Ana içeriğe atla

Qisedanek Bi "Mihemed Şarman" re

Çetoyê Zêdo: Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bide nasîn? Kurtejiyana xwe tu dikarî binivîsî?
Mihemed Şarman: Ez nikarim xwe bidim nasîn.(Ne ji meznayê ji bêferasetî an tevlîheviya hiş û dinê)  Ku rojekî bikaribim jî ya rast nabêjim.(ji rikan) Ji ber vê yekê min li pişta pirtûka xwe  ye yekemîn –ji xwe pirtukên min din jî nînin- tiştek   ceribandibû. Ne ji şermê û tirsa dubarekirinê bûna, min ê dîsa ew binivisiya. Lê ez dikarim serborîyeke xwe bêjim ku bi kêrî tu bersivê neyê.
          Ez di lîsê de muslumanekî baş bûm -wer digotin, der û dora min, nemaza bavê min- Min pirtukên İ.Gazalî dixwend, berhemeke wi ye qeresa heye bi navê “İhya û ilûmû Dîn”  çar cild in, meriv dikare pê xaniyekî 1+1 ava bike, ji xwe bo karmendê wek me yê dewletê xweş star e, ev avahî.  Min ew da ber xwe xwend.  Lewre ji min re hatibû  gotin ku tu vê pirtûkê bixwinî, tu yê xwe nas bikî… Heya ku rojekî nas, dost, ebdekî Xwedê wek Çetoyê Zêdo ji te bipirse tu xwe bî zelalî bidî nasîn. Bi mildayina vê gotinê gava ku min pirtûk qedand. Min bala xwe dayê cihê ku ez xwe nas bikim hişê min îcar tevlîhev bibû. Min digot ev mirov tev de gunehkar in, ker in, nezan in; divê ez wan bînim ser rêya heq, ya xirabtir nehatin hafê, ev nezan teq û teq… Lê keçikên xweşik jî zordarî li îtîqada min dikirin. Ev berhem devê min de arezû û xwestekên cûr bi cûr, ez çima xwe bixapînim; nemaze yên wek “ha cîda cîda li quncîkê tarî de, pişt mala hecî de, li dîl lî hîş û derhîşê mîn de ketibûn qal û cengê, êdî ferman rabibû haşa” ji çîroka Şengê  û Pengê zêde bû ku edî min ji ve diltengiyê marînî xilas bike (te dît çi xweş qafiye çêbû, ji vêya re jî dibên ebiyata xwelîseran)  Ezabekî zor bû bila belome be, neyê serê tu kesî.  Baş bû Albert Camus,  Freud,  Eric From gihişte hewara min  -Halbûkî divê ev na; tiştinên din bihatina ne wisa? - ez hinekî ji qirêjiya 1+1 û ji deynê teqsidên xênî  xilas bûm. 
          Wek dawî min di vê mijarê de hê jî  tiştekî baş bi dest xwe nexistiye, belkî ya baş ev be belkî Rênas Jiyan be ez nizanim  lê van rojan ez ji bo pênasîna xwe wiha dibêjim “Ez Destmala sergovendiya derengmayina Edebiyata Kurdî me.” (Ne tenê edebiyat hema Kurdekî wiha me)  Ku ez ji vê yekê kerixîm bi dor ez ê bêjim. Ez bişkoka gomlekê Şahê Bedo me (bila kes  nebê Şahê Bêdo din) Ez trafoya lîbîdoya Emin Erbanî me. Ez dengê milê şikestî û hêrsa nava dilê Cuneyt Ertuşî me…. Ku em pê de herin ezê xwe pir  mezin bikim, lê nehaqiyan li xwe nekim seyîd,  ez ê rojekî bidomînim. Em  nuha di vir de qut bikin.
    Me tiştek ji hev fehim nekir? Ji xwe armac jî ev bû, nexwa ez bi serketim.

Çetoyê Zêdo: Tu ji kengî ve bi nivîsa Kurdî re têkildarî?
Mihemed Şarman: 2004 meha avrelê hevalekî bî navê Çetîn Erol –hûn hevdu xweş nas dikin- bi zorê nivîsek bi kurdî bî min da nivîsîn Mala wî ava.  Bi zorê dibêjîm bila çewt neyê fehmkirin, ji xwe nebawerbûm wê çaxê. Wek çar salan navber ketê… Min bi pêşniyaza kek Remezan Alan -di 2009’an de meha Gulanê, seet dora 14.00- min ji binî dev ji  nivîsa Tirkî berda,  Elhemdulîlah! Ma kes dikare wisa  dîrokên zelal  bide te?
Çetoyê Zêdo: Mijarên ku dibin astengî yên ji bo nivîskariya te hene, ku hebin tu dikarî ji me re qal bikî?
Mihemed Şarman: Pere, karmendiya dewletê, kurê min ê piçûk Ronî, bavê min, yek jî zextê kekê min.  Lewre dibên “tu bi kurdî binivîsî serê te yê bikeve belayê.” Haya wî ji çozûm sureciyê tune, çi ecêb! Hin tiştê din hene ez wan nabêjîm…
Çetoyê Zêdo: Ji bo te nivîskarî tiştekî çawa ye?
Mihemed Şarman: Bersiva vê pirsê, bi min di  berhemên ku ez ê  binivîsîm de ye. Lewre nivîskarî bo meriv çawa be,  berhemên meriv ji wisa ava dibin.
Çetoyê Zêdo: Çi hêza te ya nivîskariyê xurt dike?
Mihemed Şarman: Hêrs, (naveroka wê fireh cûr bi cûr e) ne baweriya ji xwe û ji  mirovan, tevlîheviya dinê, hêza xwe qebûl kirinê, çêja ecibandinê, henek,  mîzah, îronî  hwd… Di dawiya dawî de, dîsa îroniya di haveynê gerdûnî de.
Çetoyê Zêdo: Li gora te, derfet û taktîkên nivîskariyê çi nin? Hûn çawa dinivîsin, ji kerema xwe bi giştî tu dikarî qala disiplîna xebatên xwendin û nivîsandina xwe bikî?
Mihemed Şarman: Bibore xîret nakim vê yekê ji we re bibersîvînim.
Çetoyê Zêdo: Li gorî te edebiyata kurdî ber bi ku ve diçe?
Mihemed Şarman: Li pey qedara xwe diçe, hevî dikim ku demeke nêzîk de vegere. Xerîbî  Zore Gulê.
Çetoyê Zêdo: Ji me re qala bi deh salan berê ya wêjeya kurdî bikin û piştî deh salên din wê wêjeya kurdi li gorî dîtina te, ew ê bigihîje ku? Têbîniyên xwe bêjin?
Mihemed Şarman: Deh salên ewilî ez tunebum; lê ez nuha heme! Ev yek -tabî tu dikarî  enanîyeta vê hevokê wek bluejeen’kî bikarbinî ji xwe re, an jî bixî hêkerûnê. Bi min di vê navberê de ferqeke baş heye, dûdirêj e. Meriv dikare binirxînelê, ev karê gotaran e. Wek dawî baş diçe bêhna xwe fireh bikin.
Çetoyê Zêdo: Bandora kîjan nivîskarî/ê (nivîskaran) li te çê bû? Bi mînakan hûn dikarin ji me re vebêjin?
Mihemed Şarman: Ji Emîne Şenlîkoglu bigre heya Dostoyevskî bandora her tiştî li ser min çedîbe. Wê çaxê lîste dirêj dibe. Ez mirovekî gelek bandorçeker im an bandorkêş im.
Çetoyê Zêdo: Te îsal çi xwendin û hûn ji nivîskarên nû kê diecibînin?
Mihemed Şarman: Ev du sal in, min romanên kurdên me yên Soran xwend, mala wan ava gelek baş dinivîsin. Wekî din gelek pirtûkê teorîk, cûr bi cûr min xwendin. Ez van yekan tenê bi dostên xwe re parve dikim. Ji ber ku herkes nexwîne, tişta ku  ez dizanim ew nizanibin da ku bikaribim forsa xwe li ser wan bikim. Mirov zalim û xudbîn e bira..
Çetoyê Zêdo: Ji me re qala pirtûkxaneya xwe bikin?
Mihemed Şarman: Pirtûkxaneyeke ne bi dilê min, xîzan, kêm û kêmbere, ne hewceyê qalkirinê ye.
Çetoyê Zêdo: Tu kîjan berhemê/an car bi car dixwînî an jî te xwendiye?
Mihemed Şarman: Gelek in,  tenê minakek  demê dawî “Bendname” ya  R. Alan sê caran, Romana Bawer Rûken “Qalîk” dû caran, “Quran” 25 caran xwendiye, lê tenê meal -Ji bo ku herim bihuştê-
Çetoyê Zêdo: Lehengên te yê/n edebî kî y/ne?
Mihemed Şarman: Ber dilê min şîrîn in û gelek in.
Çetoyê Zêdo: Rengê jiyana kesayetiya te (ji bilî nivîskariyê) çawa ye?
Mihemed Şarman: Çawa dinivîsim, keseyata min jî wisan e . An ez wisa dizanim, belkî ne wisa be.
Çetoyê Zêdo: Tu debara xwe bi çi dikî?
Mihemed Şarman: Vir derawên xweşik ji xwe re, xeyal meyalên vala, yek jî mamostetiya tirko.
Çetoyê Zêdo: Di derbarê berhemên te yên çapbûyî de, tu dixwazî ji me re çi bêjî?
Mihemed Şarman: Tenê pirtûkeke min ê çîrokan heye. Ji bilî hin gotar û cerîbokan. Ew ji çar sale neqediyaye, min ji edîtorê xwe re got 50 heban çap bike bila zû biqede mixabin bi ya min nekir. Wisa bûya heya nuha belkî çapa duyem bikira.  Eyb û şerm e wele. Wan pelê han min,  min dîsa xwend, dîsa jî kêfa min jê re hat,  îcar ya bi xêr.
Çetoyê Zêdo: Berhemên te yên çapnebûyî hene? Ku hebin tu dikarî ji me re qala wan bikî?
Mihemed Şarman: Belê hene. Min romanek bi navê “Kêmber” nivîsiye ev salek qaşo hin heval redekte dikin. Ji ber ku di warê gramerê de ez tam zircahil im, karê wan jî zehmet e. Ku wiha here ez ê çap nekim. Dû sê sal in, li ser berhemeke ceribandina dişixulim. Navê dosya min “Li Ber Deriyê Hişê Gelekî” ye. Kêfa min gelek ji vê xebatê re tê.  Min nivîsek ji vê dosyê di kovara  Zarema’yê de çap kir. Bila ew biqede besî min e vê gavê. Deh pazndeh çîrok li ber destê min hene, te hew dît di nava çar pênç mehan de, dosya çîrokan û ya romanê bi hevre derket.
Çetoyê Zêdo: Ji nivîskariya xwe, tu ji çi dereng ma?
Mihemed Şarman: Wextekî min digot ez ji her tiştî re dereng ketime. Nuha derengketin bixwe bû sermiyanê nivîsa min. Lê dîsa ku serboriya xwe dinhêrim min gelek tiştinên eletewş xwendine heqqet. Xwezi wiha nebûya. Hê ji gelek klasîkê ku min nexwandine yê  Kurdî û biyanî hene. Yani bihesîbîne bira, min nêzî 20 pirtûkê Emîne Şenlîkoglu xwendine haya hurmetê hê jî pê nîne. Wekî din ew weşanên sol hebûn Felsefenîn Temel îlkelerî,  Nikîtîn, Ekonomî Polîtîk, îlkel feodal, gerîzekali toplum… filan bêvan ew çi pirtûkên beradayî bûn gidî. Ez bi xwendina Benjamîn, Adorno, Barts hertim dikim ku zuhûm û qirejeya van geniyan li ser hişê xwe paqiş bikim.  Te dîsa anî bira min, yaw heqqet ez pir derengî ketime. Gelo tu çare nîne? Wek qurseke lezgîn ya xwendinê, an kurte ya hin klasîkan, di 50 deqan de  Tolstoy an  11 deqan de Caharles Theron  filan bêvan,  çi zanim?
Çetoyê Zêdo: Xetereyên “lêpoşmaniyên” te yên bihurî çê bûne?
Mihemed Şarman:  Nizanim.
Çetoyê Zêdo: Heta niha di nivîskariya xwe de, tu zêde li ser çi disekinî û lê hûr dibû?
Mihemed Şarman: Mesela hezkirinê bi her awayî heya tu bêjî berfirehî bûye navenda nivîsa min. Meseleke giringe. Tabî ferz û wacîb sermiyan û kêmasî axir çibe Kurdbûn, Kurd Kurd Kurd.
Çetoyê Zêdo:  Vê gavê tu li ser çi mijûl î?
Mihemed Şarman: Dosya çîrokên min, çend gotar ji bo kovara me Zarema’yê, ev kovar nahêle kû em ji bilî wê tiştekî bikin.
Çetoyê Zêdo: Guhertinên nivîskariya te (berê – niha) çi ne?
Mihemed Şarman: Hedî hêdî guhartinê mezin diqewimin ji bo min  ku eşkere bû yê xwe bidin der.
Çetoyê Zêdo: Tu bêyî çi/kê nikare binivîsînî?
Mihemed Şarman: Motovîsyona bi her awayî. Naveroka motovîsyonê de gelek tişt hene tabî: Cigare, qehwe, musîk… hwd.
Çetoyê Zêdo: Di têkiliya jiyan û nivîskariya te de, tiştê/a ku te nedixwest biqewime çi ye / çi ne?
Mihemed Şarman: Yanî Çetîn te pirseke kurt kiriye, ji te we yê bersiv jî kurt e gidî? Ez dest bi çi yê jiyan û xwe bikim gidî? Minak ez bejim, Benjamîn çima mamê min nîne tu yê çi bêjî? Wele hew dikarim bidim rêzê. Lê ya nivîskariyê de tiştekî wisa balkêş girîng naxwiyê ji xwe hê em nûne.
Çetoyê Zêdo: Li gora te hejmara xwendevanên kurdî çend kes e? Texmîna xwe hûn dikarin bibêjin? (Xwendevanê ku salê bi kêmanê 3 pirtûkan dixwîne, li gora diyardeyên te hejmara wan?)
Mihemed Şarman: Salê kêmanî 3 pirtûk hindike bira. Ez çima midaxeleyê pirsê dikim wê jî nizanim, lê heqqet te kovarek jî pêvakira yê baştir bana. Lê ev pirs çiqas trajike ne wisa? Lewre hejmar kêm e. Bo te bêjim berê 546 kes bûn, piştî beşê kurdî ku li zankoyê tirkan vebûn bûn 1163 kes ez tevan nas dikim- bijmirim?- hemî jî pir zîrek in.
Çetoyê Zêdo: Li gora çavderiyên te, navêndên xwendina Kurdî li ku derê pêşketiye?
Mihemed Şarman: Hindik ma Amed cihê xwe bide Mêrdînê. Qoser hê jî pêşketiye ji xwe ev Qoserî belan e, Kadîneke wan heye, tu yê bê qey derziya xwe tê de hundakirine, ji wir dernayên. Wele ev camêr xweş û baş dixwînîn û difroşin, ya min dexesiye guh nedê. Lê baş e Sêrtê ji çivdaneke baş da xwe.  Wan gorî hejmara xwe hê jî kêm e.
Çetoyê Zêdo: Tu dikarî di derbarê folklora Kurdî dîtinên xwe bibêjî?
Mihemed Şarman: Belê dikarim bêjîm, lê ne bî kurtî dirêj dirêj bila panel destpê bike ya bi xêr.
Çetoyê Zêdo: Kîjan diyalekt (devok) ji bo te taybet e/in?
Mihemed Şarman: Devoka meriv mîna zarokaniya meriv e, li meriv şêrîn  xweşik tê. Lê devokperestî tişteki din e. Ya min ji ber  kar û berê min, ku gelek deverê kurdistanê bi salan mamê devoka min tevlihev bûye ya baş jî ev e. Kîjan peyv xweş be, meriv dikare xwe lê bigre. Ev du sal e, ez bi devoka Şernexiyan re têkildar im, tiştinên pir xweş hene, ji Kusî re dibên “Şikevleto” ku Kusî vê yekê bizane wê xwe tiştekî din bihesîbîne heqqet.  Lê ku tu bejî Şikevleto jî dikarin bifirin Bahman, ew jî nabe. Standartek lazim e wer dixûyê. 
Çetoyê Zêdo: Li gora te, piraniya nivîskarên Kurdî çima mamoste ne? Tu vê yekê çawa dibînî?
Mihemed Şarman: Wextekî karmendî rewaç bû, xelkê keçikên bedew  didane  karmendan, em jî bûn karmend lê me bala xwe dayê keçik êdî  dewa dixtoran dikin. Henek bila li derekê bin, ev tesedefuke belkî bi rewşa aboriya kurdan ve girêdayi be, ez ne bawerim ku nivîskarên Kurd vî karî genî bi dil û can dikin. Îmana min ji mamostetiyê diçe yan ewê min bavêjin, an ezê dev jê berdim hindik ma.
Çetoyê Zêdo: Xwendevanên te kî ne? Ji me re qala xwendevanên xwe bike? Teybetî û bertekên xwendevanên te çawa nin?
Mihemed Şarman: Deh panzdeh  heval in, ez ji bo wan dinivîsim, başe van pêlan sê çar kes ji wan zewîcin, famîlya me pê de pê de mezin dibe. Tevde ji dostê min in, em ji dan û stnadina hev gelek kêfxweş in. Kengê nivîsekê diqedînim  bi wan re parve dikim.Vê gavê rewş ev e.
Çetoyê Zêdo: Tu ji xwendevanên xwe çi dixwazî, divê xwendevanên te çi bikin? Ji bo xwedevanên xwe tu çi difikirî?
Mihemed Şarman: Bila caran pesnê min bidin, wekî din bila heya ji wan tê bixwînin.
Çetoyê Zêdo: Li gorî te rexneya wêjeyî divê çawa be?  
Mihemed Şarman: Wêjeyî be.
Çetoyê Zêdo: Tu di derbarê “şêwir û komên xwendinê” de çi difikirî?
Mihemed Şarman:  Dînamîzmeke baş dane edebiyata kurdî beraketa Xwedê li wan keve.
Çetoyê Zêdo: Têkiliya nivîskar û civakê li gorî te çawa ye û yan jî divê çawa be?
Mihemed Şarman: Merîv çawa nikare jî bo civakê pevşabûneke zayendî bike (gelo yê dikin hene?) meriv nikare ji bo cîvakê jî binîvîse…
Çetoyê Zêdo: Ji bo zarokan, tu xebatên te yên wêjeyî û hunerî heye?
Mihemed Şarman: Na.
Çetoyê Zêdo: Xwendevanên wêjeya Kurdî, bi eşqa nivîsandina kurdî ketine yan na?
Mihemed Şarman: Eynen.
Çetoyê Zêdo: Beriya ku xwendevanên te dest bi nivîsê bikin divê çi bikin?
Mihemed Şarman: Dîvê deh şîş ciger bixwin, papyonekê girê bidin, gorê xwe jî dernexin û seriyekî pîvaz jî bidin ber serê xwe.
Çetoyê Zêdo: Wêrekiya afirênerî ya nivîsandinê çawa çê dibe?
Mihemed Şarman: Li xwe henek kirin,.
Çetoyê Zêdo: Kî nikare bibe nivîskar?
Mihemed Şarman: Ew kesê kû newêre qîrejeya nav dilê xwe binhêre, bibîne, bikolê, li nav milkê mirovahiyê de periyek ji periyeke çîroka mirovan binirxîne heya ku pê bileyze. Wekî din, kesekî ku mîlîtan be nikare bibe nivîskar û tu gû jî jê dernayê.  
Çetoyê Zêdo: Şano ji bo te çiye, tu dikarî têkiliya xwe û şanoyê vebêjî?
Mihemed Şarman: Ez ji şanoyê fehim nakim… Mala te ava pirsên te xweş bûn.

***Çetoyê Zêdo: Niha difikirim ku, heta 2023’an ez tu pirsan li Mihemed Şarman nekim wê bi xêr be…


Yorumlar

  1. Bu yorum yazar tarafından silindi.

    YanıtlaSil
  2. Min ji vê bersivê hezkir ; ''ji Kusî re dibên “Şikevleto” ku Kusî vê yekê bizane wê xwe tiştekî din bihesîbîne heqqet''

    YanıtlaSil

Yorum Gönder

Bu blogdaki popüler yayınlar

Modern Kürt Tiyatrosunun İlk Adımları

Yazar/metin merkezli Batı tiyatrosunun Kürt dilindeki ilk örneği, 1919’da Evdirehîm Rehmî Hekarî’yle başlaması, teatral formların Kürtlerde daha öncesinde olmadığı anlamına gelmemelidir. Popüler ve kitlesel bir sanat olan tiyatro tarihsel olarak her dönemde farklı biçimlerde icra edilmiştir. Genel anlamda tiyatro sanatı; kukla, gölge oyunu, köy seyirlik oyunları, çîrokbêj (bir nevi meddah) geniş bir alanda teatral formalara sahiptir. Bu formlar, yakın kültürler ve komşu milletler arasında benzerlikler gösterebildiği gibi veya hepten özgün bir biçim olarak da var olabiliyor. Kürt tiyatrosunda: Taziye, “Sîtav” (Gölge Oyunu) ile “Bûkella” (Kukla), “Mîr Mîran” (Sahte Emir), “Kosegelî-Gaxan”, “Bûka Baranê” (Bolluk-Bereket Oyun Ritüellerinden), “Sersal” (Yeni Yıl), “Newroz” oyun ve temsilleri... Bunun yanı sıra Kürt tiyatrosuna özgü teatral anlatı biçimleri arasında sayılabilecek “dengbêjî” ile “çîrokbêjî” gibi ulusal formlara da sahiptir. Kürt tiyatrosunun geçmişine ve bugününe baktığımı

Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê / Theatre Concepts and Terms

Şanogeriya "Mem û Zîn", Nivîskar: Emîn Mîrza Kerim, Derhêner: Enwer Tuvî, Silêmanî, 1958 Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê  Absürd Tiyatro - Şanoy bêhûde, Şanoya Absurd - Theatre of the Absurd Acı Çekme Oyunu - Lîstika Êşkêşanê - Şanogeriy eşkence, wezen – Passion Play Acıklı Komedya, Komîdyay giryanawî – Tearful Comedy Açık Aksiyon - Aksiyana Vekirî - Over Act Açık Sahne - Sehneya Vekirî - Open Stage Adaptasyon - Lihevanîn, Adaptekirin - Adaptation Agit-prop tiyatro- Şanogerîy bangeşekirdin – Şanoya propagandayî – Agit- Prop Theatre Ago n- Mişt û mirr – Agon Ağlayıcılar - Koroya Giriyê, Barbûkarî grîkî – Choregos Akrobat - Kanbore, qareman, palewan, Canbaz - Acrobat Aksiyon Oyunu - Dramay niwandin, Şanoya Aksiyonê – Play of Acting Aktivizm -  Karaxwazî, Aktîvîzm - Activism Akustik- Dengî, Akûstîk - Acoustic Alternatif Tiyatro – Şanoya Alternatîf- Alternatîve Theatre Anagnorisis – Venasîn, Nasînewe - Anagnorisis A

Ereb Şamîlov "Koçekê Derewîn-1930" Şano

   E reb Şamîlov  Koçekê Derewîn  Pyêsa Du Fesla Sezde Sifeta   (Neşra Dewlata Şêwrê Ermenîstanê, Rewan, 1930)           Gilyê Pêş          Pyêsa pêşin, gerekê beve notla silhekî şêr, ber gilî gotnê terêqa nav xebatçyê Kurmanca da paşda mayî. Eva gilî gotnê min nivîsîne, ne metelok in, ne jî min ber xoe derxistine. Eva îşana qewimîne bûye, niha jî hene nav gundê Kurmanca da.          Her Kurmancekî gele car qewimye, ku çûna cem wan vireka şêxa, pîra qewala û mella koçeka, wane kirye min nivîsye li vê pyêsê. Basa xeberê ez karim navê çend heva hildim, hûnê bizanbin rastê: Koçek Xûdêda ji gundê (Poştê) Karvansarayê qêza Lenînakanê nahya Hacîxelîlê, Koçek Gulê ji gundê Qulibegê qaza Rewanê nahya Ecmîadzînê (Dêrê).             Evana hetta niha jî dixapînin kesîba û orta Hemîk destê terêqa bega, axa û kulaka tev heve. Ew hizdikin paşda mabûna xebatçya; ew timê nezana tûj dikin berî firqeçya û komsomola dibin, çimkî ew firqeçî û komsomola niha paşda davêjin gilî got