Zimanê Teatroya Kurdî (Kurmancî)
Lîstikên salên dawî çi encam derxistine yan jî gihîştiye kîjan merhaleyê? Xetimandinên teatro û lîstikvaniya kurmancî ji ku dest pê dikin? Şanoyên kurdî li welêt û li Stenbolê dixwazin ji xwe re rêyeke çawa vekin? Mirov dikare van pirsan zêdetir bike.
Teatro; peyva berbiçav û texlîda her tiştî… Û bi kurdî teatro tiştekî wêdetir e… Ev rêya hanê zehmet e û êşên wê, astengî û pirsgirêkên wê gellek in. Wekî ku tê zanîn, komên teatroyê û listêkên kurdî kêm in. Yên bi şanoyê eleqedar in jî, ji hev dûr in û ji hev cuda ne; bi gelek ceribandin û şêwazên xwe, mirov dikare van xalan, yek bi yek li ser komên teatroyê bisekine -Ev mijareke din e- Di vê nivîsê de, ez dixwazim qala çend xalên sereke, bi kurtasî pirsgirêkên teatroyên kurdî, bikim. Mijara me ya destpêkê, zimanê şano û lîstikvaniyê ye.
Ji bo ku atmosfera şanogeriya kurdî xweş bê dîtin, divê em piralî lê binerin û binirxînin. Şanogerên me, perwerdehiya lîstikvaniya xwe li ser kîjan hîman û binyatê diafirînin? Derhêner kî ye û derhênerî karê kê ye? Dramatûrjiya lîstikan çiqasî tê kirin? Ji bo lîstikên kurdî çi derfet û tevger hene û şano bi kîjan hevbeşkirinan re tê amedekirin? Lîstikvaniya xwe li ser kîjan teoriyan bi kar tînin? Ji bo çi di listikên wan de tiştên nepenî weyna sereke dilîze? Nexweşiya alegoriyê ji ber çi ye? Tekiliya şano û wêjeya kurdî çiqasî li hev dike? Nivîskarî û repertûara şanoyê di çi rewşê de ye? Şanogerên me bi kurdî dikarin hunera xwe bînin ziman?
Teatroya bi kurdî, piştî damezirandina NÇMê, ji salên 1990î heta 2010an, nêzî bîst salan di ser re derbas bû. Bi gelek zehmetî û astengiyan rûbirû ma. Ku em îroj bala xwe bidin van şertan, em ê bibînin ku di gelek qonaxên şanoyê de, bi ser neketiye û tev negeriyaye. Pê re pê re hêviyên xweyî salên nodî hilnegirtiye. Yan jî em dikarin zêtetir jî bêjin: Xetimiye…
Nexweşiyên şano û lîstikavaniya kurdî… Mirov nizane wê ji kîjanê dest pê bike. Her çiqasî li ser navê “profesyonelî” çend xebat têne kirin jî, di van mînakan de jî nexweşiyên ji dehên salan her didomin. Wek her kurdî, ez jî dixwazim balê bikişînim ser zimanê şanoyê.

Hişê şanogeran tevlihev e û ew bi xwe jî
gelek caran nizanin bê çi dikin yan jî hunera wan ber bi ku ve diçe? Belê,
mirov dikare qala astengiyên pergalê û pirsgirêkên aborî ji bo berhemên pêşandeyan
(produksiyonan) de nîşan bide. Ez dibêm mirov, ne hevce ye van astengiyan yek
bi yek bi lêv bike; heman tişt ji xwe xuya ye. Mirov ne kor be, wê bi hêsanî ji
vê rewşa tengijî ye, bibîne û tê bigihêje…
Mirovên ku huner ji xwe re kiribin kar û
keda xwe daninê, ji jiyana rêza pergalê derketine û gelek tişt ji xwe re kirine
derd û armanc. Bi van karên hunerî tercîha xwe jî, di serî de bi kurdî kirine û
dixwazin di vê babetê de hûr û kûr bibin. Em bala xwe bidin şanogeran û têkevin
tengala wan û em li derdora “Şanoya Kurdî” binerin… Wê berî her tiştî çi
bê(neyê) dîtin: Kurdî…
Yê ku zimanê wî/ê, di jîyana hunera wî/ê
de ne serdest be, bila ji kerama xwe, navê kurmancî bi xwe nezeliqîne. Ziman ji
bo şanoyê ne bes e; nemaze bê ziman jî şano nayê kirin. Ji bilî çend kesan pê
ve, em nikarin bihejmêrin yên ku kurdiya wan herikbar û kurdiyek bi qarakter be.
Hîna em nehatine ser xala mijara hunara van kesan. Ji bo ku em hunara wan
binirxînim yan jî li gorî pîvanên hemdemî veçirînin, divê em wan kesan bi
kurmanciya wan û bi berhemên wan, bibînin û guhdar bikin; da ku em hunera wan
piralî binasin. Wê çaxê emê karibin bigihêjin encamekê. Yên ku bi salan li ser
şanoya kurdî ked dane û xebitîne, beriya hunera wan zimanê wan tune.
Devê kîjan şanogerî vebe heman tişt e:
Kurd bi kurdî nizanin û lê xwedî dernakevin. Divê nizanim çi bê kirin, da ku
kurd karibin kurdiya xwe bi kar bînin…. Xweş tê gotin, kes ne li dijî vê ramanê
ye. Herkes dipejirîne û tevlî vê yekê dibe. Xwestekên balkêş û heviyên mezin
êdî bi gotinên qelew naqede. Şanoger, piralî tê dîtin, li ser sahnê û li derveyî
sahnê… Divê raman û peyvên wan bi tevgerên wan re xuya bibe û helwesta wan
berevajî neke. Divê temaşevan bi kurdiya şanogeran şa bibe.
Şanogerên ku tercîha xwe bi zanebûn ji bo
şanoya kurdî kiribin, em qala wan dikin. Gelek hunermendên şanoyê hene ku ji bo
kurdî, bi tirkî tev digerin. Mijara me ne kurdên tirkî ye! Bi çend galegalên
kurdî, dixwazin millet ji wan re, hima li çepikan xin. Û çend gotinên nîvpolîtîk
û sloganîk ji bo van kesan bes e! Em qala kesên ku bi derfetên xwe û bi tercîha
xwe, hunera xwe bi kurdî dikin tenê qala wan dikin…
Zimanê wan kesan ne qels e; tuneye… Zimanê
wan kulliyan xwariye. Tekstên xwe jiber dikin… Li ser listîkên xwe bi kurdî
nafikirin û napeyivin. Ji bilî ser sahnê, bi kurdî qet napeyivin… Ev jî tiştekî
pir normal e; da ku xetere û nezaniyên wan ên bellok dernekevin… Çimki hunera
wan bi kurdî nehatiye amadekirin û ne jî hatiye xebitandin. Ev nexweşî ji berê
de heye û hîna jî dewam dike. Yan kor bûne yan jî hunara kurdî şaş fêm kirine.
Kesê/a ku hunerê diafirîne beriya her
tiştî ji bo xwe tev digere. Zimanê ku bi kar aniye jî berê wî/ê kesî/ê aleqeder
dike; pişt re civatê. Şêwaz, bi zimanê rolên xwe derdikeve û diyar dibe. Lîstikvan
bi zimanê xwe pêşengiya civatê dike û bi zimanê xwe ji bo hevparbûnê dibe mînak.
Bi vê ciddiyetê takekesiya ziman dibe ya civatê. Ziman bi saya şanoger li nav civatê
digere û standartbûnekê bi xwe re tîne. Zimanekî xwedî karakter û bi qalîte lîstikvaniya
kurdî xurtir dike. Pê re têkiliya bi temaşevan re jî qewîntir dike. Ziman û
şanogerî ji bo her zimanî di heman rolê de ye.
Bila kes nebêje, ez ji bo kurdan bi kurdî
diaxivim. Her kes ji bo xwe bi kurdî diaxive yan jî dinivîse; çawa ku her kes
ji bo xwe dixwe, vedixwe, radizê, radibe û dijî. Her kes ji huner û zimanê xwe
berpirsiyar e. Tu kes nikare bibêje: Ez ji bo ku zimanê xwe bi pêş ve bixim bi
şanoyê aleqeder dibim û pê re mijûl dibim. Ev helwesteke çawa ye ku şanoger xwe
pê girê didin? Ev xwestek şaşitiyeke mezin jî bi xwe re tîne. Hunera kurdî pêşî
ji bo kes e; pişt re ku hêja be helbet wê rojekê bigihêje rastiya xwe û
bigihêje temaşevanên xwe.
Mirov wexta wek temaşevanekî pêrgî van
erzaniyan dibe; êdi nema dilê wî/ê li şanogeriya kurdî vedibe. Şanogerên me, temaşevanên
xwe nas nakin û naxwazin nas bikin jî. Li gorî rastiyên hişk û sedemên polîtîk
nêzîkî temaşevan dibin. Şanogerên me xwe ji civaka xwe bilintir dibînin û xwe
serdest dihesibînin! Têne ew bi tişta/ên çê û xerab dizanin! Peyva temaşevan çi
ye, çawa difikire ne di bala wan de ye. Bila salonên şanoyê tije bibin û bilêtên
lîstikan werin firotin bes e!
Mirov (temaşevan) çawa ji van encaman aciz
nebe? Bala xwe bidinê; şanogerên kurd ji bilî li ser sahneyê, bi kurmancî nizanin!
Ku ji ber berpirsiyarî û pêwendiya kurdî, eger israra bi kurdî li wan were
kirin, şanogerên me wê çaxê li kurdî xwedî derdikevin. Şanogerên me bi darê
zorê û ji mecbûriyê bi kurdî diaxivin. Ev nakokî bersivan tevdeyan pûç dike.
Di jiyana
rojane de, mirov nikare tiştekî li wan bike bar; ew bi qîma xwe ne. Çawa
bixwazin, karibin kîjan zimanî bi kar bînin, ew xweser in; ew û wijdanê wan dizan
e. Ku mijar hunera wan be û yên li hemberî wan kurd be û bi kurdî bizane êdî
bila kurdî be! Di van şert û mercan de jî, dîsa kurdî nekeve nav hunera wan; bila
mirov destê xwe ji wan bişo!
Bikaranîna tirkî, ya ji bo hunera kurdî;
ne hewce ye em qala vê mijarê bikin jî. Ev jî nexweşiya ji salan e. Bi carekê
mirov nikare dev jê berde. Ev yek ji bo her xwendeyên kurdî xetereyek û
nakokiyeke berbiçav e. Tirkî di her qada jiyanê de derdikeve pêşberî her kesî,
ku ev mijar li ba hunermendên kurd neyê çareserkirin, wê temaşevan û civak çi bike?
Ne ji bo pêwendiyê, ji bo hunera kurdî helwesta şanogerên me divê zelal bibe û
hesabê xwe bikin…
Gelek şanoger her gavê dibêjin: Çima pêşî
li zimanê me dinerin û tenê vê yekê rexne dikin û hunera me ji bîr dikin? Ma wê
temaşevan li çi guhdar bike û wê li çi binere? Wexta kurdiya şanoger qels be,
yan jî têra gotina wî/ê neke, helbet wê temaşevan vê yekê bibîne û bibêje. Huner
ku xweş be, pişti ku zimanê fêmkirin bala mirov dikişine. Ma ku dengê yekî/ê
nexweş be tu kes li wî dengî guhdarî dike û kêfekê jê distîne?
Korbûn ji bo ku ji holê rabe divê
nirxandina ziman nebe pirsgirêka bazara ji bo hunerê. Her kes dikare bi kurdi
biaxive, ev ne pesindayînek e; lê tu kes nikare hunera xwe bi zimanekî qels bi
kar bîne. Gelo, lîstikvanên kurd, bi xwendin û nivîsandina kurdî re çi qasî
têkildar in?
Yorumlar
Yorum Gönder