"Bîranînên
li ser Kevir"
Derhêner: Şewket Emîn Korkî
Lîstikvan: Hisên Hesen, Nazmi Kırık, Shima Molaei, Suat Usta, Salah
Şeyh Ehmedî, Rêkêş
Şahbaz, Bengîn Elî, Hişyar Zîro
Senaryo: Mehmet Aktaş, Şewket Emîn Korkî
Çêker: Mîtosfîlm, Mehmet Aktaş
Derhênerê Dîmênê: Salem Salavati
Mawe: 97 deqîqe
Hisên û Alan, piştî têkbirina Sedam li Başûrê
Kurdistanê dixwazin fîlmekî li ser Enfalê çêbikin. Gelek zehmetî li pêşberî wan
in, pirsa sereke jî peydekirina aktrîstekê ye. Hewldanên wan, bi hatina Sînor
re vediguheze. Lê pismamê wê Hîwa û apê wê Hamid nahêlin Sînor di fîlm de
bilîze. Sînor ji bo ku di fîlm de bilîze daxwaza zeweca bi Hîwa re qebûl dike.
Dest bi fîlmê Enfalê dikin, lê di paşxana kêşanê de
kêşe û astengiyên wan her didomin. Perê wan diqede, Hisên û Alan ji bo kêşana
fîlm di lêgerînê de ne. Di hemû sahneyên ku Sînor tê de dilîze, destgirtiyê wê
Hîwa li seta fîlm e, bi çavnebarî daxilî nava fîlm dibe. Di fînala Enfalê de
Hîwa tê seta fîlm û dixwaze Hisên bikuje. Hisên birîndar dibe, lê fîlmê Enfalê nîvco
dimîne, heta, Hisên ji bo ku kêşana Enfalê biqedîne, pêşniyara lihevhatinê
dipejirîne… Filmê Enfalê diqede, lê heta dawî jî kêşeyên sînemaya Kurdî di “Bîranînên
Li Ser Kevirî” de naqedin…
Fîlm bi serdegirtina eskerên Beesê ya sînemeya ku fîlmê
Yol ê Yilmaz Guney lê tê nîşandan
dest pê dike. Fîlm bi zarokekî ku diçe sînemayê dest pê dike. Fîlmê ku tê
nîşandan Yola Yılmaz Güney e, zarok(Hisênê
biçûk) diçe ba makînîst ku ew bavê wî ye, piştî wextekê leşkerên Beesî -di ber
dîmenên girtinên di Yolê de- davêjin
ser sînemayê. Hisên wê şevê li wir e û zilma eskeran a li temaşevanên sînemê û
lêdana li bavê wî dibe, dibîne. Sîneme û
fîlmê Yolê bi awayekî hestyar têsîrê
li Hisên dike û dikeve jiyana wî. Piştî vê dîmenê em dibînin ku Hisên bûye
derhênerekî Sînemayê... Hisên di rola dêrhêner de dixwaze fîlmê Enfalê
bikêşe. (Hisên Hesen di rastiyê de jî
derhênêr e û di tevahîya film de gotin tê ser Yilmaz Güney.)
Ji fîlm diyar dibe ku Hisên çûye Elmanyayê û li wir
bi jineke elman re zewicîye û kurekî wî heye. Lê çêkirina fîlmekî ku behsa
Enfalê dike ji bo wî dibe armanca sereke. Loma dev ji malbata xwe berdide û tê
Başûrê Kurdistanê... Lê hê di destpêkê de Hisên dibîne ku çêkirina Fîlm li
welêt ne karekî asan e...
Derhêner (Hisên) û hevalê wî yê çêkerê fîlm (Alan), hevalên
hevdu yên zarokatiyê ne, bi armanca ku li Başûrê Kurdistanê li ser
desthilatdariya Beesîyan û Enfalê ji çîrok
û ji “Bîranînên li Ser Kevir” dixwazin fîlmekî çêbikin, lê ew bi xwe dibin
çîroka fîlm. Bi vê şêweya ku weke “epîk absurd” jî mirov dikare bi nav bike, ji
îro ber bi bîranînên êşê ve diçe. Rastî
û senaryoya “çêkirî”, bi hev re tê hûnandin ku ji hemû kesên di fîlm de cîh
girtine, ji jiyana wan î rojane gelek têbînî û serboriyên wan, daxilî nava fîlm
dibin. Alanê xwedîyê şîrketa fîlm, ji bo amadekariya fîlm nikare bi hev bixe û
li çareseriyên “şexsî” digere. Hisên li hatina xwe poşman dibe lê carekê jî
ketiye nava kar, nikare xwe ji kêşeyan xelas bike. Dîsa jî bi şiklekî dixwaze
bi rêya çêkirina fîlm re, vê trawmaya ji zaroktiya xwe ve dijî, ji ser xwe
bavêje û bavê xwe bi “bîr” bîne...
Hisên dixwaze sînemeya ku bavê wî canê xwe di ber de
daye, di nava kurdan de geş bike û Sînora ku bavê wê di enfalê de hatiye kuştin,
ew jî dixwaze serborîya wî bi rêya fîlmekî ku ew tê de dilîze bigihîne temaşevanan.
Lê mam û kurmamê wê bi mebestên cuda li dijî vê yekê derdikevin û naxwazin Sînor
di fîlm de bilîze. Di dawî de piştî xwestina wê û bi hin lihevrasthatinan,
Sînor (Shima Molaei) di fîlm de dilîze. Sînor û Hisên herdu jî bi vî awayî
dixwazin bi rêya çêkirina fîlmê Enfalê şopên
van “bîranînan” berceste bikin.
Hewldana çêkirina fîlmê Enfalê ji ber peydenekirina
artîsteke jin, zehmetiyên civakî û aborî bixwe dibe fîlmê esas. Fîlm bi vî
awayî li ser du beşan ava dibe; beşa pişt kamerayê (fîlmê esasî) û ya pêş kamerayê
(Enfal)... Carinan herdu fîlm tevlihev dibin. Wek mînak di dema hilweşandin û
şewitandina malên gundiyan de, avêtina Beesiyan û birîndarbûna Hisên…
“Enfal” yek ji bûyerên herî trajîk e ku hatiye serê
Başûrê Kurdistanê. Enfal bi xwe mijareke ku hê jî di “bîreweriya” gel de, zîndî
ye û bi hemû şêweya xwe bandora xwe li ser kurdan hiştiye. Fîlm di nava fîlm de
ye, ev jî dike ku şêweya vegotina êşê
sivik bibe, loma rastiya dîrokî” bi serboriya ekîba fîlm re, bêyî ku were “ajîtekirin”,
hatiye hûnandin. Ekîba fîlmê Enfalê, ji bo kêşanê dixwazin karê xwe pêk
bînin, lê pêrgî rastiyên civakê dibin. Derhênêrê nav filmê, serboriyên rasteqîn
bi zimanekî “kenewerî” û di gelek dîmenan de bi “absurdiyeke civakî” dixwaze
nîşan bide. Bi vêya re em dibînin ku, li ser nebûna derfetên hunerî, rexne li
hukumeta Başûrê Kurdistanê jî tê kirin. Şewket Emîn Korkî, bi hêviyên şikestî
li “dîroka nêz” dinêre lê dixwaze rewşa îroyîn jî raxîne ber çavan. Bi gotineke
din, ji îro em li “nebûna hunerê” yî di nava civakê de binêrin, bi qasî
“enfalê” mirov dixe nav fikaran.
Hemû lîstikvan di nava dudiliyekê de ne, serdestiya
mêran li Başûrê Kurdistanê rê nade ku jin bi biryara xwe lîstikvaniyê bike. Bijartina
lîstikvaneke jin, ji bo rola sereke “Lorîn”
peyda nabe. Aktrîs Sînor (di rastiyê de ne ji Başûr e) bi destûra pismamê xwe
ku bi şertê bi wî re bizewice dikare di fîlm de cî bigire. Lêgerîna
lîstikvaneke jin, dike ku ji Rojhilatê Kurdistanê (Îranê) mîna serboriyeke
qaçaxî be, bi hemû “rasteqîniya xwe” dibe drameke rojane. Ji tîpolojiya
stranbêjên kurd “Roj Azad” (Suat Usta) ji neçarî û belangaziya ekîba fîlm re,
weke çareseriyekê ji fîlmê “Enfalê” re dibe rolê sereke, ev bi xwe jî
keneweriya fîlm û têkiliya baziraganiyê nîşan dide. Suat bi performansa xwe
“lîstikvaniya klîşebûyî” serkevtî
parodîze dike.
Hevalê derhêner Alan (Nazmi Kırık), weke çêkerê fîlm
her tiştî dide ber xwe ku ji bo bibe alîkarê derhêner. Alan, dikeve nava niqaşên li ser castingê û ji bo ku kêşandina fîlm biqede weke çareseriyê bi pêşniyara wî,
dixwaze Roj Azad were di fîlm de rola sereke bilîze. Roj Azad, stranbêjekî
populîst e ku li Ewropa dijî, ji bo bazirganiyê hatiye kurdistanê, lê fîlm ji
bo xwe dike sedema hatina xwe, lê ew di nav lîstikvanan de yê herî lawaz û
populer e.
Ji hemû perçeyên kurdistanê tevî astengî û çîrokên
hevpar, di fîlm de weke mijar û çîrokên rasteqîn cî digrin. Mîna “parodiyeke”
sînemaya kurdî jî mirov dikare binirxîne. Bo nimûne referansên ji Yılmaz Güney
û tunebûna bazara sînemaya kurdî li Kurdistanê,
nebûna ekîpmanên teknîk, nebûna bîner û pişgiriya sînemayê û ya esas tunebûna
“lîstikvanên Jin” bi têbîniyên rasteqîn û nirxandinên rojane re, hemû dibin
mijara fîlm.
Di tevahiya fîlm de “kevir” dibe metafora “tundiyê”,
di seranserê çîrok û rewşa îroyîn ya fîlm de, bi kavilkirina Kurdistanê re dibe
“bîreweriyeke” taybet. Ji 1986an heta
sala 1989an li Başûrê Kurdistanê bi hezaran gund hatin şewitandin û nêzî 190
hezar kurd hatin qetilkirin. Mirov
dikare bibêje, giraniya mijarê bi epîkbûna kêşandina fîlm re hatiye sivikkirin
ku ev jî bûye sedem ku fîlm xwe ji vegotina “trajediya” mijarê xelas bike. Ji
ber vê yekê ye ku navenda mijar û hûnandina fîlm li ser civaka rasteqîn e, ku
çawa li Başûr bi ser “tunebûna” sînemayê ve tê vegotin.
Di dîroka gelan de hin bûyer hene ku bîreweriya wan
ava dikin. Têkiliya mirovan bi “keviran”
re xwedî rengên bingehîn e. Ev têkilî carinan weke nirxeke “menqûl-gayrimenqûl”
û carinan jî li ser Rojhilata Navîn “kevir” di kêşe û nakokiyên civakê de
wateyên taybet hildigere. Di vî filmî de
jî em pêrgî çend cureyên vê têkiliyê dibin. Cihê ku film lê tê kişandin cihê
Beesiyan e ku piraniya film li vir derbas dibe. (Bi wateyeke şênber jî Beesiyek,
bi kevirekî girtiyekî dikuje.) Li dijî vêya li ser Roj Azad û şîrîkê wî ku
bazirganê avahîsaziyê ye li ser projeya avahiyên xwe di bîlboardan de “Jiyanek
nû em ava dikin” dinivîse ku, ji bo “pêşketina” civakê îroniyekê nîşan
dide.
Ji bo Sînor,
kevir xwediyê wateyeke tije bîranînên dilsoj e. Sînor li nava koma kevirên ku
ji aliyê mirovan ve weke avahiyeke mirin û êşkenceyê hatiye sazkirin li “bîranînên”
bavê xwe digere. Di heman demê de Roj Azad (Suat Usta) diyar e ku bi vê
erdnîgariya ku bi xwînê hatiye xêzkirin tu têkiliya wî ya ji dil tune ye, dîsa
bi rêya keviran “jiyaneke nû” pêşniyarî mirovan dike. Bi vê jî em dibînin ku
kevir ji mirovan re carinan mirinê carinan jî jiyanê nîşan dide. Li hember van
şahidên bêdeng/bêziman, kirinên mirov di destê mirov de ye, mirov dikare
“kevir” ji bo mirinê jî ji bo jiyanê jî bi kar bîne.
Astengiyên malbatî yên li ser lîstikvanên jin ku
dramatîka bingehîn ya fîlm e, li ser vê yekê diqewime, jinên ku dixwazin
bilîzin jî ji ber civak û malbatên xwe nikarin bilîzin. Sînor mamoste ye, di nûçeyan
de dibihîze ku listikvaneke jin lazim e. Ji bo di fîlm de bilîze, divê ji apê
xwe destûrê bixwaze. Ekîba fîlm hemû diçin ricayê ji bo ku Sînor di fîlm de cî
bigire, mîna ku çûbin xwestina wê. Hemû bergerînên wan bê fêde dimînin û ji ber
vê yekê derhêner û ekîba wan ji bo peydekirina lîstikvaneke jin diçin Rojhilat.
Di vegera wan de ji ber pirsgirêka li sînorê Îranê, rê nadin ku ew vegerin,
pişt re bi qaçaxî dikin ku vegerin lê dema ji sînor derbas dibin leşker li wan
diteqînin û lîstikvana jin jî tê girtin, destvala vedigerin.
Bi çûyina derhêner a Rojhilat re, Sînor ji bo ku
bilîze daxwaza zewaca Hîwa qebûl dike û Hîwa qanî dibe ku Sînor di fîlm de
bilîze. Bi hatina Roj Azad û bi
tevlêbûna Sînor re dest bi kişandina film dikin, lê Hîwayê dergistiyê Sînûr ,
her tim li seta film e û mudaxaleyî wan dike (Li gor agahiyan, di rastiyê de jî heman çîrok di setê de qewimiye,
desgiritiyê Sînor yê rasteqîn her li setê bûye.).
Di dîroka gelên bindest de êş hevpariyeke mezin û
her dem guncav e. Di hişê nifşên nû de jî bîranînên van êşan bi cî dibe. Lê
mixabin êşên gelên bindest bi dawî nabin. Bîranîn bi êşên nû zêde dibin. Dem dibuhure
lê êş nabihurin. Ji aliyekî têkoşîna li hemberî zextan dimeşe, ji aliyê din ve
jî êş di “bîreweriya civakê” de dirûvekî zexm digre. Vegotin di civaka kurdan
de şêweya herî pêşketî ye. Di vî fîlmî de pirsgirêkên sînemaya kurdî bi awayekî
aşkere hatiye qalkirin. Piştgiriya çêkirina fîlîman qels e, ji aliyê teknîkî û
ji aliyê civakî pirsgirêkên cur bi cur derdikevin holê. Dema hilbijartina
lîstikvanan de derhêner mecbûr dimîne ku lîstikvanekî populer (Roj Azad)
hilbijêre. Roj Azad stranbêj e, lê xwedîyê têkîliyen giring û dewlemend e. Ev
jî dibe sedema hilbijartina wî ji bo lîstikvaniyê. Ew qas populîst e ku dema
Hisên brîndar dibe, Roj azad dixwaze
bibe derhênerê fîlm jî.
Di warê bikaranîna ziman de, Soranî û Kurmancî bêyî
nakokiyeke ragîhandinê di fîlm de cih digre. Wek mînak; Alan, bi devoka Amedê
diaxive, bavê wî û zarokên wî bi devoka Bahdînî, jina wî jî bi Soranî diaxive. Sînemaya
Kurdî, di vî warî de xwedî mînakên balkêş in ku divê bi giştî were nirxandin.
Ku em vegerin destpêka fîlm; Bavê Hisên jê re dibêje, fîlmekî kurdî ye lê fîlm
ne bi kurdî ye û navê wê jî Yol e.
Di dramatûrjiya fîlm de, dema em li hemû lîstikvanan
dinêrin, her kes û armanceke wan heye, di vê babêtê de “Alan” veşartî maye,
armanca wî zêde ne diyar e. “Deftera
Sînorê” tesîrekê li ser naveroka fîlm nake, mirov dikare bibêje tenê Hisên
motîve dike. Dema defter dikeve dewrê, mirov li benda tiştekî ye ku tesîrê li
ser naveroka fîlm jî bike, lê ev yek pêk nayê...
Weke encam; tunebûna dezgehên ji bo hunerê, piştî
desthilatdariya Beesê nebûna derfetên hunerî û temaya sînor ku perçekirina
Kurdistanê bi danûstendinên perçeyên din, bi hevdu hatiye hûnandin. Fîlm li ser
“bîreweriya” gelê kurd û rewşa îroyîn, nirxandinên hêja radixe ber çavan. Ji bo
birêxistina civakê, pirsa civateke çawa, bi şêweyeke berfireh bûye mijar û
çîroka fîlmekî taybet… Bi hemû aliyên
xwe hêja ye ku were temaşekirin.
*Ev
nivîs di kovara Zarema de (hejmara 8an) hatibû weşandin .
Yorumlar
Yorum Gönder