Ana içeriğe atla

Çawîşê Muxeberatê: Kê Kî Kuştiye? (*)



Binxetê… Salên 1960î… Ji derve dengê frêna erbeyeke tê bihîstin… Erebe disekine û dengê qerebalixê her ku diçe zêde dibe. Ji derve bi dengekî berz  “Dakevin, yeko yek bidin dû hev û derbas bibin!” tê bihîstin.
Çawişê Polîsan, derî vedike û li benda kesên din  disekine. Peşî mirovekî navsere û jinek û çend zilamên din dikevin dundur. Çawîş piştî ku her kes dikeve hundur, bi destan nişanî wan dide ku ji bo ku rûnên. Yê navsere li ser kursiyê û yên din jî li erdê rûdinên… Çawîş tê li ser paldanka xwe, cihê xwe xweş dike, kumê xwe li ber xwe datîne, cixareyekê pê dixe. Pêşî hinekî çavên wî ji dûmana çixarê hesir dibin. Li paş xwe dizivirê û bi dengê bilind bang dike…
Çawîş:
Hêê! Li vir binêrin!
Polîsek:
            (Serê xwe di ber derî re dirêj dike) Belê, ezbenî!
Çawîş:
            Ji bo Xwedê, kaxezekê bîne! Ew kî ji we kaxezên ser maseya min didize?
Polîs:
            Baş e!  
Çawîş:
(Bi kerb) Baş e! (Berê xwe dide yê Evdo) Dibêjin baş e û kaxezan didizin. Ma tu zikên wan î mezin nabînî? Tevde mirîşkên hepsiyan dixwin, tu dibêjî qey ez bi hertiştê wan nizanim? Ew ji bo xenceran derbasî zindanê bikin, çi dikin zanî? Wellehî… wellehî… Şêxê min, tifing di hundurê vê zindana piçûk de hene, tifing di binê betaniyan de hene… Her roja xwedê ez yekî ji wan zevt dikim û ji wan kêrên qerase ji binê serê wan derdixim… Lê çi fêde, roja dinê bi qudreta Xwedê li wan vedigerin! Ha ji xwe re li vê ecêbê binêr şêxê min… Eger hebsî bixwazin ku em bêne girtin, ew ê me ji dêvela xwe bigirin. Lê ew ji polîsan re baş in, tenê hevdû di hundur de dikujin… (Hineki li bandora gotinên xwe dipîvine) Li vê derê, li vê odê, bi serê te şêxê min, hin kesên alîkariya me dixwazin tê de dimînin hene. Ku ew çi bixwazin, te dît di heman gavê de tiştek hate serê wî… Ew qesas in, qesasên mêra ne, navê kê derkeve ji devê wan û bibêjin “ew ê bête kuştin”, tê kuştin… Îca rev li ber me namîne… Min dît wiha nabe, hima min xwe gihand hukumetê… Em çûn ba qayimeqêm ku, em giliyên xwe pê bikin, dibe ku zindaniyan li ser… cehnemê belav bike. Tu dizanî camêr bersiva me çawa da? Go, Kurd in bila hevdû şerjê bikin… Me jê re go; ezbenî, her ku yek di zindanê de tê kuştin, deh kesên din dikevinê, ji bo ku heyfa yê kuştî hilînin… Me go; wê nişteciyên bajêr û nehiyê û gundan li derdora me tev bibin hebsî… Û bawer bike şêxê min, me go; ew ê mirîşk û hêkên ku ji hepsiyên xwe re tînin nedin me û em ê kursiyan bixwin an kumê xwe. Qayimeqêm bersiv da; tu bi Xwedê dikî ma ev jî bersiv e? Çi got tu zanî? Pîqabê bixwin, we pîqab ji bîr kir! Gava em ji ba wî derketin, wextî me bi ser gulên bexçeyê wî yê mezin de bimîsta.

(Evdo, bi acizî li Çawîş guhdarî dike, mîna ku Çawîş pirsekê ku ji wî re negotibe bi ser xwe ve tê)  Ji te werê ku ez ditirsim? Kî wê bighêje qayimeqêm ku fesadiya min bike… ev gêjên li vir? Ez bi awayê pêçana çixareya we pê derdixim, tu ji min re yekê bipêçe! (Evdo hinekî bi ecêp pişt re weke hertim, ji bêrika şelwarê xwe qutiyê derdixe û jê re çixareyêkê dipêçê) Lanet li tutîna artêşê were! ( Pakêta bêrîka xwe bi hêl davêje ser masê, bi careke din bang li derve dike) Diznoo, kanî kaxez? (Hinekî li benda bersivê dimîne, ji bilî her jina Evdo her kes ji axaftinên wan fam dike..)

Ka em guman bikin ku qayimeqêm bihîst… bibore şêxê min… eger li ser keritiya min bihîst, wê çi bike ha? Tu bi Xwedê kî, wê çi bike? Wê bêje ku, tu ji vê derê re nabe û wê min vegerîne daîreya wilayetê. Li wîlayetê xwedî û nasên min hene, wê min biparêzin û min bidin dereke xweştir. Ez naxwazim li vê derê bimînim, ev “bakur” ruhê mirov dîstinê… Leşkerên Tirk di rêya sînor re gulleyan berdidin kevokên berriyê, bala xwe bidiyê, îcar gellek caran gulleyên wan li leşkerên me dikevin… Kevokan dikujin, paşê têlên sînor derbas dikin, wan dibin û zimanê xwe ji artêşa me re derdixin. (Weke wan dike bilebil…) Leşkerekî me ceger nake di ber sînor re bibuhure. Wextekê cotkarekî ji mi re go; ji wan cotkarên ku zevîyê wan li ber têlan e, wî digot: her roja xwedê ew Eskerên li ber sînor kengî ku wan dibîne, bang li wan dikin û ji wan re dibêjin “Hûn hemû kafir in!”…  Çima em kafir in? Ew ê rojekê vî bajarî yekser bidin ber gulleyan… Va min ji te re go… Ew sînorê Hilêliyê derbas bikin û wê werin kîjan mêrê ku bixwazin wê bi xwe re bibin… Pişt re wê, tifî qereqola me nekin û wê nebêjin; hûn, hûn kî ne? Ma em kî ne, kî hesabê me dike şêxê min, em li ber çi nin, tu zanî?

(Pişt re dîsa bi qêrîn) Kaxes, kaxes. (Bi dengê wî re polîsek derbasî ba wî dibe, di destê wî de dosyeyek perîtî heye û dikeve hundur. Çawîş bîşkokên maseya ber xwe tev dide û jê qelemekê derdixe û bi zimanê xwe şil dike û bi xwe bi xwe) Roj… tarîx… karname… (Hin gotinên fermî yên bêhemdî xwe dibêje. Bi carekê berê xwe dide Evdo û zarokên wî)  Kî ji we dizane binivîse? 

Evdo:
(Berê xwe dide zarokên xwe û bi işareta çavan) Ew dizanin.
Çawîş:
(Lêvên xwe dijdîne û qelama xwe dirêjî xortê nêzîkî xwe dike) Were! (Lawik radibe û tê cem wî. Çawîş jî ji cihê xwe radibe û bi destê xwe jî nîşan dide) Li cihê min rûnê. (Lawik bi awayekî bi guman diçe li cihê wî rûdinê. Çawîş, tê ber derî û bi lingê xwe derî digire…) Ez naxwazim ev bênamûs îfadeyê binivîsîne. ( Bi serê xwe nişanî derve dike.) Ew min pir aciz dikin. Gotinan li gorî dilê xwe dinivîsinîn, ew ji qazî ve wiha dikin, lawaziya min a nîvîsandinê bi kar tînin, ker lawê qantiran! Ew ji tiştekî re nabe, ji bilî vî karî, loma dirêj dike ku, roja xwe bi êşandina min derbas dike. ( Hinekî disekine, pişt re dizîvire xortê ku li cihê wî rûniştiye) Pênûsê pir bilind neke ya na, em ê mecbûr bimînin îfadeyê ji nû ve binivîsinin. (Hinekî li bota lingê xwe dinêre paşê li Evdo) Binivîsîne…. (Xwe bi xwe, bi tiliya xwe ya nişandekê, dide ber lêva xwe…)  Filan roj… filan tarîx…îfade… (Berê pirsa xwe dide Evdo)  Çima kurê te kuştin?
Evdo:
            (Bi ecêb) Kurê min?
Çawîş:
            Metka te…xuşka te… xaltîka te… bapîrê te, kê ew kuştin?
Evdo:
(Peşî matmayî û dûre bi hêrs) Cenabê Çawîş, kê hikûmeta te û hikûmeta bavê te kuştiye?
Çawîş:
            (Bi ser xwe de tê) Tu çi dibêjî?
Evdo:
Eger tu bixwazî zû ji meselê xelas bibî, ji kurê min re bêje, bila çi di kaxezên we de binivîse.
Çawîş:
Ê, nexwe bersiva min bide ku, kurê te tiştê ku tu yê bibêjî wê binivîsîne. (Jina Evdo, di ber xwe de bi hime him dipeyive, Evdo di bin çavan re lê dinêre. Çawîş ji wî hêrs dibe)  Waa… Ka li min binêre! Naxwe mesele çi ye?
Evdo:
            Tu baştir dizanî!
Çawîş:
            Min hûn anîn vir, ne? Ji bo ku sûcekî kuştinê heye.
Evdo:
            Sûcekî kuştinê an pevçûnek, çi îşê me pê heye?
Çawîş:
(Milên xwe bi awayekî pirsê bilind dike) Ma elaqa we bi sûcekî an diziyekê yan bi qaçaxçîtiyê an bi girtiyekî vir re tune? (Evdo, bêdeng dimîne)
Lawik:
            (Hinekî serê xwe bilind dike û bi şermî) Ez çi binivîsim ezbenî?
Çawîş:
Mesele zor e, şahidek ji bo me lazim e! (Bi dengekî bilind bi aliyê deriyê ve bang dike.) Ka şahid? 
Polîsek:
(Dibeze hundur, tenê serê xwe di ber derî derdixe) Belê ezbenî!
Çawîş:
            Me ji bo çi ev xelk anîne vir?
Polîs:
            Sûcekî kuştinê ye.
Çawîş:
            Kê kî kuştiyê?
Polîs:
(Serê xwe bera ber xwe dide) Şahid reviyaye ezbenî, lê ez guman dikim ku sûcekî kuştinê heye.
Çawîş:
(Betir hêrs dibe û berê xwe dide kurê Evdo) Hikûmet nizane bê çi diqewime li Binxetê, ma çi bi serê min ketiye ku divê ez zanibim?(Piştî bêdengiyekê, ji lêwik re) Binivîse kurê min: Kerek mir, dozek li dijî nenasekî, qediya. Îmze; Hestiyê gora segbav … şahid jî qerqerê gorê ye!
Lawik:
            Ma hewceye ku ez li ser kaxezê cihekî imze bikim?
Çawîş:
(Sênga xwe tije kîn û bêzarî dike û xwe dinepîxîne û bi destnişanî wêneyên li ser diwêr dike, ew wêne yê Hafiz Esed e ) Erê… li ser qûna serok îmze bike. 








(*) Xwedê ji “Selîm Berekat” û lehengên wî razî be. 

Yorumlar

Yorum Gönder

Bu blogdaki popüler yayınlar

Modern Kürt Tiyatrosunun İlk Adımları

Yazar/metin merkezli Batı tiyatrosunun Kürt dilindeki ilk örneği, 1919’da Evdirehîm Rehmî Hekarî’yle başlaması, teatral formların Kürtlerde daha öncesinde olmadığı anlamına gelmemelidir. Popüler ve kitlesel bir sanat olan tiyatro tarihsel olarak her dönemde farklı biçimlerde icra edilmiştir. Genel anlamda tiyatro sanatı; kukla, gölge oyunu, köy seyirlik oyunları, çîrokbêj (bir nevi meddah) geniş bir alanda teatral formalara sahiptir. Bu formlar, yakın kültürler ve komşu milletler arasında benzerlikler gösterebildiği gibi veya hepten özgün bir biçim olarak da var olabiliyor. Kürt tiyatrosunda: Taziye, “Sîtav” (Gölge Oyunu) ile “Bûkella” (Kukla), “Mîr Mîran” (Sahte Emir), “Kosegelî-Gaxan”, “Bûka Baranê” (Bolluk-Bereket Oyun Ritüellerinden), “Sersal” (Yeni Yıl), “Newroz” oyun ve temsilleri... Bunun yanı sıra Kürt tiyatrosuna özgü teatral anlatı biçimleri arasında sayılabilecek “dengbêjî” ile “çîrokbêjî” gibi ulusal formlara da sahiptir. Kürt tiyatrosunun geçmişine ve bugününe baktığımı

Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê / Theatre Concepts and Terms

Şanogeriya "Mem û Zîn", Nivîskar: Emîn Mîrza Kerim, Derhêner: Enwer Tuvî, Silêmanî, 1958 Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê  Absürd Tiyatro - Şanoy bêhûde, Şanoya Absurd - Theatre of the Absurd Acı Çekme Oyunu - Lîstika Êşkêşanê - Şanogeriy eşkence, wezen – Passion Play Acıklı Komedya, Komîdyay giryanawî – Tearful Comedy Açık Aksiyon - Aksiyana Vekirî - Over Act Açık Sahne - Sehneya Vekirî - Open Stage Adaptasyon - Lihevanîn, Adaptekirin - Adaptation Agit-prop tiyatro- Şanogerîy bangeşekirdin – Şanoya propagandayî – Agit- Prop Theatre Ago n- Mişt û mirr – Agon Ağlayıcılar - Koroya Giriyê, Barbûkarî grîkî – Choregos Akrobat - Kanbore, qareman, palewan, Canbaz - Acrobat Aksiyon Oyunu - Dramay niwandin, Şanoya Aksiyonê – Play of Acting Aktivizm -  Karaxwazî, Aktîvîzm - Activism Akustik- Dengî, Akûstîk - Acoustic Alternatif Tiyatro – Şanoya Alternatîf- Alternatîve Theatre Anagnorisis – Venasîn, Nasînewe - Anagnorisis A

Ereb Şamîlov "Koçekê Derewîn-1930" Şano

   E reb Şamîlov  Koçekê Derewîn  Pyêsa Du Fesla Sezde Sifeta   (Neşra Dewlata Şêwrê Ermenîstanê, Rewan, 1930)           Gilyê Pêş          Pyêsa pêşin, gerekê beve notla silhekî şêr, ber gilî gotnê terêqa nav xebatçyê Kurmanca da paşda mayî. Eva gilî gotnê min nivîsîne, ne metelok in, ne jî min ber xoe derxistine. Eva îşana qewimîne bûye, niha jî hene nav gundê Kurmanca da.          Her Kurmancekî gele car qewimye, ku çûna cem wan vireka şêxa, pîra qewala û mella koçeka, wane kirye min nivîsye li vê pyêsê. Basa xeberê ez karim navê çend heva hildim, hûnê bizanbin rastê: Koçek Xûdêda ji gundê (Poştê) Karvansarayê qêza Lenînakanê nahya Hacîxelîlê, Koçek Gulê ji gundê Qulibegê qaza Rewanê nahya Ecmîadzînê (Dêrê).             Evana hetta niha jî dixapînin kesîba û orta Hemîk destê terêqa bega, axa û kulaka tev heve. Ew hizdikin paşda mabûna xebatçya; ew timê nezana tûj dikin berî firqeçya û komsomola dibin, çimkî ew firqeçî û komsomola niha paşda davêjin gilî got