Dîsko 5 No’lî
Dereng be jî, ji bo “Dîsko 5 No’lî”, dema nirxandineke bi
Kurmancî ji zû de hatibû. Lîstik ev du sezon in dilîze û wiha xuya ye ku wê hîn
jî bilîze. Ji bo vê lîstikê gelek tişt hatin gotin, lê heta niha lîstik bi
Kurdî nehate nirxandin. Ji bo her lîstikê, divê neyînî an jî erênî temaşevanên
Kurdî, di pîvanên hurmetê de dîtin û ramanên xwe vebêjin. Lê ez ê ji destpêkê
de bibêjim, ev nivîs ji sedî sed erênî ye.
Mirov beriya lîstikê, ji wateya girtigehê haydar dibe û
dizane lîstik wê li ser kîjan mijarê bisekine. Ji ber vê yekê, temaşevanên
Kurd, di der barê girtîgeha Amedê de, xwedî hest û raman in. Bi vê zanîne,
bûyer û kesên lîstikê ji hêla temaşevanên Kurd xweş tê nasîn.
Bûyerên vê lîstikê, her çi qasî beriya sîh salî qewîmî bin
jî, mijar û çîrokên wê heta dema îro jî, di hişmendiya Kurdî de ew qasî zindî
ne. Ji bo temaşevenên Kurd, bîranînên “binçavkirin
û girtîgehê” bi travma û bi bîrîn in… Lê ji bo temaşevanên Tirk, ixtîmale
ku “Disko 5 Nolî” bibe nîşaneya hovitiya leşkerî û nijatperestiya serdestî.
Sehne dibe girtîgeha leşkeri ya Amedê. Temaşevan weke ku di
wê girtîgehê de be û li pêş çavên wan hertişt diqewime, hiş û hestên temaşevan
di navbera şano û rastiyê de diçin û tên… Deng ji wan dernakeve, lê çavên wan,
dilên wan û hişên wan her û her li ser “Girtîgeha
Amedê” dimîne. Piştî lîstikê jî, temaşevan zû bi zû bi ser xwe ve nayê.
Mîrza Metîn, performansa lîstikvaniya xwe, ji bo “Dîsko 5
Nolî” li ser rituelên tundî derxistiye.
Lîstikvaniyeke bêhemba û bi kedeke mezin, performanseke hêja nîşan dide
temaşevanên xwe. Bi plastîka laş û bedena xwe û bi şêweya lîstikvaniya xwe li
ser sahnê tekane, hemû derûniya girtî û vebêjeriya kesên lîstikê dike. Mîrza
Metîn, bûyerên li wir qewimîne bi tena serê xwe dilîze û dide temaşekirin.
Lîstikvan, di vê şanoyê de dibe “girtiyekî azadiyê, serleşkerekî wahş; mişk, kûçik, pîrê, mêş…” Hemû
tişt bi laş û performansa Mîrza Metîn derdikeve pêşberî temaşevanan. Aksiyonên
li ser sahnê, bi veguherînên “kesên lîstikê” tê lîstin.
Derhenera lîstikê Berfîn Zenderlioğlu ye û teksta lîstikê
Mîrza Metîn nivîsandiye. Ji bo vê lîstikê, di derbarê girtigeha Amedê ya
Leşkerî de; bîranîn, dokumanter û bi hevpeyvînên girtiyên wê û bi “metaforên”
wê, “Dîsko 5 Nolî” hatiye çêkirin. Îşkenceyên 5 Nolî’yê bi çavdêriya girtiyekî,
carinan bi mişkekî, an jî bi hovitiya serleşkerekî tê vegotin û lîstin… Hêma û
têgehên wê demê, li ser sehnê bi hin amûran ve hatine girêdan. Serdestî û
kirinên faşistî, bi “kûçik” û wehşetiyên din tê sêwirandin… Bi dîmen û efektên
deng, ronahî û xumamê û lexema avê ya li ser sahnê, werîs û bi konê pîrê dekor
û alavên sehneyê atmosfera lîstikê hatiye sazkirin.
Bi giştî, piştî lîstikê jî temaşevan zû bi zû ji bandora
girtigehê dernakeve û di hişê temaşevan de lîstik didome… Bûyerên
vê girtigehê bi temaşevanên kurd ve nas e, lê ji bo yên din? Weke pêşandeyekê
“Dîsko 5 No’lî” gelek pirsan ji temaşevanên xwe re dihêle… Mirov çawa dikare vê
zulmê li mirovekî din bike, an jî ji bo çi vê zulmê dike? Mirov texmîn dike ku
ev pirs ne ji bo temaşevanên Kurd e! Divê bêtir “ew” li dîroka xwe vegerin…
Lîstik, li ser êşandina temaşevan hatiye lêkirin. Temaşevan, bi vê lîstikê dikeve nav hestên tevlihev û hişê wan ser û bin dibe. Her tişt li ser sehnê û li ber çavê temeşevan diqewime… Bandora lîstikê weke “travmayekê” di hişê temaşevan de diçike. Bi carekê ve, mirov dixwaze lêdan û zulma li ser sehnê biqede. Ji ber ku temaşevan diêşîne… Lîstikvan, temaşevanên xwe “neçar dihêle”, careke din aciz û gêj dike. Lîstik, rasterast berê xwe dide temaşevan, vê pirsê li cem wan dihêle: Hûn vê wahşetê bi çi ve girê didin?
Lîstik, li ser êşandina temaşevan hatiye lêkirin. Temaşevan, bi vê lîstikê dikeve nav hestên tevlihev û hişê wan ser û bin dibe. Her tişt li ser sehnê û li ber çavê temeşevan diqewime… Bandora lîstikê weke “travmayekê” di hişê temaşevan de diçike. Bi carekê ve, mirov dixwaze lêdan û zulma li ser sehnê biqede. Ji ber ku temaşevan diêşîne… Lîstikvan, temaşevanên xwe “neçar dihêle”, careke din aciz û gêj dike. Lîstik, rasterast berê xwe dide temaşevan, vê pirsê li cem wan dihêle: Hûn vê wahşetê bi çi ve girê didin?
Heta niha şanoya Kurdî, bi “polîtikbûnê” ve dihat qalkirin; lê bi vê lîstikê, şanoya Kurdî wê
bi mînakên “in yer face” û bi têgeh û formên din jî were girêdan. Lîstik,
saetekê weke bimbebaranê nahêle temaşevan jê biqete. Bala temeşevan saetekê
zîndî dimîne. “Dîsko 5 No’lî”, mirov di paldanka xwe de diçikîne û nahêle xwe
tev bilivîne. Destar Teatro, ji bo şêweya vê lîstikê, navê “ceribandinê” bi kar tîne. Lê encama vê
lîstikê nebûye ceribandin; rasterast bûye raxistina “wahşeta” gîrtigehekê. Ji
ber vê şêwazê, temaşevan mîna girtiyekî, li “Dîsko”yê temaşe dike. Lîstik
temaşevan mecbûr dihêle ku êcêbmayî li vê wahşetê binêre û biêşe… Lîstik mîna
“sîleyekê” tê ku li ser çavên temaşevan bikeve. Mirov li derûniyeke tevlihev
girê dide û dike ku temaşevan ji xwe bikeve gumana: Ew girtî ye, yan temaşevan e?
Wahşeta nijatperestî û berxwedana şoreşgerî bi hev re li ser
sehnê berbiçav dibe. Mirov, naxwaze li girtiyên wê demê û li “komkujî, tecawuz,
hovitî…hwd” bifikire. Bi temaşekirina vê lîstikê, ne bawer im ku dîmenên vê
girtîgehê werin ji bîr kirin…
Mijareke mezin û êşî, di vê kurtedemê de tê vegotin. Zimanê
êşa vê lîstikê, ne ji bo “ajîtasyonê” ye, ji ber vê yekê dengeya lîstikê xweş
hatiye hûnandin. Bi hêsanî mirov dikare bibêje lîstikvaniya Mîrza Metîn û
rejiya Berfîn Zenderlioğlu serkeftî ye. Mirov texmîn dike ku kedeke mezin di vê
lîstikê de heye. Lîstik neketiye xetereyên derveyî şanoyê… Heta gelek tişt ji
bo ku ajîte nebe, kurt hatine birîn… Ev jî, lîstikê nahêle ku bibe mîna “melodramekê”. Vegotina zimanê ajitasyonê
xweş hatiye parastin. Êşa bûyer û çîrokên lîstikê, di hedê xwe de tê ser sehnê
û rejiya lîstikê rê nedaye ku “Disko 5 nolî” têkeve zemîna ajiteyê…
Lîstikên ku bi yek
kesî tên lîstin, xwedî rîsk in. Lê Mîrza Metîn, di “Dîsko 5 No’lî” de ji heq ve
rîskê derdikeve û xwe li ser sehnê îspat dike… Mîrza Metîn, dizane enerjiya xwe
kontrol bike û bide hîs kirin. Bala temaşevan, hertim li ser xwe zindî dihêle.
Ji 2008an heta niha, di repertûra DestAR-Theatre de “Reşê Şevê, Cerb, Qeşmerên Apoletî, Bûka
Lekî, Dîsko 5 No’lî, Antîgone 2012” bi van lîstikan mirov dizane ku, ji bo şanoyeke
Kurdî bi gotina wan “ceribandin” lê weke
hewldaneke şanoyî bi encam dibe… Teybetiya van lîstikan ew e ku, lîstikvanên
Destar Teatro bi xwe dinivisînin û dilîzin. Şanoya xwe li ser tekstên xwe
diafirînin…
Ji bo hemû şanogeran domdariya xebatên lîstikvanî û hunerî,
ji bo motivasyoneke afirandinê pêdivi ye. Destar Teatro, bi lîstikên din û bi
xebatên atolyeyî mijûl dibin. Ji ber vê yekê xebatên xwe weke “ceribandinekê”
dibînin. Ji xwe her şanoger, bi kêmaniyên xwe û bi kêmaniyên şanoya Kurdî
dizane; lê kêm kes serê xwe bi xebat û ceribandinên hunerî diêşînin. Destar
Teatro, bi lîstik û xebatên xwe dixwaze ji şanoya kurdî re alternatifekê
derxîne.
Kêm kom hene, xwedî repertuarekê ne; lê Destar Teatro, ne li
ser lîstikekê tevdigere. Her sal bi kêmanî lîstikeke nû derdixîne pêşberî
temaşevanên xwe. Heta niha şeş lîstik derxistine. Ji 2008an heta niha, ji bo
şanoyeke “xwedî taybet” tevdigere û
di van salên dawî de bi lîstikavanî û şêweyeke nû, lîstikên xwe dertîne…
Xebatên xwe yên lîstikvanî û atolyeyî didomîne, ev jî weke encamekê di lîstikên
wan de derdikeve û helwesteke nû bi xwe re tîne.
Careke din mirov ji bo “Dîsko 5 No’lî” dikare bibêje ku “dîtin û gotin nabe yek!” Divê mirov
bibîne û biêşe…
Çetoyê
Zêdo
Yorumlar
Yorum Gönder