DRAMATÛRJIYA
TEATROYA KURDÎ
Carinan
hin mijar û hin gotin, bi hemdê xwe û bêhemdî xwe jî “giran” in. Gotinên giran di vegotin û xwendinê de mirovan aciz
dike. Di Kurmancî de jî gellek tişt, bi vê giraniyê dest pê dike û dîsa bi vê
giraniyê nayê famkirin. Ji ber ku wergirtina wateya kurmancî, ji bêpergalbûna “îroniya xwe” zû bi zû xwe nade dest
xwendevên. Hin caran dibe ku ji bo hevokekê, çend hevokên din di hundurê kevanê
de, bi têbinî were şîrove kirin. Sedemên vê yekê, di qelsbûna xwendina Kurmancî
de dibînim. Gelek gotin, ji ber vê qelsiyê nagihêje muxetabê xwe û hişk dibe…
Mafê
gotinê li kê dikeve, mirov xwediyê wan peyvan e, yan na? Her gotin, çi
berbirsyariyê dide xwediyê xwe? Mafê gotinê li ku disekine û muxetabê gotinê kî
ne? Raste rast mecbûr dimînim û bêdîlî xwe peyvên giran weke “divê, çareserî, Kurdî, xwendin û zanîn…”
bikartînim. Ez xweş zanim, ku mirov qala Kurdî bike û li ser navê “em, zimanê me, çanda me, şanoya me”
vebêje, berbirsyariyeke giran û “zimanekî
tundî” jî li ber xwe dertîne…
Ji ber van sedeman, xwe mecbûr dibînim û “destûra gotinên giran” dikim. Weke ku di
her mijara Kurmancî de, zanîn û mafê gotinê li her kesekî kurd dikeve, bila li
min jî bikeve. Dibe ku çend peyvên zêde jî bikarbînim, wê jî bidin xatirê
dramatûrgekî Kurmanc! Ez dixwazim li ser dramatûrjî û şanoya Kurdî û li ser mijarên
wê yên sereke bisekinim.
Di hebûna temsîliyata
netewî de; wêje, şano û bi giştî huner weke “pêdiviyekê” tê dîtin. Şanoyeke netewî, bi ziman, mijar û şêwaza xwe,
xwe dide nasîn. Li Bakur, şanoyeke Kurmancî çi qasî dikare vê temsîliyetê
ragire? Hunermend û şanogerên Kurd, di vê “temsiliyetê” de li ku disekinin û
xwe çawa dibînin? Derfetên hunermendên şanoyê, di vê pergalê de çi ne? Çi ji
destê wan tê, dikarin ji bo huner û şanoyeke Kurmancî çi bikin yan jî niha çi
dikin? Nirxandin û kêşeyên Teatroya Kurdî, di hişmendiya hunera teatroyê de li
ku disekine? Nakokiyên Teatroya Kurmancî, xeteriyên dramaturjî û listikavaniya
wan çi ne? Têkiliya şano û wêjeya Kurdî, çi qasî bi hevdu ve girêdayî ye? Literatura
hunera Kurdî, kêşeyên xwendin û nivîsandina Kurdî, çi qasî bala lîstikvanan
dikişîne? Şano û
şanogeriyeke Kurmancî bi kêrî çi tê? Bi van pirsan mirov dikare dest bi têbiniyan
bike.
Bi
gotineke giran, ji bo şanoyeke Kurdî,
bigihêje temaşevanê xwe “divê” serê
xwe bi dramaturjiyê biêşîne. Mijarên sereke yên ji bo şanoyê, gellek in û ne
hêsan in. Beriya ku şanoger dest bi şanoyeke Kurdî bike, divê pirsgirêkên xwe
yên Kurdî çareser bike û zanîna şanoya xwe bi Kurdî biafirine. Zanîna şanoyê,
li her derê û bi her zimanî heman mijar û huner e. Ji bo ku mirov, qala
şanoyeke Kurmancî û xwedî taybetiyekê bike, divê pirsgirêkên wan tenê ne ziman
be. Mijar û şêwazên şanoya neteweyekî, naşibe neteweyekî din. Ku tenê mirov li
zimanê şanoyê binêre wê tênegihêje. Jixwe “zimanê” şanoya Kurmancî bi her halê
xwe, bi qusûran tije ye. Ev mijareke êşî û xîzaniya şanogeran e; ne ya
temeşevan e. Ku mirov bala xwe bide rexneyên li ser lîstikên Kurmancî, bi
nivîskî yan jî bi devkî, her temaşevan vêya bi dengekî bilind vedibêje, ev
tiştekî berbiçav e. “Qirrik” û zimanê
lîstikvanan bi xeteriyên zimên ve tije ne.
Ji
bo hunera şonoyeke Kurdî, mijarên mezin û xebatên dûvedirêj li benda şanogeran
e. Gellek têgehên teatroyê, hîna di rojeva şanogeran de ne zelal e û ne jî bi
Kurmancî ye. Ji ber vê sedemê şanogerên Kurdî, nikarin qala hunara xwe, bi
zimanê xwe bilêv bikin. Zanîn û dîroka teatroyê divê bi Kurmancî rave bibe û di
poetîka şanogeran de divê bi cî bibe.
Di
teatroya Ewrûpî de qonaxên dîrokî û nivîskarên wê, divê bên nasîn û bi “Kurmancî” were xwendin û dîtin. Ji bo
hin kesan dibe ku weke dubarekirinekê be, lê ji bo çend kesan be jî, divê mirov
qala hin serdem û navên taybet bike. Li welêt, gelek kom û atolyeyên şanoyê bi
Kurmancî xebatên xwe didomînin hene, lê hîna jî, xwe ji wergera Tirkî xelas
nekirine. Gellek hezkiriyên şanoyê hene û dixwazin di hunara şanoyê de pêş ve
bikevin, ji bo van kesên ku nû dest bi şanoyê kirine, mirov dikare qala wêneyekî dramaturjiya giştî bike. Ji bo
zanîneke dramatûrjiyê pêdivî bi kîjan serdem û nivîskaran heye? Beyî dîrok û nîvîskarên teatroyê, ne zanîna şanoyê û ne jî nivîskariya wê, tê
famkirin. Bi kurtasî, ji bo destpêkirina dramatûrjiyê, serdemên taybet û
nivîskarên navdar ev in: Di Teatroya Antîk de (Yewnanî-Latînî) Aiskhylos, Sophokles, Eûropîdes, Arîstotales “Poetîka”; Aristophanes,
Plaûtûs, Seneca, Horatîos “Arspoetîka”.
Serdama Navîn (Feodalîte Ya Ewrûpa)
û Ronesansê de, Lîstikên Olî “Morality- Everymen”, Comedîa dell’arte û Goldonî,
Lope de Vega. Nivîskariya Dawiya Serdama Navîn; Marlove û “Rebbê Teatroyê” Shakespeare...
Di
klasîzima Serdema Nû de; Corneille, Racîne, Moliere û bi Şoreşa Frensî şanoyên
netewî bi romantîzmê re di melodramê de; Schîller, Lessîng “Dramaturjiya
Hamburgê”. Di Realîzma Ewrûpî de (naturalîzm) Îbsen, Çêxov, Hauptman.
Di Sedsala 20’an de Teatroya
Modern weke “Serdema Derhênerên Teatroyê” tê zanîn. Stanîslavskî “Sîstem”,
Meyerhold “Bîomekanîk”, Artuad “Tundî û Rituelî” A. Antoîne “Xwezayî û Diwarê
Çaremîn”, Max Reinhardt, Otto Brahm, Appia, Gordon Craig…
Teatroya Politîk bi Pîscator
re dertê û Brecht bi Teatroya Epîk, dijberiya li himber Teatroya Arîstotalyenê
poetika şanoya xwe datîne. Teatroya Absurd û berhemên nivîskarên xweser weke; Beckett,
Îonesco, H. Pinter, Strinberg, Maeterlinck, A. Jarry, B. Shaw, Kaiser, Eugene
O’Neill, Lorca, Dario Fo, Arthur Miller,
Tenesse Williams, Sartre, Camus, Jean Genet, Anoilh, Durremant, S. Shepard…
Şonoya Hemdemî an jî Teatroya Avangard an jî Teatroya
Postmodern; Grotowskî “Teatroya Xizaniyê û Lîstikvaniya Pîroz”, Eugene Barba
“Antropolojiya Teatroyê”, “Peter Brook “Teatroya Navnetewî”, Augusto Boal
“Teatroya Bindestan”… Ji bo teatroyê wêneyekî giştî, bi van navan mirov dikare
li ser hunera şanoyê bixebite û binase.
Çetoyê Zêdo
Yorumlar
Yorum Gönder