê kundî érdê dibe, radbe tê destê koçek paç dike dide enya xoe; gele derewîno îzna xoedeê zarê we zikê wedahere.
Koçek:
(Wextê mho usa got, koçek tê derxist ku jê xeberdane got) Çi bûye evdê xoedê, ke çi gotye… Tiştekî nake.. Koçek Îbrahim jî gelek belengazî dît axirê çû cem bînaya çava- ez jî ber destyê wîme, bira qûrû bixdana pey min gilîkin ez zanim, ewê xoe xa ser bela xoe vebin.
Mho:
Qe tişte tune… teva éyane ez çi bêjim.. koçekê xoedê tu kincê xoe nyexî? Ez bidime şuştinê, libasê te dijonin.
Koçek:
Na… na mirîdê şîxadî, ez kincê xoe qe nadme destê şûştinê.. Mira jî wanra jî guneye… ax.. ax…
Mho :
Tu ber xoe nekev, dilê xoe teng meke; ezê wa herim fravînê bidime hazirkirnê ez jî birçîme, tu jî nuha birçîyî.
Koçek:
Here xoedê komeka terave, qapyê terave, dewleta terave… Here goştekî pak bukut qelîke rind çêke. (Mho derdikeve diçe)

                                   SIFETÊ PÊNCA

                                   Koçek tenêye.

Koçek:
(Çewa mho ji mal derket dora xoe dinêre kese tune dibê) Wele evî pake, lê bilqityê kurê wî xoendye zane ez derewa dikim, ew jî min venagere… Ax xoezil xoendin qe tunebya.. Wekî ew komsos, ol ji tunebûna halê me koçeka, mella, şêxa, bega wê zaf rindbya. Na ezê usa bikim Mho berî kurê xoedê… (Hevekî disekina berbi stêr tê destê xoe dike têrê, kimbereke zîv jê didize dike xurçika xoe)… Wele vana idî derewê min jî hesyane, gerekê ez ji vira herme cîkî dinê.. (Vedgere tê ber xurçika xoe disekine xoe xoa xoera dibê) Xurçika mine delal (destê xoe berbi xurçikê dirêj dike dibê) Wele min tu kirî xurçeke batinî, ez bi pê te serê xoe xoeydikim, pê te ez xelqê dixapînim pera top dikim. Min hila, tu jijî zêr nekirî lê hindik ma, ezê te tijî bikim (Hila ev gilî devê koçek danin, dengê derê paşin hat, koçek kerbû.)
Cindo:
(Nihêrî bavî ne li male derket çû.. Kincê jina xoekir temejî kira ser çavê xoe bû notla qîzekê bavê xoera got hate hundur)
Cindo:
(Kincê jina lê, derda hat dibê) Kî li male?
Koçek:
(Destê xoe dide ber çavê xoe belkî jinikê nevîne dibê) Na..   Li vir tune.
Cindo:
(Dibê) Çima tu sifetê xoe ji min sepe dikî-vedşêrî, ez zanim tu hemû tişta zanî (Berbi koçek tê destê koçek paç dike)
Koçek:
Tu kyî? Qîzî yan bûkî évda xoedê?
Cindo:
Ez pijmama vê malê me, mêrê min mirye, eze bîme.
Koçek:
Ya xoedê, ya mêrê dîwan cina, kullî xlaîq li Ella…

Cindo:
Ez zimanê cina nizanim, mira xeberde zmanê kurmancî… ax… eze ça bê bextim.
Koçek:
Qîzka delal, ez duéa dikim belkî, bextekî rind li te vebe. Bêj çika tu çima hatî cem min? Şerm neke.
Cindo:
Bavê koçek wele ez jî hatime cem te belkî tu bextekî rind li min vekî, eze bîme, tera canim.
Koçek:
Ezê bextekî rind vekim, ezê dergê bextê tey li te dadanê vekim, lê gerekê tu mira rast bêjî, zûda mêre te çûye rametê?
Cindo:
Na ezê bûka 6 maha bûm mêrê min mir, eva saleke eze bê mêrim.
Koçek:
Duşurmîş neve, îzna xoedê-milyaketêd min, mêrekî dinê rastî teyê bê, tu yê jê hez bikî?
Cindo:
Lê ezê jê heznekim, ez mêra zaf hizdikim, de zû bextekî li min veke.
Koçek:
(Zûr dibe lê dinêra, serê xoe dihejîne dibê) Erê-erê ez zanim dilê te zûda mêra duxaze, tuyê hila notla kulîlkê keyî: Dilê te notla agirekî gur dişxule.- Agrê dilê tey zafî gure (Koçek berê xoe ber bi cimétê dike dibê: çi qizmetekî rinde.. Wekî min bikarbya.. Çi jineke bedewe. (Paşê ber bi jinikê tê dibê) Çav beleka rind ezê xoe qurbana baxtê tekim, ezê bextê te bidme vekirinê.)
Cindo:
Ez bextê tedame, tuyê kengê bextê min vekî.. Dilê min dişewute.
Koçek:
Ez zanim dilê te dişewute (Ber bi jinikê tê, divê) Bedewa min, çavê min.
Cindo:
Lê tuyê kengê agirê dilê min derman bikî, ez nikarim idî bê mêr.
Koçek:
Erê-erê idî bê idî bê mêr nikarî ez… ez zanim… ax… dora xoe dinêre (dibê) ez… zanim (tê destê xoe dide ser milê wê) ez… zanim.
Cindo:
(Qestîka) Ax.. lê çewa bikim.
Koçek:
Çima… ez jî karim… Wekî ez te hiz bikim tu jî wê bivî koçek, (Xoe xoa xoera dibê) ca rinde, ca delale, xoedê min qurbana wê bejnêke, (Dest davê cana wê hildibire)
Cindo:
(Dibê) Bisek, dengê merya te ber der derî.
Koçek:
Zûzka dest duéa dike (bin lêvada dike pite-pit)
Cindo:
Bextê mira jî duékê bike.
Koçek:
Ez ji tera bextim, duéea tera çirane.
Cindo:
Bese duéa bike heyfa min li te tê.
Koçek:
Hiz kirin jî ji xoedê dane. Nuha ez te hiz dikim hebûba dilê te firye dilê min nizam tu jî min hiz dikî yan na?
Mho:
(Mho xoe daye pij derî dîna wî Cindoyê, dinêre çawa ew Koçekê derewîn nizane Cindo mêre, lêye dest  bavêjêda, darî destê Mho daye destê xoeda diteqlîne, niçe-niça wîye serê xoe dibe tîne destê xoe li çoka xoe dixe)
Cindo:
Ax.. Wele ez jî te hiz dikim lê nizanim çewa bikim, gune nîne?
Koçek:
Were ser heqîqetê, tu guneye roja qyametê.
Cindo:
Wekî ne guneve ezê… (Ker dibe)… ez ditirsim… ne guneye?
Koçek:
Na…na… çima guneye-hizkirin hebûba dila ji xoedêdane, çi gune?.. gune tune.
Cindo:
Wekî tu min hiz dikî kilamekê mira bêje, belkî dilê min rehet be.
Koçek:
Qe sozê te érdê dixim (dest dike pelanga xoe distrê) :

                        Eman… eman… eman…. eman…
                        Qemerê gelî gundê
                        Lê lê lê me rihane
                       Van rihane…
                        Tale bextê min tera 
                        Îsal ji pêra lê lê lê
                        Kulîl dane
                       Eman bavo derê
                       Van qimera…
Koçek:
Were ez bême ruyê te xoedê min qurbana bejna teke.
Cindo:
Na… dilê min herişye kilameke din jî bêje.
Koçek:
Kilemeke din jî- destpê dike divê:
                                   Jina bîyê lê jina bîyê
                                   Derdê dila lê mereglîê
                                   Sûret sora min gestî e
                                   Jina bîe lê jina bîê 
                                   Derdê dila lê mereqlîê
                                   Sûret bîe lê jina bîê
                                   Mraz kira lê gerîê
                                   Derdê dila mereqlîê
                                   Sûret sora min gestîê

                                   (Usa dibê ber bi Cindo tê)
Cindo:
(dibê) Tuyê çi bidî min wekî ez ji te hiz bikim.
Koçek:
Ezê gele pere bidme te, zêr zîv bidme te, gerekê veşêrî kesek nevîne (Koçek dest dike xurçika xoe pera derdixe) han tera du zêra de were.
Cindo:
Na na ev hindike…
Koçek:
(Kimbera zîvê ji te ra wan dizye, derdixe ji xurçikê dide Cindo dibê) Veşêre kesek bra nebîne… Koçek vedgere berbi xurçika xoe diçe belkî dîsa hûr-mûr derxe bide Cindo.
Cindo:
(Pişta koçekê têda zûzka temezye ser çavê xoe vedike davêje, dest dike qirika Koçek) derewînê, dizek, min zûda zanibû tu derewa dikî, ez zanim hûn me dixapînin, eva hûr-mûr kêye te dizye, kirye xurça xoe?
Koçek:
Hewar---hewar evî ez kuştim (Dike gazî)
Cindo:
Ez mêrim… mêrim, ne jinim kopekê virekî derewîn, tuyê ji destê min xlaz bî, wê dinya heramkir. Bavo zû wersekî bîne, em vî kopekî girêdin, min digo ew me dixapîne te bawer nedikir.
Koçek:
Ketye érdê tirsana dest çok lê dircifin.
Mho:
Lao min dît, min tev çavê xoe dît, bigir em girêdin bavêne tewlê, em heqê wî bêne der, ewî mala me talan kirye, (Mho digijê darekî ledixe, tû dike ser çavê wî) bikşîn érdêra, bikşîn…bikşîn…
Koçek:
Ez bexê wedame, min kirye hûn mekin.
Cindo-Mho:
(Hevra) Kerve kopekê derewîn, tu hînbûyî me bixapînî. (érdêra kaş dikin dibin ji hundur derxînin kulma, dara phîna lê dixin..) 


                                               SIFETÊ ŞEŞA

                                    Cindo Mho tenê hundurdanin.
Cindo:
Bavo, ne min tera digot ew me dxapîne, ew derewa dike…
Mho:
(Destê xoe li çoka xoe dixe dibê) Erê…erê lao, min gura te nedikir; wî mala me hindik mabû xrav bikra tev bidzya xoera bibra.
Cindo:
Ne min hero tera digot: bavo ez komsomalim, min xoendye, ez zanim ew koçek, melle şêx me dixapînin…te mira digo: hûn komsomola bê xoedêne, te qe gura min nedikir, te serda ez ji mal derdixistim. Ne min çend cra tera got, min xoendiye éîsan ji tebîéatê çê bûya- em komsomol zanin dinêda çi heye te digo na.
Mho:
(Sarê xoe dihejîne dibê) Ere…erê… lao, hêsir ji çava tê, wele ez jî xoe komsomol binvîsim, wele  komsomole pakin.. (Hila gîlî devê wanda Heso derda tê)
Heso:
(Dike gazî) Kanê…kanê… (Hilke-hilk jê tê) kuda çû? Li kuye? Wî-wî, kurê min da kuştinê?
Cindo: 
Çawa?
Mho:
Çi bûye..? Çiye?
Heso:
Kurê min mir… hêja mir… ax…ax… (dheje destê xoe dide ber çavê xoe digrî)
Cindo:
Tu arxainve em jî heqê wî hatne der, me girê daye avîteye tewlê, emê niha postê wî bigrûn… Werin… Werin… em herin. Hûn gerekê qe wan koçeka, şêx, mella bawar nekin; ew me dixapînin boma karê xoe, bona ceva xoe. Ew nahêlin em bixûnin çimk meryê nexoendî notla te, bavê min ji wan bawar dikin… lazimme xoendin; bese tarî.. Em herin, heqê wî bêne der( Cindo dide pêşyê ew jî didne pey derdikevin diçin)
                                                 Perde

    Tîpguhezî: Çetoyê Zêdo û Simkoyê Tarînî

                                         
 

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Modern Kürt Tiyatrosunun İlk Adımları

Yazar/metin merkezli Batı tiyatrosunun Kürt dilindeki ilk örneği, 1919’da Evdirehîm Rehmî Hekarî’yle başlaması, teatral formların Kürtlerde daha öncesinde olmadığı anlamına gelmemelidir. Popüler ve kitlesel bir sanat olan tiyatro tarihsel olarak her dönemde farklı biçimlerde icra edilmiştir. Genel anlamda tiyatro sanatı; kukla, gölge oyunu, köy seyirlik oyunları, çîrokbêj (bir nevi meddah) geniş bir alanda teatral formalara sahiptir. Bu formlar, yakın kültürler ve komşu milletler arasında benzerlikler gösterebildiği gibi veya hepten özgün bir biçim olarak da var olabiliyor. Kürt tiyatrosunda: Taziye, “Sîtav” (Gölge Oyunu) ile “Bûkella” (Kukla), “Mîr Mîran” (Sahte Emir), “Kosegelî-Gaxan”, “Bûka Baranê” (Bolluk-Bereket Oyun Ritüellerinden), “Sersal” (Yeni Yıl), “Newroz” oyun ve temsilleri... Bunun yanı sıra Kürt tiyatrosuna özgü teatral anlatı biçimleri arasında sayılabilecek “dengbêjî” ile “çîrokbêjî” gibi ulusal formlara da sahiptir. Kürt tiyatrosunun geçmişine ve bugününe baktığımı

Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê / Theatre Concepts and Terms

Şanogeriya "Mem û Zîn", Nivîskar: Emîn Mîrza Kerim, Derhêner: Enwer Tuvî, Silêmanî, 1958 Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê  Absürd Tiyatro - Şanoy bêhûde, Şanoya Absurd - Theatre of the Absurd Acı Çekme Oyunu - Lîstika Êşkêşanê - Şanogeriy eşkence, wezen – Passion Play Acıklı Komedya, Komîdyay giryanawî – Tearful Comedy Açık Aksiyon - Aksiyana Vekirî - Over Act Açık Sahne - Sehneya Vekirî - Open Stage Adaptasyon - Lihevanîn, Adaptekirin - Adaptation Agit-prop tiyatro- Şanogerîy bangeşekirdin – Şanoya propagandayî – Agit- Prop Theatre Ago n- Mişt û mirr – Agon Ağlayıcılar - Koroya Giriyê, Barbûkarî grîkî – Choregos Akrobat - Kanbore, qareman, palewan, Canbaz - Acrobat Aksiyon Oyunu - Dramay niwandin, Şanoya Aksiyonê – Play of Acting Aktivizm -  Karaxwazî, Aktîvîzm - Activism Akustik- Dengî, Akûstîk - Acoustic Alternatif Tiyatro – Şanoya Alternatîf- Alternatîve Theatre Anagnorisis – Venasîn, Nasînewe - Anagnorisis A