ÇEND GOTİNÊN XWENDEVANÊ GEWÎ
Wekî ku tê zanîn di derheqê romana kurmancî de ji bo mijar, bûyer ,leheng
, vegotin û hwd gelek tişt têne gotin û
têne ceribandin. Nivîskarên me kêm zêde xwe li van ceribandinên nuh diqewiminin
û diceribînin. Di şewazên xwe de û di mijarên xwe de dixwazin hin tiştên nuh li
romana kurmancî zêde bikin; bi rastî jî e ku ji heq tê jî henin. Ê ku bixwaze
hin metafor û teknîkên nuh tevlî wêjaya xwe bike divê mirov wan tiştan bibîne û
xweş fêm bike. Bila biceribînin serkeftî-neserkeftî
xem tune. Ji xwe wê xwendevan li gorî pîvanên vergirtina xwendina xwe wê ji xwe re hilbijêre û wê ji xwe re tahmekê
jê bistîne. Em her çiqasî li gor î pîvanên hunerê û wêjeyê binirxinin jî a dawî wê li cem xwendevan
bigihêje rastiya xwe…
Îcar em bala
xwe bidin mijarên berhemên me yî niha. Ji mînakan bêhtir çi heye? Ji kerama xwe
re hima eletexmîn ji pirtûkxaneya xwe rahêjin çend pirtûkên nuh! Wê xweş were
dîtin. Tiştên bellok yek jê leheng in. Hina gellek niviskarên me bi lehengên
xwe re li hev nekirine û lehengên
wan piranî îdeal hatiye afirandin û
bêqusûr tê himberî xwendevan . Jiyana wan , tevgerên wan, axaftinên wan û bûyerên wan tevde neqandî ne û tevde esîl
in. Mirov difikire, ma lehengên meyî qeşmer, xayin, tirsonek yan jî kahpik ket
tuneye? Bi aweyekî din, bi kêmanî jî be di hundurê mejiyê lehengên me yî “esil”de û yan jî di ramanên wan
de(fantezî,çewitî,keşmerî, cinsî û hwd.) tiştên ecêp( normal) ma qet derbas
nabe?
Îro li gor î
rojeva wêjeyê lehengên ideal(neqandî, esîl) xwedêgiravî diviyabû ji zû de derketiba! Kes nema qîma
xwe bi van lehanga tînin. Ez wek xwendavanêkî nema dixwazim, bê wê çi bi serê
lehengên me yî hêja û neqandi were. Tiştên ku em tê derxînin bila ji xêra xwedê
neqewime! Ku biqewimi jî bila tiştên ku em jê ditirsin bila bi serê wî/ê neyê. Tiştên ku tê serê me
bila neyê serê tu kesî! (û ji kerama we, bila neye serê jêhatiyên lehengên
niviskarên me jî) Jiyan li ber çavê me didome. Tiştên em bi çavên xwe dibînin û
dijîn û difikirin dive di berhemên kurdî de neyê veşartin. Bi otosansura
nivîskêr nema kes baweriya xwe pê tîne. Ew û ûjdanên wan çawa tahmul dike bila
wilo be. Bi qîma xwene; soxî ?
Piçekî ji be
xwendevan wexta ku bixwaze ku rahêje pirtûke bixwine, ji jiyana xwe , ji
binhişiya xwe û ji çend xalên dimenên ramanê xwe tê de bibîne. Xwendevan çima
mîna trajediyen neqandî ji êşê (jan, derd û kul, kezepreşî) pê ve tiştekî dinê
di pirtûkên kurmancî de nabîne? Ma para xwendevên tenê êş e? Çima temaya xwurt
hertim êş be? Eşên me, derd û kulên me ne kêmin, raste… Bi şiklekî herkesekî
kurd ji êşe rahiştiyî para xwe. Bivê nevê ev êş wê têkeve binhişiya me û ji wir
dikari têkevî nivisarên me jî.( bixwe ez jî ji ber mijarê, li dora eşê bi
rehetî dirim û têm û dibînim ku di para min jî de kerb(êş) heye!) Sedemên eşê diyarin û bi berbiçav in. Ne ku
mirov qet behsa êşê neke. Ev bûye wek êşen
santîmental û ji dû qûna wxendevên venagare. Bi xwe ez ji van êşa yekcar
acizim û wilo texmin dikim ku, ê mîna min jî difikirin her ku diçe pirtir
dibin. Bi xwe nema qîma min bi van tiştan tê. Ji bo xwedê ki dikarî bibêje ku
êşên kesayetî ji êşen kurdî dest pê dike? Rehme emê nema hevûdu bixapînin.
Herkes bi şiklekî girêdayî miletê xwe yî. Tu bikî nekî civak û pergal wê
bandora xwe li ser kesayetîbûna mirov bike. Lê ev ne bi serê xwe ye; belkî
bibe atmosfera ku mîna mirov tê de dijî. Derûniya lehangan û binhişaya
wan di nivîsaran de dibin sedemên
sereke. Ji serî heta binî ev êşên ku her mirov pê dizanî di wêjeyê de tê bikaranîn. Ezê bipirsim:
Tiştên ku xwendevan bi rehetî pê dizanî (texmîn dikî) çima nivîskar qîma xwe pê
tîni? Xwedêgiravî hunervan yan ji nivîskar ku ferqa wî/ê ji xwendavan tune be,
em ê çawa jê re bibêjin nivîskar. Ne diviyabû bi çend gavan jî be li pêşiya
xwendavanê xwe be û divê xurt bûya. Wexta ku bişibiya me, wê çaxê em ê çima jê
re dibêjin hunermend yan jî niviskar? Tiştekî nû neafirandibe û şewaza vegotina
wî/ê tune be çi ferqa me û nivîskar dimîne? Bi van tiştên lawaz û ji rêzê heqê
tu kesî tuneye ku li benda hurmetê bimîne. Xwe
dikarin bixapînin, lê vê gavê tu hêqê wan li xwendevan tuneye.
Di her curêyên
nivîsê de, ji helbestê bigrin hetanî axaftinek(nivîsek) rojane ya jî nûçeyek
rojnamê ku bi kurmancî be, bi zamanekî
tewşomewşo tê gotin ku ji êşê(belkî ne êş be jî ) çav sor dibin êş
dibarin û yan jî ma’dê wan dixel e. Mirov
tê ku ji wê nivisê sar bibe û zû ji dest bavêje . Nivîs nakene , ziman
nabiriqe û şewaz mirov bi serhevde dieciqîne.
Ez carnan
difikirim, gelo xwendevanên me yî kurd
ên vê demê ma ewqasî ehmeq in ? Ew dixwînin û tirê lê diqetînin; lê mixabin ne
bi kurdî! E ku bi kurdî dixwînin jî, li gorî xwendinên xwe yî bi zimanêkî biyanî kurmanci muqayese dike. Ez
dibêm vê carê xweştir têdigehêje bi kurmancî çi dibe çi nabe. Ez ne bawerim ku
tu kes newek î xwendevanê kurdî dilbirahme û li benda çend pirtûkên nivvêketî
jî be, ew dilşa dibe. Lê belê ev nebese. Ew dixwaze tahmeke ji zimanê xwe û ji
wêjeya xwe hilgire. Dixwaze bi wêjeya xwe hîntir serbilind bibe. Kengî wê bê,
ew nivîskarên ku li xwendevanên xwe
digere û ewên ku li xwe zêde bike û xwendevanên
xwe hêj bike? Ka li kune? Pêdivî
bi nivîskarên me yî qurre heyê. Pêdivî bi profesyonelên her cureyên hunerê
heye. Wextê xatir û minnetê ji zû ve qediyaye. Bi çend peyva û bi çend
siloganên wek vê nivîsa min ez zanim tiştek jê dernakeve. Bimre silogana peyvên
kurtêl û bijî gewitîya hunera bi kurdî!..
Wexta ku em
xwendina kurdî wek deyndariyekê bibinin (bi xwe û wek geleken me em wilo
dibînin) em ê xwe ji van êşa berpirsyar bibînin; em ê mecbûr bimînin ku bi vî
awayî xwendina êşên xwe bi fermî dewam bikin. Kes ne deyndarê tu kesî yî. Nivis
êdî ne karê biryargirtinê ye. Ji bo berpirsiyarîyê kes nema dinivsîne. Her kes
bi qima xwe ye. Kes ne mecbûrê biryarên fermî ye. Kes ne xwediyê êşê ye. Ê ku
jê tê, bi gewîtiya xwe, bi kêf û riza xwe dinivîsînî û dixwînî. Ez ji xwendina
deyndariyê tu heviyê nakim. ji xwendin û nivîsandina bi vî rengî tu tiştekî
orijînal dernakeve. Kengî me bi kêfî xwendina xwe yî bi kurdî- xwebixwe-bi
awayekî gewîti be jî devam bikin û bixwînin ez dibêm wê çaxê bi rastî nikaşa
gelek tişta, wê bi hêsanî ji holê rabe. Tew nema wê were bîra me û em ê li ser
wêjeyê hîntir rehet bibin û li gor î rastiyên xwe bixwînin.
Destpêk,
bingeh û hêviyên xweş… Ku mijar xwendina kurdî be gotinên ji rizê li du hev rêz
dibin. Tu bala xwe bide kê yek tiştî dibêjî
“Ez di destpêkê deme.” İroj em ne di destpêkê de ne; em di navenda
jiyanê û hunerê de ne . Bingeh jî heye ,ne hewceye em li benda mucîzeyên
beguman bimînin.Zahmetiyên rojê yên civakî
û hunerî heye û ez dibêm her
xwendevanê kurd, ji van astengî û zahmetiyan xeberdare. Ne ku em xwe bispêrin
hin tişta û bi bêdengiyekê li benda mucizeyan bin. Jiyan îroye û dive em ji vê
kêliyê kêfekê ji xwe û ji xwendinên xwe bistînin. Ev kêf dibe ku ji eşê jî vere
xem nîne.
Ez ne bawerim
ku kes nemaye bi pirtûkekê hişyar bibe û bi rastiya xwe bihese xwe nas bike.
Wexta propagandaya wêjeyê qediyaye û ji
zû de hilveşiyaye. Kes nema bi du-sê pirtûka qanî dibe. Çawa qîma xwendevên
vere, li gorî derfetên xwe û kêfa xwe ji bo xwe dinyayekê çê dike û di vê
wateya dinyaya xwe de dijî. Bi formulên xweş û mekanik mirov nikare çend roja
reçeteyekê bide tu kesî.
Xwendin û
nivîsandin bi tenêbûn dibe. Mirov bi xwendina xwe di tenêtiyê de ye, çi qasî
bixwîne ew qasî tenê di hundurê xwe de tenê dimîne û hîntir bi xwe re eleqeder
dibe. Geh ev tevger mirov rehet dike û
geh jî bêhêvî dike. Ku kengî yek berhemê bixwîne tena serê xwe ye. Xwendevan û
pirtûk bi hevre ne. Tiştên ku em hîs dikin yên ku em difikirin û yên em tê de
dijîn tevliheve nivîs û xwendina me ye. Mirov nikare berhema ku bixwîne bilî
kesîtîbûna xwe binirxinî. Li gor xwestaka xwendevan î wê dimenê, divê çend
berhem hebe ku karibe bi zamanê xwe çend tiştan bixwine.
Mirov nikare
xwendina kurdî standardize bike; bê standardîzekirin jî wê nerastiyên û
çewitiyên mezin tê de hebe. İroj
xwendevanê dinyayê çawabin ew jî wilo ye. Wek her miletî bi çend ferqa
cudatire. Nayê wê watê ku berhemên me, ji rastiya xwendevanên xwe dûr be. Îroj
berî hertiştî xwendevanekî bîrbir û xwemxwir heye. Tu qusûr di xwendin û
axaftin wan î bi kurdî tuneye. Paradoksên xwendina kurdî bi zêdeyî li cem wan
kurdên nexwendeyên kurdî heye. Rastiyek berbiçav heye ku îroj her xwendevanên
kurdî xwendevanê zimaneki biyaniye jî ye. Bi vî awayî hayê xwendevan ji wêjeya
dinyayê kêmzêde çê dibe. Jiyana kesayetiyê
piraliye û di hundurê xwe de jî nakokiyan dihewînî. Tu standarta kesayetiyê
tune yî. Wexta xwendevanên wek kesên piralî, parîkî xwe di berhemên kurdî de bibîne
ve carê ne wek armancekê; lê belê wek kêfekê berhama di destê xwe de wê
bixwîne.
Mijar, bûyer,
leheng, cîh, raman, şêwaz, vegotin û hwd divê bi şiklekî bi me nas were. Bi
aweyekî din dive xwendevan bi hêsanî karibe hin tişta tê de bibîne. Bi vî awayî xwendevan karibe tevlî nav atmosfera berhemê bibe. Tev nakokî-
nexweşî û qusûrên xwe û tev guneh û xêrên xwe. Xwendevanên kurd divê ji terefê
nivîskarên xwe xweş were nas kirin.
Êdi xwendevana
gewî nizanim wê çava bê fam kirin?
Avrêl-2009
Yorumlar
Yorum Gönder