Mîrzayê me yê Biçûk, ji gerstêrka xwe hatiye li peraveke Dîcleyê bicî bûye. Dixwaze vê peravê bixemilîne û şên bike. Gulek li perava wî şîn dibe û tevlî jiyana wî dibe. Piştî wextekê pereva wî dikeve ber lehîyê û her ku diçe dor lê teng dibe… Dema biryara koçkirinê dide û Gula wî jê dixeyide û ji ber çavan wenda dibe… Mirzayê Biçûk, li ser peravên Dîjleyê li Gula xwe digere. Di rêwitiyê de pêrgî hin mirovên mezin û zîndeweran dibe… Li ser şopa Gulê dibêje: “ Mirov divê bi dilê xwe li tiştan bigerin... ” Merheba ji we re! Ka mirov li ku derê ne? Bibin hevalên min, ez bi tenê me. Ka were û bi min re bilîze. Ez gelekî dilşikestî me... Gulek heye… Wê gulê ez kedî kirim… Li perava min guleke min hebû, ew ya pêşîn bû ku min dengê dilê wê bihîstibû, ew a ewil bû bi min re axivîbû... Gula min bêhna xwe li hemû perava min belav dikir û min nizanîbû qîmeta wê kêfxweşiyê nas bikira. Gula min li dunyayê de derekê ye... Ez ê lê bigerim… Gelo ji bo her kes rojekê li perava xwe vege...
when you are going to shoot shoot don't talk / Nebêje, bike!