Ana içeriğe atla

“Birîna Reş” Musa Anter


“Birîna Reş” Musa Anter

Paşxeneya Dîrokî:
Berhema Mûsa Anter ya şanoyê tekane “Birîna Reş” bi tirkî û kurdî di sala 1965an de çap dibe. Lîstika “Birîna Reş”, ji çar sehneyan pêk tê. (Di vê lîstikê de navên sehneyan weke “perde” hatiye bikaranîn.) Dema bûyerên listikê di navbera salên 1950 û 1960î de diqewime. Li gora pêşgotina kitêbê ev şano di 1959 de di girtigeha leşkerî ya Harbiyê de hatiye nivisandin.

Di pêşgotinê Musa Anter ji bo “Birina Reş” wiha dibêje:“Tiştên ku hûne di vir de bixwînin gişk serpêhatiyên min in.” Di naverokê de gelek bîranîn, têbinî û şîretên wî cî digre. Mûsa Anter rast rast ji bo zarokên kurd bixwînin, têkevin xizmeta miletê xwe, şîretan li wan dike. Musa Anter, li Stenbolê ji bo xwendekarên kurd lê bimîne di Yurda Dicleyê weke gerinende dixebite, bi girtina “Yurda Dicleyê” di vê şanoyê de xitabî xwendekarên xwe dike. Lehengê wî, şagirtên wî ne; yek ji wan “Bedo” ye. Ji bo “xelasbûnê” divê ku kurd bixwînin û şiyar bibin, wê demê dikarin ji bindestbûne û qelandinê rizgar bibin.

Li Diyarbekirê di sala 1959an de, di rojnameya “İleri Yurt” de “Qimil” tê weşandin. Li Tirkiyê ev weke bûyereke mezin tê niqaş kirin û di çapemanî û siyasetê de dibe sedemeke girtina “Doza 49an”. Di vê girtinê de tevî Musa Anter 50 kes hene, yek ji wan di girtîgehê dimire û hejmara wan dibe 49; ji ber vê yeke bi navê “Doza 49an” tê zanîn. Beriya ku bêne girtin, ji bo protestoya li himber biryara Enqereyê, li ser navê “Kurdên Tirkiyê” daxwiyaniyekê didin. Piştî girtina 49an bi hatina darbeya leşkerî ya 27ê Gulana 1960î re 485 serokeşîr û malmezinen Kurd jî bi mahneya reforma axê “Projeya parvekirina erdên dewletê (r.37)” tên girtin û wan dibin qampa Sêwasê…

Kesên Lîstikê:

Zîno:
Diya Sado ye, li ber destê malên began û axan mezin bûye û bi xizmeta wan mijûl bûye. Heft zarokê wê bi êşê mirin e. Sado yê wê yî herî biçûk e û bi zor û zehmetî wî dide xwend kirin. Ji bo xwendina lawê xwe jî, xizmeta xelkê û teşiyê diresinê, hêkan difiroşe. 45 salî ye; lê mîna 75 salî xwuya dike. Derdê wê ew e ku, bibe weke jina begê mezin.

Biro:
Rênçberê beg e. Bi zorê û bêdîlî xwe, bi Zîno re dizewice û li eskeriyê seîs e. Tirkî qet hîn nebû ye. Cot dike. Ji qerfan hez dike (bi taybetî qerfan bi jina xwe dike) û nezan e. Heta ku Bedo dibe textor ji Zîno re dibê je “lawê te”, dûre jê re dibêje “lawê min”. Guherîn tenê di Biro de heye. Dîsa li bajarê Diyarbekirê jî bêriya “gundibûna xwe” dike.

Bedo:  
Lawê Biro û Zîno yê piçûk e. Li Diyarbekir dixwîne û jîr e, dûre dibe textor û belaş li xelkê dinêre. Hinekî “qomonîst e” û di xizmata milletê xwe de ye:“Ê min ez lawê Eyşo û Fato me, evîna min hûn in, nesaxê min in.”(r.41);“Ez layê gundiya me ez layê Biro û Zîno me. Helbet wê hevala min jî Xecê be yan Zînê be”(r.42) ; “Yadê de ka bila îşev bên mala me lê.”(r.45) “… ma çi nayê bîra min. Çi ferqa wî (Silo) û welatê min ji hev heye? Feqîr, tazî, nesax û gurandî. Yadê ma min çima xwend? Çima Yûrda Dîcle ez dam xwendin?....”(R.46) ; “Erê zarokno!... Em qeliyan. Lê îca em naqelin.(r.50- dawî)

Apê Sado:
            Yextiyarekî bîrbir e. Li eskeriyê di seferberlikê de gelek tişt hîn bûye, girrê wî bi began re ye. Hayê wî ji Bedo heye ku wê bibe mirovekî mezin û zana.. Ji qerfan hez dike û “şitexaliya wî” xweş e.. Ji zabitên askeriya xwe gelek tişt hîn bûye.. An jî berdevkê Apê Mûsa bi xwe ye!

Silo: 
Lawê Xensê yê ku bi “Birîna Reş” ketiye ye dramatika lîstikê bi wî digihêje asta bilind.

Xensê:
Jineke lawê wê nexweş e, Ji bo qîzaniya Zîno û belengaziya kurmanca prototîpek e. Zîno wexta lê dinêre jiyana wê yî berê tê bîra wê: “Mala xwedê sed hezar carî ava ji van rojan re. Em li yekî ku ji zimanê me fêm bike rast hatin.”(r.46)

Misto: Yekî gundiyê û cîranê Biro ye. Seroxan: Ji gundî û cîranên Biro ye. Kelos: Ji gundî û cîranên Biro ye. Xort: Gundiyan û nexweşan tîne mala Textor Bedo, tenê ji navnişanê fahm dike.


Diyardeyên Dramatûrjiya Lîstikê

Çîrok di du perdeyên pêşî li gundekî Diyarbekir derbas dibe. Her çi qasî navê gund weke yê Diyarbekir derbas bibe jî, Ji gundên began“Zorava” navê gundekî Nisêbîn e jî. Û di çend cîyên din de jî navên gundên Mêrdîn wek yên Diyarbekir derbas dibe mîna: “Serreş, Kerbetilî, Beravê, Berrojê, Reşwanê, Omer, Zivingê (r. 37) û pişt re sahneyên dawîn li Diyarbekir, li mala textor  a li bajêr derbas dibe.

 Dewlemendiya gundê Celal Bayar Ömerbey (r.34) û xizaniya gundên Diyarbekir her tim weke mijar tê qal kirin. Mala Biro, di xizaniyeke berbiçav de ye. Li gund li sifra erdê xwarinên xwe dixwin; li bajêr dibe mahse.

Hin nişanayên dîrokî û teknolojiyê weke: “qaşûlên şeytanokên deryayê” (r.26) li Çanakale; Berberiya Emerika û Ûrus (Sowyet) bi çekên leşkerî… “Dibêjin mirov çûne heyvê (r.27)…. (Qumbere “Atom” û Muhendizî (r.28)…

1) Dîtina Bûyerên Rojevî:

Di navbera Partiya Demokrat û Xelk de berberiyeke mezin heye, li Diyarbekir jî nişaneyê vê berbeberiye xuya dike. Li gora “Apê Sado” ji bo gundî û kurmanca ferqa wan ji hev tune ye... Her dû partî jî  ya “axaler û begleran” e. Apê Sado: “ Demokrat bin Xelk bin me feqîra tazî dikin ku îca bi hev dikevin…

            Çîroka xelayê (r.29) û birçîbûna gundiyan di her sahneyê de belangaziya wan xuya dike. Xelaya nav Kurda, nanê cehî heta salên 1960î jî heye. Bi hatina terextorê li gora Çukurovayê hinekî dereng tê bajerên Kurdan û piştî salên 1960î nanê cehî jî nema tê dîtin. Ji destpêka Sadsala 20. û bi taybetî Şerê Cihanê 1. û yê 2. heta salên 1960î li gelek deverên Kurdistanê xela û xizanî bi aweyekî berbiçav heye. Ji tunebûnê “Nanê Ceh” tê xwarin. Yên hinekî dikarin debara xwe bikin, nanê genim û ceh tevlihev dikin û dixwin. Ji kapekê û ardên tevlihev; mîna  ardê nokan, nokreşk, nîsk, kizîng û ceh nan dihat çêkirin.

Di çandiniyê de bikaranîna terextorê di salên 1950 û veguherîna civakî û aborî jî bi xwe re tîne. Di salên 1950î de bi destê dewletê “Aboriya dewletî (r.38)” ji bo çandinê tovên zad dihat belavkirin, ji ber ku erdên çandinê bêtir di destê began de bû, tovên jahrkirî li gora zad erzantir bû. Tovên zêde dihat firotin û ji bo erzantir bû, gundiyan jî, ji carinan ji xîzanî mecbûr diman û ardê “dermankirî” distendin. Bi vî ardî gelek nexweşî derdiket yek jê jî “Birîna Reş” bû. Birîna Reş, ji bo “Kangrenê” dihat binav kirin.

2) Hêma û Mijarên Listikê

Zordarî û zulma Cendirmayan ya li ser gundî û Kurmancan… Tirsa “onbaşiyan” ji bo gundiyan sereke ye. Beyî bertîlê îşê hukûmetê nayê kirin. Xizanî, rênçberî, şivantî û parsekî li her deverê Kurdistanê heye. Ji bo Axeler û Begler’an “Wek mêşan begên me hertim xwe li demûşê digirin.” (r.37)

Ji kesên lîstikê “Apê Sado”, qala seferberlika 1914an tê kirin û ji silêmanî qala zabitekî Kurd dike. “Qominîst’ên Diyarbekirê (r. 34-35) û herî zêde “axaler û begler” tê qal kirin. “Ew digihên birinca xwe ne, ta û nesaxî ji me re dimîne.” (r.36) Ava paqij bi dest her kesî nakeve. Jana reş, genimê dermankirî (r.37) û nexweşiyên gundiyan di her sahneyê de  heye.

3) Şîretên Ji Bo Xwendina Kurdan

Bi devê “Apê Sado”, di seferberlikê de zabitekî Silêmanî ji wan re digot. Ev zabit yekî kurd e û ji bo perçebûna kurda jî nîşan bike ji Silêmanî ye. “Zarokên xwe xwendin bidin, ku ne bi wiha be hûn xelas dibin, tu carî hûn ji vî halî xelas nebin.”(r. 24);“Çi fêde me nexwend…” Gelek tişt têne serên wî ji ber destê axaler û begleran (r.26); “Zarokên xwe bi xwendin bidin.” Çîroka Hurmuz û layê wî Simko (r.30); “Bedokê min lawo em giş li van rastan ji ber nexwendinê kor û gêj mane, her çi tê pehînekê li me dixe. Bedokê min ancax yên wek te (dikare) me xelas bikin.” (r.30); Zîno, “Kî di mekteban keve û bixwîne dibe her tişt.Kurmanc be çi be wek hev e…..” (r.44)

4) Vegotin û Ziman

Kesen lîstikê devoka Mêrdîn û ya Mûsa Anter dipeyivin:  got bigrin em girtin, got berdin em berdan..” (r.23). “Ulan okuyup da ne olcaksın…”(r.24) Bi devê Biro tê gotin, li gor ku tê gotin Tirkiya Biro ne xurt e! Zîno, “Ka tu ji me re qala wî Yûrdê Dîclê…. bike.” (r.41) Peyva “Nesax” ji bo “Nexweşan” tê bi karanîn. Dubarekirina peyva “tewer’ê di her rûpelê de heye.

Mîzah û Qerf di her sahneyê de li ser nezanî û kesên listîkê de heye. “Xwedê du tiştan bi hev re nade feqîran, ku yekê dide yekê jî distîne.” (r.13) Çîrokên Apê Sado yên qerfî “Kûsî, Gumgumok Legleg”(r. 25) Mesela “Kew û Qîjik”ê, ji devê Biro (r.42). Silo, “De her lê binêr zû were ha, yan na ez ê bigrîm.” (r.47)

Îdyom û peyvên taybet : “... bi qutûtî îdare dikim…” Zîno (r.14),“maxwene” (r.17), “ne qenc be ê me çi..” (r.18), “Bayê sor bi me keve.” (r. 19),  di xela û cela de” (r. 26), “te keroşk dît meêşîne” (r.27),“Feqîrtî zingara meriva ye.” (r.34), “Ji kîs xelkê merd in.” (r.34), “Eyarê mezinan tije pûş kirin.” (r.35), “Silamûelêk” (r.33) “li ber şek û peka bûne” (r.34) “..buhart..” (r.34) “ava çeman bisekine” (r.38), “mixenitî”(r.42)…

             Gestûsa Kurd û Kurmancî: Şerên gundiyan “ Wê rojê gundiyên Kerbêtiyan li hev xistibûn” (r.15). Nivişt, çavînî, hermel û baweriyên batilî…(r.24.“Zîno jî weke qîza min e” Apê Sado (r.25).“Errek” ji bo eskeriya Biro, Apê Sado dibeje. (r.27). “Bi serê şêx..” Axaftina Biro (r.32).“Qelewiyan bajariyan”(r.33).“Ez gorî we bim hûnê nanê germ bixwin.” (r.33).“ho ho xet yabo xet” (r.43).“Ma textorê kurmanc hene kekê?”(r.43) “Xebînetê…” (r.46).“Ma karîbû kekê wextê cotan bû.”(r.49)…

Di heman salê de lîstika Sermet Çağan ya bi navê “Ayak- Bacak fabrikası”(1965) tê çapkirin û lîstin.  Sedem û bûyerên vê lîstikê bi şêweyeke din, di vê lîstikê de weke “kara tohum” tê bi nav kirin, ji ber xîzaniyê xelk kara tohum dixwin( Li Anamura Mêrsînê) û gellek kes ji ber “tovê jahrdayî” bi kangrenê nexweş dikevin. Ji ber vê sedeme hêjaye ku mirov herdu lîstikan bi hevre binirxîne… 

                                                                                              Çetoyê Zêdo


*Musa Anter “Birîna Reş” ( Weşanên Med, 2010)

Yorumlar

Yorum Gönder

Bu blogdaki popüler yayınlar

Modern Kürt Tiyatrosunun İlk Adımları

Yazar/metin merkezli Batı tiyatrosunun Kürt dilindeki ilk örneği, 1919’da Evdirehîm Rehmî Hekarî’yle başlaması, teatral formların Kürtlerde daha öncesinde olmadığı anlamına gelmemelidir. Popüler ve kitlesel bir sanat olan tiyatro tarihsel olarak her dönemde farklı biçimlerde icra edilmiştir. Genel anlamda tiyatro sanatı; kukla, gölge oyunu, köy seyirlik oyunları, çîrokbêj (bir nevi meddah) geniş bir alanda teatral formalara sahiptir. Bu formlar, yakın kültürler ve komşu milletler arasında benzerlikler gösterebildiği gibi veya hepten özgün bir biçim olarak da var olabiliyor. Kürt tiyatrosunda: Taziye, “Sîtav” (Gölge Oyunu) ile “Bûkella” (Kukla), “Mîr Mîran” (Sahte Emir), “Kosegelî-Gaxan”, “Bûka Baranê” (Bolluk-Bereket Oyun Ritüellerinden), “Sersal” (Yeni Yıl), “Newroz” oyun ve temsilleri... Bunun yanı sıra Kürt tiyatrosuna özgü teatral anlatı biçimleri arasında sayılabilecek “dengbêjî” ile “çîrokbêjî” gibi ulusal formlara da sahiptir. Kürt tiyatrosunun geçmişine ve bugününe baktığımı

Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê / Theatre Concepts and Terms

Şanogeriya "Mem û Zîn", Nivîskar: Emîn Mîrza Kerim, Derhêner: Enwer Tuvî, Silêmanî, 1958 Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê  Absürd Tiyatro - Şanoy bêhûde, Şanoya Absurd - Theatre of the Absurd Acı Çekme Oyunu - Lîstika Êşkêşanê - Şanogeriy eşkence, wezen – Passion Play Acıklı Komedya, Komîdyay giryanawî – Tearful Comedy Açık Aksiyon - Aksiyana Vekirî - Over Act Açık Sahne - Sehneya Vekirî - Open Stage Adaptasyon - Lihevanîn, Adaptekirin - Adaptation Agit-prop tiyatro- Şanogerîy bangeşekirdin – Şanoya propagandayî – Agit- Prop Theatre Ago n- Mişt û mirr – Agon Ağlayıcılar - Koroya Giriyê, Barbûkarî grîkî – Choregos Akrobat - Kanbore, qareman, palewan, Canbaz - Acrobat Aksiyon Oyunu - Dramay niwandin, Şanoya Aksiyonê – Play of Acting Aktivizm -  Karaxwazî, Aktîvîzm - Activism Akustik- Dengî, Akûstîk - Acoustic Alternatif Tiyatro – Şanoya Alternatîf- Alternatîve Theatre Anagnorisis – Venasîn, Nasînewe - Anagnorisis A

Ereb Şamîlov "Koçekê Derewîn-1930" Şano

   E reb Şamîlov  Koçekê Derewîn  Pyêsa Du Fesla Sezde Sifeta   (Neşra Dewlata Şêwrê Ermenîstanê, Rewan, 1930)           Gilyê Pêş          Pyêsa pêşin, gerekê beve notla silhekî şêr, ber gilî gotnê terêqa nav xebatçyê Kurmanca da paşda mayî. Eva gilî gotnê min nivîsîne, ne metelok in, ne jî min ber xoe derxistine. Eva îşana qewimîne bûye, niha jî hene nav gundê Kurmanca da.          Her Kurmancekî gele car qewimye, ku çûna cem wan vireka şêxa, pîra qewala û mella koçeka, wane kirye min nivîsye li vê pyêsê. Basa xeberê ez karim navê çend heva hildim, hûnê bizanbin rastê: Koçek Xûdêda ji gundê (Poştê) Karvansarayê qêza Lenînakanê nahya Hacîxelîlê, Koçek Gulê ji gundê Qulibegê qaza Rewanê nahya Ecmîadzînê (Dêrê).             Evana hetta niha jî dixapînin kesîba û orta Hemîk destê terêqa bega, axa û kulaka tev heve. Ew hizdikin paşda mabûna xebatçya; ew timê nezana tûj dikin berî firqeçya û komsomola dibin, çimkî ew firqeçî û komsomola niha paşda davêjin gilî got