BI FERÎT KARAHAN RE
“DERBÛYÎNA JI BUHİŞTÊ Û SÎNEMAYA KURDΔ

Ferit Karahan: Ez di
sala 1983’an de li gundekî Muşê hatim dinê. Min li Zanîngeha Marmarayê beşa
Elektrîkê qedand. Bi awayekî baldarî
tekiliya min bi sînemayê re li zaningehê dest pê kir. Dema ez li zaningehê bûm,
min perwerdehîya sînemayê bi çend atolyeyan de girt. Dû re di 2004’an de min
dest bi kişandina kurte-fîlman kir. Di çend fîlmên dirêj de weke cigirê
derhêner xebitîm û di 2012’an de min fîlma xwe ya yekam a dirêj kişand.
Çetoyê Zêdo: Hevnasîna
te bi sinemayê re çawa destpêkir?
Ferit Karahan: Beriya
zaningehê ez qet neçûbûm sinemayê… Dema ez çûm sinemayê li Stenbolê tesîreke
baş li ser min çêkir, pişt re dema ez ji sinemayê derketim min ji hevalên xwe
re go, ez ê filmekî bikşînim. Min li zaningehê di 2004’an de, min dest bi
kişandina fîlma xwe ye yekem kir. Pênc
hep kurtefilmên min henin, lê tenê min du heb nîşanda. Wexta min bi filmên
xwe di festivalan de nişan da ji bo min bû weke tramlenk.
Çetoyê Zêdo: Ji bo te
derhenêrî û sernarîstî tiştekî çawa ye? Çi hêza te ya derhêneriyê xurt dike?
Ferit Karahan:
Derhênerî ji bo min wek dengbejiyê ye, lê bi dîmênan hest û ramanên xwe nîşanî
hemû kesan dide. Pirî caran ez nikarim bêjim ev tenê kareke ji bo min, zedetir
jîyanek e. Ez îro bêtir li ser mijarên Kurdistanî dixwazim bixebitim, dikarim bibêjim ev ji bo min
weke çîrokên malbata min in.
Çetoyê Zêdo: Tu çawa
dixebitî, ji kerema xwe bi giştî tu dikarî qala disiplîna xebatên xwe bikî?
Ferit Karahan: Xebatên min î van çend salên dawî gelek zehmet e. Bi domdarî hewl didim ku her rojê
bixwînim û bi kêmanî fîlmekî temaşe bikim. Ji bo nivisê jî zû bi zû nikarim li
nivîsê hûr bibim û binivîsim. Nivîsên xwe yên senaryoyê heta ku diqedînim gelek wext
digire. Ji 2005’an heta niha, hima hima her roj bi domdarî sê saetan dixwînim,
dixebitim. Bêtir bala min li rastiya xwe, malbata xwe û ji rastiya Kurda ye.
Carinan disiplîneke Almanî ji me re lazim e. Ez her roj hîn dibim û di ber vê
hînbunê de karê xwe didomînim.
Çetoyê Zêdo: Bandora
kîjan derhêneran li te çê bû? Bi mînakan tu dikarî ji me re vebêjî?
Ferit Karahan:
Zêdetir Ingmar Bergman û Michelangelo Antonioni ji bo min wek mamostên min in.
Ên îroyîn jî hene…
Çetoyê Zêdo: Tu dikarî
ji me re qala serboriya “Derbûyîna Ji Buhiştê” bike?
Ferit Karahan: Di
sala 2009’an de min dest bi senaryoyê kiribû. Di 2010’an de senaryoya wê qedîya
û piştre me şand wezareta çandê. Di 2011’an de me alîkariya wezaretê wergirt ji
bo projeyê. Alîkariyeke kêm, lê ji bo destpekirinê baş bû. Dû re me li Wanê cih
dît ku em fîlma xwe li wir bikşînin. Heta erdheja Wanê me li wir bi
zehmetiyeke mezin amadekariya xwe çêkir û gelek mesref li vê xebatê derçû.
Piştî erdhejê ne mumkin bû ku edî em li
wir bixebitin û me amadekarîya xwe li Muşê berdewam kir. Di zivistana 2012’an
de jî, bi qasî sê hefteyan me fîlmê xwe kişand. Di vavbera 2012-2013’an de jî
nezî du salan em bi montaja fîlmê re mijûl bûn.
Çetoyê Zêdo: Di
çavderiya te de wateya Sinemaya Kurdî çiye? Tu dikarî sinemaya Kurdî
binirxînî?
Ferit Karahan: Li gorî
min hîna sînemaya Kurdî ne zelal e. Ji ber ku endustriya sînemaya kurdî nîne.
Bo pêşerojê ji ez hevîdar im ku sînemagerên Kurdan gelek pêşkevin. Derbûyina Ji buhiştê, ji bo pêşeroja filmên kurdî, rê li ber wan vedike. Lê divê filmên serketî derkevin, Filma me di 2012’an qediyabû, lê karên teknîkî gelekî wextê me stend.
Çetoyê Zêdo:
Binavkirina Sînemaya Kurdî û zahmetiyên wê?
Ferit Karahan: Hemû
sînema, îro di vê demê de mirov nikare qala sinemayeke netewî bike. Di nava
sinemayekê de ji hemû milletan kes hene, di kişandina filmekî de ew proje dibe
tiştekî navnetewî… Betir di nava filmekî de hemû millet henin…
Ji bo Derbûyîna buhiştê dikarim bibêjim filmekî Kurd e, ji ber ku ji
lîstikavanan heta karên teknîkê bêtir Kurd bûn. Hetta ji bo çêkeriyê jî me xwe
bi ûsûlên Kurdî deyndar kir, me Zêrê malbatê ji bo kişandina filmê deyn kir.
Ji bo kişandina
filmekî pergaleke li ber çavan tune ye, ji bo endustriya sînamaya kurdî çê bibe
aborî û piştgîri lazim e. Weke mînak, Derbûyîna Buhiştê li Kurdistanê bi
piştgiriyekê nehate pêşandekirin. Ji ber ku di hin projeyan de alikariyên ku
hatin kirin, pişt re encamên serketî derneketin, piştgiriyeke bi rêk û pêk
tuneye. Fonek tune ye, saziyeke ku piştgiriyê bide Sinemaya Kurdî îro li ber
çavan tune ye.
Çetoyê Zêdo: Ji bo
çêkêrîyê kîjan zahmetî derkete pêşberî te û te çawa çareser kir?
Ferit Karahan: Ji bo
endistriya sînemaya kurdî çê bibe, aborî û piştgirî sereke ye. Projeyek ji bo
ku bibe filmek, pêşî bi çêker û bi derhêner ve giradayî ye. Ya hêsa senaryo û
projeye, lê pirsgirêkên mezin, aborî û derhêneriye. Hûn jî zanin ku aboriya
sînameya Kurdî nîne û tu kes jî nabe sponsor. Ji bo kişandina fîlmê, me ji der
û dorê gelek deyn stend. Hîna jî min deynê filmê xwe çareser nekirîye. Di vê
rewşa de sînemaya Tirk û a cîhanê jî gelek zehmetiyan dikşînin, lê ne wek
Sinemaya Kurdî.
Çetoyê Zêdo: Dema em
bala xwe didin hin derhêneran bi îddayên mezin qala berhemên xwe dikin û
sinemaya kurdî dinirxînin, tu vêya çawa dinirxînî?
Ferit Karahan:
Gotinên derbarê sînemaya kurdî, divê bi nêrînên orjînal û bi exlaqî de be, bi
gotinên mezin bingehê sînemaya kurdî nayê avakirin. Bi xebatên berbiçav mirov
dikare zimanekî sinemayî biafirîne.
Çetoyê Zêdo: Derbûyina
ji Buhiştê, li ku hate pêşandan û temaşekirin?
Ferit Karahan: Fîlm
heta niha bêtir Amed, Wan, Stenbolê hete temeşaekirin, ji bo film
piştgirî nehate kirin, a din ji xwe piyaseke sinemaya Kurdî ji bo îro em nikarin
qala wê bikin... Temaşevanên Kurdî pir
kêm in, heta niha li dora heşt hezar kesî li Derbûyîna Ji Buhiştê temaşe kir. Lê min dixwest li Kurdistanê bêtir
bihatina temaşekirin… Em tehammulî hevdu nakin, ji xwe derfetên me diyar e, di
vir de lêxwedîrderketinek tunebû. Di çapenmenî û di derdorê sinemaya kurdî de,
weke ku filma min tune be... Ez weke mînak bêjim li Amedê ji bilî çend sinemayan
nehate pêşandan.
Çetoyê Zêdo: Derbûyûna
Buhiştê, seranser bi Tirkî bûya?
Ferit Karahan: Ku
filma min bi Tirkî bûya, wê astengiyên li Welêt heman tişt nebûya.
Çetoyê Zêdo: Di dema
galaya filma “Min Dît” de, li Festîvala Antalya’yê, nîqaşên siyasî pêk hatibû,
ji wê roje heta îsal bi xelata zêrîn a “Derbûyîna Buhiştê” çi hate guhertin? Tu
li hêviya vê xelatê bû? Piştî vê xelatê çi hate guhertin?
Ferit Karahan: Gorî
min tiştek nehatiya guhertin. Dîsa temaşêvanên Antalya weke berê nin. Di
premîera fîlma me de jî, tiştên ku qewimî û hatî serê ekîba me, heman helwest û
dîtinên wan î berê bû. Ez li hêviya xelatêkê bûm, lê ev xelat ne xelata fîlma
herî baş bû. Ji ber ku berî me tu fîlîmekî bi Kurdî xelata fîlma herî baş
nesitandibû. Piştî Porteqala Zêrîn, di çend festivalên din de jî xelat stend.
Heta niha 7 xelatên din stend…
Li Antalyayê
helwestên li himber filmên Kurdî, ji xwe nêzikbûyan wan diyar e. Lê kesên
radîkal ji filma min hez nekirin. Ev film, ji bo hessasiyeta kurdan li dereke
din e, ji bo temaşevên derveyî tiştekî din e.
Çetoyê Zêdo:
Lîstikvaniya şano û sinemayê?
Ferit Karahan:
Lîstikavanîya şano û sinemayê ji hev cuda ye, gerek şopa lîstikavaniya şanoyê
tevlî sinemayê nebe. Ne ku ji bo min qîmata tiyatroyê tune ye, lê ji hev dûr
in. Di casta lîstikavaniya kurdî de zêde alternatif tune ye, weke mînak
dema ez li ser çîrokekê dixebitim, Gulistan dibêje wê kî vêya bilîze? Ev jî ji
bo me zehetiyeke mezin e. Tunebûna castê pirsgirikeke sereke ye. Di bijartina
lîstikavanan de bi Kurdî, alternatîfên me yên ecibandinê zêde tuneye. Lê bi tirkî
zahmetiyeke bi vî rengî dernayê pêşberî mirov. Weke mînak ji bo lîstikvanekî 50
salî zêde alternatif tuneye.
Di Derbûya Buhiştê
de, du filmên di zik hevde bû, li aliyekî listikvanên tirk û li yên din ên Kurd
hebûn. Herdu jî di heman fîlmî de mîna ku ez du filman bikşînim, pêk hat. Ez
dikarim vêya bibêjim, lîstikavaniya Derbûyîna Ji Buhiştê, paqij bû. Listîkvanên
filmê de 4 lîstikvanan xelat stend.
Çetoyê Zêdo: Derbûyîna
Ji Buhiştê filmekî Kurd e?
Ferit Karahan: Lê
dema em li hevkariyên filma min binerin ji lîstikavan bigir heta çêker,
derhêner û piraniya lîstikvanan filmekî kurd e.
Çetoyê Zêdo:
Temaşevanên te bertekên wan çawa bûn?
Ferit Karahan: Kêsen
radîkal, ji fîlma min zêde hez nekir.
Çetoyê Zêdo: Derbûyîna
Buhiştê ne bi Kurdî bûya ewê, bertekên nirxandinan wê çawabûya?
Ferit Karahan: Mirov
tê dernaxê, lê bandora wê çi erêni çi jî neyînî mirov dikare binirxîne. Lê ji
bilî Antalyayê filma min li gelek derên din xelatên navnetewî stend. Bêtir
nirxandinên li ser fîlmê, teyabetî li ser şêweya filmê bû. Şêwaza filmê bêtir
bal dikşîne.
Çetoyê Zêdo: Tu dikarî
qala kurtefîlmên xwe yên berê bikî?
Ferit Karahan: Cara
ewil dema min li stenbolê dest bi zaningehê kir, piştî ku ez çûm sinemayê û min
filmek temaşe kir, min biryara xwe da, min ji hevalên xwe re digot, ez ê
sinemayêkê çêbikim. Filma min î yekemîn, dema ez li zaningehê bûm, weke
antî-utopya bû 2005 hinekî fantastîk bû. Ji 2005 heta îro 4-5 kurte film henin
lê tenê min 2 hep da nîşandan, yên din ne li gora rastiya min bû. Temaşevanên
min tenê baş e ku bi 2 heban dizanin,
yên din ne li gor rastiya min e û ne jî bi dilê min in, min yên din
avêtin kêlekê… Lê wexta ez ji îro lê dinerim, dibêjim axirê kes pê nizane, lê
dîsa jî ev ji bo min bûn weke tramlenekê. Ez niha bêtir li ser çîrokên xwe,
çîrokên malbatî disekinim. Wexta xwe niha bêtir bi mijarên Kurdistanî
eleqeder dibim.
Çetoyê Zêdo: Pirsa
dawî, xwestek û helwesta te ji bo sinemayê çi ye?
Ferit Karahan: Ez
dixwazim fîlmên baş çê bikim.
* Dîroka hevpeyvînê: 24.06.2014
Dest xweş. Gotarek xweş bû.
YanıtlaSil