“Hinek bi ruhê xwe dikevin nav hunerê û hinek jî bi lingê xwe...” Egîdê Cimo, di sala 1930yan de li Ermenîstanê gundê Erdeşîrê hatiye dinyê. Bi destpêkirina weşana Radyoya Êrîvanê (1955an) weke sazbend dest bi xebatê dike û ji 1960î ve her ku diçe dengê bilûra wî li tevahiya Kurdistanê belav dibe û bi nasnavê “Mîrê Bilûrê” heta îro deng vedide. Li ber dengê mey, fîq û bilûra Egîdê Cimo, gelek stran û kilamên Kurdî tê gotin û dikeve nav kelepora muzîka Kurdî. 37 salan bê navber li Radyoya Erîvanê hunera xwe pêk tîne. Di sala 1967an de li Ermenîstanê dibistana Muzîkê Romanos Melikiyan de 5 sala perwerdehiya xwe diqedîne. Li gorî temenê xwe yî 85 saliya xwe, hê jî hunerê bi ruhê xwe pêk tîne. Gotina Apê Egîdê Cimo ye, dibêje “Hinek bi ruhê xwe dikevin nav hunerê û hinek jî bi lingê xwe...” Çetoyê Zêdo: Hûn kengî çûn Radiya ya Erîvanê? Egîdê Cimo: 1955an Radiyo ya Erîvanê vebû. Dema ez çûm Radyoyê bûm, zêde kes tunebû. Hunermendên kurd li radyoyê kom dibûn...
when you are going to shoot shoot don't talk / Nebêje, bike!