Ana içeriğe atla

Nivîskar, Wergêr û Edîtora Zaremayê: Fexriya Adsay

Fexriya Adsay: Li Dêrika Mêrdînê di sala 1971ê de hatiye dinyayê. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Îzmîrê xwendiye. Lîsansa xwe li Enqerê li Zanîngeha Rojhilata Navîn ya Teknîkî (ODTÜ) di beşa dîrokê de qedandiye. Li Zanîngeha Dicleyê ya Diyarbekirê di beşa sosyolojiyê de li ser êzidiyan û li Zanîngeha Mêrdînê ya Artukluyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de li ser romana dîrokî ya kurdî du master temam kirin. Ji îngilîzî bo tirkî û kurdî gelek berhem wergerandine. Ji serê 2014an ve edîtoriya kovara kurdî Zaremayê dike. Xebatên xwe yên li ser wêjeya kurdî ya modern û rexneya wêjeyî didomîne û li Diyarbekirê  mamostetiya zimanê îngilîzî dike.

Wergerên wê:
David Nicolle, Xaçparêz û Sarezen (Crusaders and Saracens), Weşanên Avesta, 2015, Stenbol.

David Nicolle, Sefera Xaçparêzan a Sêyem 1191 (The Third Crusade 1187) Weşanên Avesta, 2014, Stenbol.

David Nicolle, Hittîn 1187, Serfiraziya Selaheddîn ya Herî Mezin (Saladins Greatest Victory) Weşanên Avesta, 2014, Stenbol.

Hashem Ahmadzadeh, Romana Kurdî û Nasname (A collection of articles about the Kurdish Novel), Avesta Yayınları, 2011, Stenbol.

W.R. HAY, Kürdistanda İki Yıl (Two Years In Kurdistan), Avesta Yay. 2005. İstanbul.

Erich BRAUER, Raphael PATAI, Kürdistanlı Yahudiler (The Jews of Kurdistan), Avesta yay. 2005. İstanbul

Shahrzad MOJAB (ed.), Devletsiz Ulusun Kadınları: Kürt Kadını Üzerine Feminist Bir Yaklaşım (Women of A Non-State Nation The Kurds), Avesta yay. 2005. İstanbul (Bi hevkariya Sema Kılıç û Ekin Uşaklı) 

Abbas VALI (ed.), Kürt Milliyetçiliğinin Kökenleri (Essays on the Origins of Kurdish Nationalism), Avesta yay. 2005. İstanbul.(Bi hevkariya Ümit Aydoğmuş û Sema Kılıç) 

Jonathan RANDAL, Usame: Bir Teröristin Doğuşu (Osama: The Making of a Terrorist), Avesta yay. 2006. İstanbul.

E. B. SOANE, Mezopotamya ve Kürdistana Gizli Yolculuk (To Mesopotamia and Kurdistan ın Disguise), Avesta yay. 2007. İstanbul.

Christine ALLISONYezidi Sözlü Kültürü (The Yezidi Oral Tradition in Iraqi Kurdistan), Avesta yay. 2007. İstanbul.

Minno ALINIA, Diaspora Mekânları: Kürt kimlikleri, Öteki olma deneyimleri ve aidiyet politikaları (Spaces of Diasporas: Kurdish Identities, experiences of otherness and politics of belonging), Avesta yay. 2007. İstanbul.

Thomas Hylland ERIKSEN, Küçük Yerler, Derin Mevzular (Small Places, Large Issues: An
Introduction to Social and Cultural Anthropology), Avesta, 2009, İstanbul.

Khalid KHAYATI, Mağdur Diasporadan Sınırötesi Vatandaşlığa mı? (From Victim Diaspora to Transborder Citizenship? Diaspora formation and transnational relations among Kurds in France and Sweden), Avesta, 2010, İstanbul.

Robert OLSON, Kan İnançlar ve Oy Pusulaları (Blood, Beliefs and Ballots), Avesta, 2010, İstanbul.

Çetoyê Zêdo: Ji kerema xwe, kurtejiyana xwe bi me re parve bikin?
Fexriya Adsay: Di sala 1971ê de li Dêrika Çiyayê Mazî hatime dinyê. Ji sala 1975an şûn de li Izmîrê mezin bûm. Min zanîngeh li Enqereyê xwend, ji wir çûm Wanê bo mamostetiyê û ji Wanê hatim Amedê. Ev 14 sal e li Amedê dijîm. Lîsansa min ODTU (Zanînegeha Rojhilata Navîn a Teknik)  beşa dîrokê, mastirek li Amedê zanîngeha Dicleyê beşa Sosyolojî, a duyem li zanîngeha Mêrdînê Ziman û Wêjeya Kurdî ye. Wergerên min ji îngilîzî bo tirkî û kurdî hene ji weşanxaneya Avestayê, hê jî bo kovara Zaremayê didomînim. Teza min a mastirê ya sosyolojiyê bi navê Yezidi Kadınlar di sala 2014an de ji weşanxaneya Avestayê wek pirtûk çapbû. Çend gotarên min bi kurdî hene.

Çetoyê Zêdo: Tu dikarî qala destpêka xwendina xwe ya Kurdî bikî?
Fexriya Adsay: Bi rastî ez fedî dikim ku tam wexta xwendin û nivîsandina xwe ya kurdî bidim. Lê ez dikarim îzeh bikim ha! (ama açıklayabilirim! :)) Di jiyana min a malbatî de her tim kurdî hebû lê tenê wek axaftin. Ji ber ku di nav tirkan de mezin bûme, heta çûm zanîngehê ji bilî malbata xwe bi kesî re kurdî neaxivîbûm û min nizanibû bi kurdî xwendin û nivîsandin heye jî. Min digot qey kurdî tenê zimanekî malbatî ye, mirov bi dê û bavê xwe re, bi mezinên xwe re dipeyive û bi kurdî li Şivan Perwer guhdarî dike! Derbarê Radyoya Êriwanê, dengbêjan hwd. qet bîranînên min tunene mesela. Di zanîngehê de min cara yekem li ser kasetekê nivîsa kurdî dîtibû. Ne şaş bim, wek pirtûk jî min ewil Mem û Zîn a ku M. Emîn Bozarslan bi tirkî û kurdî amade kiribû, dîtiye. Min tenê dît, min nexwend. Ez dirêj nekim, piştî ku hatim Amedê min dest bi xwendinê kir. Nivîsandinê çend sal şûn de bi wergerê dest pê kir. Yekem car min bo televizyona KURD1ê rêze filmek wergerand ji îngilîzî. Ez neçûbûm tu qursa, xwe bi xwe fêr dibûm lewma vêga difikirim neha redaktorên KURD1ê çawa kezeba wan bi wergerên min reş bûye. Ez silavekê ji wan re dişînim. Ê duyem ku min kezebreşî kiriye Evdila Keskîn e. Roman û Nasname ku ji desteyek gotarên Haşim Ahmadzade pêk dihat yekem pirtûk e min wergerandiye. Piştî wê ji xwe min dev ji wergera bo tirkî berda. Piştê wê jî teza mastirê ya li Zanîngeha Mêrdînê min nivîsand: “Di Romanên Dîrokî yên Kurmancî de Dîrok, Bîra Civakî û Nasname”.

Çetoyê Zêdo: Tu niha editoriya kovara Zarema dikî, we kengî, çawa û çima Zarema derxist? Dikarî hinekî qala wê bikî?
Fexriya Adsay: Têkiliya min û kovargeriyê bi Wêje û Rexneku hejmara yekem di destpêka sala 2014an de li Amedê derket, dest pêkir. Tu jî dizanî piştî hejmara yekem em pênc heval ji Wêje û Rexneyê veqetiyan û tevî hevalên nû di Gulana 2014an de me hejmara yekem a Zaremayê derxist. Me Zarema temamî bi derfetên xwe, bêyî piştevanî an pêşengiya tu sazî an rêxistinekê derxist û derdixin. Çima? Bi ya min, pirseke wisa çêtir e: Heta niha çima kovareke wek Zaremayê tunebû? Em di ku de bûn? Xwezî me îro qala temenekî dirêjtir bikira an xwezî me zûtir hev nas kiribûna. Berê berê me xwest karekî sedî sed bi kurdî bikin lê elbet kurdî ne bes bû. Me xwest li gor derfetên xwe em sînorên kurdî û kovargeriya kurdî jî firehtir bikin. Em karekî bikin ku bikaribin têgehan li kurdî zêde bike, bikaribin derbarê mijarên zanistên civakî û hemû şaxên hunerê de tekstan biafirîne. Mîrateke nivîskî bihêle ji nifşên dû xwe re. Me got di avakirina rewşenbîriyeke ku bi dil û mejiyê xwe kurd be, tevkariya me jî hebe.  Em armanc dikin ku me zimanek hebe ew bike ku em li ser axa xwe, bi dil û mejiyê xwe li ser xwe bifikirin, bikaribin epîstemolojiyeke nû çêbikin, berhemên xwe biafirînin, mahremiyetek me jî ya zimanî hebe. Îdiaya me ew e ku em hewl bidin ew qirêjiya mêtingeriyê (kolonyalîzm) ya li ser ruh, can, mejiyê me daniye, paqij bikin. Heta vê nekin em ê nikaribin bibin xwediyê îradeya xwe; vê jî li ser zemînekî nû, ser zemîneke nîqaşê ku xwe dispêre zanîn û kurdewariyê, bikin. Armancek me jî ew bû ku em di warê rewşenbîriyê de sînorên di nav Kurdistanê rakin û pêwendiyên xwe yên rewşenbîriyê bi parçeyên din û bi diasporayê re xurt bikin.

Çetoyê Zêdo: Sê hejmarên Zarema derketin û hejmara çaran jî li ber çapê ye. Di hazirkirin û edîtorîya Zaremayê de, bi taybetî çi astengî derketin pêşberî te? Tu dikarî qala serboriya Zaremayê bikî?
Fexriya Adsay: Zarema ji bo min tecrubeyeke xweş bû bo min, bawer im bo hevalên min jî wisa ye. Wek dibistanekê ye bo me, di her hejmarê de gelek tişt li me zêde dibe. Di destpekê de ê min bi xwe di warê kovargeriyê de tiştek nizanibû (elbet hejmara yekem a Wêje û Rexneyê ji bîr nakim.) Tenê tu ji aliyê teknîk ve lê binerî guhertin xuya dike. Di di warê teknîkî de be, di warê wergeran de be, guhertinên erênî hene. A herî girîng, di her hejmarê de bi parçeyên din ên Kurdistanê re bêtir têkiliyên me çêbûn. Di nav nivîskarên Zaremayê de pênc kes tenê ji Rojhilat in.  Me yek ji wan nas nedikirin û me yê nasnekiribana ne Zarema bûya. Ev bo me pir girîng e û yek ji armanca me jî ev bû ku em bikaribin têkiliyên di navbera parçeyên Kurdistanê bikaribin xurtir bikin, toreke rewşenbîrî sazbikin, navbera xwe de zimanekî hevpar ê rewşenbiriyê ava bikin. Elbet ev tiştên ez dibêjim wexteke dûr û dirêj jê re lazim e û ne karekî kovarekê tenê ye lê nûçeyek derbarê Zaremayê îro di rojnameyeke li Sinê jî derdikeve, li Hewlêrê jî derdikeve, ji Silêmaniyê jî nivîs tê ji me re, ji Sinê jî tê. Kurdekî ji Kirmanşahê ku em bi tu awayî nas nakin, dixwaze em jê re kovar bişînin. Ma ji vê xweştir heye! Di her hejmarê de naveroka me geştir dibe û nivîskarên nû li me zêde dibe. Bi her hejmarê têgehên nû ku berê di kurdî de nehatine bikaranîn, li kurdî zêde dibin. Em werin ser zehmetiyan, ma tu îro bi kurdî çi karî bikî zehmet e, karekî hêsan tuneye. Aliyên wê yên erênî girîngtir e mirov li ser biaxive.

Çetoyê Zêdo: Tiraja Zarema çend e? Xwendevanên kovarê kî ne? Taybetî û bertekên wan çine?Fexriya Adsay: Tîraja Zaremabi qasî 600î heye, derbas jî dibe. Bi texmîna min xwendevanên Zaremayê ew kes in ku di ser wejeyê re li xwendina kurdî germ bûne û hez dikin êdî bi zimanê xwe nivîsên teorîk, li ser mijarên cuda, bi perspektîfên cuda bixwînin. Dikarim bêjim bi giştî xwendevanên bijarte ne, daneheveke wan heye. Heta niha ji bilî yek du kesan, ew jî ji ber sedemên şexsî bû, em li bertekek neyênî rast nehatine. Piranî erênî ne bertek. Piştî hejmara yekem ku navê Zarema belav bû û naveroka wê zelaltir bû êdî nivîs bi xwe ji me re tên û em dikarin bêtir nivîsan li bêjingê xin.

Çetoyê Zêdo: Wêjeya Kurdî û rexnegirya wê, li gora te di kîjan rewşê de ye?
Fexriya Adsay: Li gor min, civakek bi xwe çi be, wêjeya wê jî, rexnegiriya wê jî wê di asta wê de be. Her tişt girêdayî hev e. Lewma mirov bêyî ku wê civakê bi her awayî nas bike nikare derbarê wêjeya wê de bigihêne encamên maqûl. Mînak, his kes radibin, wêjeya kurdî û a rûsî didin ber hev û digihênin hin encamên ecêb. Lê divê berê bipirsiyana, hela ka em ewil Petersburg û Amedê bidin ber hev, paşre wêjeya wan bidin ber hev. Ka dîroka sedsalan jî em bidin ber hev, ka em siyasetêa wan jî bidin ber hev hwd… Berpirsê asta wejeyê bi giştî nabe ku tenê nivîskar be. Lewma karê derbarê wêje, rexnegiriya wê jî bi rastî karekî pir têkel e, piralî ye, xebateke înterdisîplîner, vizyon jê re pêwîst e. Ez ji herduyan jî bi hêvî me, her ku berhemên kurdî zêdetir dibe, bêtir li bêjingê jî dikevin û pîvanên çawaniyê çêdibin.  Wa ye du kovarên rexneyî hene êdî, ev bi xwe pêşketinek e. Wêje û rexneya wê bi hev re mezin dibin, hev du xwedî dikin, wê bikin. Wêjeya kurdî her diçe bêtir sînorên di navbera xwe de radike. Wergerandina berhemên ji soranî bo kurmancî bakur û başûr, du zaravayên wan nêzî hev dike lê mixabin gavê ev nêzîkbûn yek alî dimeşe. Qasî ku bakurî nivîskar û berhemên başûrî nas dikin, başûrî yên bakur nas nakin. Li başûr hema bêje vêga ji Mehmed Uzun û Jan Dost pê ve nivîskarên nûjen yên bakurî nayên naskirin. Xwezî dema wêjeya kurdî dibe mewzûbahîs, vê behsê hemû parçe bihewanda nav xwe de.

Çetoyê Zêdo: Bandora kîjan nîvîskaran li te çêbû?
Fexriya Adsay: Zehmet e mirov çend navan bide û derbas bibe. Ji zaroktiya xwe û vir de di her temenî de di bin bandora nivîskarên cuda de mame. Ev carna dibe ku nivîseke di kovar an rojnameyekê de be, carna tenê bi helbestekê be, carna bi pirtûkekê an hevokekê be. Nivîs an nivîskarên bandor li min kirine cur bi cur in. Ne tenê nivîskarên wêjeyê ne, ji ber ku min dîrok û sosyolojî paşre wêjeya kurdî xwendiye, min ji her alî bandor girtiye, ji gelek nivîskar û berheman fêr bûme. Nikarim ji nav hev derxim. Lê nizanim ev bandorgirtin jî çawa bê şîrovekirin? Ez bixwe ji hin tiştên min xwendine û di bin bandora wan de mame, aciz im. Hin tişt hene mirov dibêje xwezî ne min bixwenda ne jî di bin bandora wan de bimama. Mînak, di destpêka zanîngehê de Sosyalizmin Alfabesi, Felsefenin Temel İlkeleri filan hebûn. Ew çi bûn yarebbî!! Bi çend formulan rewşa mirovahiye hemû îzeh dikirin, dîrok hemû şematîze dikirin, bi çend formulan jî çareserî îzeh dikirin û me digot rastî, heqîqet li ba me ye, çi hacet em pirtûkên din bixwînin, me qet poz bi xwendinên din nedikirin. Perspektîfeke ecêb determînîstîk, teng, tûj didan mirov ku çi têkeve ber wê bide ber xwe. Baş e ku bandora van zêde nedomand. û minakek din rojnameya tirkan Cumhuriyet bû. Mixabin min ez jî gihiştime wê kerwana ku demekê bi eşqeke mezin ew rojname xwendiye, di bin bandora wê de maye. De îjar rabe bi salan hewl bide ji bin enqaza vana derkeve!! Ji berhemên wêjeyî bêtir xwendinên di warê zanistên civakî bêtir bandor li min kirine, dikin.

Çetoyê Zêdo: Herî zêde te çi motîve dike?
Fexriya Adsay: Hêrs min motîve dike. Ez ji gelek tiştan aciz im. Gelek tişt hene ku dixwazim wan biguherînim, serobino bikim, piyîna xwe lê xim, wan bînim xwarê. Lê wek şexsekê, derfetên min, amûrên min, elbet hêza min diyar e. Lewma ez her çi bikim ew mudaxeleya bo guherînê ye an encama xwe-berpirsdîtinê ye. Ji gilî û gazinan jî zêde aciz im, mirov her çi naecibîne divê li gor derfetên xwe mudaxeleyekê bike, elbet ji bo me kurdan ji derfetên xwe jî zêdetir kedekê bide. Him xwe berpirs bibîne,  xwe wek xwediyê malê bibîne û çav bernede kesên din an li bende hêzeke îlahî nemîne. Bi gotineke din, ez naxwazim 15 an 20 sal şûn de ev pirs bê bersiv bimîne: Wê çaxê te çi dikir?

Çetoyê Zêdo: Van demên dawî tu çi dixwînî?
Fexriya Adsay: Heta ji min tê wêjeya kurdî, taybetî ya nûjen dişopînim. Ji wêjeya cîhanê salek zêdetir bala min li ser wêjeya Amerîkaya Latîn û Efrîkayê ye. Neteweyên din ku wek me li çeperê dinyayê mane, dîrok û gelek tecrûbeyên wan dişibin ên me. Hez dikim wan bi riya wêjeyê nas bikim û bê ka wan ev ji xwe re çawa kirine malzeme, bi çi çavî li wêjeyê nerîne, bi çi çavî li xwe û êdinên xwe nerîne. Ji bo Zaremayê, tenê ne wêje em mecbûr in derbarê gelek mijaran de bixwînin. Taybetî ji lîteratura dijmêtingerî an pişt-mêtingeriyê, teoriya wêje, rexneyê.

Çetoyê Zêdo: Tu ji çi re dereng ma? Xeterî û lêpoşmaniyên te yên bihurî çi bûne?
Fexriya Adsay: Te deh sal berê ev pirsîbûya min ê çend tişt ji te re rêz bikira lê dema mirov di nav salan de diçe, dibêje “tiştê çû nede dû!” :) Bi rastî jî niha tiştekî ez jê poşman bibim tuneye. Hin tiştên ez demekê jê poşman dibûm, jê diqehirîm vêga dibêjim “de baş e ku ew tişt wisa qewimiye.” Derengmayîn, em wek kurd çiqas behsa derengmayinên xwe bikin xilas nabe. Mesele ew e ku em derengmayinên xwe çawa şîrove dikin, îzeh dikin, encamên çawa jê derdixin. Piranî di sohbetên me de û gelek caran bi awayekî nixumandî berhemên nivîskî jî tê de, em ji halê xwe gazinan dikin û kêmasiyên xwe çavê hev re radikin û em digihênin wê encamê wek ku ev ji ber genetîka me ya xirabûyî an karakterê me yê xirab be, em her xwe biçûk dixin, tu heqaret namîne em li xwe nakin. Ji dêvla ku em van meseleyan ji xwe re bikin malzeme bi dehan cildan li ser wan binivîsînin, em tembelî dikin, jê direvin û dibêjin Em kurd nabin insan!!ewqas. Bi rastî ez vê psîkolojiyê fam nakim an serê xwe pê re diêşînim hinekî fam dikim, paşre dîsa fam nakim!:) Bi ya min, heta em xwe ji vê helwestê xilas nekin,  em pirsgirêkên xwe yên ku em her roj bi wan re rû bu rû dimînin, em qala wan dikin an jê direvin ji xwe re nekin mesele, em li ser wan kûr kûr nefikirin, em di ser wan re em fikrên nû, teoriyên nû hilneberînin ne wêjeya me, ne rexneya me, bi temamî rewşenbîriya me, helbet beriya gişî siyaseta me wê li ciyê xwe bimîne. Edî em ji merhaleya gazinan, daberkirina mexdûriyetên xwe derbas bikin, derbasî merhaleya ravekirin, hilberîna çareserî û encamên rêvekir bibin. Di vî warî de hêviya min hey ne di bin sifrê re ye, dikarim bêjim piçekî bi ser sifrê jî ketiye.

Çetoyê Zêdo: Li gorî te rexneya wêjeyî divê çawa be?
Fexriya Adsay: Ev pirs bi xwe pir otorîter xuya dike û bersiveke otoriter jî dixwaze. Nikarim bersiveke ewqas otorîter bidim. Lê dikarim çend tiştên di aqlê min re derbas dibin parve bikim. Rexneya wêjeyî divê derkeve derveyî sînorên pesindayinê an tenê destnîşankirina kêmasiyan. Raya me ya derbarê berhemekê de çi erênê be çi neyênî be divê rexneyeke analîtîk be, xwe bispêrê fikrekê, rêbazekê û bikaribe têkiliya berhemê ya bi serdema xwe re rave bike. Elbet hewce nake bêjim, divê ew nivîskar û helbestvanên ku li derveyî temayulên piraniyê dimînin, bêtir guh bên dayin û rexne derkeve derveyî têkiliyên heval û dostaniyê. 

Çetoyê Zêdo: Tu di derbarê “şêwir û komên xwendinê” de çi difikirî?
Fexriya Adsay: Şêwir û komên xwendinê, bi ya min ne tenê ji bo wêjeya kurdî lê ji bo kurdî bixwe jî dînamîzmeke xurt e. Ev komên xwendinê wêjehezan tînin ba hev, hevbandorî an sosyalîzasyonê çêdike navbera wan de, ji bo kurdîhezan dibe mekaneke têkiliyên avaker û ya danûstendinê. Ya din, ev tenê bi însiyatîfa xwendevanan dimeşin, ne di bin siya tu partî an rêxistinan de ne. Elbet a herî girîng, encameke şênber a vê dînamîzmê kovarên Wêje û Rexne û Zarema ye. Wek tê zanîn, ewilî Wêje û Rexne bi temamî ji aliyê endamên komên xwendinê ên li Amedê û Qoserê hate derxistin. Piştre, Zarema jê zêde bû. Hêvîdar im ev komên xwendinê ku erka banekê dibînin bo xwendevanên kurdî, her biçe xurttir bibin.

Çetoyê Zêdo: Li gora te niviskariya Kurdî û rojeva Kurdî çi qasî li hev dike? Jiyana civakî/siyasî kîjan bandoran li ser nivîskariyê û wêjeyê dikin?
Fexriya Adsay: Ger li vir qesta te ji “rojeva kurdî” “rojeva kurdan” be, em behsa kîja kurdan dikin? Ez ji vir  rojeva siyaseta kurd fam dikim. Bi ya min bersiva “erê" an “na” têr nake. Nivîskariya kurdî jî êdî di nav xwe de çeşitdariyekê dihewîne. Hin nivîskar hene, hejmara wan kêm be jî, gelekî ji siyaseta îro dûr in; gelek ji wan serê wan gelekî tevlîhev in. Ew jî nizanin li hev dikin/bikin an na. Bandora siyasî, civakî ya li ser nivîskariyê mijareke aloz e. Di rewşa kurdan de gelek caran siyasetmedar û nivîskar ji xwe heman kes bûye. Lewma pir zehmet bû mirov wan ji hev veqetîne û nirxandinekê bike û bêje ka kîjanê li kîjanê bandor kiriye. Di salên dawî de ev herdu hinekî ji hev cuda bibin jî dîsa hevbandoriyek di navbera sîyaset û nivîskariyê de heye. Nivîskariya nûjen tabî eleqeya wê pir bi hebûn/tunebûna takekesiyê ve heye, takên xurt ku bikaribin ji xwe qadeke serbixwe biafirînin, dikarin berhemên xurt biafirînin. Tu yê bêjî ma siyaset jî ne wisa ye!? Bele, ew jî…

Çetoyê Zêdo: Tu ji kîjan taybetiyê nivîskariya Kurdî aciz e? Kîjan taybetiya berheman, bi xwendina xwe, te çawa aciz dike?
Fexriya Adsay: Taybetiyeke ku min aciz dike ew e ku nivîskarên kurd gelek jê li dora xwe baş nanêrin an nabînin. Civaka xwe, derûniya civaka xwe baş nas nakin. An, ji derve lê bi çavekî ji hundir li civakê nanerin. Gelek caran nivîskar bi xwe nikare derkeve derveyî kolektîvîteya xwe. Mînakên erênî ne ku tunene lê kêm in û ez vê jî tenê wek kêmasiya nivîskar a şexsî nabînim.  Bi rewşa civakî, aborî û siyasî ya civakê re ji nêz ve eleqedar e. Û berhemên bi çavê êdinê xwe li xwe, li dora xwe dinere, herî zêde ew min aciz dike. Elbet ew nivîskar û berhemên wan î bi hesabên zêde populîst, bi hisab û kîtab tên nivîsandin; hesabe hejmara xwendevanan, hesabê wergera bo zimanên biyanî, hesabê derdoreke siyasî… dikin. û ew nivîskarên ku ji tenêbûnê ditirsin. Bi ya min, ne tenê nivîskar jî, mirov heta ku tenêbûnê nede ber çavê xwe, ew nikare tiştek li xwe jî li dora xwe jî zêde bike. Dibe ku ev her dem ne rast be, lê ji bo îroya me pir rast tê bi min.

Çetoyê Zêdo: Şano ji bo te çi ye, tu dikarî têkiliya xwe û şanoyê vebêjî?
Fexriya Adsay: Mixabin têkiliya min û şanoyê, tenê ji temaşekirina lîstikên kurdî ku li Amedê tên pêşandan, îbaret e û hinek ji dîroka şanoya kurdî agahdar im.

Çetoyê Zêdo: Tu wek jinekê têkiliya jinên kurd a bi ziman û wêjeya kurdî ya îro çawa dinirxînî?

Fexriya Adsay: Di derbarê jinên kurd de teswîrek heye ku wan ziman û çanda kurdî parastine, derbasî nifşên nû kirine. Ev teswîra ku êdî bûye qlîşe êdî divê bê veçirandin, ji bo îro tiştên nû bê gotin. Ji ber ku îro jinên kurd ji vê rolê gelekî dûr ketiye. Temam, dema jiyan gundewar bû, jin ji mal û gundên xwe dernediketin, ji sibê heta êvarî li ber televizyonê rûnediniştin, yanê her gav û seat marûzî çanda din/a dagirker nedibû, kurdî baş dipeyivî û bêje nebêje (bêyî ku tercîh bike!) derbasî zarokên xwe dikir. Lê îro li bajaran (êdî gund û bajar jî ji hev ne ewqas dûr in) di nav jiyana modern de çend jin dikarin zimanê xwe derbasî zarokên xwe bikin, a rasttir, çend jin zimanê wan î jiyanê kurdî ye? Ka ew jinên bargir ên ziman û çanda kurdî bi ku ve çûn? Çima di navbera tirkî û kurdî de raya wan bo tirkî ye? Ziman zimanê dayikê be çima li derûdora me, li bazar û sikakan ewqas kêm jin hene sewta wan bi kurdî ye? Çend jin hene ku haya wan ji wêjeya kurdî heye, wê dişopînin û xwendina bi kurdî bi zarokên xwe didin hezkirin? Çend siyasetmedarên jin hene ku mirov bi kurdiya wan serbilind be? Mixabin, wek tespîtekê mirov dikare bêje li bajaran an di nav jiyana modern de jin bêtir di bandora çanda serdest de dimînin lê çima? Elbet, ji van gotinên min divê ev encam dernekeve ku jin bila ji mal û gundên xwe dernekevin. Ji çanda bajarî û dibistanan dûr bên hiştin. Dizanim tespîta min a li jor pir musaît e bo argumentên bi vî rengî kurdên oldar û mihafezekar. An nayê wê wateyê ku mêr ji jinan gelekî bêtir dildar û evîndarên kurdî ne, bila zêde serê xwe mezin nekin! :) Ev heta bêje pirsgirêka wan e jî, tenê rêjeya wan cuda ye belkî. Bi rastî, li vir ez nikarim her tiştî vebêjim, meseleyeke dûrûdirêj û pir alî ye tenê bi çend hevokan naxwazim peyvên mezin bikim. Pirs pir zêde ne, bersivên wan ji wan bêtir in. Ji kengî ve di serê min de ye ku li ser ve mijarê gotarekê binivîsînim. Bila ev bibe wek destpêka gotarê. Îjar dema rewş ev be, gazin ji hejmara nivîskar û helbestvanên jin nabe an zêde tiştek namîne mirov bêje.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Modern Kürt Tiyatrosunun İlk Adımları

Yazar/metin merkezli Batı tiyatrosunun Kürt dilindeki ilk örneği, 1919’da Evdirehîm Rehmî Hekarî’yle başlaması, teatral formların Kürtlerde daha öncesinde olmadığı anlamına gelmemelidir. Popüler ve kitlesel bir sanat olan tiyatro tarihsel olarak her dönemde farklı biçimlerde icra edilmiştir. Genel anlamda tiyatro sanatı; kukla, gölge oyunu, köy seyirlik oyunları, çîrokbêj (bir nevi meddah) geniş bir alanda teatral formalara sahiptir. Bu formlar, yakın kültürler ve komşu milletler arasında benzerlikler gösterebildiği gibi veya hepten özgün bir biçim olarak da var olabiliyor. Kürt tiyatrosunda: Taziye, “Sîtav” (Gölge Oyunu) ile “Bûkella” (Kukla), “Mîr Mîran” (Sahte Emir), “Kosegelî-Gaxan”, “Bûka Baranê” (Bolluk-Bereket Oyun Ritüellerinden), “Sersal” (Yeni Yıl), “Newroz” oyun ve temsilleri... Bunun yanı sıra Kürt tiyatrosuna özgü teatral anlatı biçimleri arasında sayılabilecek “dengbêjî” ile “çîrokbêjî” gibi ulusal formlara da sahiptir. Kürt tiyatrosunun geçmişine ve bugününe baktığımı

Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê / Theatre Concepts and Terms

Şanogeriya "Mem û Zîn", Nivîskar: Emîn Mîrza Kerim, Derhêner: Enwer Tuvî, Silêmanî, 1958 Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê  Absürd Tiyatro - Şanoy bêhûde, Şanoya Absurd - Theatre of the Absurd Acı Çekme Oyunu - Lîstika Êşkêşanê - Şanogeriy eşkence, wezen – Passion Play Acıklı Komedya, Komîdyay giryanawî – Tearful Comedy Açık Aksiyon - Aksiyana Vekirî - Over Act Açık Sahne - Sehneya Vekirî - Open Stage Adaptasyon - Lihevanîn, Adaptekirin - Adaptation Agit-prop tiyatro- Şanogerîy bangeşekirdin – Şanoya propagandayî – Agit- Prop Theatre Ago n- Mişt û mirr – Agon Ağlayıcılar - Koroya Giriyê, Barbûkarî grîkî – Choregos Akrobat - Kanbore, qareman, palewan, Canbaz - Acrobat Aksiyon Oyunu - Dramay niwandin, Şanoya Aksiyonê – Play of Acting Aktivizm -  Karaxwazî, Aktîvîzm - Activism Akustik- Dengî, Akûstîk - Acoustic Alternatif Tiyatro – Şanoya Alternatîf- Alternatîve Theatre Anagnorisis – Venasîn, Nasînewe - Anagnorisis A

Ereb Şamîlov "Koçekê Derewîn-1930" Şano

   E reb Şamîlov  Koçekê Derewîn  Pyêsa Du Fesla Sezde Sifeta   (Neşra Dewlata Şêwrê Ermenîstanê, Rewan, 1930)           Gilyê Pêş          Pyêsa pêşin, gerekê beve notla silhekî şêr, ber gilî gotnê terêqa nav xebatçyê Kurmanca da paşda mayî. Eva gilî gotnê min nivîsîne, ne metelok in, ne jî min ber xoe derxistine. Eva îşana qewimîne bûye, niha jî hene nav gundê Kurmanca da.          Her Kurmancekî gele car qewimye, ku çûna cem wan vireka şêxa, pîra qewala û mella koçeka, wane kirye min nivîsye li vê pyêsê. Basa xeberê ez karim navê çend heva hildim, hûnê bizanbin rastê: Koçek Xûdêda ji gundê (Poştê) Karvansarayê qêza Lenînakanê nahya Hacîxelîlê, Koçek Gulê ji gundê Qulibegê qaza Rewanê nahya Ecmîadzînê (Dêrê).             Evana hetta niha jî dixapînin kesîba û orta Hemîk destê terêqa bega, axa û kulaka tev heve. Ew hizdikin paşda mabûna xebatçya; ew timê nezana tûj dikin berî firqeçya û komsomola dibin, çimkî ew firqeçî û komsomola niha paşda davêjin gilî got