Ana içeriğe atla

Pêşgotina Koçekê Derewîn (Erebê Şemo, 1930)

Gilyê Pêş 

Pyêsa pêşin, gerekê beve notla silhekî şêr, ber gilî gotnê terêqa nav xebatçyê Kurmanca da paşda mayî. Eva gilî gotnê min nivîsîne, ne metelok in, ne jî min ber xoe derxistine. Eva îşana qewimîne bûye, niha jî hene nav gundê Kurmanca da.

Her Kurmancekî gele car qewimye, ku çûna cem wan vireka şêxa, pîra qewala û mella koçeka, wane kirye min nivîsye li vê pyêsê. Basa xeberê ez karim navê çend heva hildim, hûnê bizanbin rastê: Koçek Xûdêda ji gundê (Poştê) Karvansarayê qêza Lenînakanê nahya Hacîxelîlê, Koçek Gulê ji gundê Qulibegê qaza Rewanê nahya Ecmîadzînê (Dêrê).

Evana hetta niha jî dixapînin kesîba û orta Hemîk destê terêqa bega, axa û kulaka tev heve. Ew hizdikin paşda mabûna xebatçya; ew timê nezana tûj dikin berî firqeçya û komsomola dibin, çimkî ew firqeçî û komsomola niha paşda davêjin gilî gotnê kevn, tênê ser gilî…

Gotnê teze-ser gilî gotnê sosîalîzmê, bona kara xoe, ew terêk hizdikin paşda mabûna xebatçya, kesîba û orta.

Fikra wan xapandin e, ew idî wê xapandinê rê diçin. Bona wan bega, axa, kulaka, şêxa, mella, qewala û koçeka, jêke ew timê dixebitin paşda mabûn, ne xoendin. Em dixebitin hicûma qelemê, tev ber bi qelemê, ber bi devterê, pê paşda bidin gilî gotnê kevnî rizî qitinî.

Nav vê pyêsê da hûnê bivînin, kalekî orte, yê hindik mabû mala xoe bida der, koçek hûrmûrê wî tev bidizya, çimkî koçek çi digot, kalê tev bawer dikir, hindik mabû jî berî kûrê xoeda jî mal derxista, bona wê yekêk kur digote bavê, ev koçek derewa dike- bavê jî jê bawer ne dikir.

Lê wextê kalê bi çavê xoe dît derewêd koçek, kalê idî xoe xa jê sarbû, zaf ji ber xoe dikeve dibê “lê min mal xirabî, min çewa gurra vî virekî dikir” Notla tiştekî ser hişê xoe da bê. Paşê ser aqilê xoe da tê dibê “Lê çewa min hindik mabû bona vî koçekê derewîn kurê xoe tayê tenê ji mal derxista”, hêja Mho divîne zirara wan tereqa jî eîsanet ra yek dîn da dighîje xelqê.

Kalê gelekî ber xoe dikeve, lê qelpê xoeda idî weldigere tê ser rya rast dike xoe bnîwîsê komsomol, nizane ku émrê wî, ne émrê komsomolaye. Ew idî ji ser rya xapandinê, vedgere tê ser rya ne bawerkirina şêxa mella qewala koçeka û bega. Herkê, hila nav xebatçyê me Kurmanca da hene, gele merî yê ji dest nezanya xoe, ne xoendina xoe diçin pey gilî gotnê, terêqa axa û bega, em zanin gavak wana dît eva pyêsa, gerekê idî terka wan gilî gotnêd paşda may bidin wê bêne ser rya rast-rya sosîalîzmê.

Pêşgotina Koçekê Derewîn (bi rûsî) 

Piyesa yekem, divê li dijî afyona dîn were bikaranîn, lewma ev afyon li hemberî karkerên Kurdên Êzidî wek silehekê tê bikaranîn. Meselên ku di vê piyesê de derbas dibin, ne fantezî ne û ne jî min ji ber xwe avêtiye; berevajî vê, ji herêmên Kurdistanê, ji nav xelqên Kurdên Êzidî rasterast ji buyerên qewimî hatine wergirtin. Bûyerên di vir de diqewimin, em dikarin bibêjin ku hema hema her Kurdên Êzidî di jiyana xwe de, qet nebe carekê lê rast hatiye. Her Êzidî di rabirdûya xwe de qet nebe carekê rastî van “pîr, şêx, mela û koçekan” hatiye.

Wek minak, ez dikarim bibêjim ku “Kuçek Xudo”, ji navçeya Leninakonskov gundê Kervansaray û Koçek Gulê ji bajarê Erivanê gundê Ecmiyanskî. Van kesan toreya xwe, heta demekê domandine û kesên feqir, mirovên safik xapandine.

Helbet ev fikir û baweriya xurafî, ji aliyê dijminên Sovyetê ve, li ser erda Kurdên Êzîdî, di nav xelqên Êzidî de, bi zanîn û bi lêhûrbunekê hatiye honandin. Ev kesên wiha, dixwazin ji paşdemayîna karkeran îstifade bikin û bi vê rêyê li dijî Sovyet-kominîstên ku dixebitin, jiyanê jinûve ava bikin, dîn mîna silehê bikar bînin. Di rastiyê de ew bi vêya, çîna karkeran li dijî karkeran dikin dijmin û bi vêya re wan hêjar dixînin. Rêya wan rêya xiyanetê ye, rêya fêlbaziyê ye. Li hember van diz, derewîn (şêx, beg, pîr, koçek) mela û keşîşan divê em doza xwe ji dest bernedin. Divê em çîna karkeran, ji van kesan dûr bixin ku baweriya xwe bi xurafeyê wan neynin û ji vêya dersê bistînin ku ew lawaz bibin. Ji bo vê divê em bi rêya xwendin û nivîsandinê tekoşîneke çandî û zanistî bidin.

Hûnê di vê piyesê de kalekî ji çîna navîn bibînin, ji vî camêrî re hindik dimîne ku ji aliyê Koçek ve (Bavê Koçek) were şelandin. Wextê ku Kalê me bi rastiyê dihese, wê çaxê pir li ber xwe dikeve û diêşe.

Dilê wî gelekî dişewite. Ji xwe hêrs dibe, çawa dibe ku hindik dimîne ji ber Koçek, lawê xwe ji malê biqewirîne. Lewma ku kurê wî Komsomol e; lê niha ew bi xwe hisiyaye, êdî rastî ditîye û têgihîştiye ku hemû ji ber afyona dîn e û bandora vê afyonê ya li ser milet bi çavê xwe dibîne.

Yextiyarê me yê di hedê xwe de dijiya, dikeve nava şikestineke derûnî, ji xwe dipirse ku çawa bo xelasiya ruhê xwe dev ji kurê xwe yê Komsomol berde. Êdî ji dil û can dixwaze ku ew jî bibe komsomol, lê rastî ew e ku temenê wî ji bo komsomoltiyê ne guncav e.

Temenê wî di nav derewîn û wirokeran de derbas bibû, lê êdî hatibû ser riya rastiyê, rêya ronî û li hember van kedxwaran bi hemû qeweta xwe dest bi têkoşînê dikir.

Eger hê jî di nav miletên Kurd- Ezîdî de kesê nezan mabin, ji ber nezanîna xwe hê li pê beg, axe ,şêx, meleyan diçin û guh didin gotinen van kesên genî yên paşdemayî, dema ku rastî gotinên sosyalizmê yên teze û ronî werin, ew ê van fikir û baweriyên kevin wê ji serê xwe bavêjin, berê xwe bidin fikir û gotinên nû û ronahiyê. Wê çaxê xebatkar tenê dev ji wan bernade û wê li hemberî wan şer bikin ku qewata wan bişkînin û rê li ber wan bigrin. Di rastiya xwe de ev Koçek hemû koçekan temsîl dike.

Ji rûsî: Aysel Tabak

*1930- “Koçekê Derewîn” a Ereb Şamîlov, li Rewanê (Ermenîstan) tê weşandin. Heman berhem ji nav Weşanên Belkî di 2014an de jinûve hate çapkirin.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Modern Kürt Tiyatrosunun İlk Adımları

Yazar/metin merkezli Batı tiyatrosunun Kürt dilindeki ilk örneği, 1919’da Evdirehîm Rehmî Hekarî’yle başlaması, teatral formların Kürtlerde daha öncesinde olmadığı anlamına gelmemelidir. Popüler ve kitlesel bir sanat olan tiyatro tarihsel olarak her dönemde farklı biçimlerde icra edilmiştir. Genel anlamda tiyatro sanatı; kukla, gölge oyunu, köy seyirlik oyunları, çîrokbêj (bir nevi meddah) geniş bir alanda teatral formalara sahiptir. Bu formlar, yakın kültürler ve komşu milletler arasında benzerlikler gösterebildiği gibi veya hepten özgün bir biçim olarak da var olabiliyor. Kürt tiyatrosunda: Taziye, “Sîtav” (Gölge Oyunu) ile “Bûkella” (Kukla), “Mîr Mîran” (Sahte Emir), “Kosegelî-Gaxan”, “Bûka Baranê” (Bolluk-Bereket Oyun Ritüellerinden), “Sersal” (Yeni Yıl), “Newroz” oyun ve temsilleri... Bunun yanı sıra Kürt tiyatrosuna özgü teatral anlatı biçimleri arasında sayılabilecek “dengbêjî” ile “çîrokbêjî” gibi ulusal formlara da sahiptir. Kürt tiyatrosunun geçmişine ve bugününe baktığımı

Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê / Theatre Concepts and Terms

Şanogeriya "Mem û Zîn", Nivîskar: Emîn Mîrza Kerim, Derhêner: Enwer Tuvî, Silêmanî, 1958 Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê  Absürd Tiyatro - Şanoy bêhûde, Şanoya Absurd - Theatre of the Absurd Acı Çekme Oyunu - Lîstika Êşkêşanê - Şanogeriy eşkence, wezen – Passion Play Acıklı Komedya, Komîdyay giryanawî – Tearful Comedy Açık Aksiyon - Aksiyana Vekirî - Over Act Açık Sahne - Sehneya Vekirî - Open Stage Adaptasyon - Lihevanîn, Adaptekirin - Adaptation Agit-prop tiyatro- Şanogerîy bangeşekirdin – Şanoya propagandayî – Agit- Prop Theatre Ago n- Mişt û mirr – Agon Ağlayıcılar - Koroya Giriyê, Barbûkarî grîkî – Choregos Akrobat - Kanbore, qareman, palewan, Canbaz - Acrobat Aksiyon Oyunu - Dramay niwandin, Şanoya Aksiyonê – Play of Acting Aktivizm -  Karaxwazî, Aktîvîzm - Activism Akustik- Dengî, Akûstîk - Acoustic Alternatif Tiyatro – Şanoya Alternatîf- Alternatîve Theatre Anagnorisis – Venasîn, Nasînewe - Anagnorisis A

Ereb Şamîlov "Koçekê Derewîn-1930" Şano

   E reb Şamîlov  Koçekê Derewîn  Pyêsa Du Fesla Sezde Sifeta   (Neşra Dewlata Şêwrê Ermenîstanê, Rewan, 1930)           Gilyê Pêş          Pyêsa pêşin, gerekê beve notla silhekî şêr, ber gilî gotnê terêqa nav xebatçyê Kurmanca da paşda mayî. Eva gilî gotnê min nivîsîne, ne metelok in, ne jî min ber xoe derxistine. Eva îşana qewimîne bûye, niha jî hene nav gundê Kurmanca da.          Her Kurmancekî gele car qewimye, ku çûna cem wan vireka şêxa, pîra qewala û mella koçeka, wane kirye min nivîsye li vê pyêsê. Basa xeberê ez karim navê çend heva hildim, hûnê bizanbin rastê: Koçek Xûdêda ji gundê (Poştê) Karvansarayê qêza Lenînakanê nahya Hacîxelîlê, Koçek Gulê ji gundê Qulibegê qaza Rewanê nahya Ecmîadzînê (Dêrê).             Evana hetta niha jî dixapînin kesîba û orta Hemîk destê terêqa bega, axa û kulaka tev heve. Ew hizdikin paşda mabûna xebatçya; ew timê nezana tûj dikin berî firqeçya û komsomola dibin, çimkî ew firqeçî û komsomola niha paşda davêjin gilî got