Ana içeriğe atla

"Leylanok, Derî, Goristana Stêrkan..." an jî bi edebî “Yıldız Çakar”


Yıldız Çakar; berhema wê ya “Goristana Stêrkan” di sala 2004an de ji Weşanên Elmayê derdikeve. Pirtûka duyem î bi navê “Ala” 2008an li Dihokê, ji aliyê yekitiya niviskarên Dihokê vê çap dibe. Bi hevkariya Amed Tigrîs re “Ansiklopediya Amedê” dinivîse, ji aliyê Şaredariya Amedê ve di 2012an de tê weşandin. Berhama wê yên bi navê “Derî” (Helbest, 2012) û Leylanok (2014, ceribandin) di nav weşanên Avestayê derdikeve. Niha amadekariya romana xwe dike bo çapê û li ser Melayî Cizîrî dixebite… Yıldız Çakar, avakara Komeleya Nivîskarên Kurd e û li Amedê dijî.
    
Çetoyê Zêdo: Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bidî nasîn?
Yıldız Çakar: Nasnameyek di bêrika min de ye, lê belê temsîliyeta min nake. Heta wextekê bi awayekî fermî navê min Rojan bû. Li dibistanê gotin ev nav qedexe ye û dîplome nedan min. Ji ber vê bavê min ji mecbûriyetê navê min guhert. Di rojekê de ez bûm Yildiz.  Weke ku mirov di nava du pergalan de bimîne... Bi eslê xwe ji Qerejdaxê me. Min û helbest me hev dû gelek zû nas kir. Ji ber ku di malbata min de yên helbestê dinivîsandin hebûn. Mirov bi kîjan agirê bişewite, hinek dişibe wê. Ya min jî wisa bû. Piştî salên koçberiyê, derbûna helbestê li ba min gelek anarşîst bû.  16 salî bûm, li Mêrsînê carinan tevlî bernameyeke helbestê dibûm, li Radyoya Kralê. Beşdarbûna min heta wextek dom kir, heta rojek berpirsyarên radyoyê xwe gihandine min û gotin polîs li te digerin, ji ber helbestên te, em jî hatine tehdîtkirin.  Piştî vê bûyerê, min wextek helbestên xwe veşartin, û zêde neketim nava teşîrkirina helbestê. Serê ewil jî ez bawerim hestên ku min têşîr kirin, ji ber hewcedariya bersivekê bû. Mirov carinan dixwaze tenê biqîre. Di sala 2000î de bi pêşwaziya çîrokên senaryoyê ku xelat girtina min, û piştî wê dudu yên din, riya min li min nîşan kiribû. Helbest, pêxşan û weşandina çîrokên min yên wan salan di Azadiya Welat, Rewşen, Malpera Amûdê, û her berdewamiya kovarên nuh, malperên nuh de ez ber bi Goristana Stêrkan ve birim. Pişt re çîrokên senarayoyê û çendên din bi navê Ala, li Duhokê wek kitêp çap bû. Her çiqas helbest û ceribandin bi min xweş be, li ser Amedê kitêbek me amade kir. Min û mamoste Amed Tîgrîs. Xebateke biqasî 5 salan dom kir. Di wê navberê de kitêba min a helbestan Derî jî çap bû.   Û herî dawî sala çûyî bi navê Leylanok ceribandineke min çap bû.

-Xwestek û helwesta te ji bo helbest û nivîsê çi ye, li gora poetîka xwe, tu dikarî binirxînî?
Helbest bo min, tenê pirsgirêka min a xwe bi xwe ye. Ez û ez a xwe em li hev nakin. Di wî şerê ku  dema bi şûr û mertalan tê hev, ya ku wek xwînê dirije ser kaxiz ew e helbest bo min.  Dibe ku nebe kitêb, dibe ku qet çap nebe - ku niha yên salan her wisa di defteran de ye- lê dibe ku tenê hûn ji dîwaran re bixwîne, hevdu biêşîne, lê dibe ku hûn dengek lê bikin, rengek lê bikin, û wek guleyek di çavê sîsteman re kin.  Ji surreal hez dikim. Ji ferhenga dengbêjiyê jî, ji çîrokên mîtolojiyê... 

-Ji bo te nivîskarî tiştekî çawa ye? Çi hêza te ya nivîskariyê xurt dike?

Di sala 2002an de Orhan Pamûk hatibû Amedê. Pamûk li ser pirseke helbestvan û romanûsan wiha digot:  "Xweda di ber guhên şaîran de davêje û ew jî dinivîsinin. Lê belê romanûs ne wek şaîran e, û xweda di ber guhê romanûsan de napeyive, lê belê romanûs wiha difikirin, gelo xweda di guhê me de tiştek bigota, wê çi bigota, bi wê fikrê dinivîsinin..." Lê ez jî gotina Pamûk beravajî dikim û dibêjim, belê xweda di ber guhê şaîran de gotinan dike lê, şaîr jî bela xwe bi xwedê dide. Ji ber ku şair ji qalibê xwe zêdetir û mezintir in. îjar ez hay ji evî tiştî heme. Ev jî riyeke xwar dide ber min. Di vê rêwîtiyê de ji gundan, ji kilamên dengbêjan, ji qesîdeyan, ji bajar, ji bîran derbas dibim. Her derbas dibim kêliyek çiqas li min zêde be ewqas jî ji min kêm dibe...û mirov dikare wiha bibêje, nivîskarî wek nexweşiyek e dema karibe biafrîne dermanek li xwe peyda dike.

-Tu çawa dinivîsî, ji kerema xwe bi giştî tu dikarî qala disiplîna xebatên xwendin û nivîsandina xwe bikî?

Tê zanîn ku çavê şevê û yê rojê ne yek e.  Bi qasî 14 sal in tenê bi şev dixebitim. Bi roj jî dixwînim. Xwendina pirtûkan pirtir dîsîplîne bûne. Berê min nivîskarên dinê dema dişopand, berhemên wan cihê cihê dixwend û bala xwe min nedida kronolojiya demê. Niha li ba min meraqa pêşîn kîjan nivîskar ewil bi kîjan metnê dest bi edebiyatê kiriye û ji serê ewil heta dawî di kîjan qonaxan re derbas bûne.  Ji ber ku mirov ferqa di nava wan de, ketin û bilindahiya metnê baştir dişopîne. Bawerim wê her wisa be, niha nivîskarên ku dişopînim hene. Mirov bi giştî dema dişopîne di nava metnan de ji xwe re pireyekê çêdike.  Herî pir li sehafan digerim. Gelek caran nivîskareke ku qet nehatiye nasîn, pirtir bala min dikişîne. Wiha difikirim ku, carinan tiştên ku di wan kitêbên nayên nasîn de dewlemendiyên hevokan ji bo min cihên keyfxweşiyê ye.  Bo nivîsandinê dikarim du cûre nîşan bidim. Ji bilî romanê tu planeke min çênebûye. Çi çîrok çi helbest. Hema hema her tiştên xwe di deftera de bi cih dikim.  Weke biçim karekî fermî, her roj wiha diçim odaya xwe  ya xebatê. Qet tiştek nenivîsim jî, gerek di wê odê de mesaiyeke min hebe. Nivîsên min, defterên min pir bê disiplîn e.  Piştî du hevokan dikarim defterê tenê xêz bikim, an tişteke pir bêwate tê de bi cih bikim.  Niha vedigerim ji wan defterên xwe yên panzdeh-bîst sal berê, ji min re ecêb tên. Hin car komîk in, hin car jî tenê trajîk in.

-Li gorî te helbesta kurdî ya nûjen di çi rewşê de ye?
Piştî helbesta kilasîk, di sedsala em tê de du beş hene ku girîng in. Yek beriya salên 80, ya din jî piştî sala 90an e. Ger em qala salên 1990î bikin ezê wiha bêjim, yên ku helbest dinivîsandin 5 an 6 kes hebûn. Bi taybet jî têkoşîna azadiyê ronahiyeke mezin bo kurd û edebiyata kurdî afirand. Ev ronahî li ser hebûna gelekî bû. Helbet huner, edebiyat, û gelek tiştên din jî ji ariyekê, ji windabûnekê, ji bîrkirinekê ji nuh ve li hebûna xwe vegeriya. Helbesta kurdî a nujen jî di vê pêvajoyê de rengê xwe diyar kir.  Belê xwe diyar kir, şairên ji qalibên xwe mezin jî derxist holê. Biya min hêjmarên evan şairan jî  hîn pir hindike. Dikarim vê bibêjim, ji xwendevanan pirtir niha -şaîrên- kurdan hene! Ji hêma û aforîzmayan zêde gotinên rojane hene. Teqlîdên hêsan hene, xweşibandinên ku qet li kirasê kurmanciyê nayên jî hene. Lê, navên mezin jî hene, wek Rojen Barnas, Arjen Arî, Berken Bereh... 

-Bandora kîjan nivîskarî/ê (şa’ir) li te çêbû? Bi mînakan hûn dikarin ji me re vebêjin?
Ji bo nivîskarek, her tişt dibe sedema bandorê. Ev bi ya min kategorîze nabe. Ne tenê nivîskar an şaîr, hemû bûyerên di jiyanê de diqewime bandor e bo nivîsê bo helbestê. Ger ez vê wek xalên biçûk bi pay bikim ezê serê ewil wiha bibêjim; diya min, helbestên wê bo min bandora herî mezin bû, û di malekê de bi du pîrekalan jiyan bû. Diya diya min bi kurdî qesîde digotin, diya bavê min hemû çîrokên gelêrî yên hêrema Qerejdaxê li me kir diyarî.  Her wiha çanda dengbêjiyê ya di mala kalikê min de, bi me da zanîn ku em li ser kakileke çawa dijîn. Ev bandorên mezin bûn heta rayek haya me jê tunebû. Ji ber sîstemê, ji ber gelek sedeman kurdiya ku di bin hişê me de ketibû xewê ancax di sala 1997an de li bajarekî tirkan, ji aliyê hevalek û hevokek; ' tu xewna xwe bi kîjan zimanî dibînî?' Ev bo min miladeke nuh, miladeke bi êş, miladeke ku mirov çawa dikare li xwe veger, bû. Her wiha, bi rojnameyeke tirkan kitêbên ku diyarî didan ku navê kitêbê 'Ana' bû. Ev kitêb ne kitêba Gorkî ye.  Ev kitêba Pearl S. Buck ye. Ez hîn wê wextê 5 salî bûm. Diçûm dibistana seretayê pola yekemîn. Rojnameyeke Tirkan pirtûkên ku xelata nobelê girtine diyarî dida wê demê.  Min ev kitêb her sal ji nuh ve dixwend. Her min dixwend, min digot sala çû ev tişt tê de tunebû. Heta min dibistana seretayî xelas kir, di bin balifa min de bû. Fikra nivîsandin û helbestê û bandora hemû tiştên zarokatiyê heta îro hatine. Helbet, ji destana Homeros, ji kurteçîrokên felsefîk yên Xelîl Cibran, VejînaTolstoy, rojnivîskên Kafka,  Baba 1, 2, 3, ya Mario Pûzo, kûkû (guguk kuşu) Ken Kesey.. Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, M. Arif Cizrawî, M. Şêxo, Şakiro, Meryem Xan, Borges, ... hez dikim...Ez bawerim bi jimartinê ezê nikaribim navan rêz bikim...Vê gavê ev hatin bîra min...

-Di wêje û helbesta Kurdî de, di çavdêriya te de “jin” li ku ye?
Êdî dengek û rengek jinê heye bi ya min di edebiyata kurdî de. Lê ez jî têde, ew pêngava ku divê pêk were bi ya min hîn çênebûye. Li ser şexsan marjinalbûyineke heye, di berheman de jî şikestinek heye. Yek du kes ji qelema xwe re dilsoz in, hestewarin, lê ya ku dixwazim lê biqelibim an tê de winda bibim hin bi destê min neketiye. Di fikir û ramanê de di hest û xeyalan de sinorên teng li min diqelibin.  Metnên hişk, metnên sloganîk, metnê nûçeyî aciziyekê dide min. Hêviyeke min heye, jinên ciwan hene û gelek zîrek in. Dixwînin, lêkolîn dikin, dinivîsinin, dê salên pêş de dibe ku pêngaveke mezin bo edebiyata kurdî pêk were.  

-Ji me re qala pirtûkxaneya xwe bikin?
Pirtûxaneyeke min a gelek rengîn heye.  Ji kovaran, ji arşivên rojnameyan, kitêb û gelek tiştên ku divê di odeyekê de hebe û mirov karibe qet ji odeyeke wiha de dernekeve hema li gor dilê xwe min çêkiriye. Vê gavê besî min e...

-Tu kîjan berhemê/an car bi car dixwînî an jî te xwendiye?
Dem dem diguhere, lê ev sê salên dawîn, tenê bi helbestên kilasîk re têkildar im. Herî zêde diwana Melayê Cizîrî ye. Û hin kitêbên kilasîk, pirtir jî diwan...

-Di derbarê berhemên te yên çapbûyî de, tu dixwazî ji me re çi bêjî?
Nivîskarek pir ne mafdar e li ser berhemên xwe biaxive. Lê ger fikrên min ên îro hebûya, minê pirtûka xwe a çîrokan ku ji çîrokên senaryoyê pêk dihatin minê bi radaksiyona hinekan qet çap nekirina.

-Berhemên te yên çapnebûyî hene? Ku hebin tu dikarî ji me re qala wan bikî?
Belê hene, helbest, pexşan, romanek û hinek tiştên din... Piştî demek mirov naxwaze çap bike, mayina wan a bi vî rengî wê tiştekî kêm neke, dibe ku lê zêde bike. Zêde naxwazim qala wan bikim. Heta berhem neyê xwendin gotineke min a vir wê ne objektîf be. 

-Heta niha di nivîskariya xwe de, tu zêde li ser çi disekinî û lê hûr dibû? Vê gavê tu li ser çi mijûl î?

Dema min nuh nuh helbest dinivîsand, tenê hêrsek mezin di dilê min de hebû. Xwîn, mirin, sirgunî, kuştinên li ber çavan, faîlên meçhul... Helbestên min ên tirkî hemû serhişk in. Tu sînorek nas nekirin. Lê qala zilmê û xwînê min pir nivîsand. Herî dawî li ser Amedê min defterek xelas kiribû. -16- salî bûm. Piştî wê şer û jin. Dema her carî dihatim girtin, êrîşên ku li ser jinên kurdan, yên di bin îşkencêyê de cihanek di hundirê min de xist. Valahiyeke mezin çêkir. Helbest xwe carinan li wê valahiyê pêça. Ji ber ku heta rayek min qet helbestên evînî nenîvisand. Ji ber ku min nedikarî binivîsanda. Herî pir, min li ser gerîla û çiya nivîsîbû. Piştî sala 2000'î pexşana min a bi navê 'her du çav' di Azadiya Welat de çap bû, ez hatim rexnekirin. Gotine min, tu çawa li ser evînê dinivîsî. Bo vê nîvîsê, hinek rêveber hefteyek bi min re nepeyivîn.  Niha, di tunelekê de dimeşim. Dinyayê digerim. Çavdêriyan dikim. Û zêde êşên min li min mezin dibe. Li welatek dewletek bo çivîkên wan zivistanê birçîna nemire wan bi sistemek ecêb xwedî dike, û li welatê min ê ku hîn navê wê tuneye di berika min de, însên ji birçîna, ji serma, dimirin. Hin ji ber kurdbûna xwe dimirin. Nakokiyên jiyanê min ber bi felsefeyê dibe. Li ser hebûn û tunebûnê, gerdûnê, hestan, û a herî xwe li min dipêçe hîçî ye.  Berê xwe dame çi, peyva -hîçî- yê min ber bi xwe ve kişandiye. Nakokiya min a mezin oldarî û felsefe ye. Her çiqas li wê hîçiyê diqelibim jî, niha xebateke min bo ruhê Melayê Cizîrî li min mur e. Romanek jî bi qeyd û zincîr e.

-Guhertinên nivîskariya te berê û niha çi ne?
Her demsalekê mirov li nivîskariya xwe vedigere, mirov dibîne ku her xav e. Lê ya ku nivîskar digihîne qonaxekê jî bi ya min ev xavî ye.  Ger min beriya bîst saliya xwe Goristana Stêrkan nenîvisa, îro min ê di nava metnên Avestayê ji xwe re tevliheviyek nafirandaya. Dibe ku deh sal şûnde bi awayekî din bifikirim.  Lê bo min tişta herî balkêş ev bû, min berê peyv zêde kom dikir di helbestê de, niha jî peyvên komkirî ji helbestê derdixim. Berê heyfa min ji hevokekê re dihat, niha heyfa hevokê ji min tê. Êdî em qet merhametê li hev nakin. Ev çend salên dawî ne, êdî serê peyvên xwe jêdikim...

-Tu bêyî çi/kê nikare binivîsînî?
Bêyî ... şev, kilam,  û bêdengî...

-Tu dikarî di derbarê folklora Kurdî dîtinên xwe bibêjî?
Tenê yek hevokek wê bes be, folklora kurdî jiyana resen a kurdî ye û hew. Temsilyeta kurd û kurdistanê ji foklora wê nîşan e. Bi her awayî, folklor hebûna kakilekî ye.

-Kîjan diyalekt (devok) ji bo te taybet e/in?
Keyfa min ji axaftina Mêrdîniyan tê, hema bi giştî. Ji Qerejdaxê me, devoka me ne kêmî wir e.

-Xwendevanên te kî ne? Ji me re qala xwendevanên xwe bike? Taybetî û bertekên xwendevanên te çawan e?
Girseyeke mezin ya edebiyata kurdî nîn e mixabin. Helbet hene, lê gelek marjinal e.  Edebiyata kurdan, edebiyateke bêmînak e li ser dinê. Erê belkî ji yên me xerabtir jî hene, lê wek nifus ger em -40- milyon bin û tenê kitêbên me yên kurdan -2- an -3- hezar çap dibe, nexwe mesele meseleya netewbûnê ye. Belkî ev qonaxa ku em tê re derbas dibin, qonaxeke taybet be. Belkî yên pêşerojê bi -50- hezaran kitêban çap bikin. Ji ber ku ji tunebûne, ji mirinê em rabûne, helbet ev rê wê ne hêsan be.

-Ji bo rexneya helbestê dîtinên te hene?
Ger ew helbesta ku min xwend û di hişê min de du hevok ma, nexwe ew helbest helbesteke serkeftî ye. Armanca xwe pêk aniye. Ha ger min xwend û qet nehat bîra min, nexwe bo min bêwate ye. Helbest teşhîrkirinek e. Teşhîrkirina cihana hundirîn e. Ka hûnê bo çi teşhîrkirina cihanekê rexne bikin. Ger rexne be, wê çawa be? Hûnê li çi bigerin di nava helbestê de. Ez pir meraq dikim,  rexneyek dema li helbestê tê kirin, gelo mirov dikare wê kêliya helbestê bi dest bixe û bibêje na wiha nabe. Belkî helbesta baş an nebaş hebe. Lê rexneya çi mirov wê li helbestê bike...Ewil divê mirov pirsekê ji wan hevokan bike, -ka gelo ezê çi ji vê helbestê bikim- an - çiqas ez têd e heme- an jî - çiqas xîtabê ruhê min dike-.... Ez bi xwe helbestê rexne nakim. Dema dixwînim, ger peyv, hevok li ba min ma, bo min helbesteke xweş e, serkeftî ye. Ha min xwend û qet tiştek li ba min nema, nexwe bo min ne serkeftî ye...

-Tu li ser “şêwir û komên xwendinê" çi difikirî?
Bo edebiyatê gaveke baş e.  Ger bi rêk û pêk be. Ev komên şêwirê ger objektif be û ji kesên edebiyatê fam dike tê de hebe, dikarin gelek dezenfermasyonan ji holê rakin. Ha na tenê li dora xelekek biçin bên û li gor dilê xwe bikin -şêx û mirûd- nexwe ewê xerabiyekê li edebiyata kurdî bikin.  Niha divê mirov bişopîne, pêvajo wê her tiştî diyar bike. Niha bi ya min xebatên baş dikin.

-Ji bo perwerdehiya bi zimanê kurdî dîtin û pêşniyazên te hene? 
Heta em serxwebûn û azadiyê nejîn, emê dilê xwe li zimanê xwe, an zimanê xwe li dilê xwe rehet nekin. Ji ber ku ger welateke me tunebe, emê zimanê xwe nikaribin pêşve bibin.

-Şano ji bo te çiye, tu dikarî têkiliya xwe û şanoyê vebêjî? Li gora te, ji nav berhemên xwe ya ku tu ji bo şanoyê pêşniyar dikî heye?

Şano û sînema di jiyana min de cihekî xwe yê taybet heye. Di şanoyê de mîzaha reş  -Kara Mizah- pirtir bo min girîng e û şêwazeke bi bandor e. Sînema bo min girîngtir e, çavê min lê ye pêşerojê du fîlmên kurt çêkim.

 



Yorumlar

Yorum Gönder

Bu blogdaki popüler yayınlar

Samatya Sakinlerinin Biricik Sahafı: Devrim Sahaf (Pirtûkfiroş)

Yine aynı bir Pazar günü… Bahar gelmiş kime neylemiş, herkes dışarıda, bir ben kalmışım sanırsın içerde… Sosyal medya ve akıl sır ermeyen bir telefonun varsa, bir hafta bile dışarı çıkmazsın, olur biter… Recep telefondan bildirir: “Dayika Niştiman” kitabını getirecekmiş, yanına Mustafa’yı da katmış eve gelmişler, hoş gelmişler. Onların gelmesiyle ne zamandır dışarıya çıkmadığımı anımsadım: üç günmüş... Siz de olsanız çıkmazsınız, mayısta Amed kitap fuarına yetişmesi gereken “Kürt Tiyatro Tarihi” kitabıyla uğraşınca “baharmış, Samatya sahiliymiş” unutursunuz. Abartıkça abartıyoruz haliyle; sorduklarında “mühim” adamların yaptığı gibi, “çok yoğunuz abi” modunda, iş güçle meşgul olduğumuzu söylemeyi ihmal etmiyoruz, övünmek gibi olsun bu da...  Neyse, yine her zamanki Recep’in olağan hallerinden birini yaşıyoruz; odanın içinde dağılmış makaleleri karıştırmakla meşgul, kitap kurdu Receb’e çıktıları karıştırma fırsatı tanımadan, elindeki yazıları yerine bırakmasını istedim ve ani bir “Hadi…

Modern Kürt Tiyatrosunun İlk Adımları

Yazar/metin merkezli Batı tiyatrosunun Kürt dilindeki ilk örneği, 1919’da Evdirehîm Rehmî Hekarî’yle başlaması, teatral formların Kürtlerde daha öncesinde olmadığı anlamına gelmemelidir. Popüler ve kitlesel bir sanat olan tiyatro tarihsel olarak her dönemde farklı biçimlerde icra edilmiştir. Genel anlamda tiyatro sanatı; kukla, gölge oyunu, köy seyirlik oyunları, çîrokbêj (bir nevi meddah) geniş bir alanda teatral formalara sahiptir. Bu formlar, yakın kültürler ve komşu milletler arasında benzerlikler gösterebildiği gibi veya hepten özgün bir biçim olarak da var olabiliyor. Kürt tiyatrosunda: Taziye, “Sîtav” (Gölge Oyunu) ile “Bûkella” (Kukla), “Mîr Mîran” (Sahte Emir), “Kosegelî-Gaxan”, “Bûka Baranê” (Bolluk-Bereket Oyun Ritüellerinden), “Sersal” (Yeni Yıl), “Newroz” oyun ve temsilleri... Bunun yanı sıra Kürt tiyatrosuna özgü teatral anlatı biçimleri arasında sayılabilecek “dengbêjî” ile “çîrokbêjî” gibi ulusal formlara da sahiptir. Kürt tiyatrosunun geçmişine ve bugününe baktığımızda…