
Çetoyê Zêdo:
Tu dikarî qala destpêka şanogeriya xwe
bikî?
Berfîn Emektar: Bi çûyina min a NÇMa Îzmîrê û pê re nasîna min ya şanoyê dest pê kir. Min hewl da
ku ez di beşa şanoyê de perwerde bibim. Û bi vê ya va girêdayî li gor min ya
herî girîng jî li metropoleke Tirkiyê di nav wê asîmulasyona salên 90î de li ser
çand û zimanê Kurdî pêk dihat me bi zimanê xwe şano dikir. Ev ji bo min tiştê
herî zehmet û bi wate bû. Her çiqas me baş bi zimanê xwe nizanibûya jî me hewl
dida ku bi vî zimanî şanoya Kurdî bikin. Bi taybetî ji bo ku ez fêrî ziman
bibim 9 mehan ez li gel malbateke Merdînî mam û di encamê de min bi zimanê xwe
şanogerî kir.
Şanoya ku tu jî weke lîstîkvan tê de bû, ya bi navê
“Jinên Çaverê” tu dikarî hinekî qala wê bikî?

Di lîstika “Jinên Çaverê” de, hemû lîstikvan ji jinên
kurd pêk dihat û we şanoya xwe li Başûrê Kurdistanê derxist, têkiliya
lîstikvanên jin ji destpêkê heta dawî çawa bû? Bi vê lîstikê re ji bo te çi hate
guhertin?
Ji bo hemû jinên ku di vê
projeyê de cih girtin kefxweşî û tecrubeyeke baş bû. Bi rêka vê projeyê
hunermendên jin ên her çar parçê Kurdistanê hatin gel hev û diyalogeke ku bi
salane di davbera hunermendên Kurd de ku divê hebûya ava kir. Wateyeke vê
projeyê jî li gor min ev bû, sînorên ku di navbera zaravayên Kurdî de ji holê
rakir. Di destpêkê de ji bo zaravayên cuda me di peywendiyên xwe de astengiyan
kişand, lê di dawiya vê projeyê de me êdî dît ku bi hêsanî em ji hev fam dikin.
Çavderiyên te yên ji bo şanoya Başûr û lîstikvanên wir
yên jin çine? (Ew çawa bi şanoyê re mijûl dibin û dixebitin? Xwestek û
nerazîbûnên wan çibûn?)
Çavdêriya min a herî balkêş
ev bû, dema ku me li lîstikên Başûrê Kurdistanê temaşe dikir tunebûn an jî
kêmbûna lîstikvanên jin bû. Piştî ku ji her çar parçê Kurdistanê ew qas jinên
hunermend bi hêsanî hatin gel hev û di encamê de jî kareki huneri afirandin me
fam kir ku tu pirsgirêkeke jinên lîstikvan tuneye, ev pirsgirêka hişmendiya
mêran ne. Bi taybetî jî li Başûrê Kurdistanê bi sedan jin li peymangeh û
zanîngehan de perwerdeya şanoyê dibînin. Lê mixabin dîsa jî em di lîstikên
Başûr de kêm caran lîstikvaneke jin li ser sahnê dibînin.
Ji malbata te ji bo şanogeriya heta niha tu astengî
derketin?
Na, nebû. Malbata min bi xwe, ez birim NÇMê û hertim pişgiriya min
kirin.
Şanoya ku te pêşî de tê de lîst kîjan bû? Karaktera te
tê bîra te? Piştî vê şanoyê te çi hîs kir? Tu dikarî qal bikî?
Lîstika yekem a ku ez
derketim pêşberî temaşevanan lîstika bi navê “Qerîneke Bê Deng / Helepçe” bû. Ev lîstik
lîstikeke kollektîf a Şanoya Hevî bû. Karaktera min a di vê lîstikê de jineke
ku ji komkujiya Helepçê reviyabû. Wek jineke şanoger a Kurd wateya wê lîstikê
ji bo min ne tenê heyecana ku ez cara yekem derdikevim peşberî temaşevanan, ji
wê jî wetadartir e, wê lîstik tragedyayeke Kurdistanê dianî ziman.
Zimanê Kurdî di lîstikvaniya te de, bandorê li çi dike?
Ziman ji ber ku bi xwe re
kodên laş yên çandî diguherîne, gava ku tu karakterekê bi Kurdî yan jî bi Tirkî
diafirînî tu tê digihîjî ku refleksên laş vediguhere. Loma jî mirov têdigihîje
ku bandara wê li ser lîstikvaniyê an jî li ser afirîneriya şanoyê heye.
Heta îro te xwe di kîjan şanoyan de, te xwe weke
jineke kurd hîs kir, kîjan karakter bi te nêz û nas bû?
Ya ku herî bandora wê li ser
min pêk hat, mixabin lîstikeke klasîk a bi navê “Daweta Xwînî” ya nivîskarê
Îspanyolî Lorca bû. Di vê lîstikê de min rola Dayîkê dilîst. Her çikas ev
lîstik ne ya nivîskarekî Kurd be jî, ji ber ku dramatûrjiya vê lîstikê weke ku
ev lîstik li axa Kurdistanê derbas dibû hatibû avakirin û ew “Dayika” ku min
dilîst wek dayikeke Kurd hatibû şîrovekirin.
Temsîla jinê di şanoya Kurd de, tu çawa dibînî û dinirxînî?
Ji bo roja îroyîn mirov vê
temsîlê her çiqas ne di asteke bilind de nebe jî, temsîliyetek heye. Ev
temsîliyet ne tenê pirsgirêka lîstikvanên jinên Kurd e, li gor min ev mijareke
nivîskariya şanoyê ye. Ne tenê ji bo netewa Kurd, ji bo şanoya hemû netewên din
jî ev pirsgirêk heye. Ev temsîliyet gava ku nivîskarên jin ên şanoger pêşkevin
li gor min wê xurttir be.
Şano û huner û siyaset û jina Kurd… Dema ev hemû li ba
hev bin, tu yê çawa van têgehan bi hevdû re girê bidî?
Şano, huner, siyaset, jin û
civak… hemû bi hevdê ve giredayî ne. Heke ji van têgehan yek jê kêm be jiyaneke
bêreng dimîne. Ji ber ku jiyan ne yek aliye, dema ev têgeh hemû tên cem hev,
jiyan dewlemendtir û rengîn dibe. Şano ji ber ku hunereke civakî ye ji xwe ve dibe tiştekî polîtîk. Şano girêdayî
civaka xwe ye, di nav vê civaka polîtik de jin jî ciyê xwe digire. Jixwe
afirînerî û huner nezî xwezaya jinê ye. Disa em dikarin bêjin ku huner û taybetî
jî şano, ji bo mirov bigêhêje heqîqeta xwe rêbazek e. Ya ku ji heqîqeta xwe,
hatiye bidûrxistin, jin bi xwe ye. Ji bo ve yekê, ev her çar têgeh bi hev ve
giredayî ne. Ez nikarim wan ji hevdû veqetînim û bifikirim.
Di şanoyê de, bi lîstikvanên mêr re çi astengî derket
pêşberî te?
Dema ku lîstikvan -mêr an jî
jin- ji bo helvestekê di nav pêvajoya afirandinê de bin, li gorî min astengî ji
mijara zayendiyê derdikeve, dibe mijara hişmendiyê. Li gorî min bi nêzîkatiyeke
klasîk a hişmendiya mêrane, çawa ku di qadên civakî derdikeve pêşberî me, di
qada hunerî de jî derdikeve. Mirov dikare gelek mînakan ji avakirina lehengên
jin ên ji destê nivîskarên mêr ve hatiye nivîsîn bibîne.
Heta niha tu qet bi derhênereke jin re xebitî? (Ku
hebe dikarî qala têkiliya xwe û wê bikî) An jî ew derhênerên ku tu bi wan re
xebîtî ku jinbûna, bi dîtina wê çi
bihate guhertin?
Mixabin na. Heya niha ez bi
derhênereke jin re nexebitîme. Heke ez bi derhênreke jin re bixebitîbûma, dibe
ku ji hin aliyan ve, taybetî jî nirîna zayendi, di warê estetîkê de hin encam
derketina. Weke mînak; di listika “Jinên Çaverê” de derhêner û nivîskar jin
bûna dibe ku lîstik bêtir “jinane” bûya.
Ji temaşavanên jin, yên ku dihatin şanoyên ku tu tê de
lîstikvan bû, bertekên(tepkî) wan ji bo te çawa bûn?
Ji bo hemû lîstikan mirov
nikare heman tiştî bêje, ji ber ku her lîstika ku min tê de cî girt karakterên
cuda bûn, gava ku temaşevanek jin karektera ku min derxist pêşberî wan û wan
xwe di nav wê karakterê de dîtin bêtir ketine bin bandora wê.
Çi hêza hunera te xurt dike?
Eger ev pirsa te ji bo
afirandineke karakterekê be, ez dikarim vêya bêjim; karaktera ku ez xwe nezîkî
wê bibînim û ew karakter, karaktereke ku nakokiyê wê hebin û di nav jiyanê de
bijî hêzê dide min. Eger ev pirsa te pirseke giştî be, tu tişt ji jiyanê û
civakê qut nîne, ne huner ne jî afirîneriya hunerî...
Tu dikarî, ji me re qala şanoya kurdî ya NÇMê (izmir)
û DBŞTê bikin?
Li NÇMa Îzmîrê mirov dikare
vêya bêje, bi awayekî dilxwaz û bi ruhekî amatorî me afirîneriya şanoyê bi
rêxistin dikir. Lê Şanoya Bajêr ya Amedê ji ber ku bi salan e, karê şanoyê bi
awayekî sîstematîk û periyodîk dike, ez dikarim bêjim ku ji hevdû pir cuda ne.
Ji alî şert û mercên xwe ve jî ji hev vediqetin.
Bandora kîjan şanogerên jin li te çê bû?
Lîstikvana ku bi navê
karaktera xwe “Kewê” tê nasîn, lîstikvana jin a Kurd Yıldız Gültekin.
Tu têkiliya şanogeran bi zimanê wan bi giştî çawa dinirxînî?
Lîstikvanên jin, li gora şanogerên mêr çawa ne?
Di van salên dawî de, her ku
diçe zimanê şanogerên Kurd jî tevî zimanê şanoya Kurdî pêş dikeve, lê dîsa jî
mirov nikare bêje ku problema ziman di şanoya Kurdî de çareser bûye. Ji bo
şanogerên mêr jî ji bo şanogerên jin jî mirov dikare bêje ku problemên wan wek
hevin.
Li gorî te şanoya Kurdî ya îroyîn di çi rewşê de ye?
Bi giştî mirov dikare vê ya
bêje, Şanoya Kurd her ku diçe xwe birêxistin dike û ber bi sazîbûnekê ve diçe,
di du mijaran de li gor min kêmasiyên şanoya Kurd didome; yek ji van mijaran
nîvîsandina berhemên şanoyê, yek jê jî rexnegiriya şanogeriyê, li hemberî
pratîka wê di asteke baş de nîne. Ev her dû pirsgirêkên hanê ji bo şanoya her
çar parçeyê Kurdistanê jî heye.
Li ser şanoya bo zarokan dîtinên we?
Li gor min problema herî
mezin a Şanoya Kurd ev e ku, ji bo zarokan berhem pir hindik derdikevin. Di
tecrubeyên cîhanê de mirov dibîne ku civakên ku bi asîmulasyonê ve rû bi rû mane,
ji bo zarokan bêtir berhemên hunerî afirandine. Lê têne ne şano di hûnera Kurdan de giştî ji bo zarokan xebat û perwerde
kêm in.
Ji bo temeşevanên jin, ji wêje û zargotina Kurdî û ya
cihanê divê kîjan çîrok, roman û hwd, di sehneya şanoya Kurdî de hebe? Tu
dixwazî kîjan berhem, bûyer an jî mijar di şanoya Kurdî de hebin?
Ne têne ji bo temeşevanên jin
ji bo hemû kesan, hewceye ku gelek destanên Kurdî bi şewazeke nû bê ser sehnê.
Destana Mem û Zîn bi gelek cureyan hate lîstin, ev baş bû. Lê destanên wekî
Cembeliye Hekkarî û Binevşa Narîn, Siyamend û Xecê hwd. hewceye bi şiroveyekî
kûr bi rejiyeke taybet derkeve. Di Siyamend û Xecê de taybetmendiyên civaka xwezayî û di nav vê civake de azadiya
jinê pir baş hatiye zimên. Dîsa wekî mînak, tekiliya di navbera Cembelî û
Binevşê de û evina wan ji gelek aliyan ve mînakeke balkêş e. Îro gelek jin bi
destê mêran li ser navê evindarî û li ser navê zewacê tên qetilkirin. Lê evina
Cembelî û Binevşê ku bi qasî du sed sal berê hatî jiyîn, tiştên ku hela pergalê
de û tekîlya di navbera jin û mêr de ya ku jinê weki mulk dibine û tekîliyên
koletiyê pêş dixe, ser û bin dike…
Hewceye vana bibin tekstên şanoyê û derbikevin hember temaşavanan. Tenê jin ne hewceye zedetir mêr temaşe bikin. Lewre guhertin ji mêran re hê pêwist e.
Hewceye vana bibin tekstên şanoyê û derbikevin hember temaşavanan. Tenê jin ne hewceye zedetir mêr temaşe bikin. Lewre guhertin ji mêran re hê pêwist e.
Jinên Kurd di van sih
saliyên dawî de bi tekoşin û rexistina
xwe, jiyaneke nîşanda ku, divê jin çi bikin derxis ber çavan. Tenê ji bo jinên
Kurd ne ji bo hemû jinên cîhanê bûne hêviya jiyaneke nû. Le mixabin ev tecrube
di qada hunerê de nehatiye wê astê. Mirov dikare bibêje hunermendên jin ên Kurd
vê tekoşîn û berxwedenê ji aliye civake û jiyanê de pêşketiye di afrêndina
hunere de pêş nexistiye.Huner ji jiyanê feyz digire. Hunermendê jin dikarin ji
vêya hêza xwe hilbigre. Ez hêvîdarim ku di demeke kin de berhemên xurt bi
destên jinan û bi bi şeweya jinan derbikevin. Wisa hêvî dikim ku ev dem gelekî
nêz e…
*Ev hevpeyvîn di kovara Zarema, hejmara 4an de hatiye weşandin.
Yorumlar
Yorum Gönder