( Mehmet Uzun ) Wêkî Şêrko Bêkes jî di axaftina xwe de tîne ziman, ew bi şîîrên xwe ve bûye dengê nalîna belengaz, hêvîya pêşmergeyên Kurdistanê. Lê Şêrko Bêkes jî wekî hemû mihacirên kurd ji mihacirtiyê, xeribiyê bîhnteng e. Lê ew dibêje “ Kurdistan di dilê min de ye” û weha dom dike: - Kak Şêrko, gerçî tu şaîrekî naskiriyî, lê dîsan jî, eger bikaribî, wekî destpêk, hinekî behsa xwe bikî… Şêrko Bêkês : Her dubare dibe, lê bi kurtî jiyana min weha ye: Ez di sala 1940an de, li bajarê Silêmanî hatim dinê û kurê şaîre kurde yê naskirî û navdar Faîq Bêkes im. Min xwendina xwe ya bingehî û navîn li Silêmanî û Bexdayê temam kiriye. Hingê min dest pê kir ji edebiyata kurdî, bi taybetî ji şiîra kurdî ya nûjen bala min kişand, bi taybetî min şiîrên Goran û Herdî xwendin. Yekemîn car min şiîrên xwe di rojnama hefteyî ya Silêmanî “Jîn” de belav k...
when you are going to shoot shoot don't talk / Nebêje, bike!