Berfîn Emektar, di 1979an de li navçeya Çewlikê Gêxî (Kığı) hate dinê. Di 3 saliya xwe de bi malbata xwe re koçî Îzmîrê dibin. Di sala 1993an de li NÇMêya Îzmîrê di perwerdehiya beşa zarokan de tevlî atolyeyan dibe. Di 1996an de li heman cihî dest bi perwerdeya şanoyê dike. Heta 2003an li NÇMa Îzmîrê di koma Şanoya Hêvî de û ji 2003yan şûnde jî, li NÇMa Stenbolê di Koma Teatra Jiyana Nû de cî digre. Ji 2005an heta 2010an di hin bernameyên TVyan de weke pêşkeşvan xebitî. Ji 2010an virde li Şanoya Bajêr a Amedê lîstikvaniyê dike û û di performansa “Şanoya Jixweberiyê” de dilîze. Di şanoya “Jinên Çaverê” de ku şanoya Başûr de jî weke lîstikvan cih girtiye. Ji bo şanonameya Zana Mazak “Don Kîşot- Serpêhatiya Kurdistanê” bi derhêneriya Ferhat Keskîn re haziriya wê dike. Çetoyê Zêdo: Tu dikarî qala destpêka şanogeriya xwe bikî? Berfîn Emektar: Bi çûyina min a NÇMa Îzmîrê û pê re nasîna min ya şanoyê dest pê kir. Min hewl da ku ez di beşa şanoyê de perwerde bibim. Û bi vê...
when you are going to shoot shoot don't talk / Nebêje, bike!