Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Pêşgotina Koçekê Derewîn (Erebê Şemo, 1930)

Gilyê Pêş  Pyêsa pêşin, gerekê beve notla silhekî şêr, ber gilî gotnê terêqa nav xebatçyê Kurmanca da paşda mayî. Eva gilî gotnê min nivîsîne, ne metelok in, ne jî min ber xoe derxistine. Eva îşana qewimîne bûye, niha jî hene nav gundê Kurmanca da. Her Kurmancekî gele car qewimye, ku çûna cem wan vireka şêxa, pîra qewala û mella koçeka, wane kirye min nivîsye li vê pyêsê. Basa xeberê ez karim navê çend heva hildim, hûnê bizanbin rastê: Koçek Xûdêda ji gundê (Poştê) Karvansarayê qêza Lenînakanê nahya Hacîxelîlê, Koçek Gulê ji gundê Qulibegê qaza Rewanê nahya Ecmîadzînê (Dêrê). Evana hetta niha jî dixapînin kesîba û orta Hemîk destê terêqa bega, axa û kulaka tev heve. Ew hizdikin paşda mabûna xebatçya; ew timê nezana tûj dikin berî firqeçya û komsomola dibin, çimkî ew firqeçî û komsomola niha paşda davêjin gilî gotnê kevn, tênê ser gilî… Gotnê teze-ser gilî gotnê sosîalîzmê, bona kara xoe, ew terêk hizdikin paşda mabûna xebatçya, kesîba û orta. Fikra wan xapandin e, ew idî ...

Ji Hewarî'ya Heciyê Cindî...

Ji romana Heciyê Cindî  "Hewarî".... weke têbinî, îndeks, folklor, hêma, çavkanî...  ên ku min dixwest ez car bi car lê vegerim û ji nû ve bixwazim, bixwînim an careke din lêvegerim...  Kesên Romanê: Profesor Eremyan, Nûrê, Fêrik( Fêrik Polatbegov, Fêyedor Lîtkîn) Elî Emerê Polat- Nihoyê Miho- Bedoyê Mamo( Ev her sêkên te r.97) “Hayastanê û Kubarê” 400, Vebêjer: Kamil (Vebêjerê para yekemîn e, diçe gundên kurda yên nêzî Yêrevanê “Kûrekan”ê) “Ez dixwazim der heqa êla koçkirî de çend giliyan bibihêm çi ka axiriyê wê çawa bû.” r.75 Xewa kamil nayê… 164,  “Kamil dibe Heciyê Cindî-176,190,348- 398” “Jina kurd- yekitî”364-365- Kawa Nemir-190, (Apê Moskov- Şewêş -çîroka bûkê-142-155) Roman bi hatina nameyekê, lêgerîna Fêrîk dest pê dike û bi nameyeke din diqede. (r. 396) Ji vegotina Heciyê Cindî û Serhedê: “Ji çi re” r.27-  “Gotina gotiyan e”, “De bibêje, zû, ez teqiyam gidiyo!” r.29 Kewşenî(Şênahî) r.37  “Malav...

Şahînê Bekirê Soreklî

Di sala 1946an li gundê Mezrê (Mezra E’brûş) yê li rojavayê bajarê Kobanî ji day bû.  Li dû  kutakirina pola 12emîn li Helebê, bi temenê 19 salî ji bo xwendina bilind gihîşt Viyenayê û li dû sê salên li Otrîşê û Almanyayê li bajarê Australî Sydney bi cîh bû. Li Zanîngeha Macquarie ya Sydney, 26 salan wek mamoste, perwerdekar û serpereşt ligel wezareta perwerdeyê ya herêma Australî NSW ma. Di warê xebata kurdewariyê de, ji bilî kar û xebata bo amancên perwerdeyî, niştimanî û komelî, di 1982yan de li Sydney dest bi bernameyeke radyo ya heftane, bi kurdî û înglizî, kir ku dora du salan domand.   Ji sala 1984an heta niha berpirs, amadekar û pêşkêşerê bernameya kurdî ya dezgeha Special Broadcasting Service, SBS RADIO dixebite. 50 sal bûye ku ew ji rojhilatê Navîn dûr e, lê nivîsandina bi Kurmancî, karê wî wek rojnamevan û berpirsê bernameyeke radyo, û evîna wî ji bo milletê wî û welatê pêşiyên wî ew ji Kurdan û ji Kurdistanê her nêzik hîştiye. Wergerandina komeke ji gotaran...

HELÎM YÛSIV

“Weşanxaneyên Bakur berhemê derdixînin û li benda Xwedê dimînin…” Çetoyê Zêdo: Ez dixwazim vê lêpirsîne bi awayekî giştî (dibe ku hin pirs zêde bin), li ser kar û xebatên cenabê te, li ser bîr û baweriyê, wêje û nivîskariyê û “99 Morîkên Belavbûyî”… Ez ê hewl bidim ji berêvkê de bipirsim, lê vê carê bila pirsa dawî ji “adetê derkeve” û bibe pirsa serê biskê; niha di rojeva we de çi hene, hûn li ser çi dixebitin? Berhemeke we ya li ber çapê heye? Helîm Yûsiv: Di nav destê min de romaneke nû heye. çend meh ji min re divên hetanî ku biqedînim.                                                          - Romana we ya "99 morîkên belavbûyî" yek ji wan pirtûka ye ku di sala 2015an de ya herî zêde hatiye xwendin û tê xwendin. Xwendevanên we ji bo “99 Morîkên Belavbûyî” bi giştî bertekên wan, bala wan li ser çi bû? Xwendevanên vê be...