Hebûna şanoyê li her welatî û di nav her neteweyekê de
nîşaneyek hebûna şaristaniyê ye. Ew kesên ku avakirina şanoyê difikirin di nav
welatê xwe û gel de mirovên xwedî şaristanî ne. Neteweya kurd di rê, war û
şanoya xwe de, xwe digihîne serdema rê û resmên Mîtraîzm û Zerdeşt. Hebûna
dîtina şano û hunerê xwe digihîne serdema împeretoriyan. Bi vê rewşê piştî
hilweşandina Medan ji aliyê desthilatdariyê ve şano jî ber bi raketinê ve diçe.
Persî desthilatiya şano û birêvebirinê dest datînin ser.
Şano û cihê şanoyê di serzemîna Mezopotamyayê de di bin
navenda olî û şaristaniyetê de, di bin desthilatdariya siyasî, çand û olên cuda
de dîroka xwe jiyaye û heta digihêje serdema nû.
Di nav kurdan de şano û cihên şanoyê bi berdewamî maye û bi
form û şêweyên cuda gihîştiye îro. Desthilatiya herêmî û olên cuda şano û
rêbazên şanoyê pirengî û pirşêweyî kiriye. Vê rewşê berdewam kiriye heta şerê
cîhanê yê duyemîn.
Li Mehabadê piştî îlona 1941ê piştî nemana desthilatiya
rejîma Riza Şah, keftûleftên ronakbîrî li herêma Mukriyan bi taybet li Mehabadê
geş dibe.
- Pêkhatina “Komelley Jiyanewey Kurd” (Komeleya Vejîna Kurd)
16.09.1942,
- Pêkhatina rêxistina
Lawan ên kurd,
- Hebûna qad û komeleyên wêjeyî,
- Derketina kovara “Niştîman” di gulana 1943yan de hin ji
van pêşketinan in.
Wan tiştan bi hev re em dinirxînin û li ser serdemeke nû
radiwestin, bi vî awayî fikra pêşkêşkirina serdemeke nû derdikeve holê. Piştî
ku Şanoya Dayîka Niştîman ji aliyê Dilşad Resûlî û Ebdurehman Zebîhî, endamên
Komelley Jiyanewey Kurd ve didin ber destê Komeleya Lawên Kurd, Pêşewa Qazî
Mihemed ji wan lawan re dibêje: “Ev tiştekî ragihandinî ye ji miletê kurd re.
Weke ku ez bi xwe biçim ser dikê û ji gel re biaxivim. Lê pêşandan dikare ji
min zêdetir bandora xwe hebe, ji ber vê divê pêşandanê pir xweşik jiber bikin û
provayan li ser bikin.”
Şanoya Dayîka Niştîman nîşaneya doktirîna siyasî û plana
rêveberiya Komelley Jiyanewey Kurd û Qazî Mihemed bû. Ev jî ne di 1946an de, di
1944an de bû. Bi rêya vê şanonameyê xwest ku mebesteke siyasî ya gelê kurd û
rêberên wî yên siyasî were ragihandin.
Dayîka Niştîman di sîmaya jineke porneqşandî ya firîşteyê de
bi awazekî dilşewat û sûdwergir ji helbestên Hacî Qadirê Koyî, hawara niştîmana
kelepçekirî di guhê lawên wê de bidengîne û dengbêj jî “Sirûdgel” a “Xwaye
Weten Awakey”, “Mekteb Metlebî Seadet e”, “Erê hey Kurdistan, Kurdistana
xweşik” û “Niştîman Dînmî, Ayînmî” dixwînin.
Dayîka Niştîman doza azadî û rizgariyê dike. Zaroyên Dayîka Niştîman
bi hawara Dayîka Niştîman ve tên, dijmin plan û defandinê dimeşîne, pêşmerge û
alîgirên wan Dayîka Niştîman rizgar dikin. Kurd digihêjin armanca xwe û Komara
Kurdistanê dadimezrînin, serokê komarê di nav şanoyê de ji gel re nîşan didin.
Piştî şano bi dawî dibe, Qazî Mihemed tê ser dikê. Xenî
Beloryanê di vê derbarê de weha dibêje: “Piştî şano diqede Qazî Mihemed tê ser
dikê û bi çavekî kelogirî diaxive, gel pê hestiyar dibe û di dema pêşkêşkirina
şanoyê de temaşevan digrîn. Rûs jî rondikan dibarînin! Qazî li ser dîroka
xebata kurd berdewam dike; qala mêtîngerî û dabeşkirina Kurdistanê û
perçiqandina gelê kurd ji aliyê dewletan ve. Herweha qala şoreşên Kurdistanê jî
dike û radixîne ber çavan.”
Şanonameya Dayîka Niştîman bi vê naverokê ve li ser mêjî,
ruh, derûnî, hestên tebeqat û çînên cuda yên gelê kurd; jin û mêr jî di nav de
bandora xwe dike. Heta wê radeyê ku jinên murîd yên şêxên Kurdistanê kom bi kom
ji dergahan ber bi Xeraca Evdul a ku bûye cihê şanoyê ve diçin. Ev jî di dewr û
zemanekî wisa de ye ku navê şanogeran wek lotî û şekeroke li herêma Mehabadê
derketibû. Şekroke, mêrzarokên ecem bûn, bi aşiqên Azerî re dihatin û
direqisîn. Lotî jî ew kes bûn ku hirç û meymûn direqisandin.
Di navbera çil rojan heta du mehan de, 120 heta 160 car
şanoname hatiye pêşkeşkirin û nêzî 80.000 kesan li vê şanoyê temaşe kiriye. Li
bajarên wek Mehabad, Şino û Nexede hatiye pêşkêşkirin. Bi vê jî gel weke ku tev
li referanduma neteweyî bibe beşdarî kiriye. Bilindtirîn rekora temaşavaniyê bi
dest xistiye. Heta niha jî, piştî derbazbûna 61 salan li Kurdistanê dubare
nebûye. Şanoya kurdî li hemû beşên Kurdistanê dibe xewnek ku rojeke weha
bibîne.
Peyam û doktrîna Dayîka Niştîman îro jî hê nû ye. Ev jî
serbilindî ye ji bo wan kesên ku Şanoya Dayîka Niştîman di havîna 1944an de ava
kirine. Piştî wê, di sala 1946an de Komara Kurdistanê damezrandin. Bi vê jî li
me vedigere ku Şanoya Dayîka Niştîman yek ji şerên giringîyê neteweyî ye ku bi
hebûn û nebûna keyan (serok) heye û nîn e.
Dayîka Niştîman, Komara Kurdistanê û avakerên wê Qazî
Mihemed bi hev re hatin û hevgirtî bûn. Bi vê hêviyê ku li avakirina avahiyên
hatîn hilweşandin ên Ekbatana, Mehabad, Kengawer û Sablaxê, bi damezrandina
herêma kurd li başûrê welat avatir bibe û dikên şanoyê mezintir bibin. Şano di
giyana neteweya me de cihê xwe yê şayeste bigire. Ev nîşaneya şaristaniyeta me
ye, heman wek sala 1944, bi pêşkêşkirina Şanoya Dayîka Niştîman dîrokek
afirandiye. Bîranîna du komaran; komara Dayîka Niştîman, Komara Kurdistanê û
qurbaniyên wê ku pêşewa Qazîyê şikûmend li sêdarê dane be.
* Axaftina Birayîm Ferşî di festîvala bîranîna Qazî Mihemed de (31.03.2005, Silêmanî)
Ji Soranî: Mûhsîn Ozdemîr
Yorumlar
Yorum Gönder