Ana içeriğe atla

Sergotina Tilermenî


Sergotina Tilermenî
Ji ber ku Yaqub Tilermenî, romana xwe ya “Sergotina Calvino” ji mijar û çîrokên “Sergo û ve/gotinê” weke bingeh hilgirtiye; ez ê jî, ji bo vê romanê taybetî li ser xwesteka vegotina nivîskêr bisekinim. Bi danberhevdina referansên Calvîno û bi têbiniyên vegotina romanê re dixwazim binirxînim.
Ji navê romanê û pêşgotinê yan “sergo(tin)”ê xwendevan pê dihise ku mijar wê li ser hîmê “vegotin û sergo”yê bisekine. Di çîroka destpêkê de, kuştiyek û kujerekî ne diyar derdikeve û xwendevan li “nasnemaya” van lehengan digere. Ji ber vê yekê xwendevan ji destpêka romanê li benda honakeke dramatîk e.  Lê piştî çîrokeke din nivîskar bi zanebûn “lêgerîna” çîrokê bi vegotineke din diguherîne. Di çîrokên dîtir de, sedema kûjerbûnê di honakeke din de dîsa derdixîne, lê pişt re “vebêjer” vê çîrokê jî diguherîne û dramatîka “klasîk” serûbin dike.
Vebêjerê giştî û yê leheng, di her çîrokê de bi awayekî din derdikeve û vedibêje. Mîna ku ji yekî re qal bike, çîrokên xwe vedibêje. Her carê çîroka xwe bi awayekî din vedibêje û diguherîne. Vebêjer hay ji xwendevên heye, her çi qasî gotina wî ji hin pirsên lehengekî nediyar (Guhdar) tê birîn jî, vêbêjer dizane gotinên wî tên xwendin! “Ne wiha bûya, we yê niha li vê çîrokê guhdarî mekira an jî we yê ev çîrok nexwenda.”(r.20) “Dîsa di serê we de pirs çêbûn ne wiha! (r.22-94)  Vebêjer di rastiya xwe de, “xwendevanekî” bi ser xwe re ye, birrek navê nivîskar û kitêban bilêv dike û ji wan mînakan dide. Danasîna têgih û mijarên taybet bi hurguliyên wan vedibêje. Xwestiye weke “Bajarên” Calvîno vebêje, lê ji danasîna van têgih û ramanên “navdar”, vegotin veguheriye şêweyeke “perwerdekirinê”.   
Di “LIQAn”de bi peyvên taybet an nîşankirî yan qedexekirî û hwd. weke ku xwestibe xaçereyekê derxîne hemberî xwendevanan. Lê pişt re “peyvên” wî dibin tiştekî ji rêzê û di “vegotinê” de tenê xwe dubare dikin, nivîskar bi vî awayî rê nade xwendevan, ji ber ku alternatifên vêbêjer formel disekinin. Di “Bajerên Nexwiyayî” ya Calvîno de, leheng û vêbêjer carinan tevlihev dibe, lê vêbêjeriya çîrok û bajaran dîsa bi hevdu girêdayî ye. Xwendina berhemên Calvino, ji bilî “Bajarên Newxiyayî” di sinorên vegotina “klasîk” de tê nirxandin. Ji bo “Bajarên Nexwiyayî” jî xwendevan dikare romanê ji hemû rûpelên wê destpê bike û bixwîne, dîsa jî dramatîka çirokê xera nabe. Her xwendevan dikare xaçeriyekê ji xwe re bibîne. Calvîno riya xwendevanên xwe nagire, mudaxele jî nake, her xwendevan xwe bi xwe rêyekê dibîne. Calvino, nivîskariya xwe, di lêgerîna serborî û çîrokên gelerî de dibîne; ne ku di vegotina tevlihev de çîrokên xwe lêdike. Ji bo lezgîniya bizavên bênavber, bêdawîbûna wextê nîşan dide û mînaka wî jî “Çîrokên Hezar û Yek Şevê” ye.   
 
Lehengê “Guhdar” di gelek cihî de itîraza vegotinê dike yan jî vegotina vebêjer li gora xwestek û pirsên xwe sererast dike. Carinan li ser navê “xwendevan” dipirse, yan şîrove dike.   Nasnameya lehengê “Guhdar”, her tim bi gumaneke din tê guhertin. Carinan dibe dengê hundurîn, xwendevan an jî temaşevan û bi giştî dibe “berdevkê” nivîskarê xwe. Ya balkêş jî navberên îtalik an jî lehengê Guhdar, bi pesindayîna vebêjer “xweş” têkildar dibe. “Bi vê tempoyê vegotina te gelekî xweş e. (r.18)” “Tu rastiyê bixwazî vê lênerîna te ya li himber jiyanê bala min kişand. Kî dizanê bê hîna çi hêk bi te re hene.(r.21)”
Nivîskar, carinan jî bi pirs û bi gotinên“Guhdar” re, xwestiye îroniya vê romanê derxîne, lê di vir de jî, mirov pê dihese ku, xwestiye li hev bine. Lê ji ber zanîn û lezgînî û eşqa vegotinê, îronî tenê di hin peyvan de aliqiye û derneketiye.  Weke mînak, ji nivîskar werê ku “xwendevan” di gelek cihan de “dibişire, dikene yan jî ecêbmayî jê dipirse”. Ji ber vê yekê vêbêjer (xwediyê gotinên “îtalîk” an Guhdar) bi “zanebûn” hin tiştên li gora hesabê nivîskar dibêje. Guhdar: “Weeeew, tu dibêjî qey mirov di keştiya Noah de ye. Îcar jî gêrîk!” Vebêjer: “Tew ev hîn nîna ye, ku ez behsa tirnîna bikim tê bêhtir şaş bibî…” (r.19)  Guhdar: “…Li du hev dubare dikî…” (r.96) “…Ger tiştekî nû ku tu bibêjî nemaye, ji xwe re li cihekî rûnê û bes mirovan sil bike.” (r.116)
Nivîskar bi “Guhdar”ê xwe dixwaze li vebêjeriya xwe mikur bê ku, her tiştî bi zanebûn dike yan jî dide zanîn ku serdestê vegotinê ew bi xwe ye. Bi gotineke din, bersiva “Guhdar” ne ji bo li xwe mikurhatinê ye, ne jî ji bo sererastkirinê ye. Tenê ji bo nîşaneya eşqa vegotinê ye. “Min tu pêwendiya gotinê û vegotina te nedît. Te dîsa tiştin li bin guhê hev xist. Ez ji guhdarkirinê aciz bûm…”(r.72)  
Her tim bûyera kuştinê bi heman vegotinê ye: “Min nema xwe dît û gewdeyekî bêgiyan li ser erdê ramediya. Xwîn ji kêra destê min dinuqutî ser xalîçê.”(r.18,48)    
Vebêjer  qala“Abjec”ê dike, bi carekê re “Guhdar” pirsa navê Abjec jê dike, vê carê “Abjec” vedibêje û pişt re “vêbêjerê esas” didomîne. (r.31)  Di çîroka “qartol”ê de vebêjer jî ne diyar e, destpêk û dawiya çîrokê, îtalîk hatiye nivîsin û çîrok mîna teswira sehneyekê hatiye nivîsandin. Bi vê yekê nivîskar, xwestiye hemû çîrok û vebêjeriya romanê, tenê li ser wergirtina xwendevên bihêle. Lê pişt re vê yekê jî, ji bîr dike û dîsa li gora xwe hin tiştên din diceribîne.          
Bi van ceribandinan, vegotin heye lê çîrok namîne. Vebêjer heye lê carinan wenda dibe. Sergo û sergokar hene, lê vegotin û çîrokên wan li hev nakin! Weke ku xwesteka Tilermenî ji bo vê romanê, tenê ji bo wateya “sergo/tin”ê hebe. Vebêjer bi Guhdar re, li çîrokan digere. Ji bo eşqa vegotinê çîroka romanê ber avêtiye. Ya giring jî ew e ku navê “Calvino” ji bo vê vegotinê tu referansan jê re nahêle.
Li ser vegotinê, Calvîno di “Dersên Amerikayê” de, li ser “qesasiya çîrokvegotinê” çîrokê dişibîne hespê û siwarê hespê jî dişîbîne vebêjerê wê. Edebiyatê bi xwestina ragihandinê girê dide û ji rêbazê hespê vebêjer jî  şîreta “Bi hemdê xwe bilezîne!”dike.* Tilermenî çîroka xwe biriyê nava sergo; lê vebêjerê xwe jî pê re li wir bêhemdî xwe hiştiye!
Hemû berhemên tê nivîsandin/xwendin li ser xwestina têkiliyeke ragihandinê disekine. Wê demê xwendina berhemekê, yan jî nivîsandina berhemekê li ser vê xwestinê derdikeve. Armanca hemû berheman li ser fêmkirinekê ye.  Ma mesele ne ew e ku li hêviya vê xwestinê be? Ji bo “Sergotina Calvîno” mirov nikare bi hêsanî pirsa “Çi dibêje yan çi diqewime?” lê bike. Derdê romanê ji bilî xwesteka vebêjeriyê yan ji xwestina “qesasê gotinê” pê ve, ne diyar e. Dibe ku nivîskar xwestibe vê şêwazê biceribîne. Heger xwesteka nivîskêr ne çîrok be, tenê çîrokbêjî yan ceribandina vebêjeriyekê be, divê berhem rê li ber xwendevanên xwe veke.
 
Romaneke ku pişta xwe nedabe xwestek û mereqa xwendevên, ew ê hêviya wê romanê yan jî berhemê çi be? Lihevanîna çîrok û vebêjeriyê bi mikurhatina derew û şizofreniyê, ji bo ragihandina îro fînaleke klasîk tê hesibandin.  Şîroveyê vegotin û çirokan li ser navê “xwendevanên” romanê dide “Guhdêr”: “Ev çito honek e! Derew e ango nivîskariye?” (r.120) “….Ez dixwazim careke dinê lê guhdarî bikim û kesên dinê jî bibin guhdêr.” (r.124) “Li ser van peyvên te nizanim ez ê ji guhdaran-temaşevanan- re çi bibêjim. Mirov bi qesasekî weke te re- ku di eslê xwe de ne tu qesas e- çi jî biaxive, jê têr nabe.” (r.128) 
Calvîno ji bo fonksiyoneke edebiyatê jî, li hember tundbûna jiyanê berteka lêgerîna jiyaneke sivik nîşan dide. **  Sînorê pîvana vegotinê bi vebiriyê(mûtlaqiyet) nişan dide. Hesabkirina pênasînê, bi vegotineke eşkere û bi hêmayeke xurt î rasteqîn berbiçav dike. Pêşî îmgeyê berbiçav dike pişt re wê hêmayê vedibêje. Calvino, ji bo çîrokên xwe yên fantastîk, dişîbîne senaryo û çêkirina filmekî. Hemû çîrokên xwe yên fantastîk ji jiyana rojane derdixe.
            Belê, mirov ji bo vegotina vê romanê bala xwe bide hin teoriyan ew ê “hincetên navdar” ji bo gelek tiştî peyde bike û ew ê bi hêsanî bi nav jî bike. Vebêjeriya fragman, çîrokên bê navend, vêbêjerên cuda, têkiliya bi xwendevanan re… Tilermenî di “Sergotina Calvino” de mînakên romana postmodern bi lênanînî bi hev ve girêdaye. Weke ku nivîskar bi xwe jî di “LIQA” yekemin de “pêşgotina” romanê bi “SergOdanK”ê dest pê dike. Di romana Kurmancî de encama “Sergotina Calvino” hemû vegotinên “yekemîn” bi dest dixe. Weke ku derdê nivîskar ne xwendin be, xwepêşandina vegotinê be! 
Ji bo wergirtina vê romanê, ji bilî vebêjeriyê, tenê ji bo naveroka romanê ya ku  pêdiviyeke mijareke Kurdî hilnegirtiyê mînakek balkêş dibînim. Di vegotina sergo û sergokariyê de, xwendevan dikare qala “bermahiya” vê romanê bike. Xwezî eşqa vêbêjeriyê neketibûya navbera çîrok û lehengan.
Weke gotina di “LIQA2”an de “Abject” (Krîsteva?): “Lê ez ji xwe re dibêjim Abjek.”(r.29)  Tilermenî di “Sergotina Calvîno” de, ji kîsê xwe nabêjî Abject! Tilermenî, di vê romanê de, ji bo vebêjeriyê hemû fîşekên xwe di “sergotinê” de teqandiyê.
                                    
                                                                                                                      Çetoyê Zêdo
  * (Calvino, Dersên Amerikayê, r.66)
** (Calvino, Dersên Amerikayê, r.42)
***Sernavê çîrokan bi işareta “¥T¥T¥T” dest pê dike, weteya vê nîşaneyê çiye, ez bi ser venebûm!
 

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Modern Kürt Tiyatrosunun İlk Adımları

Yazar/metin merkezli Batı tiyatrosunun Kürt dilindeki ilk örneği, 1919’da Evdirehîm Rehmî Hekarî’yle başlaması, teatral formların Kürtlerde daha öncesinde olmadığı anlamına gelmemelidir. Popüler ve kitlesel bir sanat olan tiyatro tarihsel olarak her dönemde farklı biçimlerde icra edilmiştir. Genel anlamda tiyatro sanatı; kukla, gölge oyunu, köy seyirlik oyunları, çîrokbêj (bir nevi meddah) geniş bir alanda teatral formalara sahiptir. Bu formlar, yakın kültürler ve komşu milletler arasında benzerlikler gösterebildiği gibi veya hepten özgün bir biçim olarak da var olabiliyor. Kürt tiyatrosunda: Taziye, “Sîtav” (Gölge Oyunu) ile “Bûkella” (Kukla), “Mîr Mîran” (Sahte Emir), “Kosegelî-Gaxan”, “Bûka Baranê” (Bolluk-Bereket Oyun Ritüellerinden), “Sersal” (Yeni Yıl), “Newroz” oyun ve temsilleri... Bunun yanı sıra Kürt tiyatrosuna özgü teatral anlatı biçimleri arasında sayılabilecek “dengbêjî” ile “çîrokbêjî” gibi ulusal formlara da sahiptir. Kürt tiyatrosunun geçmişine ve bugününe baktığımı

Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê / Theatre Concepts and Terms

Şanogeriya "Mem û Zîn", Nivîskar: Emîn Mîrza Kerim, Derhêner: Enwer Tuvî, Silêmanî, 1958 Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê  Absürd Tiyatro - Şanoy bêhûde, Şanoya Absurd - Theatre of the Absurd Acı Çekme Oyunu - Lîstika Êşkêşanê - Şanogeriy eşkence, wezen – Passion Play Acıklı Komedya, Komîdyay giryanawî – Tearful Comedy Açık Aksiyon - Aksiyana Vekirî - Over Act Açık Sahne - Sehneya Vekirî - Open Stage Adaptasyon - Lihevanîn, Adaptekirin - Adaptation Agit-prop tiyatro- Şanogerîy bangeşekirdin – Şanoya propagandayî – Agit- Prop Theatre Ago n- Mişt û mirr – Agon Ağlayıcılar - Koroya Giriyê, Barbûkarî grîkî – Choregos Akrobat - Kanbore, qareman, palewan, Canbaz - Acrobat Aksiyon Oyunu - Dramay niwandin, Şanoya Aksiyonê – Play of Acting Aktivizm -  Karaxwazî, Aktîvîzm - Activism Akustik- Dengî, Akûstîk - Acoustic Alternatif Tiyatro – Şanoya Alternatîf- Alternatîve Theatre Anagnorisis – Venasîn, Nasînewe - Anagnorisis A

Ereb Şamîlov "Koçekê Derewîn-1930" Şano

   E reb Şamîlov  Koçekê Derewîn  Pyêsa Du Fesla Sezde Sifeta   (Neşra Dewlata Şêwrê Ermenîstanê, Rewan, 1930)           Gilyê Pêş          Pyêsa pêşin, gerekê beve notla silhekî şêr, ber gilî gotnê terêqa nav xebatçyê Kurmanca da paşda mayî. Eva gilî gotnê min nivîsîne, ne metelok in, ne jî min ber xoe derxistine. Eva îşana qewimîne bûye, niha jî hene nav gundê Kurmanca da.          Her Kurmancekî gele car qewimye, ku çûna cem wan vireka şêxa, pîra qewala û mella koçeka, wane kirye min nivîsye li vê pyêsê. Basa xeberê ez karim navê çend heva hildim, hûnê bizanbin rastê: Koçek Xûdêda ji gundê (Poştê) Karvansarayê qêza Lenînakanê nahya Hacîxelîlê, Koçek Gulê ji gundê Qulibegê qaza Rewanê nahya Ecmîadzînê (Dêrê).             Evana hetta niha jî dixapînin kesîba û orta Hemîk destê terêqa bega, axa û kulaka tev heve. Ew hizdikin paşda mabûna xebatçya; ew timê nezana tûj dikin berî firqeçya û komsomola dibin, çimkî ew firqeçî û komsomola niha paşda davêjin gilî got